Parêzer Enmek: Têkoşîna malbata Şenyaşar kir ku îdianame bê amadekirin

  • rojane
  • 09:00 17 Cotmeh 2022
  • |
RIHA - Parêzer Hidayet Enmek anî ziman ku 4 sal û 4 meh şûnde îdianameya der barê dosyaya "Nexweşxaneyê" ya ku 2 endamên malbata Şenyaşar lê hatin qetilkirin de hatiye amadekirin, di encama têkoşîna malbatê de ye û got divê Îbrahim Halîl Yildiz ê AKP'yî wekî bersûc cih bigire. 
 
Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ê ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê çûbû dikana malbata Şenyaşar û parêzvan û xizmên wî êrişî malbata Şenyaşar kirin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ya ku birîndar rakirinê jî dewam kir. Hacî Esvet Şenyaşar û lawên xwe Adil û Celal Şenyaşar li ber çavê Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin.
 
Lêpirsîna derbarê bûyerê de du dosyayên cuda wekî "dikanê " û "nexweşxaneyê" hatin veqetandin. Di doza ku derbarê dosyaya dikanê de hat vekirin de 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Fadil Şenyaşar û 18 sal cezayê girtîgehê li birayê parlamenterê AKP'ê Yildiz, Enver Yildiz hat birîn. Di dosyaya "nexweşxane" ya ku ku qetlîam lê pêk hat de 4 sal û 4 meh şûnve lêpirsîn hat temamkirin û derbarê qetlîamê de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de ji bo 14 kesên ku di nav wan de birayê parlamenterê AKP’yî Yildiz, Celal Yildiz jî heye, ji ber qetilkirina Hecî Esvet Şenyaşar û kurê wî Adil Şenyaşar 2 cezayê heta hetayê û ji ber hewldana kuştina Ferît û Mehmet Şenyaşar jî heta 336 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Di îdianameyê de ji bo 5 kesên ku bi îdiaya qeydên kameraya nexweşxaneyê dizîne heta 125 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. 
 
Di îdianameyê de der barê Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de ku di îfadeyên xwe de diyar kiribûn ku di dema komkujiyê de li nexweşxaneyê ye, tu sûc nehatiye arastekirin. Nayê zanîn ku îfadeyên Yildiz di çarçoveya lêpirsînê de hatiye girtin an nehatiye girtin û derbarê wî de fezleke hatiye amadekirin an na. 
 
Ji parêzerên malbata Şenyaşar Hîdayet Enmek îdianameya ji ajansa me re nirxand. 
 
PARÊZER ÎDIANAMEYÊ JI AA’YÊ HÎN BÛN 
 
Enmek bi bîr xist ku biryara veşartîbûnê ya derbarê dosyeya nexweşxaneyê de ev 4 sal û 4 meh in tê parastin û diyar kir ku îtîrazên parêzerên malbatê hatine redkirin. Enmek diyar kir ku wan li dijî parastina biryara nepenîtiyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane û got: "Nepenîtiya dosyayê beriya biryara derbarê serlêdana ku me ji bo binpêkirina mafê darizandina adîl li Dadgeha Destûra Bingehîn kiribû, hat rakirin. Lê belê em ji Ajansa Anadolûyê (AA) hîn bûn ku dosye hatiye vekirin û îdianame hat amadekirin. Hîn ji me re îdianame nehatiye ragihandin. Em geşedanan ji çapemeniyê dişopînin. Binpêkirina mafê darizandina adîl hê jî didome. Qedexeya li ser dosyeya ji ber negihîştina me hê jî didome. Mexdûrên dosyeyê û me parêzerên wan heta îro nekarîn tu belge û agahiyê bi dest bixin.”
 
DER BARÊ YILDIZ Ê AKP’YÎ DE TU TIŞTEK NEHAT KIRIN 
 
Enmek da zanîn k udi îdianameyê de derbarê Îbrahim Halîl Yildiz ê AKP’yî yê ku aktorê sereke yê bûyerê bû de tu belgeyek agahiyê nîne û got: “Parlamenterê AKP’ê Yildiz di îdianameyê de wekî bersûc nehat dîtin. Di destpêka bûyerê de Yildiz li cihê kar û piştre jî li nexweşxaneyê bû. Di îdianameyê de îfadeyên hin bersûc û şahidan hene ku di dema bûyeran de parlamenterê AKP'ê Yildiz amade bûye. Divê di vê dosyayê de Yildiz wek bersûc bihata dîtin. Şêwirmendê Yildiz, Mustafa Amaç di îfadeya xwe ya wek gumanbar de diyar kir ku ji destpêkê heta dawiya bûyerê bi hev re bûne. Dozger bi îdiaya ‘kuştina bi qestî’ 2 cezayê muebedê ji bo şêwirmendê Yildiz xwest, lê belê derbarê parêzer de tu tedbîr nehatine girtin. Yildiz ji ber wekîltiyê parêzbendiya wî heye. Em nizanin di nava 4 salên navberê de ji bo rê li ber darizandina wî veke, raporek hatiye amadekirin yan na. Em ê di rojên pêş de bersiva vê yekê bibînin. Heke tu gav nehate avêtin, em ê hewl bidin ku bi israr ji salonên dadgehê çalakiyan bikin."
 
DÎMEN HATINE DIZÎN 
 
Enmek destnîşan kir ku di îdianameyê de agahiyên ku serverên qeyda kamerayê di pêvajoyeke ku bi saetan agahiyên teknîkî hewce dike li nexweşxaneyeke dewletê ya ku bi sedan polîs lê amade bûn, hatine dizîn û wiha got: "Em hîn bû ku cîhazên qeydkirina kamerayê bi hatine dizîn. Di dema binçavkirinên di nîsana 2022'yan de ji gumanbaran re hat şandin. Di îdianameyê de jî agahiya ku hatiye dizîn heye. Lê belê rakirina serverên kamerayê pêvajoyek e ku demjimêran digire û zanîna teknîkî hewce dike. Ez bawer nakim ku bersûc xwediyê wê zanîna teknîkî ne. Eşkere ye ku di vî warî de piştgirî girtine.” 
 
‘LÊPIRSÎNEK JI RASTIYÊ DÛR E’ 
 
Enmek anî ziman ku agahî û belgeyên di îdianameyê de agahî û belgeyên ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hatine berhevkirin û wiha got: “Di ser komkujiyê re 4 sal û 4 meh derbas bûn. Ji xeynî agahî û belgeyên ku wê demê hatine bidestxistin, tenê îfadeyên ku ji bersûcan di 23’ê nîsana û 17’ê gulana 2022’yan de hatine girtin hene. Ji bilî vê tu belge tune ye. Me nikaribû tu wateya dirêjkirina vê lêkolînê bikira. Ew lêpirsînek bi kêfî dirêj bû. Lêpirsînek objektîf hat kirin. Lêpirsîna ku 4 sal û 4 meh in nehat kirin, di sala 2022’yan de dest bi lêkolînê kiribû. Di dosyeya ku hemû raya giştî eleqedar dike de, tu delîlên şênber û cidî di dosyayê de cih negirtine. Lêpirsîna nepenî ya dirêj a dosyeyek ku diviyabû di demek pir kin de bihata temamkirin nîşan dide ku darizandinek adil û bi bandor nehatiye kirin. Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê dayika Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ve li ber Edliyeya Rihayê hat girtin, piştî 4 sal û 4 mehan di veguherandina dosyeyê de kedek mezin bû. Dayik û Ferît tevî astengiyan jî dev ji têkoşîna xwe bernedan û dengê xwe bi raya giştî re ragihandin. Dozger neçar mina ku li hemberî vê têkoşînê îdianameyê amade bikin.”
 
TÊKOŞÎNA EDALETÊ DIDOME 
 
Enmek destnîşan kir ku Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û 2 zarokên xwe di komkujiyê de winda kir û Ferît Şenyaşar ê ku di êrişa li ber nexweşxaneyê de birîndar xelas bûbû di roja 588'emîn de berdewam dike û wiha got: “Dema ku malbatê di 9’ê Adara 2021’an de dest bi Nobeda Edaletê kir, du daxwazan ragihandin. Malbat dixwaze lawê wan Fadil Şenyaşar bê berdan û biryara veşarî ya li ser dosyeya nexweşxaneyê bê berdan. Lê mixabin hê jî Fadil Şenyaşar girtî ye. Malbatê gelek caran diyar kir ku heta Fadil Şenyaşar neyê berdan ew ê Nobeda Edaletê bi dawî neke. Malbat di têkoşîna edaletê de bi biryar e. Girîngî bi hestiyariya raya giştî heye û her kes piştevaniya malbatê bike.” 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

17/10/2022
15:02 Rojnameger Dogan dîsa tê darizandin
14:30 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana gel mehek li pey xwe hişt
14:28 Wezareta parastinê derheqê leşkerên ku kunyeyên wan hatine parvekirin de bêdeng e
13:59 'Tekane berpirsyarê cînayeta li Bartinê desthilatdariya siyasî ye’
13:47 Di bûdçeya 2023’yan de 660 mîlyar lîre valahî heye
13:45 11 sal û 7 meh cezayê hefsê li Leyla Guven hat birîn
13:42 Dadgehê derbarê Baroya Amedê de biryara beraetê da
13:23 Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd dest bi peywira xwe kir
13:17 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî îdianameyê da ku Yildiz ê AKP’î tê de nîne
12:53 Sê karkerên hevalên hev li kêleka hev hatin veşartin: Zarokên me bûn qûrbanên xemsariyê
12:52 Polîsan careke din belavkirina Rojnameya Xwebûnê asteng kirin
11:35 Jina tundî lê hat kirin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
11:35 Rêwîtiya zaroka genim a ber bi koka xwe ve
10:42 Bîlançoya 6 mehan: 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:40 Li Semsûrê 5 kes hatin binçavkirin
09:49 Nivîskarê Misrî: Ocalan sembola hemû azadîxwazên cîhanê ye
09:01 Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya 4’emîn dest pê dike
09:01 Siyasetmedarên jin ên Şirnexê: Kesekî tecawizkar çawa tînin Cizîrê?
09:00 Parêzer Enmek: Têkoşîna malbata Şenyaşar kir ku îdianame bê amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2022'YAN
16/10/2022
22:09 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Reştê 6 girtî hatin qetilkirin
21:46 Li 5 bajarên bakurê Kurdistanê serokên nû yên baroyan hatin bijartin
19:51 Li Girtîgeha Evînê herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
18:26 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek bi giranî birîndar bû
18:21 Amedspor bi 3 golan bi ser ket
17:05 Uçar û Akin weke Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk hatin hilbijartin
16:51 Xwendekarên wargeha KYK’a Dêrsimê ji ber xurekan jehrî bûn
16:46 Li Semsûrê loqmeya aşûreyê hat belavkirin
16:40 ‘Berpirsê faciaya kana madenê desthilat e’
16:37 Li Dîlokê bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a ‘qederê' dan
16:32 Sê madenvan hatin definkirin: Sersarî heye bila hesaba wê were pirsîn
16:17 Di wesayîta parastvanên serokê AKP'ê yê Elkê de tiryak hat girtin
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş