Siyasetmedarên jin ên Şirnexê: Kesekî tecawizkar çawa tînin Cizîrê?

  • rojane
  • 09:01 17 Cotmeh 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Jinên siyasetmedar ên Şirnexê bertek nîşanî tevlibûna Kûrtûlûş Kûş ê bi sûcê tecawizê ya li dijî jinekê tê zanîn dan û wiha gotin: “Em tecawizkar û mihrîcanên wiha naxwazin.” 
 
Di 30'ê cotmehê de li Parka Mem û Zînê ya Cizîr a Şirnexê dê bi sponsoriya qeyûmê navçeyê ve bi navê "Mîhrîcana Muzîkê ya Cizîrê By Mr. Dosso Dossî" mîhrîcan were lidarxistin. Mîhrîcan, wê li ser xirabeyên avahiyên di dema qedexeyan de hatibûn hilweşandin bê lidarxistin. Dihat payîn ku hunermendên kurd Tara Mamedova û Xêro Abbas jî di mîhrîcanê de cih bigirin. Lê bi zêdebûna bertekên gelê kurd re Xêro Abbas paşdegav avêt û ragihand ku dê tev li nebe. Tê gotin ku Mamedova jî tev li nabe lê heta niha daxuyaniyeke fermî nedaye. 
 
Yek ji aliyên sosret ên "mîhrîcana" behsa xeberê jî beşdarbûna kesê bi navê Kûrtûlûş Kûş e ku weke hunermend dê tev li bibe. Kûş, bi sûcê tecawizkirina B.O. tê zanîn û dê  beşdarî "mîhrîcanê" bibe. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û hevserokên HDP’a Şirnexê û Cizîrê bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku tu karê tecawzikarekî li Cizîrê nîne. 
 
'HUNERMEND BI TAYBET HATINE HILBIJARTIN'
 
Aktivîsta TJA’yê Guler Tunç diyar kir ku lidarxistina mîhrîcanê ya li herêmên ku qedexeyên derketina derve hatibûn ragihandin, yek ji polîtîkayên şerê taybet e û wiha got: "Di nav hunermendên ku tev li mîhrîcanê dibin jî Kûrtûlûş Kûş heye. Ev kes jî ew kese ku çend meh beriya niha tecawizî jinekê kiriye. Heta niha jî ji vê dozê tê darizandin. Dewlet bi zanebûn 7 sal in li ser herêma Botanê polîtîkayên xwe dide meşandin. Ev hunermendên ku hatin hilbijartin jî bi taybet hatine hilbijartin. Ev jî perçeyeke şerê taybet e. Çawa ku leşkerên xwe, cerdevanên xwe û polîsên xwe hildibijêrin û dişînin vê derê, di heman demê de hunermendan jî bi vê hişmendiyê dişînin. Li ser ciwanên kurd û keçên kurd polîtîkayeke cuda didin meşandin. Weke TJA’yê em li dijî van polîtîkayên şerê taybet disekinin. Ji bo wê jî em bang li ciwanên me dikin ku tev li wê mîhrîcanê nebin. Ji ber ku tiştê ku me 7 sal beriya niha bi çavê xwe ditîn me jibîr nekiriye. Kesê ku dibêje min jibîr kiriye, kesê ku xwe winda kiriye. Beriya niha li Sûrê mîhrîcan li dar xistin îro li Cizîrê li dar dixin. Hilbijartina van herêman ne rasthatineke. Li cihê ku hestiyên zarokên Cizîrê hene li dar xistina mîhrîcanê, peyamek e. Ji ber wê divê weke jin û ciwanên kurd li dijî van polîtîkayan bisekinin. Em hemû bi yek dengî bibêjin em tev li mîhrîcanê nabin.” 
 
'DIVÊ XELKÊ ME BEŞDARÎ MÎHRÎCANÊ NEBE’ 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Sabuha Akdag jî bertek nîşanî beşdariya Kûş Kuş ê ji sûcê tecawizê tê zanîn da û ev tişt anî ziman: "Ev mîhrîcana ku li Cizîrê tê lidarxistin li gelek deran hate lidarxistin. Bi taybetî jî herêmên ku di salên 2015 û 2016’an de hatine hilweşandin hatin lidarxistin. Armanca van mîhrîcana ew e ku li ser nirxên me û hestiyên zarokên kurd bi destê kurdan bidin lidarxistin. Lê divê ku gelê kurd xwedî li nirxên xwe derbikeve. Ev mîhrîcan ne ji bo gelê kurd tê lidarxistin, ji bo ku li ser nirxên civaka kurd bilîzin li dar dixin. Di nav hunermendên ku tev li dibin tecawizkarek heye. Bi tecawizê ketiye rojevê.  Heke îktidar bi van hunermendan mabe, divê bê zanîn ku rewşa wan pir nebaşe. Ev kesên wisa ku nirxên civakê xera dikin divê ku di mîhrîcanan de cih negirin. Em lê dinêrin û dibînin ku hunermendên ku di civakê de qîmeta wan tuneye tînin mîhrîcanan. Em bang li gelê xwe yê Cizîrê dikin ku tev li vê mîhrîcanê nebin. Ji ber ku cihê ku ji mîhrîcanê re hatiye veqetandin ciheke taybete. Em naxwazin ku gelê me biçe wê derê li ser hestiyên zarokên me bilîze û ev jî nayê qebûlkirin." 
 
