Fermandarê YPG'î di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 18:15 6 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya YPG’ê eşkere kir ku ji fermandarên YPG'ê Koçero Batman di encama êrîşeke balefirên bêmirov a Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji fermandarên YPG'ê Koçero Batman (Hasan Demîrtaş) li Kobanê di êrîşeke balefirên bêmirov a Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Daxûyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi vî rengî ye:
 
“Di rojên dawî de li bajarê Kobanî di encama êrîşa balafirên bê mirov ya artêşa Tirk a dagirker de, hevalê me fermandar Koçero Batman tevlê karwanên şehîdan bû.
 
Rêhevalê me Koçero di sala 1983’an de, li bakûrê Kurdistanê bajarê Êlihê di nav malbateke welatparêz de hate dinyayê. Bajarê Êlihê ji ber welatparêziya xwe her tim di hedefa dijmin de bû. Dijmin li hember gelê me yê Êlihê bi her cureyên şer êrîş kir. Her êrîşeke dijmin dibû sedema berxwedaniyeke hîn mezintir. Ji bo vê, her çiqas dijmin pir mezin êrîş bike jî, gelê me ti carî li hember van êrîşan serî netewand. Ji ber vê taybetmediya xwe, bajarê Êlihê di têkoşîna azadiya gelê kurd de her tim bû xwedî cihekî taybet. Her ku têkoşîna gelê Kurd mezin dibû, ji Êlihê jî gelek mirovên welatparêz di vê tekoşînê de cihê xwe digirtin. Gelek ji van di têkoşîna azadiyê de bi awayek fedaiyane pêşengtî kirin.
 
Rêhevalê me Koçero jî, di cihekî wisa de mezin bû, di zaroktiya xwe de rastiya dijmin nas kir û bi vî awayî kesayetek welatparêz û ruhek azad di şexsê xwe de ava kir. Li hember dijmin her tim hêrsek mezin jiyan kir û ji bo tolhildana gelê xwe di temenek ciwan de dest bi xebatên şoreşgertiyê kir.
 
Heval Koçero, di dema ciwantiya xwe de, di sala 2001’an de tevlî refên Tevgera Azadiyê bû. Ji Zagrosan heta çiyayên Dêrsimê di gelek qadan de gerîlacitî kir. Di sala 2014’an de dema êrîşên DAIŞ’ê li ser bajarê Kobanî despê kir, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û tevlî berxwedana Kobanî bû. Bi tecrûbeyên xwe yên gerîlacîtiyê ve, wekî pêşeng û fermandar tevlî vê berxwedana bêhempa bû. Li hember êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê rêhevalê me Koçero ti carî gav paş de neavêt û di şikandina DAIŞ’ê de rolek mezin leyîst. Di gelek pêngavan de bi awayek çalak û pêşeng cîh girt. Di serkeftina berxwedana Kobanî de bû xwedî kedek mezin. Piştî berxwedana Kobanî, di pêngavên Reqa, Minbic, Eyn Îsa û Tabqa de wekî fermandarek wêrek cîh girt û heta serkeftinê şer kir. Di van berxwedanî û pêngavan de gelek caran birîndar bû. Her birîndariya xwe kir sedema tevlîbûnek hîn xurtir û serkeftinên nû.
 
Rêhevalê me Koçero di her qada ku lê ma û xebat meşand, bi tevlîbûneke cewherî û bi hevaltiyeke xurt, ji bo rêhevalên xwe her tim bû mînak. Di nava şert û mercên herî zor û zehmet de bi coş û kelecaneke mezin xebat da meşandin û erkên ku diketin ser milên wî bi awayekî serkeftî bi cîh anî. Di şervantî û fermandartiya xwe de her tim mînak bû. Em wekî rêhevalên wî, di şexsê rêheval Koçero de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin û soza serkeftinê ya ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe dubare dikin."

