Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin

  • rojane
  • 11:23 25 Cotmeh 2022
  • |
ÊLIH - Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku Tirkiye çekên kîmyewî yên ku bi kar tîne ji dewletên endamên OPCW’yê ne distîne û ev bang kirin: “Kîmyasal pirsgirêka mirovahiyê ye. Bila gelên cîhanê jî li dijî vê yekê bertekên xwe nîşan bidin.”
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin 6 mehên xwe li pey xwe hiştin. Artêşa tirk bi êrişên xwe yên hewayî û bejahî li gel teknolojiya pêşketî tu pêşketin bi dest nexist û di demên dawî de dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir. Navenda Parastina Gel (HSM) di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta tirk bi çekên taktîk nukleer, termobarîk û fosforê 2 hezar 467 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bikar anî ye. 
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk dan û xwest ku heyeteke serbixwe biçe li qadê lêkolîn bike. Dayikên Aştiyê ev bang kirin: “Bila hiqûqa navneteweyî bê şixulandin.”
 
CÎHAN ÇIMA BÊDENG E?
 
Dayika Aştiyê Elîf Tûlûktemûr destnîşan kir ku dîmenên kêliyên dawî yên bibandorbûna ji çekên kîmyewî ya 2 HPG’iyan nîşan dide şerekî çiqas qirêj tê meşandin û wiha got: “Cîhan li dijî van dîmenan bêdeng e. Gelo cîhan çima bêdeng e? Qey ji ber ku yên jiyana xwe ji dest dane kurd in ji ber wê? Em dibêjin êdî bes e.” 
 
KÊ ÇEKÊN KÎMYEWÎ DIFROŞE TIRKIYEYÊ?
 
Tûlûktemûr diyar kir ku dewletên endamên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ne çekên kîmyewî difiroşin Tirkiyeyê û anî ziman ku dewletên endam, şirîkatiya sucên dewleta tirk dikin. Tûlûktemûr wiha pê de çû: “Di bikaranîna çekên kîmyewî de rola kê hebe bila hesabê bide. Saziyên navneteweyî yên li dijî van tiştan bêdeng dimînin sucdar in.” 
 
BERTEKA PDK’Ê
 
Tûlûktemûr, desteserkirina PDK'ê ya maskeyên li dijî êrişên bi çekên kîmyewî bi bîr xist û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bila yên ku ji bo bikaranîna çekên kîmyewî bûne rê, bila şerm bikin. Dema ku em çûn, gava piştî me ew dê biçin. Ewqas qetlîam çêbûn, Helebçe çêbû, ma şerm nakin? Gelo çima dest danîn ser wan maskeyan. Ger ku dest nedanîbana ser wan maskeyan dibe ku 17 HPG’î jiyana xwe ji dest nedabûna. Li ser xwîna kurdan bazareke qirêj dikin.” 
 
PIRSGIRÊKA MIROVAHIYÊ
 
Dayika Aştiyê Şukran Dal jî bal kişand ser bêdengiya civakî ya ku tê jiyîn û encamnegirtina hewldanên hiqûqî yên dijî bikaranîna çekên kîmyewî. Dal, bang li her kesê kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî xwedî helwest bin û wiha got: “Bertek nîşan bidin. Bila gelên cîhanê dijî vê yekê bertekên xwe nîşan bidin. Kîmyasal ne tenê pirsgirêka kesekê an jî netewekê ye, pirsgirêka mirovahiyê ye.”
 
BÊDENGIYA ŞIRÎKATIYÊ
 
Dayika Aştiyê Sûltan Azboy jî bertek nîşanî bêdengiya malbata Barzanî da û ev tişt anîn ziman: “Yên kor bila çavên xwe, yên kerr bila guhên xwe vekin û dijî vê hovitiyê bibin deng. Piştî ku dîmen hatin parvekirin tu hewldanên hiqûqî nîn in. Her kesek dibîne lê kesek tiştekê nake. Tu daxuyaniyên malbata Barzanî jî nîn in. 17 mirov hatine qetilkirin ne tu şermezarkirin ne tu bertek nîn e. Ji ber ku ev şirîk in. PDK’a dema ku li Tirkiyeyê tiştek diqewime diçe serdanê an jî şînê, dijî vê qetlîamê yek peyv negotiye.”
 
MA / Fethî Balaman

Sernavên din

01/03/2023
09:08 ‘Her mirineke li sînor Roboskiyek e'
09:07 Serokê ÎMO'yê Atîk: Ji sedî 95'ê rûxandinê ji ber paşguhkirinê ye
09:06 Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim
09:04 Ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, lê li Semsûrê di bin kavilan de man
09:02 Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'YAN
02:32 Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 45 hezaran derbas bû
28/02/2023
22:06 Li Mûşê xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî 'bizewicînin'
19:40 Ji Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin sirgûnkirin
19:06 10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn
17:07 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Divê berpirsyar demildest îstifa bikin
17:00 HDP li Hatayê tax bi tax birînan derman dike
16:47 Kiliçdaroglû bang li Heyva Sor a Tirk kir: Di depoyên we de çiqas kon hebin em ê tevan bistînin
16:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li Bismilê 2 malbat li hev anîn
16:24 Kurdoxoliyê kavil weke roja ewil di cihê xwe de ne!
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû
12:00 Ji bajar tenê kavil, toz û dûman ma
11:51 Malbata Şenyaşar: Tevî heqîqetê jî dozger erka xwe bi cih nayînin
11:38 15 roj li ber kavilê mala xwe bêkon sekinî
11:34 Kovara Lemanê cih da firotina konan: Kizilay di bin kavilan de ye
11:22 'Hikûmeta Şamê nahêle alîkarî derbasî herêmê bibin’
11:01 Him bi erdhejê him jî bi nijadperestiyê re têdikoşin
10:56 Pitik Zerya di 9’ê sibatê de mir lê nexweşxaneyê weke 6’e sibat qeyd kir
10:55 ‘Wesayîta cenaze nedane, law bavê xwe di hembêza xwe de biriye goristanê’
09:02 Raporên kêmxesar didin mexdûrên erdhejê: Heke kêmxesar be hûn werin rûnin
09:01 Tê xwestin ku taxa welatiyên kurdên elewî bê valakirin
09:01 'Em jî wek Fîganî êdî dibêjin Ax û Fîgan’
09:00 Togrûl: Hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir
09:00 Ji bo bajarên ku li benda erdhejek muhtemel in banga tevdîrgirtinê
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2023'YAN
26/02/2023
23:29 Li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e
20:00 Alîgirên Beşîktaşê bi dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ stad hejandin
19:45 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 44 hezar 374 kesan
19:37 Li Mereşê cenaze ji bin kavilan derdikevin: Bi sedan kesên winda hene
19:09 Polîs û zabiteyan zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin
18:30 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 40 kesî fetisîn
17:08 Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin
16:40 ÇHD: Polîsan li Antakyayê îşkence li 3 kesan kirin
16:13 Mexdûrê erdhejê: Hêj jî pirsgirêka kon û xurekan heye
15:41 'Ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê dem dema piştevaniyê ye’
15:35 HDP’ê ji ber zarokan çapemenî hişyar kir
15:21 Malbata Şenyaşar: Em bêdeng nebûn û dê bêdeng nemînin
15:15 Binpêkirinên li dijî rojnamegeran di dema erdhejê de jî nesekinin!