Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin

  • rojane
  • 10:52 24 Cotmeh 2022
  • |
ÎZMÎR - Parêzera OHD’î Aryen Turan ku di Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê de ji ber dirûşma “Jin, jiyan, azadî” rastî êrişa nîjadperest hat, da zanîn ku sedema vê bêtehemûliyê, dijminatiya li dijî kurdan û jinan e û wiha got: “Em ê dev ji berzkirina vê dirûşmê bernedin.” 
 
Baroya Îzmîrê, di 22’yê cotmehê de Lijneya Giştî ya Awerta ya 2022-2024’an li dar xist. Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Aryen Turan di dema axaftina xwe de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir û bi vê sedemê jî rastî êrişa nîjadperest hat. Turan, di axaftina xwe de di şexsê Aysel Tugluk de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest ku di zûtirin demê de bên berdan. 
 
Her wiha Turan, xwest ku dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî bên lêkolînkirin û hem Denîz Poyraz û hem jî Jîna Emînî ku li Îranê hatibû qetilkirin bi bîr anî. Turan, bi domdarî got: “Em soz didin wan ku dê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wekhevî û azadiyê derkevin. Li dijî pergala mêrserdest, em jin bi dengekî herî bilind dibêjin; ‘jin, jiyan, azadî.” Di vê navberê de li eywanê hinek kes qêriyan. Li ser vê yekê jî hinek parêzeran bi dengekî bilind dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ berz kirin. Li ser berteka Endamên Koma Parêzerên Komarparêz, di navbera wê koma faşîst û parêzerên OHD’î de rageşî derket. Di vê navberê de hinek parêzerên faşîst dirûşma “Em leşkerên Mûstafa Kemal în” berz kirin. 
 
LI DIJÎ GOTINA DEMOKRASIYÊ BERSIVA BIHEQARET 
 
Parêzer Aryen Turan têkildarî êrişa nîjadperest axivî û got ku di lijneya giştî de qala bêhiqûqiyên li Tirkiyeyê û daxwaza edaletê ya gel kiriye. Bi domdarî Turan wiha got: “Min qala Malbata Şenyaşar, Gulistan Doku, Aysel Tugluk û girtiyên nexweş kir ku terkî mirinê tên kirin. Min got ku îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî heye û divê bên lêkolînkirin. Di dema axaftina min de endamên Koma Parêzerên Komarparêz heqaret kirin û dengê xwe bilind kirin. Min axaftina xwe domand û qala Denîz Poyraz kir ku hewl didin dozê ji parêzeran veşêrin. Her wiha min ji bo Denîz Poyraz û Jîna Emînî ku li Îranê ji hêla ‘polîsên exlaqê’ ve hat qetilkirin dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ berz kir. Piştî vê dirûşmê jî ez ji kursî hatim xwarê. Di wê navberê de heqaret li min kirin û bi ser min de hatin.” 
 
BÊTEHEMÛLIYA LI DIJÎ KURDAN
 
Turan, da zanîn ku di nava koma êrişkar de endamên AKP, MHP, Partiya Vatan hebûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di esasê xwe de refleksa dewletê ya li hemberî kurdan bû. Dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li tevahiya cîhanê olan dide. Lê parêzerên Baroya Îzmîr ku divê mafê azadiya xweîfadekirinê biparêzin, bêtehemûlî nîşandan. Sedema vê êrişê, dijminatiya wan a li hemberî kurdan û jinan e. Mixabin ji bo faşîzmê pîşe girîng nîne. Kesên li wir diviya demokrasî biparastina lê bi ser me de hatin û heqaret kirin. Heke parêzer wiha bikin gelo dê gel çi bike? Li dijî kurdan û jinan bêtehemûliyeke mezin heye.”
 
ÊRIŞA LI DIJÎ TEVGERA JINÊN KURD
 
Bi domdarî Turan destnîşan kir ku bi taybet jî dema qala Denîz Poyraz dikir bertek û heqaretên li eywanê zêdetir bûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jixwe dozê ji parêzeran direvînin û birin Şakranê. Xaza îsotê avêtin parêzerên negirtin hundir. 79 baroyan têkildarî vê bêhiqûqiyê daxuyanî dan. Tê payîn ku di danişîna din de parêzeran negirin hundir. Lê em ê li wir bin. Bi taybet jî bêtehemûliya wan a li dijî Denîz Poyraz zêde bû. Xuyaye ku hewldaneke wan a taybet li dijî jinên kurd heye. Weke mînak, tenê ji ber axaftinên wê li Leyla Guven 22 sal ceza hatin birîn. Ev tevek nîşan didin bê ka faşîzm çawa berê xwe daye jinên kurd. Lê ew çi dikin bila bikin, tevgera jinên kurd pir bihêz e û têk naçe. Ji vir û şûnde em ê li her deverê gotina kurdan û jinan bikin. Çi dibe bila bibe êm dev ji berzkirina dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin.” 
 
MA / Tolga Guney

Sernavên din

28/10/2022
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan
13:03 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:00 Li Êlihê sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
12:49 Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê
12:48 Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
12:47 Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin
12:47 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye
12:46 Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan
12:29 Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin
12:11 Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye
12:09 Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya
11:56 Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin
11:55 Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin
11:45 12 wezîrên karên derve yên jin ên 12 welatan bo jinên îranî daxuyanî dan: Em bi we re ne
11:40 Rojnamevan Deger: Em ê li her qadê dengê rastiyê ragihînin
11:35 Rojnamevan: Divê saziyên navnetewî xwedî li rojnamevanan derkevin
11:30 Kesên ji bo piştevaniya bi Fîncanci re hatin ber deriyê edliyeyê hatin derbkirin
10:55 Rojnamevan Nazlim: Em ê her rûmeta rastiyê biparêzin
10:51 KJAR: Şoreşa jinan çirûskek agirê azadiyê
10:32 57 binçavkiriyên li Stenbolê hatin berdan
10:30 ‘Dixwazin belavbûna nûçeyên rasteqîn asteng bikin’
10:15 Gulser Yildirim: Heke deriyê Îmraliyê bê vekirin dê ji wir destê aştiyê dirêj bibe
09:01 'Meseleya girtîgehan meseleya tevahiya civakê ye'
09:01 Çûna Ewropayê li ber dilê wan xweş dikin!
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:33 Li Zapê leşkerek din jî hat kuştin
08:23 Seroka TTB’ê Fîncanci sewqî edliyeyê hat kirin
26/10/2022
23:05 Hevserokê HDP'a Çîlikanê Ûzûn hat binçavkirin
23:00 Fîncanci: Em ê bi têkoşînê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê derkevin
21:57 Rojnamevan Aggoz bi şertê hepsa malê hat berdan
21:46 Jinan binçavkirina Fîncanciyê û 11 rojnamevanan şermezar kir
20:36 Cebraîl Gundogdû yê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
19:45 'Binçavkirina rojnamevanan delîla antîdemokratîkbûyîna 'qanûna sansurê' ye'
19:33 Evsen piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:28 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
16:15 Li emniyetê îfadeya rojnameger Zemo Aggoz tê girtin
15:53 Girîngiya şanoya kurdî hat gotûbêjkirin
15:50 Ji bo parêzerên hedef hatin girtin wê gilî bê kirin
15:19 Binçavkirina Fîncanci li gelek bajaran hat protestokirin: Di zûtirin demê de berdin
14:51 Rojnameger Altan behsa kêliyên îşkenceyê kir: Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe
14:40 Jin dê ji bo Fîncanci û rojnamegeran li Kadikoyê bin
14:19 Bi darê zorê hewl dan wêneyê rojnameger Yurtsever di nava alaya tirkan de bikişînin
14:15 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê 'Meşa mirovahiyê' bê lidarxistin
14:14 Di doza bobelata keştiyê de hezar û 33 sal ceza hate dayîn
14:13 7 rojnamevanên ku hatin binçavkirin anîn Enqereyê
14:08 ÎHD: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
14:06 TTB: Axaftinên Fîncanci ne sûc in
14:05 Şenyaşar: Ji bo ku dengê me neyên bihîstin rojnameger binçavkirin
13:52 Ji rojnamegerên welatên derve bertek: Hempîşeyên me berdin
13:39 Saziyên Mêrdînê piştgirî dan Nobeta Edaletê ya Amedê
13:23 ‘Rojnameger heqîqetê dinivîsin, em ê paşve gavê neavêjin’