Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê

  • rojane
  • 10:24 9 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Rojnamevan Bêrîvan Altan ku ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hat girtin, wek generala Apê Mûsa dest bi xebatên çapemeniya azad dike û lêgerîna xwe ya heqîqetê vediguherîne evîndariya rojnamevaniyê.  
 
Rojnamevan Bêrîvan Altan 25’ê cotmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi rê ve dibe de bi îşkenceyê li mala xwe hatibû binçavkirin. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Altan di 29’ê cotmehê de jî bi 8 hevpîşeyên xwe re ji ber xebatên rojnamevaniyê ji aliyê dadgeha Enqereyê ve hatin girtin. 
 
Altan ji gundê Şilyana Şirnexê ye û gundê wan di salên 1990’î de ji aliyê dewletê ve tê şewitandin. Malbata wê ji ber zextên dewletê koçî Edeneyê dike. Hê Bêrîvanê 4 salî ye dayika wê ji ber nexweşiyekî jiyana xwe ji dest dide. Ew li Edeneyê mezin dibe. Dema xwendekara Fakûlteya Fen û Edebiyatê ya Zanîgneha Mêrsînê ye di sala 2014’an de çapemeniya azad nas dike. Altan li zanîngeh3e dest bi belavkirina rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê dike û di demek kin de dibe yek ji generale Apê Mûsa û li gelek kolan û taxên bajêr rojnameyan belav dike. Bêrîvanê piştre jî di sala 2015’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê dest bi kar dike û wek nûçegihanek stajyer dixebite. 
 
Rêwîtiya rojnamevaniyê ya Altanê ku bi stajyeriyê li Edene û Mêrsînê dest pê dike, di demek kurt de xwe li pêş dixe û ji nûçeyên darazê bigire heta nûçeyên polîtîkayê nûçeyên girîng amade dike. 
 
3 CARAN KIRIN BINÇAVAN 
 
Bêrîvan di 9 salên pîşeya rojnamevaniyê de ji ber nûçeyên çêkirine û xebatên xwe yên pîşeyî 3 caran hatiye binçavkirin. Herî dawî di 25’ê cotmehê de bi îşkenceyê hat binçavkirin û di 29’ê cotmehê de bi 8 hevpîşeyên xwe re ji ber xebatên rojnamevaniyê hat girtin. 
 
 
POLÎS HER TIM XWEST PÎŞEYA WÊ ASTENG BIKIN 
 
Bêrîvanê kevneşopiya çapameniya azad bi kedek mezin bi rê ve dibe û lêgerîna xwe ya heqîqetê veguherand evîndariya rojnamevaniyê. Bêrîvanê bi peyama xwe ya di binçavan de ku şandibû û gotibû “pênûsa me li erdê nehêlin” carek din vê evîndariya kare xwe nîşan da. Di serpêhatiya pîşeya wê rojnamevaniyê de gelek lêpirsîn derbarê wê de hatin destpêkirin û gelek caran polîs xwest wê ji pîşeya wê desteser bike. Polîs encamê negirtin û vê carê ketin nava hewldanek û di bin navê “sohbetê” de malbata wê vedixwînin ku li gel hev çayê vexwînin.
 
POLÎS 6 CARAN BAVÊ WÊ VEXWENDINE ‘SOHBET’Ê 
 
Polîs 6 caran li bavê Bêrîvanê, Bedrî Altan digerîn û jê re dibêjin, “were em ê çayê vexwîn.” Bedrî Altan diyar kir ku her cara ku polîsan du sê saet pê re axivîne xwestine keça wî dest ji xebatên rojnamevaniyê berde. 
 
‘BÊRÎVAN ZILMÊ DINIVISÎNE’ 
 
Bedrî Altan da zanîn ku polîs di 26’ê kanûna 2019’an de bi ser mala wan de digirin. Altan anî ziman ku polîs tiştek li malê zeft nekirine ku bikin “delîlên sûc” û paşê jê re gotine, “xwezî em wisa neketina vê malê.” Altan serdegirtina polîsan wek “zilmê” nirxand û ji polîsan re gotiye, “Bêrîvan vê zilma we dinivisîne. Rastiyan dinivisîne. Tu sûcek wê nîne.” 
 
 
BI KEÇA XWE SERBILIND E 
 
Altan destnîşan kir ku roja jêpirsîna rojnamevanan li ber deriyê edliyeyê ji ber ew bi keça xwe serbilind bûye giriyaye û got: “Barê heqîqetê giran e.” 
 
Altan diyar kir ku ew nexerîbên zext û zilmê ne û wiha got: “40 sal in dikujin, digirin û îşkence dikin. Neqedandin. Gelo wê bi girtina 9 rojnamevanan biqedînin?” 
 
‘HER TIM DI NAVA LÊGERÎNÊ DE YE’ 
 
Hevpîşeyê Altan, rojnamevan Sadik Topaloglû ku bi salan ew Altan bi hev re xebitîne diyar kir ku hevpîşeya wî Bêrîvanê li pey şopa heqîqetê bû û her tim di nava lêgerînê de bû. Topaloglû da zanîn ku Bêrîvanê li DÎHA’yê dest bi nûçegihaniyê kiriye û ew her tim kesek bi israr e ku heqîqetê derdixe holê û wî dîtiye ku israra wê veguheriye evîndariya rojnamevaniyê. Topaloglû got Bêrîvan her tim li heqîqeta xwe digere û ruhê wê û rojnamevanî bûye yek. Topaloglû destnîşan kir ku wan dîmenên Bêrîvanê yên kêliya binçavkirinê nîşan da ku çapemeniya azad serê xwe natewîne. 
 
Sadik Topaloglû
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

16/03/2023
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike
12:23 Pitika bi navê Elîsa ku sax ji bin kavil hat derxistin winda ye
11:51 ‘Newroza îsal dê bibe Newroza avakirina jiyaneke nû’
11:50 Li Antakyayê avahiya bi xesar hate hilweşandin
11:27 Rojnamevan Ûgûr Yilmaz tehliye bû
11:26 Şemzînan ji Newrozê re amade ye: Bi hezaran Kawa dê dakevin qadan
11:05 Ji salên 2000’î heta îro Newroza Amedê
10:42 Li Mereşê bi pileya 4.7’an erdhej çêbû
10:34 Rojnameger Ferhat Çelîk hate binçavkirin
10:31 Li ser pira berxwedanê ya Semayê bi milyonan mirov derbas dibin
10:29 Dîroknas Ulugana: Newroz bi tevgera kurd re xwedî wate bû
09:55 Li Şemzînanê wê agirê ewilî yê Newroza azadiyê bê hilkirin
09:36 ‘Divê girtî jî weke mexdûrên erdhejê bên qebûlkirin û tevdîr bên girtin’
09:29 Odeya Bijîşkan: Pirsgirêkên di warê av, serşok û paqijiyê de çareser bikin
09:28 Şaredariya Silopiyayê dê di Remezanê de jî li Bazarcixê be
09:27 Mexdûrê erdhejê yê ku nexweşîna penceşêrê pê re heye konteynerê dixwaze!