Çûna Ewropayê li ber dilê wan xweş dikin!

  • rojane
  • 09:01 27 Cotmeh 2022
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Îbrahîm Êzidî diyar kir ku di wargehên êzidiyan de ku di bin kontrola PDK'ê de ne xizmeta dewletan a ji bo wargehan hatiye qutkirin û got: "Li gel qutkirina xizmetê êzidiyên ku dixwazin vegerin Şengalê jî PDK berê wan dide Ewropayê." 
 
Di sala 2014'an de bi hevkariya hin dewletan DAIŞ'ê êrîş biribû ser Şengalê. Di êrîşan de bi dehan êzidî hatibûn qetilkirin û gelek koçber bûn û gelek ji wan jî di bazaran de hatin firotin. Gelek êzidî jî di wargehan de ku di bin kontrola Hikûmeta Başûrê Kurdistanê de de ne bi cih bûbûn. Ezidiyên ku piştî qirkirina DAIŞ’ê, di bin sîwana Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de hêzên xwe yên parastinê ava kirin û gav bi gav bajarê xwe ji destê DAIŞ’ê girtin û jinûve ava kirin. Peymana Şengalê ku di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatibû îmzekirin, ji bo herêmê bû cihê talûkeyên nû. Êzidiyên ku ev 2 sal in li dijî vê peymanê li ber xwe didin, niha bi polîtîkayên şerê taybet ên PDK'ê re rû bi rû ne. Hat diyarkirin ku alîkariya ji bo êzidiyên ku di wargehên Xankê, Şariye, Keber-1, Keber-2, Bacidkendale, Bêrsivê, Çemmişko, Erbed, Serdeşt, Êsiya, Mam Reşan, Beadirê, Qadiye û Şêxanê de ne ku ev wargeh di bin kontrola rêveberiya Başurê Kurdistanê de ne, hatiye qutkirin û PDK deriyê çûyîna çûyîna Ewropayê li ber êzidiyan vekiriye. 
 
Rojnameger Îbrahîm Êzidî mijara navborî nirxand.
 
'XWESTIN PLANSAZIYA DAIŞÊ PÊK BÎNIN'
 
Rojnameger Êzidî bal kişand ser armanc û daxwaza pêkanîna peymana Şengalê û wiha axivî: "Piştî fermana 2014'an Êzidiyên ku li Şengalê mane rastî gelek êrîşan hatin. Di serî de bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hat xwestin ku êzidiyan ji Şengalê derxînin. Bi vê armancê xwestin ku Şengaleke ji êzidiyan xalî bihêlin. Li vê derê çi hat kirin? Li vir mewziyê parastina ol, ziman, çand, bîr û baweriya êzidatiyê hatin avakirin. Ev jî bi çi hatin avakirin? Li vir piştî fermana 3'yê Tebaxa 2014'an her saziyek li ser esasê xwe rêvebirin û xwedîderketina li vê civakê hat avakirin. Ew wekî mewziyek li hemberî dijmin. Ji ber wê jî dijmin xwestiye bi wê şêwazê êzidiyan tune bike. Li gel avakirina Rêveberiya Xweser sazî û dezgehên wê hêzên wê yên parastinê di Şengalê de pêşîgirtina li fermanan bû. Dema pêşî li şerekî bê girtin mewzî tên çêkirin. Ev rêveberî jî li hemberî vê qirkirinê mewziyek bû. Di dîrokê de kesên ferman li ser êzidiyan rakirine bi taybetî dewleta tirkan û beriya wê osmanî bûn ku herî dawî DAIŞ anîn li ser Şengalê û xwestin êzidiyan bi destê çeteyên DAIŞ'ê tune bikin. Lê bi berxwedaniya xelkê Şengalê û bi taybetî mudexeleya gerîlla ev yek pêk nehat. Nekarîn plansaziya ku DAIŞ'ê danîbû pêk bînin. Ji ber wê yekê jî plansaziya ku DAIŞ'ê danîbû pêk bîne. Ji ber wê yekê jî pîştî ku ev sazî û dezgeh hatin avakirin di 9'ê Cotmeha 2020'î de peyman li ser Şengalê hat îmzekirin. Ev plan temamkirina plansaziya ku DAIŞ'ê li ser êzidiyan çêkirîbû. Ev peyman li ser wî esasî bû. Ev jî, di bin navê qanûnê de xwestin vê plansaziya DAIŞ'ê pêk bînin. Helbet di vê peymanê de rola PDK'ê jî heye. Tirkiyeyê bi rêya PDK'ê zext li ser hikûmeta Îraqê kirin û bi navê qanûnê li dijî civaka êzidî derkevin. Lê her kes berxwedana li hemberî vê peymanê dibîne. Heta niha jî civaka êzidî li hemberî vê peymanê li ber xwe dide. Di vê pêvajoyê de xwedîderketina gel a li Rêveberiya Xweser hat ditin. Ji ber ku ev hêz ji vî gelî pêk hatiye. Di van her du salên derbasbûyî de xwedî derketineke gelek mezin çêbû."    
 
