Nivîskarê 27 sal in girtî ye hate derbkirin

  • rojane
  • 15:24 7 Cotmeh 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Nivîskar û xêzkar Ahmet Bîlge ku li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê girtî ye, ragihand ku di dema lêgerîna qawişê de hatiye derbkirin. 
 
Nivîskar û xêzkar Ahmet Bîlge ku li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê tê ragirtin, di dema lêgerîna qawişê de hate derbkirin. Bîlge yê ku 27 sal in di girtîgehê de ye û karîkatur û nivîsên wî yên di girtîgehê de di gelek kovaran de hatine weşandin, di 25’ê îlonê de di nameyeke ku ji adîl Okay re nivîsandiye de ragihandiye ku di 21’ê Îlonê de di dema lêgerîna qawîşê de ji hêla tîmên taybet ên gardiyanan ve hatine derbkirin.
 
HEVALÊ WÎ YÊ QAWIŞÊ XISTIN HUCREYÊ
 
Di nameya Bîlge de ev tişt hatin gotin: “Di 21’ê îlona 2022’yan de gotin ‘lêgerîna qawişê heye’ û xwestin em biçin cihê hewadariyê. Em derketin wir. Di vê navberê de qawiş û cihê hewadariyê ji gardiyanan tejî bû. Robokop jî hebûn. Xuya dikirin ku da pirsgirêkê derxînin. Ji ber gardiyanên ketin hundir ne gardiyanên Girtîgeha Elbîstanê bûn yek ji wan jî me nas nedikir. Pişt re em hîn bûn ku ev ji aliyê Wezareta Dadê ve bi awayekî taybet hatine peywîrdarkirin. Dema li cihê hewadarkirinê li ser me geriyan pirsgirêkek derneket. Pişt re ji bo lêgerîna qawişê û tiştan derbasî hundir bûn. Ez û hevalê me yê qawişê Rahîm Dûrûkan jî ji ber lêgerîna qawişê derbasî hundir bûn. Ez li qata jêr bûm. Di dema lêgerînê de provoke kirin û hemûyan yek carê bi pêhn û mistan êriş kirin. Li ser deng û gengeşiyê hevalê Rahîm jî hate jêr êrişî wî jî kirin. Dû re em kelemçekirin û birin xistin hucreyên di muşahadeyê de. 
Nêzî saetekê di hucreyê de man. Pişt re em anîn qawişa me. Qawiş tev li hev bû. Eşyayên me belavkiribûn, hin şikandibûn hin jî biribûn. Hevalên me yên li cihê hewadariyê negirtibûn hundir û bêyî çavdêr lêgerîn kiribûn. Min bi taybetî ji ser û rûyê xwe gelek derb xwarin û ez nebaş im. Hevalê Rahîm jî ji mil û pişta xwe aciz bû. Ji ber vê yekê me xwest me bibin revîrê. Gelek wext derbas nebû dora saet 7-8’an em birin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê. Li vê derê bi gumana şikestinê röntgene difina min hate kişandin. Dû re jî tomografiyê min hate kişandin. Rontgenê mil û pişta Rahîm kişandin. Lê tevî me xwestin jî rapor û encamên mûayeneyê hêj nedane me. Rayedarên girtîgehê ku piştî bûyerê em pê re axivîn, diyar kirin ku her tişt di înîsiyatîfa tîma ku bi rayeyên taybet ji aliyê wezaretê ve hatine şandin de pêk hat û bûyer ji derveyî wan pêk hatiye. 
 
DERBARÊ KESÊN HATIN DERBKIRIN DE LÊPIRSÎNA DÎSÎPLÎNÊ DANE DESTPÊKIRIN
 
Piştî du rojan jî derbarê min û hevalê Rahîm de bi hinceta em li dijî lêgerînê derketine lêpirsîna dîsîplînê hate vekirin. Em li dijî lêgerînê derneketibûn elbet lê li dijî vê helwestê jî em matmayî neman. Me bûyer bi daxwazanameyekê ji rêveberî û Wezareta Dadê re nivîsand. Her wiha me serî li Dozgeriya Komarê da û giliyê wan kir. Lê heke li derve jî edalet ev qas siyasî bibe û têk çûbe min ne bawer e ji bo girtiyekî jî bi cih were. Wezîrê Dadê diyar kiribû ku îşkenceyê ji holê rakin û nahêlin tu karmendên wan bi îşkenceyê were bi bîr anîn. Tevî her tiştî em ê serî li rêyên qanûnî bidin.”
 
 
 

Sernavên din

09/10/2022
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN
08/10/2022
23:45 Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir
22:25 Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin
21:23 Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû
20:42 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye
18:38 Daristanên Amedê tên qirkirin!
17:31 KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin
17:30 Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan
17:04 Zanîngeha Dîcleyê gefan li xwendekaran dixwe ku tev li ‘mîhrîcanê’ bibin
16:54 Li Îzmîrê dema binçavkirina 13 kesan hate dirêjkirin
16:39 Cenazeyên Şik û Canbeyê hatin veşartin
16:34 Cenazeyê Akarsel li Hewlêrê ber bi Konyayê ve hat oxirkirin
16:20 Nahêlin girtiyê nexweş Demîr biçe nexweşxaneyê
16:10 Olûç: Têkoşîna kurdan ku nekarîn tune bikin bihêztir bû
15:58 Ji bo tevlibûna meşa 9’ê Cotmehê ya Geverê belavok hatin belavkirin
15:44 Li Şirnexê kesên binçavkirî hatin berdan
15:41 Tecrîda li Îmraliyê di rojeva Meclisa Tirkiyeyê de ye
15:26 Gefa Qeymeqamî li Nisêbînê dikan dane girtin
15:04 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê civiya
14:57 HDP: Me ne kujerên Komkujiya Bahçelîevlerê û ne jî yên ew parastin ji bîr nekirine
14:50 ‘Paradîgmaya Ocalan rê li ber gelên Rojhilata Navîn vekir’
14:49 28’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Wanê civiya
13:51 Kekê Cemîl Kirbayir: Dê têkoşîna me bidome
13:16 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn
12:58 Hevserokên HDP’ê dê bi Desteya Şêwrê re bicivin
12:40 Çalakiya malbata Şenyaşar didome: Faîl niha di Meclisê de ye
12:27 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran gel dadikeve qadan
11:56 ‘Azadiya Ocalan bi têkoşîneke weke berxwedana Îmraliyê dikare pêk were’
11:44 Tirkiye li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên li dijî mirovahiyê dike
10:45 Faîlê tacîza zayendî hat girtin
10:42 ‘Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî’
09:51 ‘Tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna civakî dikare were rakirin’
09:45 Jinên ji bo Akarselê rabûne ser piyan: Têkoşîna wê dê mezin bibe
09:11 Rojnameger Ozdemîr: Çapemeniya PDK'ê rola çapemeniya şerê taybet girtiye ser xwe
09:02 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êzidî li hemberî Peymana Cotmehê li ber xwe didin
09:01 Banga ji bo 'Meşa Azadiyê': Em ê rejîma tecrîdê bişikînin
09:00 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2022'YAN
07/10/2022
23:20 Taşkesenê ku gotibû 'Ev der Kurdistan e' dîsa hat binçavkirin
22:46 Parlementera HDP'ê Guzel ji bo jinên hatine qetilkirin porê xwe jê kir
22:14 Welatiyê li Dersimê hatibû binçavkirin hat berdan
21:04 Parêzerê malbata Jîna Amîniyê rapora Tiba Edlî red kir
19:21 Jinan ji Amedê bang kir: Nagîhan Akarsel nemir e
19:08 Cenazeyên 2 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
17:19 ÎHD’ê li Amedê Nobeta Aştiyê da destpêkirin
17:18 Altûnişik ê di 44 saliya xwe de hatibû girtin piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:07 Polîsan dest danî ser pankarta malbata Şenyaşar
16:58 Pencwên û Balekayetî hatin bombebarankirin
16:18 Hiqûqnasan qetilkirina Akarsel şermezar kirin û gilî kirin
15:46 Wasiyê Ocalan, Dînç: Ji bo rakirina tecrîdê hewcehî bi têkoşîneke topyekûn heye
15:24 Nivîskarê 27 sal in girtî ye hate derbkirin
15:09 Jinan bang kir: Em jî weke Nagihanê ber bi heqîqetê ve dimeşin
14:42 Li Hatayê tecrîd hat protestokirin
14:35 Saziyên sivîl, çand û ziman: Beşdarî festîvalên bi vî rengî nebin, xwedî helwest bin
14:34 Dosyaya polîsê bi wesayîtê daye ser parêzer Karakaş dewrî ACM’ê hat kirin
14:07 Li Îzmîr û Manîsayê 13 xwendekar hatin binçavkirin
14:01 Rojnamevanên jin ên kurd li ber girtîgehê bang kirin: Em serî natewînin
14:00 Malbata Nagihan Akarsel çû Silêmaniyeyê
13:54 Tevî êrişa polîsan jî Malbata Şenyaşar nobeta xwe didomîne
13:33 Sancar: Em ê makeqanûneke demokratîk bînin vî welatî
13:30 Derbarê rojnameger Nişmiye Guler de doz hate vekirin
13:19 DFG: Em ê pênûsê Nagîhanê bêxwedî nehêlin
12:32 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 ‘Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jina kurd bijî’
12:04 Piştî teqîna li Geverê malbatek hat derbkirin
11:35 Keskîn: Em deyndarên Gurbetellî û hemû rojnamegerên hatine kuştin in
11:11 Komên aligirên Amedsporê: Mîhrîcan îxaneta li Sûrê ye
11:00 ‘Pêwîste gel helwesteke zelal nîşanî Mîhrîcana Sûrê bide’
10:39 Temel: Gelê kurd li dijî komployê bexwedaneke mezin raber dike
10:31 Erdogan kesê ji ber bazirganiya hişbirê dikir girtî bû efû kir
10:16 ‘Girtîgehê dest danîn ser betanî û cilên girtiyê nexweş’