Sernavên din

09/10/2022
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN
08/10/2022
23:45 Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir
22:25 Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin
21:23 Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû
20:42 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye
18:38 Daristanên Amedê tên qirkirin!
17:31 KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin
17:30 Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan
17:04 Zanîngeha Dîcleyê gefan li xwendekaran dixwe ku tev li ‘mîhrîcanê’ bibin
16:54 Li Îzmîrê dema binçavkirina 13 kesan hate dirêjkirin
16:39 Cenazeyên Şik û Canbeyê hatin veşartin
16:34 Cenazeyê Akarsel li Hewlêrê ber bi Konyayê ve hat oxirkirin
16:20 Nahêlin girtiyê nexweş Demîr biçe nexweşxaneyê
16:10 Olûç: Têkoşîna kurdan ku nekarîn tune bikin bihêztir bû
15:58 Ji bo tevlibûna meşa 9’ê Cotmehê ya Geverê belavok hatin belavkirin
15:44 Li Şirnexê kesên binçavkirî hatin berdan
15:41 Tecrîda li Îmraliyê di rojeva Meclisa Tirkiyeyê de ye
15:26 Gefa Qeymeqamî li Nisêbînê dikan dane girtin
15:04 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê civiya
14:57 HDP: Me ne kujerên Komkujiya Bahçelîevlerê û ne jî yên ew parastin ji bîr nekirine
14:50 ‘Paradîgmaya Ocalan rê li ber gelên Rojhilata Navîn vekir’
14:49 28’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Wanê civiya
13:51 Kekê Cemîl Kirbayir: Dê têkoşîna me bidome
13:16 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn
12:58 Hevserokên HDP’ê dê bi Desteya Şêwrê re bicivin
12:40 Çalakiya malbata Şenyaşar didome: Faîl niha di Meclisê de ye
12:27 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran gel dadikeve qadan
11:56 ‘Azadiya Ocalan bi têkoşîneke weke berxwedana Îmraliyê dikare pêk were’
11:44 Tirkiye li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên li dijî mirovahiyê dike
10:45 Faîlê tacîza zayendî hat girtin
10:42 ‘Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî’
09:51 ‘Tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna civakî dikare were rakirin’
09:45 Jinên ji bo Akarselê rabûne ser piyan: Têkoşîna wê dê mezin bibe
09:11 Rojnameger Ozdemîr: Çapemeniya PDK'ê rola çapemeniya şerê taybet girtiye ser xwe
09:02 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êzidî li hemberî Peymana Cotmehê li ber xwe didin
09:01 Banga ji bo 'Meşa Azadiyê': Em ê rejîma tecrîdê bişikînin
09:00 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2022'YAN
07/10/2022
23:20 Taşkesenê ku gotibû 'Ev der Kurdistan e' dîsa hat binçavkirin
22:46 Parlementera HDP'ê Guzel ji bo jinên hatine qetilkirin porê xwe jê kir
22:14 Welatiyê li Dersimê hatibû binçavkirin hat berdan
21:04 Parêzerê malbata Jîna Amîniyê rapora Tiba Edlî red kir
19:21 Jinan ji Amedê bang kir: Nagîhan Akarsel nemir e
19:08 Cenazeyên 2 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
17:19 ÎHD’ê li Amedê Nobeta Aştiyê da destpêkirin
17:18 Altûnişik ê di 44 saliya xwe de hatibû girtin piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:07 Polîsan dest danî ser pankarta malbata Şenyaşar
16:58 Pencwên û Balekayetî hatin bombebarankirin
16:18 Hiqûqnasan qetilkirina Akarsel şermezar kirin û gilî kirin
15:46 Wasiyê Ocalan, Dînç: Ji bo rakirina tecrîdê hewcehî bi têkoşîneke topyekûn heye
15:24 Nivîskarê 27 sal in girtî ye hate derbkirin
15:09 Jinan bang kir: Em jî weke Nagihanê ber bi heqîqetê ve dimeşin
14:42 Li Hatayê tecrîd hat protestokirin
14:35 Saziyên sivîl, çand û ziman: Beşdarî festîvalên bi vî rengî nebin, xwedî helwest bin
14:34 Dosyaya polîsê bi wesayîtê daye ser parêzer Karakaş dewrî ACM’ê hat kirin
14:07 Li Îzmîr û Manîsayê 13 xwendekar hatin binçavkirin
14:01 Rojnamevanên jin ên kurd li ber girtîgehê bang kirin: Em serî natewînin
14:00 Malbata Nagihan Akarsel çû Silêmaniyeyê
13:54 Tevî êrişa polîsan jî Malbata Şenyaşar nobeta xwe didomîne
13:33 Sancar: Em ê makeqanûneke demokratîk bînin vî welatî
13:30 Derbarê rojnameger Nişmiye Guler de doz hate vekirin
13:19 DFG: Em ê pênûsê Nagîhanê bêxwedî nehêlin
12:32 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 ‘Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jina kurd bijî’
12:04 Piştî teqîna li Geverê malbatek hat derbkirin
11:35 Keskîn: Em deyndarên Gurbetellî û hemû rojnamegerên hatine kuştin in
11:11 Komên aligirên Amedsporê: Mîhrîcan îxaneta li Sûrê ye
11:00 ‘Pêwîste gel helwesteke zelal nîşanî Mîhrîcana Sûrê bide’
10:39 Temel: Gelê kurd li dijî komployê bexwedaneke mezin raber dike
10:31 Erdogan kesê ji ber bazirganiya hişbirê dikir girtî bû efû kir
10:16 ‘Girtîgehê dest danîn ser betanî û cilên girtiyê nexweş’