'XIZMET HAT QUTKIRIN'
 
Rojnameger Êzidî, bi lêv kir ku alîkariya ku ji bo wargehên êzidiyan dihat kirin hatiye qutkirin û got ku li ser Şengalê planek heye. Êzidî wiha got: "Ew jî plana belavkirina gel e. Di van salên dawî de yê ku herî zêde li hemberî van hêzên desthilatdar derketine, ne YBŞ bû, ne YJŞ bû û ne jî Asayişa Êzidxanê bû. Yê ku li hemberî wan derketî civaka êzidî û xelkê Şengalê bû. Ji ber wê yekê jî ji bo derxistina gel a ji Şengalê planek dane destpêkirin. Ji xwe ev 4 meh in bi şerê taybet û bi nûçeyên xwe vê didin meşandin. Xwestin ku gel li derdora YBŞ'ê, Asayişa Êzidxanê û Rêveberiya Xweser belav bikin, lê ev yek bi ser neket. Ji ber ku civaka êzidî di van salên dawî de PDK û rûreşiya PDK'ê fêm kiriye. Bi taybetî xwestin ku êzidî koçberî Başûrê Kurdistanê bibin. Lê ev pêk nehat. Di demên dawî de bi rêya Meclîsa Ruhanî û Bab Şêx hin hewldanên wan çêbûn ku Ewropa deriyên xwe ji êzidiyan re veke û êzidiyan koçber bikin."
 
ŞENGALEKE JI ÊZIDIYAN XALÎ
 
rojnameger Êzidî da zanîn ku ev yek ji daxwazên sereke yê dewleta tirkan e û wiha got: "Ev bi rêya PDK'ê tê kirin. Hikûmeta Iraqê jî beşeke ji vê planê ye. Ev plana PDK'ê, Şengalaeke ji êzidiyan xalî armanc dike. Ev plana wan di mêriyetê de ye. Vê carê jî bi rêya koçberkirina ber bi Ewropayê vê pêk tînin. Ji ber ku biryar hatiye dayin. Ji aliyê NY'yê ve zextên wan li ser Hikûmeta Iraqê hene ku wargehên Başûrê Kurdistanê ku êzidî tê de ne bên valakirin. Di vê çarçoveyê de 13 rêxistinên navdewletî alîkarî li ser van wargehan qut kirine. Hikûmerta Başûrê Kurdistanê jî xizmeta wan wargehan nake. Xizmet ji aliyê van rêxistinan ve dihat kirin. Lê niha ew alîkarî jî hatiye qutkirin." 
 
'DERIYÊ ŞENGALÊ GIRTIN, YÊ EWROPAYÊ VEKIRIN' 
 
Êzidî bal kişand ser xeteriya çûna ber bi Ewropayê ve jî û wiha domand: "Dema ku xizmet nehat kirin ew gel jî neçar ma ku vegere Şengalê. Lê vê carê deriyê Şengalê ji wan re girtin û berê wan dan Ewropayê. Bi rêya Tirkiyeyê êzidiyan niha derbasî Yewnanîstanê dikin. Di nava hefteyekê de keseke ku ji vir diçe digihije Yewnanîstanê. Tu kes nikare di nava hefteyekî de ev qasî bi rehetî bigihîje van welatan. Niha êzidî hêdî hêdî ji Şengalê derdikevin. Niha jî çûyina wan berdewam e. Hin kesên ku fikra êzidatiyê di hişê wan de be yan jî keda şehîdên ku li ser axa Şengalê dane di bîra wan de be ji Şengalê dernakeve. Ji ber ku derketina ji Şengalê, pêkanîna daxwazên DAIŞ'ê ye. Çimkî dûrkirina êzidiyan a ji ola wan, zimanê wan û axa wan yek ji daxwaza DAIŞ'ê bû. Êzidiyên ku berê xwe didin derve heman daxwazê pêk tînin. Çend salan şûn de wê li wan deran çand û zimanê xwe jibîr bikin. PDK bi vî şerê xwe yê taybet êzidiyan dişîne derve. Ne ku xelk ji Duhok, Zaxo û Hewlerê naçin Ewropayê. Heger êzidiyek biçe sed Başûrî diçin Ewropa. Ji ber ku li ser wan zexta desthilatdariyê heye û xizmet tune ye."
 
DI ÇÛYINAN DE ROLA ÇAPEMENIYA ALÎGIR
 
Êzidî di vî warî de li ser rola çapemeniya alîgir a PDK'ê jî sekinî û ev tişt gotin: "Gel ji ber pergala desthilatdar direve. Lê belê ragihandina wan behsa wê koçberiya Başûr a ber bi Ewropayê ve nake. Lê dema ku êzidiyek diçe deh nûçe, analîz û dosya çêdikin ku êzidiyên mayîn jî biçin Ewropayê." Êzidî bal kişand ser hilbijartina li Iraqê û got: "Lê hilbijartin ne li gorî berjewendiyê gel bû. Bêguman wê ji civaka êzidî re tu xezmeteke berbiçav neyê kirin. Ji ber ku hin lihevhatin çêbûne. Em di wê baweriyê de ne ku di avakirina vê hikûmetê de ew zextên beriya niha lis er civaka êzidî wê hin zêdetir bibin. Ji bo wê ji pêwîste Rêveberiya Xweser û civaka êzidî xwe jî êrîşên nû yên Hikûmeta Iraqê re amade bike."
 

Sernavên din

30/10/2022
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e