Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin

  • rojane
  • 09:17 8 Mijdar 2022
  • |
ŞIRNEX - Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin nerazîbûna xwe ya ji bo biryara AYM'ê anîn ziman û gotin: "Vê dewletê ne edelet heye, ne heq heye, ne hiqûq heye û ne jî îman heye. Lê heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê doza heqê zarokên xwe bikin." 
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku çendek berê serlêdana der barê kesên ku di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîra Şirnexê de di jêrzemînan de hatibûn qetilkirin red kiribû, hinceta xwe ya redkirina serlêdanê eşkere kir. 
 
Serlêdan bi hinceta wekî “Azadî û ewlehiya kes hatiye binpêkirin”, “Mafên serlêdana şexsî hatiye binpêkirin” û “Qedexeya muameleya nebaş, binpêkirina mafê rêzgirtina li ber jiyana taybet û malbatî, binpêrkirina azadiya olî û wîjdanî” hatibû kirin. AYM’ê di hinceta eşkere kiriye de îdia kiriye ku di warê rêbaz û esasê de tu “binpêkirin nehatiye dîtin." 
 
Malbatên ku zarokên wan li Cizîrê di jêrzemînan de hatibûn qetilkirin bertek nîşanî vê biryara AYM'ê dan û gotin ku dê tekoşîna wan a ji bo edeletê bidome. 
 
'EDELET TUNE YE'
 
Esmer Tûnç, dayika Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, diyar kir ku ew vê biryarê qebûl nakin û wiha axivî: "Tu çek di destê zarokên me de nebûn. Kurê min Mehmet Tûnç mirovekî welatparêz bû. Gelê xwe diparast. Nêçar bû ku gelê xwe biparêze. Wan leşkerên xwe anîn û hatin ser Cizîrê. Xwestin Cizîrê binax bikin. Kesek nehiştibûn. Ji jinên ducanî heta hewyanan her kes qetil dikirin. Mehmet Tûnç jî nêçar bû ku alikariya gelê xwe bike. Çi kesê ku digirtin qetil dikirin. Ne dibirin nexweşxaneyê ne jî ew tedawî dikirin. Hemû bê çek bûn û di wan jêrzemînan de gel tedawî dikirin. Ew ciwanên di jêrzemînan de hemû bi kîmyasalê qetilkirin û pişt re jî şewitandin da ku tiştê ku wan kirî dernekeve holê. Kuştin û pişt re jî şewitandin. Ez ê dîsa li ser wan dozê vekim. Ez ne derewên wan qebûl dikim ne jî biryara wan. Wan 2 kurê min qetilkir û şewitandin. Ez doza kîmyasalê li ser wan dikim. Li ku derê dibe bila bibe ez ê li ser wan dozê vekim. Di dinyayê de vê qebûl nakim. Ez heta ku sax bim ez ê li pey doza bim. Ev bêmafiya ku li zarokên me hatiye kirin ez qebûl nakim. Edelet tune ye. Heger edelet hebûya li ser hestiyên zarokên me şahî li dar nedixistin. Îslametiya van nîn e." 
 
'SED CARAN JÎ RED BIKIN, EM Ê SED CARAN SERLÊDAN BIKIN'
 
Meryem Îverendî, Dayika Îbrahîm Îverendî di jêrzemînên Cizîrê de hatibû qetilkirin, anî ziman ku ew ê tu carî heqê xwe li wan helal nekin û ev tişt gotin: "Edeleta tirko tune ye. Zarokên me bê çek bûn. Me pir dixwest ku zarokên xwe rizgar bikin, lê her carê em asteng dikirin û digirtin. Yên birindar jî girtin, kuştin û şewitandin. Baweriya me jî ew e ku Tirkiye bê cezakirin. Zarokên me ne şervan bûn. Edeleta Tirkiyeyê tune ye. Yê ku kuştin jî anîn hestiyên wan avêtin parqan. Ew sed caran jî serlêdanên me red bikin em ê sed carên din serlêdan bikin û doza xwe vekin. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li pey vê doza zarokên xwe bin."
 
'HETA DAWIYÊ EM Ê LI HEQÊ WAN BIPIRSIN'
 
Hiznê Arslan, dayika Hacer Arslanê jî ku cenazeyê wê winda ye, got: "Ev biryara ku hatiye dayin em red dikin, şermezar dikin û qebûl nakin. Her kes dizane û dewlet jî dizane ku kesên wekî Mehmet Tûnç û Hacer Arslan sivîl bûn. Keça min xwendekara vê dewletê bû. Memûra vê dewletê bû. Li ku be ez ê serlêdan bikim û doza zarokên xwe vekim. Vê dewletê ne edelet heye, ne heq heye, ne hiqûq heye û ne jî îman heye. Ez dayikek im û wekî dayika Emîne Şenyaşar ev bi salan e ez li hestiyên keça xwe digerim û dibêjim, 'hestiyên keça min xuya nakin.' Hacer nebû kevok û ji Cizîrê baz neda. Heta salek beriya niha jî dewlet hat mala min û pirsa Hacerê kir. Bi aşkere dibêjin, 'hûn Hacerê vedişerin.' Wan ew kuştiye û ew tên dipirsin û ji min re dibêjin, 'Tu bawer dikî ku keça te di jêrzemînan de hatiye qetilkirin?' Ez vê biryarê qebûl nakim. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li pey doza zarokên xwe bin û çi bibe bila bibe em ê heqê wan bipirsin." 

Sernavên din

16/03/2023
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike
12:23 Pitika bi navê Elîsa ku sax ji bin kavil hat derxistin winda ye
11:51 ‘Newroza îsal dê bibe Newroza avakirina jiyaneke nû’
11:50 Li Antakyayê avahiya bi xesar hate hilweşandin
11:27 Rojnamevan Ûgûr Yilmaz tehliye bû
11:26 Şemzînan ji Newrozê re amade ye: Bi hezaran Kawa dê dakevin qadan
11:05 Ji salên 2000’î heta îro Newroza Amedê
10:42 Li Mereşê bi pileya 4.7’an erdhej çêbû
10:34 Rojnameger Ferhat Çelîk hate binçavkirin
10:31 Li ser pira berxwedanê ya Semayê bi milyonan mirov derbas dibin
10:29 Dîroknas Ulugana: Newroz bi tevgera kurd re xwedî wate bû
09:55 Li Şemzînanê wê agirê ewilî yê Newroza azadiyê bê hilkirin
09:36 ‘Divê girtî jî weke mexdûrên erdhejê bên qebûlkirin û tevdîr bên girtin’
09:29 Odeya Bijîşkan: Pirsgirêkên di warê av, serşok û paqijiyê de çareser bikin
09:28 Şaredariya Silopiyayê dê di Remezanê de jî li Bazarcixê be
09:27 Mexdûrê erdhejê yê ku nexweşîna penceşêrê pê re heye konteynerê dixwaze!