'KESEKÊ TECAWIZKAR ÇAWA TÎNIN CIZÎRÊ?'
 
Têkildarî mijarê Hevseroka HDP'a Cizîrê Zîlan Ecevît jî anî ziman ku bi kesên tecawizkar re li dar xistina vê mîhrîcanê wê birîna Cizîrê kûrtir bike û wiha domand: "30'ê cotmehê, di heman demê de roja ku qeyûm tayînî ser Şaredariya Cizîrê hatiye kirin e. Ev mîhrîcana ku li Parka Mem û Zîn tê li dar xistin, ji bo Cizîra Botan wateya wê cuda ye. Ji ber ku cihê mîhrîcana ku lê tê lidarxistin gelê Cizîrê dibêje, ‘Parka bi xwîn.' Ji bo xelkê Cizîrê ew parkên ku li ber çem hatiye çêkirin hemû jî parkên bixwînin. Ji ber wê jî xelkê Cizîrê li wan parkan rûnanê. Bi zanebûn ew park hatiye hilbijartin. Li dijî vê mîhrîcanê nêrazîbûneke gelek mezin heye. Niha jî hunermendê bi navê Kûrtûlûş Kûş tînin mîhrîcanê. Vî kesî jinek tecawiz kiriye. Keseke xwedî vê nasnameyê çawa tînin Cizîrê? Parkek ku ji bo civaka Cizîrê weke ziyaretê ye, çawa hunermendên wisa tînin ku stran bibêjin. Ev wê êşa Cizîrê ya heyî mezintir bike. Keseke ku wisa hê doza wî didome û weke hunermend bê Cizîrê stranan bibêje ev tişteke sosret e. Em naxwazin ev mîhrîcane li Cizîrê bê lidarxistin. Em weke rêxistina HDP'ê ya Cizîrê bang li gelê xwe dikin ku tev li nebin. Niha ji malbatan û dibistanan re peyaman dişînin ku tev li mîhrîcanê bibin. Dixwazin ku xwendekar tev li mîhrîcanê bibin. Banga me ji wan xwendekaran ev e ku ku tev li vê mîhrîcana ku dijî nirxên me ye, nebin." 
 

Sernavên din

17/10/2022
15:50 Li Amedê êrişa li dijî mamoste hat şermezarkirin
15:02 Rojnameger Dogan dîsa tê darizandin
14:30 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana gel mehek li pey xwe hişt
14:28 Wezareta parastinê derheqê leşkerên ku kunyeyên wan hatine parvekirin de bêdeng e
13:59 'Tekane berpirsyarê cînayeta li Bartinê desthilatdariya siyasî ye’
13:47 Di bûdçeya 2023’yan de 660 mîlyar lîre valahî heye
13:45 11 sal û 7 meh cezayê hefsê li Leyla Guven hat birîn
13:42 Dadgehê derbarê Baroya Amedê de biryara beraetê da
13:23 Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd dest bi peywira xwe kir
13:17 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî îdianameyê da ku Yildiz ê AKP’î tê de nîne
12:53 Sê karkerên hevalên hev li kêleka hev hatin veşartin: Zarokên me bûn qûrbanên xemsariyê
12:52 Polîsan careke din belavkirina Rojnameya Xwebûnê asteng kirin
11:35 Jina tundî lê hat kirin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
11:35 Rêwîtiya zaroka genim a ber bi koka xwe ve
10:42 Bîlançoya 6 mehan: 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:40 Li Semsûrê 5 kes hatin binçavkirin
09:49 Nivîskarê Misrî: Ocalan sembola hemû azadîxwazên cîhanê ye
09:01 Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya 4’emîn dest pê dike
09:01 Siyasetmedarên jin ên Şirnexê: Kesekî tecawizkar çawa tînin Cizîrê?
09:00 Parêzer Enmek: Têkoşîna malbata Şenyaşar kir ku îdianame bê amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2022'YAN
16/10/2022
22:09 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Reştê 6 girtî hatin qetilkirin
21:46 Li 5 bajarên bakurê Kurdistanê serokên nû yên baroyan hatin bijartin
19:51 Li Girtîgeha Evînê herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
18:26 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek bi giranî birîndar bû
18:21 Amedspor bi 3 golan bi ser ket
17:05 Uçar û Akin weke Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk hatin hilbijartin
16:51 Xwendekarên wargeha KYK’a Dêrsimê ji ber xurekan jehrî bûn
16:46 Li Semsûrê loqmeya aşûreyê hat belavkirin
16:40 ‘Berpirsê faciaya kana madenê desthilat e’
16:37 Li Dîlokê bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a ‘qederê' dan
16:32 Sê madenvan hatin definkirin: Sersarî heye bila hesaba wê were pirsîn
16:17 Di wesayîta parastvanên serokê AKP'ê yê Elkê de tiryak hat girtin
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike