Sancar: Binçavkirina rojnamevanan parçeyek plana bêdengkirina çapemeniyê ye

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da û got: “Dixwazin bi vê operasyonê çapemeniya muxalîf û civakê bêdeng bikin. Ev parçeyek qanûna sansûrê ye.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe ya Meclisê de têkildarî geşedanên di rojevê de axivî. 
 
BINÇAVKIRINA ROJNAMEVANAN 
 
Sancar di axaftina xwe ya komcivînê de bal kişand ser binçavkirina nûçegihanên Ajansa Mezopotamya û JinNewsê ku vê sibehê hatin binçavkirin û wiha got: “Em vê sibehê bi pêleke nû ya binçavkirinan şiyar bûn. Rojnamegeran dikin hedef. Vê sibehê li Enqere, Stenbol, Amed, Mêdîn, Wan û Rihayê bi ser malên xebatkarên çapemeniya azad de hat girtin. Di serdegirtinên malan de gelek nûçegihanên Ajansa Mezopotamya û ajansa jinan a JINNEWS'ê hatin binçavkirin. Di serdegirtinê de polîsan berê çekên xwe dane ser rojnamevanan, destên wan ji pişt ve kelemçekirin e û wan li erdê dirêj kirine. Ev operasyona ku yekser piştî derxistina qanûna sansurê pêk hat, ne tesaduf e. Ev parçeyek ji plana bêdengkirina çapemeniya muxalîf û civakê ye. Ev êrîş li dijî azadiya mafê wergirtina nûçeyan a gel e.
 
Me got bi nêzîkbûna hilbijartinan re îktidar ji bo bêdengkirina civakê û tirsandina mûxalîfan van operasyonan didomîne. Em vê yekê dizanin. Lê me her tim gotiye ku ew ê li pêşberî têkoşîna heqîqetê bi ser nekevin, em careke din dibêjin, ev îktidar îktidarek darbekar e. Derbeyê li siyasetê dixe, derbeyê li çapameniyê dixe. Darbe li karker û kesên ku li mafan diğerin dixin. Ma ji vê zêdetir zîhniyeteke derbekarî heye? Lê tu zîhniyet û rêveberiya derbekar bi ser neketiye. Tenê bedelên giran bi civakan dan û li welat talankirinek mezin çêkir. Ev dê bibe dawiya vê îktidarê. Wezîfeya me ye ku em pêşî li zirarên ku gihandiye vî welatî û wêraniya ku kiriye bigrin. Em rêwiyên rêya ku welat ber bi ronahiyê ve bibe ne. Em tev bi hev re di vê rêyê de dimeşin. Yên ku bi hev re li ser vê rêyê dimeşin wê zêde bibin, teqez wê serkeftin bê. Bi vê yekê bawer bin.” 
 
JI FIKRA NAMZETÊ HEVPAR RE VEKIRÎ NE 
 
Sancar li ser namzetiya serokkomariyê ku li Tirkiyeyê tê nîqaşkirin jî rawestiya û wiha got: “Em ji fikra namzedek hevpar di hilbijartina serokkomariyê de bi diyaloga rasterast û muzakereyên zelal re vekirî ne. Di vê çarçoveyê de me bang li muxalefeta siyasî û hêzên demokrasiyê kir. Heke em nikaribin bersiva vê bangê bidin, me got, em ê li ser vebijarkên din xebata xwe bidomînin. Yanî me pêşniyaza xwe kir, me bang kir, me negot em niha li aliyekî rûnin. Ji bo ku li Tirkiyeyê rê li ber veguhertina demokratîk veke, me bi berpirsyariya xwe ya siyasî re helwestek bi pêş xist. Mixabin ev pêşnûme bi qasî ku heq dike nehat nîqaşkirin, ji eslê xwe hat dûrxistin an jî paşguh kirin. Hinekan tenê ji bo ku spekulasyonan bikin û hêza siyasî ya HDP'ê bêbandor bikin, van spekulasyonan berdewam kirin. Me di civîna xwe ya Rêveberiya Navendî de qalîteya namzetê em lê diğerin diyar kir. Ev ne nû ye lê me xwest em dîsa bi bîr b ixin. 
 
TIFAQA KED Û AZADIYÊ 
 
Sancar bal kişand ser Tifaqa Ked û Azadiyê ku bi pêşengiya partiya wan hatiye avakirin û wiha axivî: “Helbet di vê navberê de me di çarçoveya armanca xwe ya tifaqa demokrasiyê de bênavber xebatên xwe domandin. Encama yekem a berçav ya vê yekê jî îlankirina Tifaqa Ked û Azadiyê bû. Ev tifaqa ku em gelek nirx didine ji aliyê gelên Tirkiyeyê bi coş hat pêşwazîkirin û em di wê baweriyê de ne ku wê bandoreke wê ya mezin hebe, niha di cihê herî girîng a xebata me de cih digire. Ev tê vê wateyê. Helbet em ê li ser xebatên xwe yên ji bo diyarkirina namzetê xwe yê serokomariyê di nava tifaqê de jî nîqaş bikin. Gotûbêj, şêwir û hevdîtina ku em ê di nava tifaqê de bikin jî bingeha rêbaza diyarkirina namzetê me yê serokomariyê ye.”
 
TÊKBIRINA ÎKTIDARÊ
 
Ev pergala ku xetimî ye, welat bêbêhn hiştiye. Bi israr hemû rêyên çareseriyê digire. Çimkî vê pergalê ango îktidarê neçareseriyê wek rê daniye pêşiya xswe û siyaseta xwe li ser vê dike. Ew nikarin êdî li gorî serê xwe tevger bikin. Em bi biryar in em ê hemû rêyên pêşiya wan bigirin. Em bi bawer in ku em ê vê îktidarê bişînin û navê wê di nava dîrokê de winda bikin.”
 
BERSIVA ERDOGAN DA 
 
Sancar bersiva Serokkomarê AKP’yî Erdogan ku li Amedê li ser nasnameya neteweya wan axivîbû da û wiha got: “Ez naxwazim zêde li ser vê meseleyê biaxivim. Lê hemin ku Serokê Giştî yê AKP'ê, birêz Selahattîn Demîrtaş û min, li ser nasnameya hedef nîşan da, ez ê çend gotinan bo wî bêjim. 'Binêre' gotarek e ku min di sala 2004’an de nivîsand. Beriya wê jî hene. Ez ê bi kurtasî ji we re bêjim. Di sala 2004’an de çi qewimî? Min ev gotarê li ser çi wesîleyê nivîsî. Min têkildarî xwendekaran nivîsandibû. Xwendekarên zanîngehan ji bo ku zimanê kurdî bibe dersa hilbijartî serî li zanîngehan dabûn, bi hezaran xwendekar ji ber ku ji bo zimanê xwe yê zikmakî derseke hilbijartî bê dayîn hatin binçavkirin, darizandin, ji dibistanên xwe hatin dûrxistin, ji mafên xwe perwerdehiyê û azadiya xwe bêpar hatin hiştin.” 
 
 

Sernavên din

28/10/2022
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan
13:03 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:00 Li Êlihê sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
12:49 Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê
12:48 Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
12:47 Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin
12:47 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye
12:46 Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan
12:29 Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin
12:11 Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye
12:09 Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya
11:56 Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin
11:55 Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin
11:45 12 wezîrên karên derve yên jin ên 12 welatan bo jinên îranî daxuyanî dan: Em bi we re ne
11:40 Rojnamevan Deger: Em ê li her qadê dengê rastiyê ragihînin
11:35 Rojnamevan: Divê saziyên navnetewî xwedî li rojnamevanan derkevin
11:30 Kesên ji bo piştevaniya bi Fîncanci re hatin ber deriyê edliyeyê hatin derbkirin
10:55 Rojnamevan Nazlim: Em ê her rûmeta rastiyê biparêzin
10:51 KJAR: Şoreşa jinan çirûskek agirê azadiyê
10:32 57 binçavkiriyên li Stenbolê hatin berdan
10:30 ‘Dixwazin belavbûna nûçeyên rasteqîn asteng bikin’
10:15 Gulser Yildirim: Heke deriyê Îmraliyê bê vekirin dê ji wir destê aştiyê dirêj bibe
09:01 'Meseleya girtîgehan meseleya tevahiya civakê ye'
09:01 Çûna Ewropayê li ber dilê wan xweş dikin!
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:33 Li Zapê leşkerek din jî hat kuştin
08:23 Seroka TTB’ê Fîncanci sewqî edliyeyê hat kirin
26/10/2022
23:05 Hevserokê HDP'a Çîlikanê Ûzûn hat binçavkirin
23:00 Fîncanci: Em ê bi têkoşînê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê derkevin
21:57 Rojnamevan Aggoz bi şertê hepsa malê hat berdan
21:46 Jinan binçavkirina Fîncanciyê û 11 rojnamevanan şermezar kir
20:36 Cebraîl Gundogdû yê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
19:45 'Binçavkirina rojnamevanan delîla antîdemokratîkbûyîna 'qanûna sansurê' ye'
19:33 Evsen piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:28 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
16:15 Li emniyetê îfadeya rojnameger Zemo Aggoz tê girtin
15:53 Girîngiya şanoya kurdî hat gotûbêjkirin
15:50 Ji bo parêzerên hedef hatin girtin wê gilî bê kirin
15:19 Binçavkirina Fîncanci li gelek bajaran hat protestokirin: Di zûtirin demê de berdin
14:51 Rojnameger Altan behsa kêliyên îşkenceyê kir: Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe
14:40 Jin dê ji bo Fîncanci û rojnamegeran li Kadikoyê bin
14:19 Bi darê zorê hewl dan wêneyê rojnameger Yurtsever di nava alaya tirkan de bikişînin
14:15 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê 'Meşa mirovahiyê' bê lidarxistin
14:14 Di doza bobelata keştiyê de hezar û 33 sal ceza hate dayîn
14:13 7 rojnamevanên ku hatin binçavkirin anîn Enqereyê
14:08 ÎHD: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
14:06 TTB: Axaftinên Fîncanci ne sûc in
14:05 Şenyaşar: Ji bo ku dengê me neyên bihîstin rojnameger binçavkirin
13:52 Ji rojnamegerên welatên derve bertek: Hempîşeyên me berdin
13:39 Saziyên Mêrdînê piştgirî dan Nobeta Edaletê ya Amedê
13:23 ‘Rojnameger heqîqetê dinivîsin, em ê paşve gavê neavêjin’
12:28 Jîna Emînî li ser gora xwe tê bîranîn
12:23 Dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di 1’ê Mijdarê de meşeke mezin bê lidarxistin