Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye

  • rojane
  • 09:01 16 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Hevserokê HDP'ê yê Kadikoyê Koray Turkay ku ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal ên der heqê bikaranîna çekên kîmyewî cezayê hepsa malê lê hatiye birîn, diyar kir ku cezayê lê hatiye birîn gotinên wî piştrast dikin. 
 
Bi bangawaziya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) di 6'ê mijdarê de li Taksîmê "Meşa Mirovahiyê" ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî hatibû lidarxistin. Hevserokê HDP'ê yê Kadikoyê Koray Turkay ku gava ji bo tev li meşê bibe ji Kadikoyê ber bi Taksîmê ve bi rê ketibû, bi hinceta der barê wî de lêpirsînek heye hatibû binçavkirin û polîsan ew biribû Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê. Koray piştî 4 rojan sewqî dozgeriyê hatibû kirin û dozger xwestibû bê girtin. Turkay ku sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatibû kirin, cezayê hepsa malê lê hatibû birîn. 
 
Turkay ku desthilata AKP'ê wekî,"otorîter, çewisîner û faşîst" wesifand got ku yê herî zêde li ber pêkanîn desthilatê radibe jî HDP ye. Turkay bilêv kir ku HDP hem li kolanan hem jî di qada siyasî de bertekên xwe didomîne û got ku lewma li hemberî wan û partiya wan pêkanînên "taybet" hene. 
 
Koray Turkay
 
ŞERÊ VÎNÊ
 
Turkay anî ziman ku hin aktorên li hemberî wan serî li tahdeyê didin hene û îşaret bi Midûrê Midûriyeta Polîsan a Kadikoyê Ayhan Karadûman û Midûrê Şaxa Ewlehiyê Mûhammet Hanîfî Zengîn kir. Turkay, wiha got: "Ev kes, di hemû çalakiyên demokratîk de serî li rêbazên herî tahdekar didin. Bi van kesan re asta êrişan zêde dibe. Divê mirov bibîne, li vir şerekî vînê heye. Li hemberî HDP'ê û rêxistinên demokratîk ên din asta êrişan bilind dikin. Lê HDP ku dest ji vê israra xwe bernade dê tu carî tawizê ji kolanan nede." 
  
'DELÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ' 
 
Bi domdarî Turkay îşaret bi dîmenên HPG'ê kir ên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de û got ku ji bo vekolandina vê yekê di 6'ê mijdarê de çalakiyek li dar xistine, lê beriya çalakiyê hatiye binçavkirin. Turkay anî ziman ku di vî warî de desthilat gotinê bi xwe jî asteng dike. Turkay destnîşan kir ku ev yek delîla bikaranîna çekên kîmyewî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di atmosfereke wiha de ku kes nikare behsa çekên kîmyewî bike, bi bangawaziya HDP'ê gava ber bi Taksîmê ve diçûm li îskeleya Kadikoyê hatim binçavkirin. Di dema binçavkirinê de rastî tahdeya derûnî hatim. Demeke dirêj mafê min ê parêzer hat astengkirin. Her wiha li midûriyeta polîsan 4 polîsan ez bi awayekî nefermî dam ber lêpirsînê. Ev fealiyeteke sîxurtiyê bû. Ji ber ku di vî warî de bi ser neketin, hewl dan sûc biafirînin. Ez bi operasyoneke derûnî re rû bi rû man." 
 
Di berdewamê de Turkay da zanîn ku ji ber ku li ser dosyeyê biryara veşarî heye, ji xeynî çalakiyên beşdarî wan bûye, bi taybetî ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal ên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hatiye sûcdarkirin. Turkay, wiha domand: "Li vir a tê xwestin bê afirandin, li dijî azadiya fikr û ramanê ye. Xwestin her tiştî daxilî nava çarçoveya sûc bikin. Lê min hem li midûriyeta polîsan hem jî li edliyeyê dît ku ev bi xala 34'an a qanûna bingehîn hatine mîsogerkirin. Azadiya fikr û ramanê, tenê ne bilêvkirina fikrên li xweşa desthilatê diçin. Di wateya bilêvkirina fikrên dijber e jî." 
 
Turkay, diyar kir ku ji ber fikrên xwe li midûriyeta polîsan bi "endametiya rêxistinê" hatiye sûcdarkirin û got ku paşê dozger bi "propagandaya rêxistinê" bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kiriye. Turkay bilêv kir ku li dadgeriyê parastineke di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de kiriye û got ku dadger jî cezayê hepsa malê lê biriye. Turkay wiha axivî: "A ku wan nerihet kir vîdeoyên der barê mirina eskeran de bû ku li Zapê mirine." 
 
Turkay di dawiyê de destnîşan kir ku xweza û mirov tên qetilkirin û ev yek bi amûrên wekî SÎHA, ÎHA û hwd. tên kirin û got ku gava ev desthilat biguhere dê kesên vê yekê û îşkenceyê dikin li bara hiqûqê bên cezakirin. 
 
MA / Mehmet Aslan 
 
 
 
 

Sernavên din

22/03/2023
21:01 Li Qoserê du malbatên xeydan li hev hatin
19:48 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir ji girtîgehê derket
19:28 Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:42 Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan
17:45 Bernamzatê HDP'ê Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiye hatine
16:59 MSD: Berpirsyarê komkujiya li Efrînê dewleta tirk û amûrên wê ne
16:48 Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin
16:40 Baroya Amedê polîsên îşkence li zarok kirine gilî kir
16:30 Sancar û Klingbeil daxuyaniya hevpar da: Zextên siyasî nayên qebûlkirin
16:22 Ferît Şenyaşar ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kir
16:07 Li dijî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya HDP’ê êriş hate kirin
15:58 Mazlum Ebdî: Em ê heta dawiyê Şoreşa Rojava biparêzin
15:15 10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatin girtin
15:13 Zarok îşkence kirin, gef li bavê wî xwarin: Hûn Torosên Spî dixwazin!
14:39 Danişîna peywirdarê cemaweriyê ku zarokek tacîz kiribû hate taloqkirin
14:18 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê vê pergalê biguherînin
14:17 Ji bo dosyaya jinên binçavkirî biryara bisînorkirinê hate dayîn
14:03 6 kesên beriya Newrozê li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:56 Malbata Şenyaşar: Yildiz di bin parastina parlamenterê AKP’î de emeliyat bûye
13:51 ‘Di dîrokê de cara ewile Gola Wanê ewqas vedikişe’
13:08 Li Hezexê du malbat bi şer çûn: 10 kes birîndar bûn
12:43 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir hate tehliyekirin
12:25 Ji bo rojnamegerên girtî Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe
12:20 Kesên di Newroza Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin
11:38 Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin
11:24 Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê
11:15 Nûçeya giliya derbarê cîgirê serbijîşk de hate astengkirin
10:56 AYM’ê serlêdana HDP’ê qebûl nekir
10:56 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:44 Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye
10:28 Polîsan destên zarokê ku bi lêdanê anîn ber mirinê girêdan û avêtin çem!
09:47 Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin
09:01 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN
21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!
10:32 Xelkê Amedê pêl bi pêl diherike qada Newrozê
10:23 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:15 Li Qendîlê Newroz bi coş hate pîrozkirin
09:11 Li Swîsreyê pîrozbahiyên Newrozê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2023'YAN
20/03/2023
23:58 Ciwanan li Pirsûsê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kir
22:35 Li Efrînê 4 kurd hatin qetilkirin
21:18 Navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn
20:58 Rojnamevan Hamdûllah Bayram hate girtin
20:06 2 kesên di Newroza Gebzeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:55 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga edaletê kir
19:28 Li Qoserê bi çekê êrişî wesayîtekê hate kirin: 2 kes mirin
18:26 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
18:13 Ciwanan li Cizîrê agirê Newrozê vêxist
17:37 Rojnamevan Bayram mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî
17:25 Li Nisêbînê qurbaniyên Newroza 1992’yan hatin bibîranîn
17:11 Amedsporê li deplasmanê 3 pûan wergirtin
16:28 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 96’an
16:20 Cizîr ji bo Newrozê amade ye
16:12 Cem Yagci ku li Sîncanê tê ragirtin: Ewlehiya canê me nîne
15:55 TJA’yê ji bo Gokkan daxuyanî da: Em derhiqûqiyên li dijî berxwedêran qebûl nakin
15:40 Newroza Agirî: Çareserî Rêya Seyêmîn e
14:41 'Gel wê di hilbijartinê de hesabê Kemal Kûrkût ji we bixwaze’
14:34 Newroza Qereyaziyê bi coş hate pîrozkirin
13:50 Li Qoserê 35 kes hatin berdan
13:49 Xelkê Colemêrgê navnîşana çareseriyê nîşan da: Îmrali