Rapora Hewselê: Em xwedî li xwezaya xwe derbikevin

  • rojane
  • 17:07 6 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Odeya Avahîsazan a Amedê rapora xwe ya derheqê Baxçeyên Hewselê de bi raya giştî re parve kir û banga xwedîderketina li xwezayê kirin. 
 
Odeya Avahîsazan Amedê, Şaxa Odeya Endezyarên Zîraetê ya Amedê, Komîsyona Hiqûqa Hawirdor û Bajar a Baroya Amedê û Komeleya Ekolojiyê li Odeya Avahîsazên Amedê “Rapora Baxçeyên Hewselê ya 2022’yan” parve kir. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dêrsim Dag, parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn û nûnerên gelek saziyan di daxuyaniyê de amade bûn. Pankartên “Bila Dîcle azad bi herike, Hewsel bêhna rihanan bide” û “Duh talan îro mihrîcan” hatibûn daliqandin. 
 
Beriya xwendina daxuyaniyê, Hevseroka Odeya Endezyarên Ceyranê Sorgûl Aytek Avşar axivî û da zanîn ku dê destûrê nedin ku hinek kesên mafyayî burokratên tayînkirî mîmariya bajar xerab bikin. Bi domdarî Avşar, got ku xweza, emaneta nifşên pêşerojê ye û bajarê Amedê jî bêxwedî nîne. 
 
‘BAXÇEYÊN HEWSÊLÊ NAHÊLIN MIROV BIBE BIYANIYÊ XWEZAYÊ’
 
Piştre jî Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Zîraetê ya Amedê Samet Ucaman rapor xwend. Ucaman, da zanîn ku Baxçeyên Hewselê, bi hezaran salan weke cihê hilberîna çandiniyê hatiye bikaranîn û wiha domand: “Malavaniya gelek şaristaniyan kir. Li seranserî cîhanê kêmek cihên mîna Baxçeyên Hewselê hene ku çanda bexçevaniyê lê didome. Tiştekî pir girînge ku niha rê nade ku mirov biyaniyî xwezaya xwe bibe. Her wiha jiyana bajar a civakî û çandî pêş ve dibe û gelek malbatên kêmdahat bi saya Hewselê debara xwe dikin. ‘Qada Peyzajê ya Çandî ya Baxçeyên Hewselê û Keleha Amedê’ di sala 2015’yan de weke Mîrasa Cîhanê ya UNESCO’yê hat qebûlkirin. Tirkiyeyê jî di 16.03.1983’an de projeya UNESCO’yê ya Peymana Parastina Mîrasên Xwezayê û Çanda Cîhanê îmze kiriye. Tevî peyman û biryarên navneteweyî jî ev dever rastî talan û texrîbatên jêneveger tên.” 
 
‘ARMANCA MÎHRÎCANÊ PIŞAFTIN E’
 
Bi domdarî Ucaman bal kişand ser mîhrîcana ku dê li Sûrê bê lidarxistin û ev tişt anî ziman: “Di vê krîza aborî de bi mesrefeke mezin mîhrîcan tên lidarxistin. Em baş pê dizanin ku ev mîhrîcan ji bo avakirina hafizeyeke nû û pişaftinê tên kirin. Weke pêkhate û parastvanên vê mîrasê, daxwaza me ew e ku Baxçeyên Hewselê û derdorên wê, Çemê Dîcleyê, bircên dîrokî û Qada Sît a Sûrê bi qanûnan bên parastin. Em dixwazin pêşî li ber destwerdanên ziyanê digihînin xweza, çand û dîrokê bên girtin. Em ji bo parastina qadên xwezayî û çandî bang li gelê xwe, rayedaran û saziyên civaka sivîl dikin ku xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin.”
 
Piştre jî Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Ferît Karahan axivî. Karahan, qala avahiyên bi qaçaxî tên kirin û binpêkirinan kir. Karahan xwest ku gelê Amedê ji bo parastina çand û xwezaya xwe bihestiyar tevbigere. 
 
‘BIHÊLIN BILA DÎCLE AZAD BIHERIKE’
 
Ji Meclisa Ekolojiyê Zekî Çelebî pêşkeşiya xwe kir. Çelebî bi bîr xist ku nîsk, genim, ceh û hwd. cara ewil li Amed û derdora wê hatiye çandin û wiha pê de çû: “Bi ‘baxçeyê milet’ re gelek dever kirin beton. Bi kemçeyan dar birîn, ew dever kirin çol û gelek masî mirin. Bihêlin bila Dîcle azad biherike û Hewsel bêhna rihanan bide.” 
 
Herî dawî jî Seroka Komîsyona Hiqûqa Hawirdor û Bajar a Baroya Amedê parêzer Hebûn Baygin axivî. Baygin, destnîşan kir ku di 2 salên dawî de li bajar gelek masî dimirin. Baygin, da zanîn ku sedema mirina masiyan, çêkirina xetereya barajan e. Bi domdarî Baygin bang kir ku Baxçeyên Hewselê bên parastin. 
 
Daxuyanî bi pirs û bersivan bi dawî bû.
 

Sernavên din

09/10/2022
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN
08/10/2022
23:45 Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir
22:25 Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin
21:23 Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû
20:42 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye
18:38 Daristanên Amedê tên qirkirin!
17:31 KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin
17:30 Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan
17:04 Zanîngeha Dîcleyê gefan li xwendekaran dixwe ku tev li ‘mîhrîcanê’ bibin
16:54 Li Îzmîrê dema binçavkirina 13 kesan hate dirêjkirin
16:39 Cenazeyên Şik û Canbeyê hatin veşartin
16:34 Cenazeyê Akarsel li Hewlêrê ber bi Konyayê ve hat oxirkirin
16:20 Nahêlin girtiyê nexweş Demîr biçe nexweşxaneyê
16:10 Olûç: Têkoşîna kurdan ku nekarîn tune bikin bihêztir bû
15:58 Ji bo tevlibûna meşa 9’ê Cotmehê ya Geverê belavok hatin belavkirin
15:44 Li Şirnexê kesên binçavkirî hatin berdan
15:41 Tecrîda li Îmraliyê di rojeva Meclisa Tirkiyeyê de ye
15:26 Gefa Qeymeqamî li Nisêbînê dikan dane girtin
15:04 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê civiya
14:57 HDP: Me ne kujerên Komkujiya Bahçelîevlerê û ne jî yên ew parastin ji bîr nekirine
14:50 ‘Paradîgmaya Ocalan rê li ber gelên Rojhilata Navîn vekir’
14:49 28’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Wanê civiya
13:51 Kekê Cemîl Kirbayir: Dê têkoşîna me bidome
13:16 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn
12:58 Hevserokên HDP’ê dê bi Desteya Şêwrê re bicivin
12:40 Çalakiya malbata Şenyaşar didome: Faîl niha di Meclisê de ye
12:27 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran gel dadikeve qadan
11:56 ‘Azadiya Ocalan bi têkoşîneke weke berxwedana Îmraliyê dikare pêk were’
11:44 Tirkiye li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên li dijî mirovahiyê dike
10:45 Faîlê tacîza zayendî hat girtin
10:42 ‘Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî’
09:51 ‘Tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna civakî dikare were rakirin’
09:45 Jinên ji bo Akarselê rabûne ser piyan: Têkoşîna wê dê mezin bibe
09:11 Rojnameger Ozdemîr: Çapemeniya PDK'ê rola çapemeniya şerê taybet girtiye ser xwe
09:02 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êzidî li hemberî Peymana Cotmehê li ber xwe didin
09:01 Banga ji bo 'Meşa Azadiyê': Em ê rejîma tecrîdê bişikînin
09:00 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2022'YAN
07/10/2022
23:20 Taşkesenê ku gotibû 'Ev der Kurdistan e' dîsa hat binçavkirin
22:46 Parlementera HDP'ê Guzel ji bo jinên hatine qetilkirin porê xwe jê kir
22:14 Welatiyê li Dersimê hatibû binçavkirin hat berdan
21:04 Parêzerê malbata Jîna Amîniyê rapora Tiba Edlî red kir
19:21 Jinan ji Amedê bang kir: Nagîhan Akarsel nemir e
19:08 Cenazeyên 2 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
17:19 ÎHD’ê li Amedê Nobeta Aştiyê da destpêkirin
17:18 Altûnişik ê di 44 saliya xwe de hatibû girtin piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:07 Polîsan dest danî ser pankarta malbata Şenyaşar
16:58 Pencwên û Balekayetî hatin bombebarankirin
16:18 Hiqûqnasan qetilkirina Akarsel şermezar kirin û gilî kirin
15:46 Wasiyê Ocalan, Dînç: Ji bo rakirina tecrîdê hewcehî bi têkoşîneke topyekûn heye
15:24 Nivîskarê 27 sal in girtî ye hate derbkirin
15:09 Jinan bang kir: Em jî weke Nagihanê ber bi heqîqetê ve dimeşin
14:42 Li Hatayê tecrîd hat protestokirin
14:35 Saziyên sivîl, çand û ziman: Beşdarî festîvalên bi vî rengî nebin, xwedî helwest bin
14:34 Dosyaya polîsê bi wesayîtê daye ser parêzer Karakaş dewrî ACM’ê hat kirin
14:07 Li Îzmîr û Manîsayê 13 xwendekar hatin binçavkirin
14:01 Rojnamevanên jin ên kurd li ber girtîgehê bang kirin: Em serî natewînin
14:00 Malbata Nagihan Akarsel çû Silêmaniyeyê
13:54 Tevî êrişa polîsan jî Malbata Şenyaşar nobeta xwe didomîne
13:33 Sancar: Em ê makeqanûneke demokratîk bînin vî welatî
13:30 Derbarê rojnameger Nişmiye Guler de doz hate vekirin
13:19 DFG: Em ê pênûsê Nagîhanê bêxwedî nehêlin
12:32 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 ‘Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jina kurd bijî’
12:04 Piştî teqîna li Geverê malbatek hat derbkirin
11:35 Keskîn: Em deyndarên Gurbetellî û hemû rojnamegerên hatine kuştin in
11:11 Komên aligirên Amedsporê: Mîhrîcan îxaneta li Sûrê ye
11:00 ‘Pêwîste gel helwesteke zelal nîşanî Mîhrîcana Sûrê bide’
10:39 Temel: Gelê kurd li dijî komployê bexwedaneke mezin raber dike
10:31 Erdogan kesê ji ber bazirganiya hişbirê dikir girtî bû efû kir
10:16 ‘Girtîgehê dest danîn ser betanî û cilên girtiyê nexweş’