Beştaş: Sefîr li xwe mikûr hat ku Nagihan Akarsel înfaz kirine

ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî gotinên Sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê Alî Riza Guney da û wiha got: “Sefîr bi van axaftinên xwe li xwe mikûr hat ku Nagihan Akarsel înfaz kirine.”

 
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Beştaş di serî de bal kişand ser helwesta şandeya dadgehê ya di Doza Denîz Poyraz de û wiha got: “Di danişîna doza kujerê Denîz Poyraz de tevî ku şandeya dadgehê û bi dehan hêzên ewlekariyê li wir jî bûn, xaz hat avêtin. Em vê şermezar dikin. Malbata Denîz Poyraz di vê dozê de mexdûr e, gilîker e û tevlidoz e. HDP, di vê dozê de tevlidoz e. Bêguman ya ku hatiye kirin li dijî meqamê tevlidoz hatiye kirin. Mixabin weke hemû bûyerên din, di vê bûyerê de jî kujer tên parastin.” 
 
Bi domdarî Beştaş bal kişand ser gotina kujer Gencer ku digot; “Di îdianameya doza girtina HDP’ê de tê vegotin bê ka min ev cînayet çima kiriye, wê îdianameyê li dosyaya min zêde bikin” û wiha got: “Kujer, vê cisaretê ji desthilatdariyê digire. Em dibînin ku tiştên niha diqewimin, rewşa daraz tê de û armanc û encamên êrişên ser HDP’ê tevek jî ji hêla desthilatdariyê ve tên erêkirin. Ev siyaseta komkujiyê, îro anîne eywana dadgehê.”
 
‘XWESTIN PARLAMENTERÊ ME BIKUJIN’
 
Di berdewamê de Beştaş qala êrişa li dijî parlamenteran a li Geverê bi bîr xist û wiha pê de çû: “Parlamenterê me Habîp Eksîk di 9’ê cotmehê de li Geverê hat lînçkirin. Xwestin parlamenterê me bikujin. Hewldana kuştina mirov heye û hemû hêmayên vî sûcî hene. Parlamenterê me niha li nexweşxaneyê ye, lingê wî ji sê cihan re şikestiye û emeliyat bûye. Wezîrê karên sûcan Soylu bi twîtên xwe êrişê teşwîq dike. Em dîmenên polîsan û yên MOBESE’yê dixwazin. Yên ku ev daxuyanî dayîn, piştgirî dana vê hewldana kuştinê û lînçkirinê. Heta ku fermana wezaretê nebe, hêzên ewlekariyê nikarin êrişî parlamenteran bikin.” 
 
‘EM HEZARAN CARAN KOMPLOYÊ ŞERMEZAR DIKIN’
 
Beştaş, derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 9’ê cotmeha sala 1998’an de ji Sûriyeyê weke komplo pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 24 sal in em vê dibêjin. Çi sûc e yan jî nîne, biryara vê desthilatdarî nade. Biryara vê qanûnên cezayê û daraza bêalî dide. Em Komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin û dê her tim jî şermezar bikin. Heke sûc jî be, dozger û dadgeh hene. Dê girteka xwe bigirin û fezlekeyan amade bikin. Ma tu dê parlamenteran bikujî? Di dema berê de parlamenterê me Mehmet Sîncar hat kuştin. Niha jî derbasî rêbaza lînçkirinê bûne. Em bi hezaran caran vê komploya serdestên li dijî aştiyê, çareseriyê û daxwaza azadî û wekheviyê ya gelê kurd şermezar dikin.” 
 
‘WALÎ BEG 8 MEH MAN HÛN DÊ BI KU DE BIREVIN?’
 
Beştaş, bal kişand ser daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê û ev tişt anî ziman: “Hêj tenê yek polîs nehatiye girtin. Ez qala hewldana kuştinê dikim. Sûcekî ji rêzê nîne. Kamera tune ye û em tên sûcdarkirin. AKP’ê Tirkiye xistiye nava rewşeke wiha. Walî beg, ji bo çûna te 8 meh man. Gelo dê bi ku de birevî? Bi rastî jî em li benda bersiva te ne. Dê dosya yek bi yek bên vekirin. Dê bi ku de biçî? Gelo cihekî ku dê lê biçî heye?” 
 
‘NAGIHAN BI SUÎQESTEKE SIYASÎ HAT QETILKIRIN’ 
 
Têkildarî qetilkirina Endama Navenda Lêkolînê Jineolojiyê, Edîtora Kovara Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel jî Beştaş wiha got: “Rojnameger û akdemîsyeneke jin a kurd a ciwan ku hemû emrê xwe dabû têkoşîna jinan, di encama sûîqestê de hat qetilkirin. Çima Tirkiyeyê eleqeder dike? Ji ber ku hemwelatiya Tirkiyeyê bû. Rojnamegerî kiriye. Beriya niha li Parîsê 3 siyastemedarên jin ên kurd hatin qetilkirin. Qeydên deng derketin û diyar bû ku ji hêla MÎT’ê ve hatine kirin. Tirkiyeyê jî lêpirsîn vekir. Biryara nepeniyê li ser dosyaya lêpirsînê heye ku niha li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ye. Ev 10 sal in tu pêşketin çênebûne. Her wiha Mehmet Zekî Çelebî jî li Silêmaniyeyê hat qetilkirin. Li wir jî qeydên deng derketin û tê gotin ku ji hêla MÎT’ê ve hatiye kirin. Dema em van têkilî û belgeyan didin ber hev, dibînin ku cînayetên siyasî ne û sûîqest hatine kirin. Sefîrê Bexdayê Alî Riza Guney bi xwe vê dibêje. Ev çi aqile ku ji bo vî sûcê hovane li xwe mikûr tê. Di axaftinên xwe de bi vekirî dibêje; ‘em li ser navê Tirkiyeyê cînayetan dikin.’ Anku dibêje; ‘ez li her devera cîhanê mirovan dikujim.’ Ev hem lixwemikûrhatin û hem jî gef e. Derqanûntî û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Ez jê dipirsim; para te ya di vê sûîqestê de çi ye?” 
 
GELO DI DESTÊ WE DE LÎSTEYA SUÎQESTÊ HEYE?
 
Bi domdarî Beştaş, wiha axivî: “Em li bendê ne ku sefîrê qetilkirina rojnameger û akademîsyenekê li xwe girtî di vê mijarê de di zûtirin demê de daxuyaniyekê bide. Dewlet, nikare bêyî biryara darazê kesekî bikuje. Heke li gorî fikra wan Akarsel an jî kesekê/a din a li derveyî welat l dijî wan sûc bike, tenê tiştê dikarin bikin, xwestina radestkirina wê ye. Rêbazên wê jî diyar in. Dê lêpirsînê bide destpêkirin û dozê veke. Li Tirkiyeyê her kesê muxalîf, di nezera desthilatdariyê de terorîst e. Ez ji sefîr dipirsim, gelo hûn dê hêj çend kesan bikujin? Mîna Çîller, di destê we de jî lîsteya sûîqestê heye? Li gorî axaftina sefîr, cînayeta Nagihan Akarsel, înfazeke bêdaraz e. Cînayetên kiryarnediyar ên di salên 90’î de îro bi destê AKP-MHP’ê tên kirin. Ev yek, sûcekî navneteweyî ye.”
 

Sernavên din

15/10/2022
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin
16:30 Fehîme Poyraz: Dewlet kujerê keça min diparêze
16:29 Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin
16:17 Rojnameger Babat û Arslan hatin binçavkirin
16:12 Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin
15:54 KESK: Bi ‘Qanûna sansûrê’ dixwazin qeyd û bendan li azadiya ramanê bixin
15:54 Xêro Abbas dê tev li mîhrîcana muzîkê ya bi sponsariya qeyûm nebe
15:42 Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin
15:06 Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya
15:01 Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê
14:46 Êrişa polîsan kir ku xelkê Qoserê dakeve kolanan
14:29 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin
14:07 Li dijî ‘qanûna sansûrê’ kampanya #SusmakYok hat destpêkirin
13:59 Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan
13:42 Xebatkarê HDP’ê ku bi êrişê re rûbirû ma hat darizandin
13:42 SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
13:41 Malbata Akarsel cenaze wergirt û ber bi gund ve kete rê
13:31 Serokê AKP’î û birayê xwe ji ber rantê şer ketin!
13:17 ÎHD’ê xwest têkildarî qetilkirina Çabûk lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin
12:55 Çabûk li Pasûrê bi girseyî hat definkirin
12:55 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin
12:40 Yildirim a Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî nehat berdan
12:37 Malbatên girtiyan bertek nîşan dan: Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye?
12:17 Giliyê dozgerên dixwazin Nobeta Edaletê asteng bikin ji HSK’ê re hat kirin
12:12 Rojnameger Bariştiran cara duyemîn beraet kir
12:01 Cezayê disiplînê li 4 jê rojnameger 36 jinên ketin greva birçîbûnê hat birîn
11:38 Akarsel dê li gundê xwe bi girseyî bê oxirkirin
11:29 Maça Amedspor-Belediyespora Sêwazê ji ber Erdogan hat taloqkirin
11:22 Ji bo Rojnameger Canozer 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
11:09 Parêzer Ataş: Di doza Denîz Poyraz de dadgeh miameleya bersûcan li aliyê beşdar dike
10:40 Li Girtîgeha Bolûyê pirtûk, lênûsk û cilên girtiyan hatine desteserkirin