Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya 4’emîn dest pê dike

img

AMED - Li Amedê di navbera 21-30'yê cotmehê de cara çaremîn Rojên Wêjeya Berawirdî tê lidarxistin. Bernameya Rojên Wêjeyê ku têr û tije ye eşkere bû.  

Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê, îsal di navbera rojên 21-30’yê cotmehê de bo cara çaran wêjehezan tîne cem hev. Rojên Wêjeya Berawirdî, bi rêvebirina Weşanxaneya Lîs ku ji bo wêjeya Kurdî qad ava dike di nav wêjeya dinyayê de û berhemên ji wêjeya dinyayê bo Kurdî werdigerîne û Wêjegeh Amed ku di sibata sala 2020’î de bi despêkeriya Weşanên Lîsê vebû û bi hevkariya Navenda Hunerê ya Amedê, cara pêşî di sala 2013’an de hatibû çêkirin. Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê bo cara duyan di sala 2018’an de hatibû çêkirin. Piştî ku di sala 2020’î de bi awayekî onlîne hat çêkirin, vê carê jî, bo cara 4’an, bi piştevaniya Qad bo Çandê û bi hevkariya Weşanên Aras û Weşanên Everestê, bi awayekî rû bi rû li dar dikeve.  
 
Bernameya ku bi banga "Heqîqeta Di Zimanê Xeyalê De" dide ser rê, îsal, di pêwendiya heqîqî ya derbirana afirîner de pişta xwe dide tiştê ku civakî ye û li ser hûr dibe da ku di gelek qadan de, yên wekî wêjeya di gelek zimanan de, zanistên civakî, muzîk, fotograf, sînema û hunera hevçax, biaxive; û li ser çîrok, heqîqet û xeyalê hevokan saz bike. Îhsan Colemêrgî mêvanê rûmetê yê bernameya îsal e ku wê bi kurdî û tirkî bê çêkirin. 
 
Bername, wê êvara roja 21’ê cotmehê bi axaftina mêvanê taybet yê destpêkirinê Zulfu Lîvanelî û bi axaftina nûnerên saziyên wêjeyê dest pê bike û ew ê bi şeva helbestê bi dawî bibe ku wê Asuman Susam, Beyar Bavî, Birsen İnal, Ciwan Serwer, Hicran Aslan, Îrfan Amîda, Najat Abdulla Kadhim, Mem Bawer, Meryem Coşkunca, Metin Aydın, Mîna Acer, Vecdi Erbay helbestên Kurdî, Tirkî û Erebî bixwînin û deriyên ezmûneyên ji hev cuda vekin. 
 
Bernameya Rojên Wêjeya Berawirdî wiha ye:
 
"Rojên Wêjeya Berawirdî, di dawiya hefteyê de, bi bernameyeke têr û tije mêvanan dihewîne. Di roja şemiyê ya 22’yê cotmehê de çar bername hene. Hesen Silêvanî, yê ku bi salan e hem wekî wêjekar hem jî wekî weşangêr xebatê dike û çîrokan ji Erebî bo Kurdî werdigerîne, wê bi gotûbêja bi navê 'Dengvedana Çîroka Kurdî Ya Di Erebî De”, behsa derfet û ezmûneya wergera çîroka Kurdî ya bo zimanê Erebî bike. Bernameya duyem, wê bi navê 'Du Rûxarên Banga Bo Heqîqetê Ya Di Wêje û Zanistên Civakî De' û bi tevlêbûna Fuat Ercan û Îrfan Amîda çêbibe û panelîstan wê li ser wan ferasetên heqîqetê bisekinin ku di ser derfetên cuda yên wêje û zanistên civakî re geşe bi xwe dide. Di pey re jî, Hesen Ildiz û Mehmet Şarman, di panela bi navê 'Estetîka Winda ya Ez’a ku Bi Zimên Dibe' de, wekî gengeşeya hevbirînî, wê balê bibin ser veguherîna zimên ya dîrokî û felsefî û li ser ragêşiya di navbera Ez û Zimên de heyî, hûr bibin. Di panela dawî ya rojê de, Murat Gülsoy, di panela bi navê 'Wêjeya Di Pey Serdema Heqîqetê De' wekî nivîskarê têrebihurîna bo postmodernîzmê, wê li ser ezmûneya wêjeyî ya Jorge Luis Borges bisekine û behsa gelemşeyên serdema em tê de bike ku rastînên sexte ketine şûna rastînên ku li ser diyardeyên ezmûnkirî li dar in.
 
Panela yekem ya yekşema 23'yê cotmehê, bi navê, 'Serencama Mirinekê û Miriyê Heram: Danberheveke Dûr-Nêz' e. Bawer Rûken û Bajar Mîrzeman, gava li ser du kuştinên ku bûne zemîn da ku du roman werin honandin, disekinin û analîzan li ser hêmanên kevneşopî yên hevreng dikin, di heman gavê de jî, bi rêbazeke danberhevî, hûrgeriyê li ser cudatiya honandin û şêwazan dikin ku hêmanên ketî behsê di romanan de hatine bikaranîn. Di pey re, di panela bi navê “Estetîka Berxwedanê” de, wergêrên bi navê Çağlar Tanyeri û Turgay Kurultay, wê bi rêberiya deqa Peter Weiss, gengeşeya wê peywira wêjeyê bikin ku di helûmercên giran yên faşîzmê de bo jibîrnekirinê têkoşîna siyasî tê kirin. Roja sêyem ya bernameyê, nivîskar-helbestkar Asuman Susam, di bernameya bi navê, 'Vekirina Şiverêyên Di Rêyên Şaxlêketî De: Li Ser Xwendin, Nivîsîn û Bihîstinê', wê bala me bibe ser pêwendiya pirhêlî ya di navbera xwendin û nivîsîn û ez û dinyayê de heyî.
 
Di bernameyên nava hefteyê de, digel wêje û zimên, di biwarên wekî fotograf, hunera hevçax û sînemayê de jî çalakî hene. Roja Duşema 24’ê Cotmeh, Bedran Hîkmet û Mem Wenda, bi panela bi navê 'Danberheva Varyantên Memê Alan', wê balê bibin ser naverokên civakî û çandî û xwendineke danberhevî bikin. Roja Sêşema 25’ê Cotmeh, bi derpêşiya bi navê “Hewreman: Li Welatê Keviran”, Hüsamettin Bahçe wê digel nivîskar-lêkoler Namiq Şefîq Hewremanî, behsa Hewremanê bike ku bi qasî çar salan li ser girtina fotografên herêmê xebitiye. Êvara roja Çarşema 26’ê Cotmeh, ji rojnameya Jinepsê Erdoğan Yılmaz, di bernameya bi navê “Yek Ji Zimanên Çerkezan: Adîgeyî” de, behsa serboriya zimanê Çerkezan ya li Anatolyayê dike û balê dibe ser gengeşeyên li ser mafê zimanê dayikê. Êvara roja Pêncşema 27’ê Cotmeh, du bername hene. Şefik Özcan ku hunermend û akademîsyen e, bi bernameya bi navê 'Hêmaya Berz ya Erjengiyê Ya Di Pêwendiya Siyaset û Hunera Hevçax De', bi piştevaniya dîroka ramanê, bala me dibe ser 'berz'a siyasî û qada nimandinê ya ku di pêwendiya huner û siyasetê de di ser tundiyê re tê danîn. Li dû vê panelê, li Mordem Sanatê, fîlmê bi navê Beriya Şevê, ku fîlmê dawî yê Ali Kemal Çınar digel gotûbêjekê tê nîşandan ku Çınar yek ji derhênerê hevçax yê sînemaya Kurdan e. 
 
Roja Îna 28’ê cotmehê, di panela serê sibehê de, ku bi navê 'Aliyê Ciwan Ya Xeyalkirinê' tê çêkirin, Müge İplikçi, digel ciwanan balê dibe ser rengvedanên nêrînên ciwan yên di wêjeyê de. Di çalakiya êvarê de jî, li Dêra Ermenan ya Surp Gragosê, ji bo Mıgırdiç Margosyan merasîmeke bibîranînê tê lidarxistin ku berê di Rojên Wêjeya Berawirdî ya sala 2018’an de rojbûna wî hatibû pîrozkirin. Kesayet û wêjeya hûrger ya Margosyan ku deng û ruhê Amedê dide der, di heman demê de, bi tevlêbûna nivîskarên wekî Ohannes Gaffur Ohanyan, Rober Koptaş, Abdullah Aren Çelik, Eylem Ata Güleç, Kerem Bakıcı, Nurcan Kaya, Mehmet Mahsum Oral, Muharrem Erbey û xwendevanên wî tê bibîranîn.
 
Dawiya hefteya duyem ya bernameyê, dîsa bi çalakiyên têr û tije, wêjehezan vedixwîne Wêjegeh Amedê. Roja Şemiya 29’ê cotemhê, wê bi hevkariya Weqfa Mezopotamyayê, di panela bi navê “Xeyalkirina Zimanekî Standard” de, Samî Tan û Bahoz Baran, bala me bibin ser serboriya standardîzasyona zimanê Kurdî ku ne xwedî statûyeke fermî ye û digel dînamîkên xwe yên xweser û bi hewldayînên kesane û saziyên sivîl rêya xwe dikudîne. Di pey re, ji komeleya Ekolojiyê, Mirad Bîlgîç, di çarçoveya pirsa, gelo wêjeyeke der-ekolojiyê pêkan e û di vê serdemê de ku şer, rûxîn, êş û nexweşî pir zêde ne, bi nêrîneke ekolojîk, gelek gelek tekstan li xwe dike çavkanî û bala me dibe ser ekolojiya civakî.  Di panela li ser muzîkê de ku wê Deniz Durukan û Kalê Badê wekî axaftvan tev lê bibin û wê Rêbîn Özmen moderatoriya wê bike û wê li ser sounda ku piştî sala 2000’î hatiye manîpulekirin û peyaseya ku hatiye kapîtalîzekirin, gengeşe bê kirin û li ser rengvedana wê bê sekinandin û wê derava xizan ya ekonomîk û estetîk ya ku muzîsyen tê de ne jî bikeve behsê. Panela dawî ya rojê, wê bi navê “Nivîsîna Ji Nû Ve: Ji Wêjeyê Heta Bi Sînemayê” çêbibe. Di panelê de, Zeynep Çetin Erus û Övgü Gökçe Yaşa wê behsa fîlmên ku ji berhemên wêjeyî hatine çêkirin, bikin û balê bibin ser kartêkên berdemî yên wêjeyê yên li ser sînemayê. Roj, bi şeva helbestê ya duyem û bi helbestxwendina helbestkarên wekî Ahmet Çakmak, Altay Öktem, Aydın Alp, Deniz Durukan, Fatêxan Taşli Tunç, Harun Tutuş, Mustafa Irgat, Redûr Dîjle, Roza Metîna, Sultan Yaray, Zozan Gulan ku bi zimanên cuda dinivîsin û xeyal û heqîqetê bi lihevrasthatinên nû û ji dinyaya helbestê dihonin, bi dawî dibe.
 
Roja dawî, Yekşema 30’yê cotmehê, bi panela bi navê 'Zêdeya Rastînê: Hêza Xeyalkirinê ya Nivîskar', Yiğit Bener, wê gotarên xwe yên ku li ser dabaşên wekî ziman, zimanê dayikê, zimanê wêjeyê, nivîsîna bi zimanê xwe yê dayikê û nivîsîna bi zimanê din û wergera ku bi balpêdana pêşî mîna ku ne polîtîk be xuya dike, li axaftina xwe xwe bike bingeh û wê li ser rojeva siyasî û civakî bisekine. Panela bi navê “Romanên Biberyan Ji Me Re Çi Dibêje”, bi hevkariya Weşanên Aras çêdibe. Axaftvanên panelê, Ekin Kurtdarcan, Elif Refiğ û Rober Koptaş in. Panelîst wê ji hêlên cuda li ser berhemên Zaven Biberyan hûr bibin û hewlê bidin ku derfeta feraseteke pirhêlî ava bikin û ew ê li ser zengîniya polîtîk û hunerî ya dinyaya Biberyan ya romanê bisekinin. Di panela dawîkirina bernameyê de, Omer Dilsoz, Şerefxan Cizîrî, Şêxo Filîk û Mehmet Dicle, wê li ser berhemên mêvanê rûmetê Îhsan Colemêrgî bisekinin ku Colemêrgî di berhemên xwe yên modern û honakî de, mîtolojiya Kurdan bi pêgirêdanên dîrokî ve û bi awayekî zindî vedibêje. Bernameya Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya 4’an, roja Yekşema 31’ê Cotmeh, bi axaftina Îhsan Colemêrgî bi dawî dibe ku Colemêrgî, hişmendiya dîrokî di ser hişmendiya hebûna neteweyî re saz dike û bi xebatên xwe yên li ser dîroka devkî û nivîskî, kedeke mezin daye wêjeya Kurdî û loma jî bûye mêvanê rûmetê yê bernameya îsal.
 
Îsal di bernameyê de, paneleke online jî heye. 23’yê cotmehê, roja yekşemê, piştî saet 1:00’ê piştî nîvro, di panela bi navê 'Girêdana Bi Avê, Axê û Xerîbiyê: Huseynî û Sepehri' de, wê Ebas Mûsa, bijareyeke ji helbestên Ehmed Huseynî bide ber helbestên helbestkarê navdar yê Îranî Sohrab Sepehri û wê xwendineke danberhevî bike. Bername wê di kanala youtubeyê ya Wêjegeh Amedê de bê weşandin.
 
Ji bilî panelan, du kargeh jî hene di bernameya Rojên Wêjeya Berawirdî de. Di kargeha bi navê, 'Bi Rêvebirina Rûken Çalıştıran Kargeha Çîrok û Wêneyê' de, çîroka Şahmaranê ku xweyî nirxeke dîrokî û mîtosî ye, wê di çarçoveya xeyal û heqîqetê de bê xwendin û di pey re jî, wê çîrok wekî dîtinî, digel zarokan, li ser kaxiz bê xêzkirin. Kargeha din jî, wê bi rêvebirina Altay Öktem çêbibe. Kargeha helbestan wê du rojan bidome û wê beşdar bi rêya bangkirina giştî bê diyarkirin. Di kargehê de, wê li ser pêwendiya helbestê ya bi dinyaya xewn û xeyalê re heyî bê sekinandin û wê pêwendiya ketî behsê ji dîrokê heta roja îroyîn bê nirxandin. Kesên dixwazin beşdarî kargehê bibin, heta roja Yekşema 24’ê cotmehê serî lê bidin.
 
Em hemû wêjehezan vedixwînin Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya 4’an ku wê di navbera rojên 21-30’yê cotmehê de li dar bikeve û wê di bernameyan de, nivîskarên mêvan rê û şiverêyan bidin ber me da ku em karibin li ser çîrokan, li ser xeyal û heqîqetê û li ser Amedê hevokan saz bikin."
 
 

Sernavên din

19/02/2023
15:57 Ji Êlihê bi sedan dilxwaz li herêmên erdhejê dixebitin
13:48 Aqilê ku ‘Xemsariya sedsalî’ bi alayê vedişêre
13:39 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê: Em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin
13:10 ‘Li rexekî ji ber pêlîstokên zarokan keyfxweşî hebû û li rexa din pirsa kefenan dihat kirin’
13:10 Xebatên Meclisê heta 28’ê sibatê hatin rawestandin
11:37 Li Bazarcixê hejmar li xirbeyan tê kirin û wisa tên rijandin
11:37 Li Îskenderûnê xebatên tespîtkirina nasnameya cenazeyan didome
11:36 'Divê ji bo avakirina ji nû ve em xwe bi rêxistin bikin’
11:36 Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya pêdiviyên lezgîn
10:51 Gelo li Bazarcixê kurdên elewî neçarî koçberiyê tên kirin?
10:49 Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin
10:40 Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin
10:24 Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike
10:14 Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin
10:05 Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin
10:03 Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê
09:40 Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin
09:05 Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin
09:04 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî
09:03 Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê!
09:03 'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike'
09:01 Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN
18/02/2023
22:51 Li Mereşê erdhej çêbû
22:19 Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin
21:07 Li Ermenceyê erd qelişî, koncalên mezin çêbû
18:52 Baroya Amedê xwest kurdî jî li YÎMER'ê bê zêdekirin
17:22 Ji bo jinûveavakirinê banga seferberiyê: Divê gel dest ji axa xwe bernede
17:01 Li Stenbolê ji bo 93 dibistanan biryara veguhestinê hate dayîn
17:01 Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne
16:48 Bûldan û şandeya pê re serdana Bêrecûkê û Pirsûsê kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 642 kesan
16:45 Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hatin kirin, derb kirin
16:32 JMO Amed: Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
16:31 Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin
16:13 Taxa Armûtlûyê: Em bi hev re diçin, em ê bên û ji nû ve şên bikin
16:03 Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan!
15:47 HSD: 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
15:46 Girtiyên piştî erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
15:45 Li aqûbeta Maksût Tepelî yê 39 sal berê hat windakirin pirsîn
15:38 Prof. Dr. Gorur: Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin
15:35 'Ji bo gel dîsa li warên xwe vegere divê mercên guncav bên amadekirin’
15:20 Bi lîstikan hewl didin erdhejê bi zarokan bidin jibîrkirin
15:04 Mexdûrên erdhejê: Rayedarên dewletê me neçarî avahiyên xesar dîtine dike
14:33 AFAD’a ku li Amedê xebat bi dawî kirî encam aşkere nekirin
14:32 Goristana Islehiyeyê hilweşîna li bajar radixe ber çavan
14:00 Dayikên Şemiyê: Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin
13:57 Rapora ‘kêmxesar’ dan xaniyê xesar lê çêbûye
13:41 Xwendekarê ji wargehê hatiye avêtin: Kesên bi wesayîtên lûks tên û li wir dîminin
12:51 Li Antakyayê 3 kes ji binê xirbeyan hatin rizgarkirin
12:16 Zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefekat li ÎHH’ê ne!
12:12 Li Hatayê rapora ‘bêxesar’ dan avahiya hilweşiyayî!
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
11:59 ÎTU’yê di rapora xwe de sedemên erdhejê yek bi yek vegot
11:07 74 endezyarên înşaetê ji Wanê şandin Mereşê
11:07 Mexdûrên erdheja li Wanê li Hatayê ne: Me dît dewlet naçe hawarê xelkê em hatin hawara mexdûran
11:06 Bozgeyîk: OHAL bêcezatiyê bi xwe re tîne divê ji holê bê rakirin
10:56 Gelo jin li herêmên erdhejê çi dijîn?
10:35 Mîmarê hilweşînê AKP: Di 21 salan de 11 efûyên îmarê derxist
10:25 ‘AFAD’ê xwest lingê min bibire lê tîma spanyayî di du saetan de ez rizgar kirim’
10:20 Hemşîreyê mexdûra erdhejê jî bû dilxwaz: Mirov di bin piyan de hatin pelçiqandin
09:42 Li herêma erdhejê ji bo heywanan pêdivî bi êm û hêwirînê heye
09:32 Kal û pîrên xaka xwe neterikandîn li benda konan in
09:26 Piştî erdhejê xetereya asbestê
09:03 Li Bazarcixê dewlet jî di bin xirbeyan de ma
09:02 'Fatûreya erdhejê li xwendekaran hat birîn'
09:00 Heta ku ji ser hişê xwe çûne ew îşkence kirine
09:00 'Armanca êrişan Kobanê ye, lê em ê nehêlin'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2023'YAN
17/02/2023
21:49 Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 39 hezar û 672'yan
20:43 Ji DÎSK-Basin Îşê ji bo rojnamevanan fona piştgiriyê ya erdhejê
20:08 Hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne
19:24 Li Hatayê kesek piştî 278 saetan bi saxî hat rizgarkirin
19:13 Li Mereşê 7 muteahîd hatin girtin
19:07 Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin
19:02 Standa alîkariyê hat rakirin û ceza li dilxwazê li ber standê hat birîn
18:50 Welatî li ber bankeyan tên mexdûrkirin
18:07 Alîkariyên li navenda piştevaniyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin nayên belavkirin
17:01 Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e
16:46 ‘Zarokên mexdûrên erdhejê teslîmî terîqetan tên kirin’
16:34 Temel: Xebatkarên dewletê ji bajarên erdhejê reviyan
16:23 Şaredariya Silopiya kampanya ‘Piştgiriya Jinan bi Jinan re’ da destpêkirin
16:15 Li Hatayê 3 hemwelatiyên Yewnenistanê hatin binçavkirin
16:01 Konên titûnê ji xwe re kirin konên starê
15:53 Alikariya HDP’ê bi îddiaya “alikariya îlegal e” hate desteserkirin
15:52 Amedspor û Vanspor dê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê bilîzin
15:41 Kana madenê ji ber erdhejê serobin bû
15:40 Xaniyeke xwe di şer de yek jî di erdhejê de winda kir
15:38 ÎKK'ya Amedê ya TMMOB'ê: Mirov terkî mirinê tên kirin
15:17 Dozger 149 nûçeyên MA’yê kopî kir û weke îdianameya rojnamegeran pêşkeş kir
15:01 Li Elbîstanê berpirsyar nîne, ‘diz’ heye!
14:16 Li Hatayê bi piştevaniyê birînên mexdûran tên pêçandin
13:44 Ji bo avahiye ‘kêm xesar’ 5 roj qewl dan: Xwediyên malê îtîraz kirin!
13:43 Ata têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi rayedarên Rêxistina Efûyê re hevdîtin kir
13:29 Ji 45 saziyan daxuyaniya hevpar: Divê bi rêzgirtinê nêzî cenazeyan bibin
13:29 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:53 'Divê kesên destûra plana îmarê û venêrînê dayîn bedel bidin’
12:24 Şandeya HSK’ê ku tevî biryarnameyê danişîn li dar xist wê li HSK’ê bê gilîkirin
11:50 TUÎK’ê daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir
11:41 Du rojan tî, birçî û pêxas li kolanê mane