17 sal li pey şopa heqîqetê…

  • rojane
  • 09:54 13 Cotmeh 2022
  • |
img
EDENE - Şemsê Bagdu li ser hevjînê xwe Kadrî Bagdu ku 17 sal belavkariya rojnameya Azadiya Welat kir û hat kuştin wiha got: "Ji ber ku kurd bû û heqîqetê derdixist holê hat qetilkirin. Bi kuştina lehengên Mûsa Anter nikarin dawî li vê yekê bînin.” 
 
Di ser qetilkirina Kadrî Bagdû ku belavkarê rojnameya Azadiya Welat ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, 8 sal derbas bûn. Bagdû 17 sal belavkariya rojnameyê kir. Bagdû di 14'ê cotmeha 2014'an de dema li semta Şakirpaşa ya navçeya Seyhana Edeneyê bi duçerxeya xwe rojnameyê belav dikir, êrişek çekdarî lê hat kirin. Bagdû ku 5 gule li laşê wî ketin, li nexweşxaneya ku rakirinê jiyana xwe ji dest da.
 
Endamê DAIŞ'ê Servet Koç di peyam û wêneyên ku di sala 2016'an de ji Îsmaîl Bagdû yê kurê Kadrî Bagdû re şandibû de diyar kir ku wan çawa cînayet pêk aniye û gotiye ku ji aliyê dewletê ve hatine "bikar anîn". Lê belê di lêpirsînê de tu pêşketin çênebû. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di cotmeha 2020’an de cînayet wek "doza edlî" nirxand û di lêpirsînê de biryara "lêgerîna daîmî" da. Li ser vê yekê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Lê heta niha ji AYM’ê tu bersiv nehatiye dayîn.
 
‘ROJNAME JI BO WÎ PÎROZ BÛ’ 
 
Şemsê Bagdû ya ku 8 sal in ku êş û azara hevjînê xwe dikişîne û ji ber kujer nehatine dîtin ew bi gazin û nerazî ye. Bagdû anî ziman ku hevjînê wê ku hatiye qetilkirin gelekî bi rojnameya ku belav dikir ve girêdayî bû û wiha got: "Kadrî kesekî pir dilsoz bû. Serê sibê saet di 6'an de radibû û her roj dest bi belavkirina rojnameyê dikir. Nedigot germ e û sar e, bênavber dixebitî. Qet ji karê xwe nediwestiya. Ew ji aboneyên xwe re pir dilsoz bû û pir dihat hezkirin. Ew pir dilsozê gelê xwe û rojnameya xwe bû. Dema ku wî didît rojname li erdê mane, pir bihêrs dibû. Digot 'xwîna şehîdên me di vê rojnameyê de heye'. Rojname ji bo wî pir pîroz bû.” 
 
Bagdû anî ziman ku hevjînê wê rojek beriya bê qetilkirin gelek caran hatiye tehdîdkirin, heman rojê 2 kesan wî şopandiye û wiha got: “Du kes bi motorê li ber mala me li bendê bûn, bêyî ku li tiştekî binêrin li malê temaşe dikirin. Motosîklet her roj di ber malê re derbas dibû, lê vê carê rewş cuda bû. Sibehê xeber hat ku ew li ser peyarê ku timî lê radiwestiya hatiye qetilkirin. Roja ku hat kuştin baran dibariya, qey mirov digot ji bo wî baran dibariya."
 
‘BI KUŞTINÊ NIKARIN XILAS BIKIN’ 
 
Bagdû destnîşan kir ku ev 8 sal in tu kujer li holê tune ne û ew ê tu carî tişta ku li wan hatiye kirin ji bîr nekin û gotinên xwe bi dawî kir: "Wan bi hezaran kurdên mîna Kadrî qetil kirin û kaş kirin li pişt panzêran. Lê yek ji wan ne sûcdar bû, bi salan kujeran parastin. Parastina wan berdewam dike. Li ku derê cîhanê rojnameger hatin kuştin? Qetil kirin. tenê ji ber ku kurd bûn û rastiyê eşkere kirin, em ê bikevin pey wî, îro hevalên Kadrî ji ber ku rastiyê nivîsandine, bêsûc girtin û şandin girtîgehê, tenê sûcê wan eşkerekirina rastiyê ye. Tiştê ku em dixwazin sûcdarên Kadrî bila bên darizandin û hevalên wî yên girtî bên berdan. Bes e ji vê dijminatiya li rojnamegerên kurd re, bila dev ji parastina qatilan berdin, bi kuştina lehengên Musa Anter nikarin rojnamegeriya kurdî bi dawî bikin." 
 
MA / Mukadder Akyol - Hamdullah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

14/10/2022
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin
16:30 Fehîme Poyraz: Dewlet kujerê keça min diparêze
16:29 Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin
16:17 Rojnameger Babat û Arslan hatin binçavkirin
16:12 Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin
15:54 KESK: Bi ‘Qanûna sansûrê’ dixwazin qeyd û bendan li azadiya ramanê bixin
15:54 Xêro Abbas dê tev li mîhrîcana muzîkê ya bi sponsariya qeyûm nebe
15:42 Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin
15:06 Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya
15:01 Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê
14:46 Êrişa polîsan kir ku xelkê Qoserê dakeve kolanan
14:29 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin
14:07 Li dijî ‘qanûna sansûrê’ kampanya #SusmakYok hat destpêkirin
13:59 Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan
13:42 Xebatkarê HDP’ê ku bi êrişê re rûbirû ma hat darizandin
13:42 SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
13:41 Malbata Akarsel cenaze wergirt û ber bi gund ve kete rê
13:31 Serokê AKP’î û birayê xwe ji ber rantê şer ketin!
13:17 ÎHD’ê xwest têkildarî qetilkirina Çabûk lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin
12:55 Çabûk li Pasûrê bi girseyî hat definkirin
12:55 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin
12:40 Yildirim a Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî nehat berdan
12:37 Malbatên girtiyan bertek nîşan dan: Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye?
12:17 Giliyê dozgerên dixwazin Nobeta Edaletê asteng bikin ji HSK’ê re hat kirin
12:12 Rojnameger Bariştiran cara duyemîn beraet kir
12:01 Cezayê disiplînê li 4 jê rojnameger 36 jinên ketin greva birçîbûnê hat birîn
11:38 Akarsel dê li gundê xwe bi girseyî bê oxirkirin
11:29 Maça Amedspor-Belediyespora Sêwazê ji ber Erdogan hat taloqkirin
11:22 Ji bo Rojnameger Canozer 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
11:09 Parêzer Ataş: Di doza Denîz Poyraz de dadgeh miameleya bersûcan li aliyê beşdar dike
10:40 Li Girtîgeha Bolûyê pirtûk, lênûsk û cilên girtiyan hatine desteserkirin
10:34 Ji bo nûçeya me ya ‘Fermandarê leşkergehê ji ber îstîsmarkirina zayendî ya 15 leşkeran hat girtin’ biryara astengkirinê
10:17 Newroz Ehmed: Tirkiye naxwaze DAIŞ tune bibe
09:54 17 sal li pey şopa heqîqetê…
09:25 Cenazeyê Akarsel dê piştî otopsiyê li gundê wê bê definkirin
09:18 Bi govend û awazên xwe coş dide her çalakiyê
09:06 Kiryarên 14 kesên li Nisêbîn û Qoserê jiyana xwe ji dest dan nehatine lêkolînkirin
09:05 Wezaret tazmînata ku daye kesekî din niha ji girtiyekî dixwaze
09:03 'Divê her kurd gava çû malê tirkiya xwe deyne aliyekî'
09:02 Balik ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Min di girtîgehê de xwe nas kir
09:01 Li Şirnexê di 22 mehên dawî de 27 kesan xwe kuştiye
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2022'YAN
02:14 Cenazeyê Suphan Çabuk ji ATK hate girtin
12/10/2022
20:50 Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê didome
19:57 Heyeta HDP'ê hevdîtin bi CPT'yê re kir
18:46 Akarsel li Wanê hat bibîranîn
18:31 Cenazeyê Akarselê ber bi Konyayê ve hat birêkirin
18:21 Beriya hatina Erdogan Girtîgeha Amedê hat valakirin
17:13 Gumanbarê sereke yê di dosyaya Gulîstan Dokû de 6 meh in îmze naavêje
17:01 Jin ji bo piştevaniyê çûn serdana GOÇÎZDER’ê
16:53 Cenazeyê Nagîhan Akarsel gihişt Silopiyayê
16:32 Şahidê nepen tev li danişîna parêzerên Abdullah Ocalan nebû
16:17 Derheqê 6 kesên tev li Nobeta Edaletê bûn de doz hat vekirin
16:12 Ji ÎHD’ê rapora 3 mehan: 29 serlêdanên Îmraliyê hatin redkirin
16:09 Malbata Şenyaşar wê di roja 600’an de bi 600 parêzeran re bang bike
16:09 Gefa ‘bi bêdengî veşêrin’ li malbata Nagihan Akarsel hat xwarin
15:54 Li Geverê yek jê zarok 2 kes hatin girtin
15:48 Kadîr Kaplan piştî 30 salan hat berdan
15:33 Dadgehê biryar da ku ‘şahidên nepen’ li gorî usûlê nehatine guhdarîkirin
15:13 Girtî Suphan Çabuk li Girtîgeha Kalkandereyê hat qetilkirin
15:04 Beştaş: Sefîr li xwe mikûr hat ku Nagihan Akarsel înfaz kirine
15:04 Rojnamevan Ataman ê di hucreya yek kesî de tê girtin: Ez bi zorê nefesê digirim
14:56 Li Girtîgeha Dîlokê 4 girtî hatin sirgunkirin
14:51 Li Qoserê polîsan ji bo DEDAŞ’ê êriş kir: Kesek birîndar bû
14:35 Cenazeyê Akarselê ber bi Silopiyayê ve bi rê ket
13:36 Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin
13:16 Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin