Mêrsîn bi bermayiyan qirêj dibe, nexweşî zêde dibin

  • rojane
  • 09:01 7 Mijdar 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Bermahiyên ku li kargehên veguherîna paşve yên li sîteya senayiyê ku li nêzî qadên jîngehê yên Mersînê hatine avakirin tên şewitandin, gefê li ekosîstemê û tenduristiya mirovan dixwin. Endezyarê Derdorê Cîhan Ersoy diyar kir ku ji derveyî welat salê 650 ton bermayiyên plastîk tên Tirkiyeyê û got: “Emîsyonên li kargehan belav dibin bi bayê vediguhezin li jîngehan û ev rewş dikare rê li ber penceşêrê veke.”
 
Li Mêrsînê kargehên veguherîna paşve yên ku nêzî jîngehan hatine avakirin, di serî de tenduristî gelek pirsgirêkan bi xwe re tînin. Li sîteya senayiyê ku beriya 7 salan li qada ku tax lê ne hatiye avakirin, dumana jehrî ya ji ber plastîkên tên şewitandin belav dibe, ji gelek aliyan ve bandoreke neyînî li xweza û gel dike. Gelê ku li Taxa Kemalpaşa ya navçeya Tarsûsê û li Taxa Yalinayak a navçeya Akdenîzê dijî, pirsgirêkên ku dijîn vegotin. Endezyarê Derdorê Cîhan Ersoy jî têkildarî mijarê nirxandin kirin. 
 
‘EM NIKARIN BÊHNÊ BIGIRIN’
 
Yasemîn Kaya ku 15 sal in li Taxa Kemalpaşa dijî, diyar kir ku ji ber taxa wan nêzî sîteya senayiyê ye nikarin bêhnê jî bistînin û wiha got: “Gelek kargehên ku li sîteya senayiyê bêrûhset tên xebitandin. Em nikarin ji ber bêhnê razin û bêhnê bistînin. Dema bermayî tên şewitandin dumana reş belavî derdorê dibe. Gelek caran me gilî jî kirin lê bergirî nehatin girtin. Ji ber giliyan bermayiyan şûna roj bi şev dişewitîn.”
 
BÊHN Û DÛMANA BIJEHR
 
Gîzem Erkek a li 31 sal in li taxê dijî, bi lêv kir ku beriya 7 salan pirsgirêkeke wiha nebû û wiha got: “Plastîkên ku roj dihatin şewitandin li ser bertekên me bi şev tên şewitandin. Lê vê carê jî em bi şev nikarin ji ber bêhnê razin û paceyên xwe vekin. Ji ber bêhnê û dûmanê mirov ji tenduristiya xwe dibin. Ji gaza bijehr a belav dibe herî zêde zarok û kal bandor dibin. Tevî ku me gelek caran serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Mersînê û Şaredariya Tarsûsê dan jî, me tu encam bi dest nexistin. Şaredarî mecbûr e ku vê qirêjiyê rawestîne, em ê mafê xwe di her qadê de bînin ziman. Bila di zûtirîn demê de çareseriyekê bibînin, em dixwazin bêhneke rehet û paqij bigirin.”
 
NEXWEŞIYÊN ASTİM Û BRONŞÎTÊ DEST PÊ KIRIN
 
Şemsî Îzgî ya li Taxa Yalinayak a navçeya Akdenîzê rûdine jî diyar kir ku beriya 5 salan bar kirin hatin taxê û wiha got: “Em êdî nikarin bêhnê bigirin. Em neçar in havîn û zivistanan paceyan bigirin. Cîranê me bi nexweşiya penceşêra sing ket, niha tedawiyê dibînin. Êdî piştî saet 22.00’an şûnde dişewitînin, me dest bi nobetan girtin. Gelek mirov ji ber van kargehan bi nexweşiyên astim û bronşîtê ketin. Bi salane em têdikoşin lê kes eleqedar nabe. Şaredariya Toroslar, Şaredariya Akdenîzê, Şaredariya Akdenîzê Şaredariya Toroslarê weke mûxatab nîşan dide.”
 
‘DI SALEKÊ DE 650 TON BERMAYÎ TÊN’
 
Endezyarê Derdorê Cîhan Ersoy jî da zanîn ku li cîhanê salane bi qasî 180 mîlyon çop heye û anî ziman ku salane 650 ton çopên plastîk ji derve tên Tirkiyeyê. Ersoy, diyar kir ku beşeke mezin a çopên ji derve tên li Edeneyê tên xebitandin, ev yek bandorê li Mêrsînê jî dike û got: “Plastîk dikarin 2 caran ji nû ve bên vegerandin û ji ber ku piştî vê taybetmendiyên xwe winda dikin, weke çop tên nirxandin. Piştî ku hate komkirin , em dikarin heta ji sedî 20’î çopê bigirin, parçeyên ji hev hatine veqetandin bên paqijkirin û bînin cem unîteyeke parçekirinê, tên jêkirin û pişt re ji nû ve tên vegerandin. Di vê unîteya şuştinê de dibe ku hem bermahiyên kîmyewî û hem jî yên navxweyî yan jî bermahiyên wesayîtên çandiniyê hebin. Pêwîst e di çavkaniyê wan de wan ji hev bên veqetandin, lê mixabin li Tirkiyeyê hêj teknolojiyeke bi vî rengî nîne.” 
 
‘JIYANA MIROVAN DI BIN RÎSKÊ DE YE’
 
Ersoy, bi lêv kir ku ava di dema kirariyên şûştinê de derdikeve bêyî ku kirariyek bê kirin ewilî diçe qenalîzasyonê dû re tev li behrê dibe û wiha berdewam kir: “Yek ji xetereyên peşîn mikro plastîk e, ya duyemîn jî dema ku malzeme di bin germê de tên helandin weke emisyon pêk tên. Berhemên ku li vir bêyî bişewitin pêk tên tev li hewayê dibin û gefê li tenduristiya mirovan dixwe. Emîsyonên li kargehan belav dibin bi bayê vediguhezin li jîngehan û ev rewş dikare rê li ber penceşêrê veke. Li vir jiyana mirovan û hevsengiya ekolojîk di bin rîskê de ye. Divê çareyek ji vê re bê dîtin.”
 
Ersoy, anî ziman ku ji ber bermayiyên kargehan tev li ax û behre dibin, berhemên çandiniyê û behrê yên tên xwarin jî jê bandor dibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê herêmên senayiyê û qadên depoyan herî zêde 3 kîlometreyan ji jîngehan dûr bin. Di vê rewşê de divê Taxên Yalinayak û Şevket Sumer ji holê bên rakirin. Fîltre wê bêhnê û emisyona plastîk hindik bê jî kêm bike, qet nebe wê were asteke ku zerarê nede jiyana mirovan. Rêbaza herî bi lez a ku dikare bê girtin ev e. Beriya her tiştî pêwîste qadên depokirinê yên li Mersînê werin diyarkirin. Welat bûye sergoyê welatên rojavayê cîhanê. Welatên pêşketî, ji bo emîsyona karbonê kêm bikin tesîsên tesîsên bi vî rengî yên guherandina paş ve li welatên xwe digirin û bermayiyên plastîk ji bo ji axa xwe dûr bixin dişinin welatên pêşneketî. Lazim e raya giştî hay ji vê hebe. Divê şaredarî, wezaret û saziyên sivîl li dijî vê pirsgirêkê bi awayekî cidî bixebitin.”
 
MA / Mûkadder Akyol
 

Sernavên din

14/03/2023
09:27 Dengê mexdûrên erdhejê yên astengdar nehat bihîstin
09:03 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Konferans bersivek bû ji êrişên Tirkiyeyê re
09:01 Dê li qadan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan biqîrin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2023'YAN
13/03/2023
20:36 Ji bo wênegira ku 7 sal in desteserkirî ye, gotin 'ne li gel me ye'
19:59 AFAD: Nêzî 17 hezar erdhejok çêbûne
17:34 OHD û Baroya Rihayê rapora xwe ya der barê îşkenceyan de eşkera kir
16:31 Li Colemêrgê banga Newrozê: Werin em azadiyê biqîrin
16:30 Hunermendên ku dê di Newroza 2023’yan de derkevin ser dikê diyar bûn
15:58 Wêneyên kesên êrişî HDP’ê kirin li Ocaxên Ulkuyê derketin holê
15:56 Li Geverê gelek xwendekar jehrî bûn
15:48 Kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin hatin berdan
15:41 Fîncanci: Çima li hemû bajaran ji her 10 ASM’an 9 jê diherifin?
14:45 Ji ber kirêyên zêde naxwaze ji mala xwe ya pirxesar derkeve
14:43 Ji bo Newroza Îzmîrê bang: Werin em bi hev re agirî hilkin
14:15 Li Mêrsînê starta Newrozê hate dayîn
13:45 Pêvajoya hilbijartinê di 18’ê adarê de dest pê dike
13:42 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 48 hezar û 448'an
13:37 Beştaş: Tifaqa Cumhur ketiye nava tirseke mezin
13:17 Polîsan dest danî ser tabelaya ‘Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan’
13:09 Ji werzîşvan Hîwa Azîzpour agahî nayê girtin
12:59 Duşunmez ê OHD’î: Li Geverê mafên sivîlan tune hatin hesibandin
12:42 Ferît Şenyaşar: Îktîdar bila ji ewil li pêşiya edliyeyê binêre û piştre qala edaletê bike
12:26 Li Îzmîrê HDP’î û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
12:23 Masal a pitik û malbata wê di konekî de têkoşîna jiyanê didin
11:36 Li konbajar cihêkarî li penaberên sûriyeyî tê kirin
11:33 Şertê tifaqa ku pêşkeşî AKP’ê hate kirin: Di rakirina 6284’an de pirsgirêk nîne!
11:19 Xaniyê ku 7 salan xebitî û çêkir hilweşiya: Em ê Samandagê ji nû ve ava bikin
11:09 Tîma lêgerîn-rizgarkirinê ya biyanî ji bo ‘şewbê’ hişyarî da
10:44 Hevjîn, zarok û xwesûya xwe winda kir: Tevî du zarokên xwe pêdiviya me bi her tiştî heye
10:34 TUÎK’ê zimanê Xwebûnê înkar kir
10:05 Li Girtîgeha Afyonê binpêkirinên mafan didomin
09:04 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Newroz dê bibe mizgîniya çûna îktidarê
09:04 Piştî 30 salan hat berdan: Ez bi ruh û baweriya serkeftinê li ser lingan mam
09:03 Nisêbînê qet ruhê Newroza 1992’yan winda nekir
09:03 Baroya Wanê giliyê berpirsên binpêkirinên erdhejê kir
09:03 Agirê Newrozê her serdemê medyaya îktidarê dike xwelî
09:02 Dîroka li Girnewas tê talankirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2023'YAN
12/03/2023
22:56 Li Rojava agirê Newrozê yê ewil hat vêxistin
22:09 Fîncanci: Em ê li gorî ruhê zindiyan pergalek tenduristiyê ava bikin
17:08 HDP’ê li Rihayê starta hilbijartinê da: Em ê vê desthilatdariye bişînin
15:39 Di salvegera 19’an de qurbaniyên Komkujiya Qamişloyê hatin bibîranîn
14:50 Êrişên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam in
14:14 Serokê Giştî yê TMMOB’ê: Sedema karesatê, neamadebûna saziyan bû
13:39 Piştî 30 salan hate berdan: Dê têkoşîna me bidome
