‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’

  • rojane
  • 09:03 24 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk, diyar kir ku sedemê bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk “têkçûn” e.
 
Dewleta tirk di êrişên ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin de çekên kîmyewî bikartîne. HPG’ê aşkera kir ku di êrişên 6 meh li pey xwe hiştin de dewleta tirk herî kêm 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî û yên qedexe bikar anî ne. HPG’ê ragihand ku di nava 3 mehan de 17 endamên wan di êrişên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane. HPG’ê her wiha dîmenên 2 endamên xwe yên piştî ji çekên kîmyewî bi bandor bûn jiyana xwe ji dest dan jî weşandin. 
 
Bûrcûgul Çûbûk
 
‘ÊRIŞ BI TÊKÇÛNÊ ENCAM GIRTIN’ 
 
Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk a êrişên Tirkiyeyê nirxandin, bi lêv kir ku êriş “dagirkirin û îlhak e”. Çûbûk, da zanîn ku beriya êrişên di 23’yê nîsana 2021’an de dest pê kirin de weke “êrişên dawî” ne propaganda kirin lê êriş bi têkçûnê encam girtin û wiha got: “CHP ya ku qaşo muxalîf e û êriş pejirandin jî hatiya asta ku rexne bike. Em dizanin ku gerîla li Başûr çawa li ber xwe didin. Me dît ku artêş her tim paş ve kişiya. Li cihe ku ev têkçûyîn herî zêde hate fêmkirin, rexneyên muxalefeta bûrjûva û hevkarên mêtîngeriyê jî çêbûn. Mînaka vê ya herî berbiçav li Garê pêk hat.”
 
‘PDK WEKE SÎXURAN TEVDIGERE’
 
Çûbûk, bi lêv kir ku piştî Tirkiye têk çû dest bi bikaranîna PDK’ê kir û wiha berdewam kir: “PDK bi awaye lojîstîkê nirxand. Di nava PDK’ê xwe bi cih kir û bi dizî ketin nav. Di heman demê de di pirsgirêka yekitiya kurdan de jî weke hêmana dabeşker hate bikaranîn. PDK, weke sîxûrên mêtîngeran tevdigere. Ji ber vê yeke helwest û sekna PDK’ê ya li dijî gelê kurd dijminane ye. Ev jî têr nekir, maskeyên gazê ku bi êrişan re ji bo gerîla diçûn desteser kirin. Her wiha îsal pêleke din a êrişan dan destpêkirin û xwestin tola par hilînin.”
 
REXNEYÊN LI MUXALÎFAN 
 
Çûbûk, bal kişand ku piştî êrişên di 17’ê nîsanê de destpêkirin bikaranîna çekên kîmyewî zêde bûn û diyar kir ku dewleta tirk çiya, dar, ber, çivîk û axa li herêmê weke dijminan dibîne. Çûbûk, anî ziman ku çekên kîmyewî hemû erdnîgariyê tune dike û wiha pê de çû: “Em dizanin windahiyên wan ên cidî hene û vê aşkera nakin. Ji ber vê yeke kîmyasalê bikartînin. Ji ber armanca wan ew e ku bi temamî ji holê rakin, di mijara bikaranînê de guncav dibîne.”
 
Çûbûk, anî ziman ku desthilat armanc dike ku kurdan ji holê rake û da zanîn ku heman êriş li bajarên Tirkiyeyê jî belav bûne. Çûbûk, qala zextên li ser muxalefeta civakî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rexnekirina tundiya yê bindest hêsane komeke ku ji bikaranîna çekên kîmyewî û tundiya serdest re dibêje ‘îdia’ hene. Toreke berfireh a çepgir û sosyalist derkete holê. Ev nayê fêmkirin. Şoreşger jî di kolanan de tişta ji destê wan tê dikin. Lê nebûna avaniyeke şoreşger a li kolanê ji bo me mijara nîqaşê ye.” 
 
KEVNEŞOPIYA ‘ÎNKARÊ’ YA DEWLETÊ 
 
Çûbûk, a qala daxuyaniya desthilatê ya “çekên kîmyewî di envantera me de nînin” kir, bal kişand ser çekên qedexekirî yên di deste DAIŞ’ê de û wiha pê de çû: “Tirkiye madeya xam di destê xwe de digire. Heke madeya xam hebe astengiya li ber çiya? Nîne. Dikare atolyekê ava bike û çekan çêbike. Gotinên ku di envantera artêşa tirk de nîne hatin bikaranîn. Şerê Gayrî Nîzamî bi envanteran nayê kirin. Demekî hêj JÎTEM di holê de hewce nîne em bikevin nîqaşeke wisa. Dewlet qebûl nake ku ev mirov avêtine bîrên kirêcê. Qebûl nake ku gorên komî bên vekirin. Ev kevneşopiyeke dewletê ye.”
 
‘NIKARE JI HEV BÊN VEQETANDIN’
 
Çûbûk, destnîşan kir ku ji bilî çekên kîmyewî êriş jî neqanûnî ne û diyar kir ku hiqûqa navnetewî di asteke têrker de encam nagire. Çûbûk, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em têkoşîna xwe bi xwe bidin. Mafê jiyana çîna karkeran û mafê jiyana kurdan niqare ji hev bê veqetandin. Heke gel dixwazin bijîn neçar in ku mafê jiyana gelên Kurdistanê biparêzin. Divê xeta polîtîk ji vir ava bikin.”
 

Sernavên din

28/10/2022
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan
13:03 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:00 Li Êlihê sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
12:49 Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê
12:48 Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
12:47 Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin
12:47 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye
12:46 Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan
12:29 Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin
12:11 Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye
12:09 Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya
11:56 Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin
11:55 Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin
11:45 12 wezîrên karên derve yên jin ên 12 welatan bo jinên îranî daxuyanî dan: Em bi we re ne
11:40 Rojnamevan Deger: Em ê li her qadê dengê rastiyê ragihînin
11:35 Rojnamevan: Divê saziyên navnetewî xwedî li rojnamevanan derkevin
11:30 Kesên ji bo piştevaniya bi Fîncanci re hatin ber deriyê edliyeyê hatin derbkirin
10:55 Rojnamevan Nazlim: Em ê her rûmeta rastiyê biparêzin
10:51 KJAR: Şoreşa jinan çirûskek agirê azadiyê
10:32 57 binçavkiriyên li Stenbolê hatin berdan
10:30 ‘Dixwazin belavbûna nûçeyên rasteqîn asteng bikin’
10:15 Gulser Yildirim: Heke deriyê Îmraliyê bê vekirin dê ji wir destê aştiyê dirêj bibe
09:01 'Meseleya girtîgehan meseleya tevahiya civakê ye'
09:01 Çûna Ewropayê li ber dilê wan xweş dikin!
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:33 Li Zapê leşkerek din jî hat kuştin
08:23 Seroka TTB’ê Fîncanci sewqî edliyeyê hat kirin
26/10/2022
23:05 Hevserokê HDP'a Çîlikanê Ûzûn hat binçavkirin
23:00 Fîncanci: Em ê bi têkoşînê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê derkevin
21:57 Rojnamevan Aggoz bi şertê hepsa malê hat berdan
21:46 Jinan binçavkirina Fîncanciyê û 11 rojnamevanan şermezar kir
20:36 Cebraîl Gundogdû yê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
19:45 'Binçavkirina rojnamevanan delîla antîdemokratîkbûyîna 'qanûna sansurê' ye'
19:33 Evsen piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:28 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
16:15 Li emniyetê îfadeya rojnameger Zemo Aggoz tê girtin
15:53 Girîngiya şanoya kurdî hat gotûbêjkirin
15:50 Ji bo parêzerên hedef hatin girtin wê gilî bê kirin
15:19 Binçavkirina Fîncanci li gelek bajaran hat protestokirin: Di zûtirin demê de berdin
14:51 Rojnameger Altan behsa kêliyên îşkenceyê kir: Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe
14:40 Jin dê ji bo Fîncanci û rojnamegeran li Kadikoyê bin
14:19 Bi darê zorê hewl dan wêneyê rojnameger Yurtsever di nava alaya tirkan de bikişînin
14:15 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê 'Meşa mirovahiyê' bê lidarxistin
14:14 Di doza bobelata keştiyê de hezar û 33 sal ceza hate dayîn
14:13 7 rojnamevanên ku hatin binçavkirin anîn Enqereyê
14:08 ÎHD: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
14:06 TTB: Axaftinên Fîncanci ne sûc in
14:05 Şenyaşar: Ji bo ku dengê me neyên bihîstin rojnameger binçavkirin
13:52 Ji rojnamegerên welatên derve bertek: Hempîşeyên me berdin
13:39 Saziyên Mêrdînê piştgirî dan Nobeta Edaletê ya Amedê
13:23 ‘Rojnameger heqîqetê dinivîsin, em ê paşve gavê neavêjin’
12:28 Jîna Emînî li ser gora xwe tê bîranîn