Olûç: HDP ne qufil, mifte ye

  • rojane
  • 17:40 16 Îlon 2022
  • |
img
ÇEWLIG - Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Oluç ku li Çewlîk û Solxanê hevdîtin bi esnaf û şêniyên bajêr re pêk anî diyar kir ku tifaqên Cumhûr û Miletê di warê demokrasiyê de xwedî sabiqeyeke mezin in û wiha got: "Hilbijartin ji bo me gelekî girîng e. HDP, ne qufil, mifte ye."
 
Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, parlementerê HDP’ê Mahmût Celadet Gaydali, Erdal Aydemîr, Gulîstan Koçyîgît, Şevîn Coşkûn û rêvebirên HDP’ê yên Çewligê di nav de cih digirin, li Çewlîgê û navçeya wê Solhxanê esnafan ziyaret kir û bi welatiyan re hevdîtin kir.
 
Şandeya HDP'ê li navçeya Solxanê bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin.
 
‘BETALÎ ZÊDE YE, RÊYÊN ME NAYÊN ÇÊKIRIN'
 
Şêniyên Solxanê pirsgirêkên xwe ragihandin şandeya HDP'ê û gotin ku aborî li gor par xirabtir bûye, bêkarî gelekî zêde bûye û rêyên gundên wan nayên çêkirin.
 
'TEVÎ HEMÛ ZEXTAN JÎ...'
 
Şandeya HDP'ê piştî hevdîtinên xwe yên li Solxanê çû ber avahiya partiyê ya Çewligê û li vir daxuyanî da. Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç diyar kir ku bi eleqeyeke mezin a gel re rû bi rû mane. Olûç anî ziman ku ew ji serê havînê ve xebatên xwe yên bi vî rengî didomînin û wiha got: “Em van xebatan hem li Kurdistanê hem jî li rojavayê Tirkiyeyê didomînin. HDP wekî berdewamiya têkoşînek bi salan ji sala 2015'an ve tevî hemû zext û çewisandinên dijwar jî, bi piştgiriya gelê kurd li ber xwe dide. HDP, ew partî ye ku tevî hemû çewisandinan jî hatiye roja îro." 
 
‘HDP, NE QUFIL, MIFTE YE' 
 
Olûç bal kişand ser hilbijartinên giştî yên gengaz ên Tirkiyeyê û wiha got: “Em li Tirkiyeyê ber bi hilbijartinan ve diçin. Ev, ne hilbijartinek asayî ye. Bi rastî ev hilbijartinek e ku dê pêşeroja welêt diyar bike. Gelo dê welat ber bi demokrasî, azadî, hiqûq, edalet û aştiyê ve biçe, an jî wê ber bi rêyeke faşîzantir û zilmkartir ve? Bi rastî di vê hilbijartinê de wê biryar vê yekê bê dayîn. Di vê biryarê de, HDP xwedî rolek di wesfê miftê de ye. Em bi taybetî dibêjin mifte, ne qufil. HDP, ew mifte ye ku dikare hemû qufilan veke. Rewşa HDP'ê ev e. Ne tifaqa Cumhûrê ne jî ya Gel, bêyî HDP'ê nikarin bigihên encama li dû ne." 
 
‘HER DU TIFAQ JÎ XWEDÎ SABIQEYEKE MEZIN IN'
 
Olûç anî ziman ku HDP sîgortaya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û wiha got: “A rast sabiqeya her du tifaqan jî sabiqeyeke mezin e. Di mijara mafên mirovan, mafên gelê kurd, demokrasî, azadî û aştiyê de bisabiqe ne. Nexwe sîgortabûyîn ev e. Di vî warî de partiya herî bi biryar û rêxistinbûyî HDP ye."
 
Olûç bal kişand ser binçavkirin û girtinên li dijî partiya wan û wiha got: “Hevalên me yên hêja bedêlê didin. Bedêla çi didin; ji bo azadî, aştî, demokrasî, edalet û wekheviyê didin. Madem em van bedêlan didin, nexwe teqez divê em vê têkoşînê bi awayekî erênî bi encam bikin. Lewma hilbijartin ji bo me pir girîng in. Divê em encameke gelekî bihêz ji van hilbijartinan bigirin. Tirkiye êdî ketiyeatmosfera hilbijartinê. Wekî hûn dizanin, ger hilbijartin di Nîsanê an Gulanê an jî Hezîranê de be jî ji 9 mehan hidniktir jê re maye. Nexwe di atmosfereke wiha de her roj ji bo me xebata hilbijartinê ye. Dem ew dem e ku em yekîtiya xwe xurt bikin û hevalên ku bi salan e dengê xwe didin AKP'ê ji vê şaşiyê xelas bikin." 
 

Sernavên din

28/01/2023
16:48 Delegasyona Navneteweyî: Girava Îmraliyê wek model tê bikaranîn
16:30 Li Colemêrgê bertek hate nîşandan: Girtina Karaman nayê qebûlkirin
16:19 Panela tecrîd, jin û polîtîkayên şerê taybet: Tecrîd wê bi serkeftinê bi dawî bibe
16:08 Rûniştina F: Bila girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû bên berdan
15:53 Ji bo Sevmîş ê bi nexweşiya Wilson ketiye banga berdana lezgîn
15:45 Bi awayekî girseyî serdana şîna Avci kirin
15:41 ‘Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe’
15:41 ÎHD’ê aqûbeta Taniş û Denîz ên HADEP’î pirsî
15:17 Birîndarek qezaya TIR’ê ya Dêrikê wefat kir
15:17 Demîr: Ji bo hilbijartinan kirdeya herî giring jin in
Bûldan: Em xwe amade bikin ku di 14'ê gulanê de têkoşîna jinê serbikeve
15:00 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şayik û Tayboga pirsîn
14:53 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:12 Xizmên windakiriyan aqûbeta Taniş, Denîz û Maltû pirsîn
13:28 Bîrol a HDP'î: Li dijî ferzkirina sîxurtiyê em ê serî netewînin
13:18 Şanoger piştgiriyê didin kampanya ‘Gelê me xezîneya me ye’
13:15 Ji aktîvîstên Rojhilat û Îranê banga çalakiyan: Em derkevin qadan
11:35 Lêgerîna tazî ya li dijî rojnamevanên jin hat redkirin
11:28 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza milyonan e
10:21 Fermandarê QSD'ê Çekjîn: Di navbera DAIŞ'ê û dewleta Tirk de koordîneyeke eşkere heye
10:17 ‘Biryara hilbijartina pêşwext a desthilatê nîşaneya ku ji ciwanan ditirse ye’
10:16 Akin Bîrdal: Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberojek ronahî fersend e
09:18 Dozger fezlekeya polîsan bi îdianameyê ve zeliqandiye
09:12 Gilî û gazinên Amedê yên ji bo otobusan: Qeyûm xizmetê nake
09:11 Li Şirnexê Midûriyeta Perwerdehiyê 3 dersên hilbijartî li xwendekaran ferz dike
09:09 Hêzên li pişt komploya li dijî Ocalan
09:02 Delîlên der barê rojnamevan Verîm de tenê rojnamevaniya wî ye
09:02 Serlêdana girtiyê ku 2 saetan îşkence lê hat kirin hat redkirin
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2023
21:12 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Kûtlak jî radestî malbatê kirin
20:04 Parêzerê kiryar xwest qetilkirina Alturkê rewa bike!
18:43 Li Stenbolê sê jê zarok 4 kes bi awayekî mirî hatin dîtin
18:38 Polîsekî ji malbata xwe 3 kes kuştin
18:01 Serdanên Delegasyona Navneteweyî yên li Amedê bi dawî bûn
15:56 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana TBB û ÇHD’ê
15:45 Şandeyeke ji Iraqê ji bo pirsgirêka avê dê were Tirkiyeyê
15:40 HDP’a Colemêrgê: Gelê me dê alaya serkeftinê li ba bike
15:15 Di kongreya OHD’ê de berteka li dijî tecrîdê
14:58 Şandeya HDP’ê çû serdana Demîrtaş
14:30 Sûdanî bi Macrona re hevdîtin kir
14:22 Hevserokê Tevgera Azadî hate binçavkirin
14:16 Li dijî Balyozxaneya Azerbaycanê ya Tehranê êrişa çekdarî
14:10 Serhildanên gel ên li Îranê di roja 132’yemîn de ne
13:55 Lîstikvana Îranî mîhrîcana fîlman a li Tehranê boykot kir
13:36 Hevdîtinên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê didomin
13:21 Derheqê Emîne Şenyaşar de 2 dozên nû hatin vekirin
12:58 Ji Delegasyonê banga bo Tirkiyeyê: Li Îmraliyê bila serweriya hiqûqê pêk were
12:56 Li Amedê ji bo nan zem hate kirin
12:55 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:01 Bi vegotina Abdullah Ocalan komploya navneteweyî
11:04 Nobeta Edaletê di roja 27’emîn de ye: Têkoşîna demokratîk wê bidome
10:19 Mihemedê Efrînî wê li NY'yê giliyê dewleta tirk bike
09:47 Malbatên girtiyên nexweş: Biryara Erdogan durûtî ye
09:02 Berê bê berdan înfaza wî şewitandin: Bi hiqûqa neyartiyê nêzî kurdan dibin
09:02 Lijneya Giştî ya 12'an a HDK'ê: Em ê birêxistinbûyînê mezintir bibin
09:02 Konferansa Komara Demokratîk: Pergaleke din pêkan e
09:01 Dewletê gef li şêniyan xwar: An hûn daran bibirin an jî em ê bi cerdevanan bidin birîn
09:01 Hê jî der barê polîsên ku îşkence li welatiyekî kirin îdianame nehatiye amadekirin
09:00 Tê xwestin ku 15 sal ceza li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir bê birîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2023
23:04 Li Îzmîrê eleqeyeke mezin ji bo konsera Ma Musicê
19:18 Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e
17:29 Barzanî û Erdogan li Qesrê li hev kom bûn
17:02 Rêxistina HDP’a Erdexanê kongreya xwe li dar xist
16:58 HDP’ê kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da destpêkirin
16:30 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê serdana ÎHD’ê û HDP’ê kir
16:19 Di 25’ê çileyê de 14 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
16:13 Alîkariya ewil a ji bo kampanyaya ‘Xizîneya me gelê me ye’: Ji xwendekar ewqas
15:28 Serhildana gel di roja 131’emîn de ye: Li dijî darvekirinan çalakî
15:23 Dayikên Aştiyê: Divê tavilê tecrîd were rakirin
14:57 Amedspor ji bo forvetê Yasîn Abdîoglû transfer kir
14:53 Derbarê serokên 12 baroyên bakurê Kurdistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:31 Delegasyona Navneteweyî serdanên xwe didomîne
14:28 Dozger xwest Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin bê cezakirin
14:13 Kujerê Pakistan Demir dîsa neanîn danişînê
14:02 Xelkê herêmê naxwaze li Çemê Sarimê HES were çêkirin
13:49 Alîkariya xizîneyê ya HDP’ê di 5 rojan de çawa hate xespkirin?
13:47 Cenazeyên 3 endamên YJA-Starê hatin wergirtin
13:33 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê bi siyasetmedaran re civiya
13:07 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:04 Hevaşaredarên jin çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:53 Di doza leşkeran de piştî 12 salan biryara keşfê hate dayîn
12:37 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman ê ceza lê hat birîn, hat girtin
12:27 Bang li Wezareta Dadê kirin ku li dijî tecrîdê peywîra xwe pêk bîne
11:47 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê faşîzma AKP’ê têk bibin û welatek azad ava bikin
11:44 KODAR: Divê têkoşîn ji bo Îran a demokratîk û Kurdistaneke xweser an jî federe pêş bikeve
11:41 AYM’ê daxwaza HDP’ê qebûl nekir
11:17 ‘Astengiya li ber berdana girtiyên nexweş Qanûna Înfazê ye’
11:03 Kekê parlamenterê MHP’ê yê berê û hevjîna xwe li malê mirî hatin dîtin
10:56 Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê
10:27 Israra talankirina Çemê Zorava dewam dike
10:16 Li dijî tecrîdê bajar bi bajar di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:16 Abdullah Ocalan: Komara demokratîk nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e
09:47 'Giştîname rê li ber rûxandinên Qanûna Înfazê nagire’
09:08 Rojnameger Kawe Fatehî: Divê kurd ji her derê piştgiriya serhildana Rojhilat bikin
09:04 Banga ji bo Konferansa Jinan ya HDK'ê: Em li dor 'jin jiyan azadiyê' kom bibin
09:03 Ji ber ku pere ji girtî re şand der barê wî de doz hat vekirin
09:02 Deriyê sînor heye, lê bazirganî tune ye
09:01 Keleha berxwedana jinan: Em ê dest ji Kobanê bernedin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2023
20:40 Çalakiya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ di meha 25’emîn de ye