13:19 Êrişên bi gazên jehrî yên li Îranê berdewam in
13:08 Bi hezaran kesan Komkujiya Gaziyê protesto kirin
13:08 Hejmara 2’yan a Kovara Jin’ê derket
12:48 Îsraîlê ji hewa ve êrişî Sûriyeyê kir
11:40 Li Îranê teqîn: 5 kesan mirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Ên ku li dijî bêedaletiyê bêdeng dimînin, neçarî têkçûnê ne
11:17 Qedexeyên hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
11:14 Cihê ku agirê Newrozê qet lê nevemirî: Kurdistana Biçûk
10:38 Li Stenbolê 9 kes hatin binçavkirin
10:36 Pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê zêde dibin
10:08 Keda wan a salekê di bin kavilan de ma!
09:44 Bajar bi bajar bernameya Newrozê
09:30 Dr. Mansouran: Li Îranê 5 hezar xwendekar hatin jehrîkirin
09:12 Şîrket destûr dayê tev li xebatên rakirina kavilan bibe lê bêyî hincet ew ji kar derxist
09:11 Zirig: Dahata Şaredariya ji bo saziyên derî peywira şaredariyê hatiye seferberkirin
09:10 Kirikhanî ava vexwarinê dixwazin!
09:09 Ji ber erdhejê demeke dirêj neçûn malên xwe lê fatûre ji yên her wextî bêtir hatin!
09:04 Bi eşkerekirina roja hilbijartinê re qeyûm dest bi firotina milkên şaredariyê kir
09:03 Li Samandagê ji bo nobedê gazî tenduristkarên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne tê kirin
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2023’YAN
11/03/2023
22:47 Parlementerê HDP'ê yê berê Bînîcî hat girtin
21:25 Li Îzmîrê agirê Newrozê hilkirin
19:41 Serdanên Gerok MA'yê yên li herêmên erdhejê didomin
18:54 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 47 hezar û 975'an
17:16 Serdanên KNK’ê didomin
16:58 Welatiyê ji Alanyayê li Nûrdagiyê mirî hat nîşandan
16:54 Şandeya Skotlandê li Kobanê ye
16:47 Ciwanê ku polîsan wî revandiye: Ewelehiya canê min nîne
16:46 Artêşa tirk topên fosforê bi kar tîne
16:35 Hîzbûllah dê di berdela 2 parlamenteran de piştgiriya Erdogan bike
16:25 ÎHD’ê bal kişand ser 44 jinên girtî yên nexweş
15:47 Bi girseyî serdana şîna Dorûdemîr hat kirin
15:43 Hunermend Taşdogan li ser talankirina Kurdistanê klîbek amade kir
15:39 Endamên SGDF’ê hatin binçavkirin
15:32 Girtîgeha Çankiriyê hate valakirin
15:22 Faîlên Ozturk a beriya 31 salan bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
15:09 Girtiyê nexweş dest kelemçekirî hatiye emeliyatkirin!
14:53 Girtiyê nexweş ê diranên wî ketine nikare xwarinê bixwe
14:50 Xizmên Windayan li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglû pirsîn
14:23 YSK’ê lîsteya partiyên ku dê bikevin hilbijartinê aşkere kirin
14:13 Sancar: Em ê bi agirê Newrozê ber bi veguherîna demokratîk a mezin ve bimeşin
13:49 Li Wanê dê di 19’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin
12:37 Kiliçdaroglû li Elbistanê ye: Wê her kes di malên biewle de rûnê
12:36 Girtiyê nexweş Degîş piştî 31 salan hate berdan
12:20 Malbata Şenyaşar: Li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê serbikevin
12:12 Li ser rêya nexweşxaneyê tundî li girtiyê destek û lingekî wî nînin kirin
11:39 Cenazeyê Dorûdemîr hat veşartin
11:23 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin
11:16 Keysbaziya erdhejê: Îhale dan zava û konut li ser eraziyên çandiniyê tên çêkirin
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin