Binçavkirina Fîncanci li gelek bajaran hat protestokirin: Di zûtirin demê de berdin

  • rojane
  • 15:19 26 Cotmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Binçavkirina Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci li gelek bajaran hat protestokirin û di çalakiyan de banga; “Di zûtirin demê de berdin” hat kirin. 

Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ji ber axaftinên xwe yên derheqê bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ji hêla dewleta tirk ve, hedef hatibû nîşandan û derheqê wê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn hatibû destpêkirin û di vê çarçoveyê de jî îro di danê sibehê de li Stenbolê hat binçavkirin. Binçavkirina Fîncanci, li gelek bajaran hat protestokirin. 
 
AMED
 
Bi vê mebestê, li Amedê bi tevlibûna endam û rêveberên gelek sendîka û rêxistinên civaka sivîl, li pêşiya Odeya Bijîşkan daxuyanî hat dayîn. Nûnerên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Platforma Ked û Demokrasiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Platforma Demokrasiyê ya Mêrdînê, Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê, Komeleya Jinan a Rosayê, DÎSK Genel-Îş, TMMOB, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Baroya Amedê û Odeya Bijîşkên Diranan a Amedê jî di daxuyaniyê de amade bûn. 
  
Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran di daxuyaniyê de axivî û bertek nîşanî serdegirtina mala Fîncanci da. Bi domdarî Tûran wiha got: “Fîncanci, parastvana mafên mirovan û zanyareke û her tim li dijî tundiyê ye. Tevahiya jiyana xwe bo zanistê û ji bo pêşîlêgirtina îşkenceya li welatê me û deverên din ên cîhanê derbs kir. Tişta ku li Fîncanci hatiye kirin ne tenê binpêkirineke giran a mafê raman û azadiyê lê di heman demê de êrişeke li dijî parastina mafên mirovan e.” 
 
Bi domdarî Tûran bi bîr xist ku piştî daxuyaniyên desthilatdariyê Fîncanci hatiye binçavkirin û ev tişt anî ziman: “Ev binçavkirin, asta herî jor a zexta ku ev derdor li TTB’ê û hemû rêxistinên ked û pîşeyî ye. Weke rêxistinên ked û pîşeyî, em kampanyaya lînçkirinê ya li dijî Fîncanci hatiye desptêkirin û sepanên derhiqûqî qebûl nakin. Divê Fîncanci di zûtirin demê de bê berdan.” 
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî da zanîn ku binçavkirina Fîncanci derhiqûqî ye û binpêkirina mafê raman e. Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya jî got ku ew bi Fîncanci re ne û xwest ku di zûtirin demê de were berdan. 
 
STENBOL 
 
Şaxên Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Stenbolê jî li pêşiya avahiya xwe ya li Şîşliyê daxuyanî da. Hevserokê Şaxa SES’a Anadoluyê Erdal Guzel di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Dema mijara behsa xeberê dibe bikaranîna çekên kîmyewî, kesên ji ewil mîkrofon lê tê dirêjkirin bijîşk û rêxistinên pîşeyî ne. Fîncanci, dîmenên heyî weke bijîşkekî nirxandiye û da zanîn ku heke mirinên heyî ji ber çekên kîmyewî çêbibin, divê di çarçoveya Protokola Minnesotayê de lêpirsîn bê destpêkirin. Li şûna ku desthilatdarî daxwaza lêkolînê bike, di şexsê Fîncanci de pisporiya bijîşktiyê hedef girtiye. Li gel ku hinek kesayetên siyasî hedef nîşan da jî, ji bo îfadeyê vegeriya welêt. Di rewşeke wiha de nayê qebûlkirin ku bi serdegirtina malê bê girtin. Parastina tenduristiya gel, dijbertiya li şer û tevgera li gorî rastiya zanistê sûc nîne.”
 
ARTVÎN
 
Nûnertiya SES’ê ya Artvînê jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tu tiştekî Fîncanci aniye ziman sûc nîne û ev tişt hatin destnîşankirin: “Piştî daxuyaniyên derdorên desthilatdariyê yên weke fermana bo darazê, biryara binçavkirinê hat dayîn. Weke rêxistinên pîşeyî em lînça siyasî ya li dijî Fîncanci hatiye destpêkirin qebûl nakin. Fîncanci bi tenê nîne û rûmeta me ye.” 
 
EDENE
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê jî li Parka Ataturkê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila Şebnem Korur Fîncanci di zûtirin demê de bê berdan. Binçavkirin nayê qebûlkirin” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de Serokê Odeya Bijîşkan ê Edeneyê Selahattîn Menteş axivî û wiha got: “Çawa ku ji ber gotina me ya ‘şer, pirsgirêkeke tenduristiya gel e’ qiyamet hatibe rakirin û em hatibin darizandin, îro jî tu fikarên me ji bo darizandinê nînin. Divê rêgezên dewleta demokratîk û hiqûqî bi ci bînin û piştî îfadeyê jî di zûtirin demê de Dr. Şebnem Korur Fîncanci berdin.” 
 
 

Sernavên din

30/10/2022
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e