Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be

img

STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê Fîgen Yuksekdag a girtî diyar kir ku tu siyaseta ji bo pirsgirêka kurd perspektîfeke çareseriyê pêşkeş neke wê sernekeve û têkildarî tecrîda li Îmraliyê wiha got: “Heta ku mifteya wî derî neyê vekirin, wê pêşeroja Tirkiyeyê jî miftekirî be.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Berê Fîgen Yuksekdag, ji 4’ê mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê tê ragirtin. Yuksekdag, piştî bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş û 7 parlamenterên HDP’ê re hate binçavkirin, hate girtin. Daxuyaniyên ku Yuksekdag dabûn, çalakî û mîtîngên ku tev li bûbûn kirin mijara sûc. Di 21’ê sibata 2017’an de jî bi dengên AKP, MHP û CHP’ê parlamenteriya Yuksekdag hate xistin. Piştî ku Yuksekdag hate girtin di gelek dozan de bi salan cezayên hefsê lê hatin birîn. Yuksekdag, di nava siyasetmedarên ku ji Doza Kobanê tên darizandin de ye. Yuksekdag a nêzî 7 sal in girtî ye pirsên me yên têkildarî pêvajoya girtina xwe, rewşa girtîgehan, doza girtinê ya derbarê partiya xwe de û geşedanên di rojevê de bersivandin. 
 
Fîgen Yuksekdag
 
‘ÇIQILÊ DAWÎ’ KU DESTHILATÊ XWE PÊ VE GIRTΠ
 
Yuksekdag, diyar kir ku di girtîgehan de serdema herî xerab a dîrokê diqewime û bi lêv kir ku tiştên li girtîgehan diqewimin veguheriye teşeyê rêveberiya desthilatê. Yuksekdag, bi lêv kir ku desthilat li ser darazê zextên xwe didomîne û bi vî awayî dixwaze desthilata xwe bidomîne. Yuksekdag, balkişand ku zextên ewilî li ser muxalîfan dihatin meşandin niha li ser hemû beşan tên pêkanîn û wiha got: “Girtîgeh, çiqilê dawî yê desthilata ku meşrûtiyeta xwe ya rêveberiya demokratik windakiriye xwe pê ve girtî ye. Ji ber vê yekê li ser hev girtîgehan vedike. Hemû amûrên zorê yên di destê xwe de bikartînin û zext û dorpêça li van deran zêde dikin. Girtîgehan di heman demê de ji aliyê pergale ve bûn cihên cezayên mirinê lê tên înfazkirin. Wekî din tu bersiva 55 cenazeyên di saleke dawî de ji girtîgehan derketin nîne.” 
 
KÎ LI HUNDIR IN? 
 
Yuksekdag, anî ziman ku girtiyên nexweş û polîtîk li girtîgehê tên ragirtin lê kesên li dijî jinan û zarokan sûc kirine û kujer tên berdan û wiha berdewam kir: “Înfazên girtiyên siyasî hatin şewitandin. Ev pêkanîn tena serê xwe dide nîşandan ku çiqas sûcê nefrete yê mezin tên kirin û cihekarî çiqas hatiye kûrkirin. Li dijî kesên ku ji ber gotinek, an twîtek, an ji ber xebatên siyasî desthilatê jê re gotin terorîst ên tên girtin, kesên jinan tînin astana mirinê sûcên ser çemandinê dikin tên hema bêje bêyî di girtîgehê de bimînin tên berdan.” 
 
REWŞA AYSEL TÛGLÛK’Ê 
 
Yuksekdag, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tûglûk a pê re di heman girtîgehê de dimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Diviya bû herî kêm beriya saleke Tûglûk hatibûya berdan. Lê dema bi desthilateke siyasî ya ji her cure nirxên mirovî bêpar maye re dibe muxatab, hevalên me yên weke Ayselê divê tenê rojekê jî di girtîgehê de neyên ragirtin dîl tên girtin. Refleksên nefrete yên îdeolojîk, tolhildan û kînê yên kesên rêvedibin dikevin ber mafên bingehîn ên weke tenduristî û jiyanê. Aysel jî weke jinek û keseke di siyaseta demokratik de peywîrên girîng girtin ser xwe, bû hedefa desthilatê. Di kesayeta wê de cesareta siyasî ya tevgera jinên kurd, dîsa têkoşîna wekheviyê ya hemû jinên Tirkiyeyê û Rojhilata navîn û destkeftiyên wan ceza dikin.”
 
Yuksekdag, ragihand ku rewşa Tûglûk ber bi nebaşiyê ve diçe û wiha pê de çû: “Pêvajoya Saziya Tiba Edlî (ATK) gelek giran derbas bû, rastî mûameya xerab hat. Di mehên derbasbûyî de ATK’ê raporên teşhîsê yên nexweşxaneya dewletê û fakulteya tipe tune hesibandin û tenê ji bo li hundir bigire û eziyet bike raporeke derew amade kir. Di encama van hemûyan de nexweşî pêş ket. Ji ber semptomên her ku diçe zêde dibin de di testên norolojiyê û mûayeneyê yên dawî de jî ev pêşketin hate raporkirin. Ji ber dermanê demansê yê bikartîne tê re nekir dermanê duyemîn bikartîne. Ji ber vê yeke di 16’ê îlonê de jinûve çû ATK’ê. Ji bilî berdana wê tu vebijêrkên tibbî û mirovî nînin.”
 
TECRÎD: PÊŞEROJA WELAT BI MIFTEKIRÎ YE
 
Yuksekdag, pirsên me yên têkildarî bandor û pêkanînên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin jî bersivandin. Yuksekdag, bi lêv kir ku miftekirina deriye Îmraliyê îhtîmala çareseriyê xelas dike û got: “Heta ku mifteya wî deriyi neyê vekirin, wê pêşeroja Tirkiyeyê jî miftekirî be.  Ji ber ku gelên bindest, kedkar, jin û ciwanan di 6-7 salên dawî yên desthilatdara AKP'ê de nekarîn pêşeroja xwe wekî berê bibînin. Bi dawîbûna pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê AKP-MHP’ê û Erdogan ve û darbe, Rewşa Awarte, zêdekirina pêkanînên faşîzma vekirî paralelî hev in.”
 
BANDORA TECRÎDÊ  
 
Yuksekdag, bi bîr xist ku “Pêvajoya Çareseriyê” di mûxatabbûna Abdullah Ocalan de pêşketiye, di wan salan de xwîn ne riştiye û wiha bi lêv kir: “Her roja ku denge aştî û çareseriyê hate kêmkirin bi civakê re desthilata AKP’ê-Qesrê jî winda kir. Ev faturayeke aborî û siyasî ya giran û mezin e. Qasî ku miftekirina deriye giravê bidomînin wê krîza siyasî û aboriyê ya heyî berdewam bike.” 
 
‘PEYMANA ŞER’ A AKP’Ê Û MHP’Ê
 
Yuksekdag, diyar kir ku piştî pêvajo bi dawî bû operasyon hatin destpêkirin û AKP’ê-MHP’ê “Peymana Şer” îmze kir. Yuksekdag axaftina xwe wiha domand: “Ji şer û krîza wê afirand ji rêveberiya rewşa awarte sûd girtin û hatin heta van rojan. Civak û muxalefet bi darê ‘têkoşîna bi terorê û beka re’ kontrol kirin.”
 
HESABA AKP’Ê YA HILBIJARTINÊ
 
Yuksekdag, qala êrişên li ser partiya xwe jî kirin û wiha domand: “Doza girtinê û Kobanê bi awayekî paralel dimeşînin. Dixwazin doza Kobanê ku siyasetmedar jê tên darizandin zû bi dawî bikin, ceza bidin û bikin palpişta bingehîna doza girtinê. Desthilata AKP’ê û MHP’ê dixwaze di her du dozan de ceza bide û biçe hilbijartinê. Daraz kirin amûrê siyasete, bi dozên komployê pêşiya muxalefetê girt, hatin dawiya xwe birêvebirinê. Heta ku komkujiya edalet û hiqûqê ya di dozên HDP’ê û Kobanê de hebin wê jinûve qezenç nekin.”
 
GIRÎNGIYA TIFAQA KED Û AZADIYÊ   
 
Yuksekdag, destnîşan kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê ya di pêşengtiya HDP’ê de hatiye avakiarin alternatîfeke û dazanîn ku girîngiyeke tifaqê ya dîrokî heye. Yuksekdag, diyar kir ku divê tifaq ne tenê ji bo hilbijartinê be û ev tişt gotin: “Tifaq bi deklarasyoneke berfireh hate avakirin. Ji vir û şunde ya esas ew e ku ruh û naveroka deklarasyonê zindî bibe û heza kişandinê hilberîne. Divê kesên dibêjin ked û azadî, daxwaza aştî, edalet û demokrasiye dikin di bin banekê de kom bin. Heta ku di rastiya Tirkiyeyê de ev pêk neyê ji kesê re mafê hebûn û aramiyê tune ye. Em dikarin bi serkeftina Tifaqa Ked û Azadiyê berê dîrokê biguherînin.”
 
Yuksekdag, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê hêj bi kodên kevneşopî tê tevgerandin û got: “Îro Tifaqa Cûmhûr ya li desthilatê jî Tifaqa Milet a li muxalefeta bingehîn jî nikare derkevin derveyî vê çerxa bêsûd. Tirkiyeya Demokratîk encax ji derveyî vê çerxa bêsûd dikare derkeve holê. Dema azadixwaziya jinê, alîgirtina kedê û demokrasiya gel pêş ket û veguherî hêza rêveberiyê ev armanc dikare bibe rast.”
 
‘TU FERQA WAN NAMÎNE’
 
Yuksekdag, destnîşan kir ku tu siyaseta ji bo pirsgirêka kurd perspektîfeke çareseriyê pêşkeş neke wê sernekeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Asta serkeftina kesên bi înkar îmha û perçiqandinê nêzîkî vê rastiyê dibin li holê ye. Di vê xetê de ji tiştên desthilatê kirî zêdetir nikarin tiştekê bikin. Ji xwe di vê mijarê de tifaqa AKP’ê û MHP’ê li serî ye. Meseleya esas ew e ku dê tiştên ji wan cudatir çi bikin. Maseya Şeşan hêj derbarê vê mijarê de bersivek nedaye. Lê jeopolîtîka Tirkiyeyê bêbersiv hiştina vê pirse nikare ragire.”
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

28/10/2022
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan
13:03 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:00 Li Êlihê sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
12:49 Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê
12:48 Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
12:47 Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin
12:47 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye
12:46 Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan
12:29 Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin
12:11 Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye
12:09 Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya
11:56 Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin
11:55 Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin
11:45 12 wezîrên karên derve yên jin ên 12 welatan bo jinên îranî daxuyanî dan: Em bi we re ne
11:40 Rojnamevan Deger: Em ê li her qadê dengê rastiyê ragihînin
11:35 Rojnamevan: Divê saziyên navnetewî xwedî li rojnamevanan derkevin
11:30 Kesên ji bo piştevaniya bi Fîncanci re hatin ber deriyê edliyeyê hatin derbkirin
10:55 Rojnamevan Nazlim: Em ê her rûmeta rastiyê biparêzin
10:51 KJAR: Şoreşa jinan çirûskek agirê azadiyê
10:32 57 binçavkiriyên li Stenbolê hatin berdan
10:30 ‘Dixwazin belavbûna nûçeyên rasteqîn asteng bikin’
10:15 Gulser Yildirim: Heke deriyê Îmraliyê bê vekirin dê ji wir destê aştiyê dirêj bibe
09:01 'Meseleya girtîgehan meseleya tevahiya civakê ye'
09:01 Çûna Ewropayê li ber dilê wan xweş dikin!
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:33 Li Zapê leşkerek din jî hat kuştin
08:23 Seroka TTB’ê Fîncanci sewqî edliyeyê hat kirin
26/10/2022
23:05 Hevserokê HDP'a Çîlikanê Ûzûn hat binçavkirin
23:00 Fîncanci: Em ê bi têkoşînê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê derkevin
21:57 Rojnamevan Aggoz bi şertê hepsa malê hat berdan
21:46 Jinan binçavkirina Fîncanciyê û 11 rojnamevanan şermezar kir
20:36 Cebraîl Gundogdû yê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
19:45 'Binçavkirina rojnamevanan delîla antîdemokratîkbûyîna 'qanûna sansurê' ye'
19:33 Evsen piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:28 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
16:15 Li emniyetê îfadeya rojnameger Zemo Aggoz tê girtin
15:53 Girîngiya şanoya kurdî hat gotûbêjkirin
15:50 Ji bo parêzerên hedef hatin girtin wê gilî bê kirin
15:19 Binçavkirina Fîncanci li gelek bajaran hat protestokirin: Di zûtirin demê de berdin
14:51 Rojnameger Altan behsa kêliyên îşkenceyê kir: Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe
14:40 Jin dê ji bo Fîncanci û rojnamegeran li Kadikoyê bin
14:19 Bi darê zorê hewl dan wêneyê rojnameger Yurtsever di nava alaya tirkan de bikişînin
14:15 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê 'Meşa mirovahiyê' bê lidarxistin
14:14 Di doza bobelata keştiyê de hezar û 33 sal ceza hate dayîn
14:13 7 rojnamevanên ku hatin binçavkirin anîn Enqereyê
14:08 ÎHD: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
14:06 TTB: Axaftinên Fîncanci ne sûc in
14:05 Şenyaşar: Ji bo ku dengê me neyên bihîstin rojnameger binçavkirin
13:52 Ji rojnamegerên welatên derve bertek: Hempîşeyên me berdin
13:39 Saziyên Mêrdînê piştgirî dan Nobeta Edaletê ya Amedê
13:23 ‘Rojnameger heqîqetê dinivîsin, em ê paşve gavê neavêjin’