‘Saziyên navneteweyî ji bo tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin'

  • rojane
  • 09:07 15 Îlon 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Parêzerê OHD'î Bariş Işik diyar kir ku saziyên navneteweyî berpirsiyariya xwe ya ji bo tecrîda Îmraliyê bi cih neanîne û wiha got: "Tevî hemû serlêdanan jî, hem pergalên neteweyî hem jî yên navneteweyî, xwe li ker û lalîtiyê datînin."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê di şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin. Nêzî 3 sal in parêzer û nêzî 2 sal in jî malbat nikarin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin. Hevdîtin berê bi hincetên wekî "keştî xerabeye" û "rewşa hewayê nebaş e" dihatin astengkirin, lê di salên dawî de serlêdanên tên kirin an bêbersiv tên hiştin an jî bi hinceta cezayên dîsîplînê tên redkirin.
 
350 SERLÊDANÊN PARÊZERAN
 
Di 10'ê Hezîranê de Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî di nav de 770 parêzerên 29 baroyan, ji bo hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin, kampanyeyeke îmzeyê dan destpêkirin. Hiqûqnasan îmzeyên ku berhev kiribûn di 10-17'ê Hezîranê de radestî Wezareta Dadê kirin. Lê wezaret hê jî bersiva serlêdana parêzeran nedaye. Li gel vê di 14'ê Îlonê de ji 22 welatan 350 parêzer ji bo hevdîtin bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmraliyê de, hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan.
 
4 MEH IN BERSIV TUNE YE
 
Ji îmzevanên kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat destpêkirin parêzerê OHD'i Bariş Işik diyar kir ku 4 meh derbas bûne lê hê jî Wezareta Dadê bersiv nedaye serlêdanên wan û wiha got: “Wezareta Dadê bi xwe ji mafên girtiyan berpirsyar e û vî karî dimeşîne. Lê di rewşa heyî de em dibînin ku Wezareta Dadê zêde eleqedar nabe. Ev rewş nîşan dide ku muxatab tune ye û bê kêfiyetiyek çawa heye."
 
CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ
 
Işik anî ziman ku hevdîtinên ku berê bi hincetên wekî "keştî xerabeye" û "rewşa hewayê nebaş e" dihatin astengkirin, niha bi cezayên dîsîplînê tên redkirin. Işik bi bîr xist ku li Îmraliyê ji bo "pêgermokiyê" jî cezayê dîsîplînê tê birîn û wiha got: “Bi qasî ku em têdigihin li Îmraliyê pêkanînek nû heye. Niha tê armanckirin ku heya ji destê wan bê cezayên dîsîplînê zêde bikin û vê awayî tecrîdê kûrtir bikin. Dixwazin cezayên dîsîplînê rewa bikin, çendî li dijî van cezayan bertek hene jî. Cezayên dîsîplînê rêbazeka kêfî ye."
 
DI 11 SALAN DE 5 HEVDÎTINÊN PARÊZERAN
 
Işik diyar kir ku 23 sal in li Îmraliyê polîtîkaya tecrîdê berdewam dike û wiha got: "Li ser birêz Ocalan her tim tecrîd heye. Di encama zextên raya giştî de, di sala 2021'an de bi rêya telefonê hevdîtineke gelekî kurt hat kirin. Ev hevdîtin jî kurt bû, di nîvî de hatibû qutkirin û hatibû guhdarkirin. Armanca vê yekê, qutkirina pêwendiya Ocalan a bi civakê re ye. Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de bal kişandiye ser aştî û çareseriyê. Neçareseriya li Îmraliyê, astengkirina aştiyê ye. Ocalan di 11 salên dawiyê de tenê 5 caran hevdîtin bi parêzerên xwe re kiriye. Di peymanên neteweyî û navneteweyî de mafê girtiyan heye ku timî bi parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Pêşîlêgirtina vê bêhiqûqî ye."
 
Işik destnîşan kirin ku saziyên navneteweyî di tecrîda li ser Abdullah Ocalan de berpirsyariya xwe bi cih neanîne û got ku niha di pîvanên hiqûqî yên neteweyî hem jî yên navneteweyî de tecrîdek heye û ev îşkence bi xwe ye. Işik wiha domand: “Dema em li peymanên sazî û dezgehên navneteweyî dinêrin, eşkere ye ku tiştên tên kirin li dijî hiqûqê ne, binpêkirina mafan e. Hem pergalên neteweyî hem jî yên navneteweyî çalakiyên gel, çalakiyên rêxistinên civaka sivîl, baro û parêzeran ji nedîtî ve tên. Li hemberî hemû serlêdan û çalakiyan xwe li ker û lalîtiyê datînin.
 
PIRSGIRÊK ZÊDE BÛN
 
Işik bandorên erênî yên hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re yên di pêvajoya bi navê “çareseriyê” de hatin kirin bi bîr xist û wiha got: “Di pêvajoya çareseriyê de bi awayekî qismî be jî, pêşî li bêhiqûqiyê hat girtin. Mirov hem di aliyê aborî hem jî di aliyê manewî de aramiyê dîtin. Wê demê budçeya şer kêm bû. Xwebaweriya mirovan zêde bû. Lê piştî pêvajoya çareseriyê bêhiqûqî zêde bûn. Ev bêhiqûqîtî sîrateyî tevahiya civakê kirin. Zêdebûna cinayetên jinan, sînordarkirina azadiya fikr û ramanê, qedexekirina konseran... gelek pirsgirêk rû dan." 
 
'JI DESTÊ KÊ ÇI TÊ DEMILDEST DIVÊ BIKE'
 
Işik di dawiya axaftina xwe de wiha go: “Rewşa birêz Ocalan, rewşeke taybet e. Çêkirina girtîgeheke taybet, ev qasî îzolekirina ji civakê, sirayetî tevhiya civakê dike. Ji bo pêşî li vê bêhiqûqîtiyê bê girtin, beriya her tiştî divê saziyên pêwendîdar, saziyên neteweyî û navneteweyî, parêzvanên mafên mirovan, parêzer, baro serlêdan û çalakiyên di vî warî zêde bikin. Demildest ji destê kê çi tê divê bike."
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

25/01/2023
18:36 Delegasyona Navneteweyî hevdîtin bi ÎHD û Baroya Stenbolê re kir
16:55 Pêkhateyên jinan ên Tifaqa Ked û Azadiyê hatin ba hev
16:10 Ji Baroya Agiriyê rapora Girtîgeha Panosê: Di odeya singêr de îşkence
15:57 Ji OHD, ÇHD û ÎHD’ê ‘Rapora binpêkirina mafê çalakiya li dijî tecrîdê’
15:30 Taniş û Denîz hatin bibîranîn
15:27 Baroya Wanê: Qedexekirina çalakî û xwepêşandana li dijî makeqanûnê ye
15:19 Dozger ji bo alîkariya xezîneya HDP’ê qut bibe, şahidê veşarî ku lê digeriya dît!
15:05 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê serdana TTB’ê û TÎHV’ê kir
14:54 Têkildarî mirina bi guman a Muhbet C. biryara nepeniyê hate dayîn
14:51 Derbarê Yenî Yaşamê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:48 Delegasyona Navneteweyî bi malbatên girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin kir
14:27 Amadekariyên 12’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê xelas bûn
14:04 Doza Fîrdevs Babat: Dadgehê daxwaza faîl a veguhestina dozê hewaleyî Wezareta Dadê kir
13:40 Bernameya Konferansa Komara Demokratîk diyar bû
13:31 Çalakiya li ber Konseya Ewropayê berdewam dikin
13:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 688’an de didome
13:07 Şandeya navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
12:53 Li Erxeniyê komkujiya sewalan
11:52 Nobeta Edaletê: Çima li Îmraliyê hiqûqa şexsî di meriyetê de ye?
11:48 Doza rojnamevan Ayşegul Dogan hat taloqkirin
11:22 Agahînegirtina ji Îmraliyê 22 meh li pey xwe hişt
11:05 Komploya 15'ê Sibatê: Dê ji 2 baskan ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin
10:47 Li Egeyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
10:04 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Tirkiyeyê ye
09:53 ‘Kobanê qibleya me ye, divê em ji hemû êrişan biparêzin’
09:52 AYM dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê bicive
09:32 ‘Tecrîd bêhiqûqîtî ye, Ocalan mifteya aştiyê ye'
09:24 Kobanêya hilweşiyayî ji nû ve hat avakirin
09:03 Mamosteya MED-DER'ê: Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2023
22:18 Li Colemêrgê mirineke bi guman
22:15 Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewropayê didome
21:34 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi namzetê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe
17:55 Dozger ji 'rawestandina' xizmên girtiyan re ceza xwest
17:14 Demîrê ku Yewnanistanê ew radestî Tirkiyeyê kiribû hat girtin
16:49 Danişîna biryarê ya Rojbîn Çetîn taloqî 23'ê adarê bû
16:26 Li Agiriyê 2 leşker mirin
16:21 Doza ku 46 parêzerên Abdullah Ocalan jê tên darizandin taloq bû
16:10 Bernameya meha sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê aşkera bû
16:06 Li Hezexê dayika 50 salî hat girtin
15:55 Li Êlihê karkerê ku di înşaatê de ket jiyana xwe ji dest da
15:49 Li Sêrtê ciwanê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:40 Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya
14:37 Li Bismil ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 10 jê hatin girtin
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin
09:04 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir