Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin

  • rojane
  • 10:36 16 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Danişîna biryarê ya doza malbata Dedeogûllari sibe tê lidarxistin. Parêzer Mehdî Zana Akkaya diyar kir ku daraz hewl dide demildest vê dosyayê bigire û wiha bang kir: “Ev danişîn pir girîng e. Banga min li hemû rêxistinên hiqûqê, partiyên siyasî û raya giştî ew e ku tev li danişînê bibin.” 
 
Di 12’ê gulana 2021’an de malbatên Keleş û Çalik li navçeya Meram a Konyayê li dijî malbata Dedeogûllari êrişeke nîjadperest pêk anî. Li ser vê yekê malbatê serî li Midûriyeta Emniyetê da û diyar kir ku ewlehiya canê wan nîne û tevdîra parastinê xwestin. Lê ji ber ku tevdîrên parastinê nehatin girtin, malbat di 30’ê tîrmeha 2021’an de dîsa rastî êrişê hat û ji malbatê 7 kes ji hêla tetîkkêş Mehmet Altûn ve hatin qetilkirin. Di doza têkildarî êrişa ewil de 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê di 28’ê cotmehê de biryara xwe da. Dadgehê ji bo girtî Alî Keleş û Lutfû Keleş biryara berdanê da. Ji bo daxistina sûcên bersûcên din jî got; ‘ “tehrîkkirina nerewa heye.” 
 
Danişîna doza kujer Mehmet Altûn ku 7 kes qetil kiribû, sibe dê were lidarxistin û tê payîn ku di vê danişînê de biryar bê dayîn. Doz, dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê bê lidarxistin. Ji parêzerên dozê Mehdî Zana Akkaya têkildarî êrişê û komkujiyê bi ajansa me re axivî. 
 
Parêzer Akkaya, da zanîn ku kesên di êrişa 12’ê gulanê de cih girtin û di doza êrişê de weke bersûc hatin darizandin, di dosyaya komkujiyê de jî weke pêdanker tên darizandin û wiha got: “Dozgerê ku di dosyaya komkujiyê de mutalaaya xwe pêşkeş kir, dosyaya li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê weke sedema cezakirinê nîşan da. Bal kişandibû ser ku komkujî piştî êrişa 12’ê gulanê hatiye kirin û tu neyartiya tetîkkêş Altûn bi miwekîlên me yên hatine qetilkirin re nîne.  Di doza êrişê de gelek hukmên CMK’ê yên mecbûrî bi cih ne anîn û daxwazên me bêyî ku hincetekî nîşan bidin red kirin. Bi vî awayî jî biryar dan. Cezayên pir sivik dan ku weke henekên xwe bi me bikin. Ji bo hemû bersûcan serî li ‘tehrîkkirina nerewa’ dan.”
 
HEMÛ DAXWAZ HATIN REDKIRIN
 
Bi domdarî Akkaya anî ziman ku hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin û wiha domand: “Di roja êrişê de 3 polîs li cihê bûyerê bûn. Eleqeya yekî ji wan qet bi bûyerê re nîne. Ji kêliya bûyerê heta şeva rojek piştre, bersûc û ew polîs li ser telefonê ji hev re peyam şandine. Tên arastekirin. Me xwest ku ji ber tunekirina delîlan û bandora wan a li ser bûyerê li van polîsan bê guhdarîkirin lê ev daxwaza me red kirin. Her wiha hemû bersûce di dosyaya komkujiyê de weke pêdanker dihatin darizandin û me xweset ku her du dosya bibi yek. Dadgehê ev daxwaza me jî red kir. Dadgehê daxwaza me ya ji bo berfirehkirina lêkolînê û temamkirina kêmaniyan jî bêyî ku hincetekî nîşan bide red kir. Li ser vê yekê me jî ji bo danişîna biryarê daxwaza guherandina dadger kir. Şandeya dadgehê jî ev daxwaz weke ‘hewldana ji bo dirêjkirina darizandinê’ nirxand û ev daxwaz li me vegerand. Li ser vê yekê jî me jî li gel hemû wekîlên beşdaran û Çetîn Dedeogûllari got ku em nabin hevkarê vê yekê û ji eywana danişînê derketin. Em li wir nebûn lê biryar hat dayîn.” 
 
SEDEMÊN NÎJADPEREST: HÛN KURD IN 
 
Di berdewamê de Akkaya destnîşan kir ku daxwaz kirine ku li gorî xalên 76 û 77’emîn ên TCK’ê ku sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê sererast dike parastinên pêvek bidin bersûcan û wiha domand: “Hevdîtinên bersûcên girtî yên bi endamên malbatên xwe re û di îfadeyên kuştiyan ên di giliya piştî êrişa 12’ê gulanê de gotinên êrişkanan ên weke ‘Em ulkucu ne, dê we tune bikin’ û ‘Hûn kurd in, em ê we bikujin’ hene. Piştî van gotinan, di 30’ê tîrmehê de komkujiyek çêbû. Anku ev gef, gefên ji rêzê nînin. Me got ku pir pêkane ku ev gef bi cih bên. Heke di darizandina cezayê de ji bo cezakirina bersûcan di îdianameyê de tesnîfa sûc hatibe kirin û darizandin li gorî wê bidome, wê demê pirsgirêk nîne. Lê heke di dema teqîbatê de sûcek derketibe holê, dadgeh parastina pêvek dide û dikare li gorî vê biryarê bide. Lewma jî me got ku di dema darizandinê de ji bo xalên 76 û 77 ên TCK’ê delîlên şênber derketine holê û me xwest ku dadgeh parastina pêvek bide bersûcan û biryara xwe li gorî vê bide. Lê dadgehê ev daxwaz bêyî ku hincetekê nîşan bide, red kirin. Di dosyayê de yek ji mijarên girîng ê kêm jî ev e.” 
 
DI NAVBERA TETÎKKÊŞ Û MALBATÊ DE NEYARTIYEK NÎNE
 
Têkildarî axaftinên tetîkkêş Mehmet Altûn ên bi Beşa Lezgîn a 112’ê û bi polîsan re jî Akkaya ev tişt anî ziman: “Di van axaftinan de xuya dibe ku di navbera tetîkkêş û malbata Dedeogûllari de neyartiyek nîne. Jixwe dema dikeve baxçeyê malê jî xwe weke xebatkarekê şaredariyê nîşan dide. Li bendê dimîne ku temamiya endamên malbatê li baxçeyê malê kom bibin. Endamên malbatê li baxçe kom dibin lê şika jê nabin. Ji ber ku nas nakin. Di navbera wan de neyartiyek nîne. Ev jî nîşan dide ku malbatên Keleş û Çalik hewl dane êrişa 12’ê gulanê bi rêya tetîkkêşekî bigihînin encamê. Tetîkkêşê di 30’ê tîrmehê de tevahiya endamên malbateke kurd qetil kirin.” 
 
REFLEKSA GIRTINA DOSYAYÊ
 
Parêzer Akkaya, da zanîn ku şandeya 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê tenê ceza da tetîkkêş û ev nirxandin kir: “Bi vî awayî refleksa daxwaza demildest girtina vê dosyayê nîşan dan. Hem ji 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran û hem jî ji 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê re me bi israr got ku dê vê hewldanê qebûl nekin. Qet îşaretek nîne ku şandeya dadgehê di danişîna 17’ê mijdarê de van gotinên me vala derxîne. Em vê jî ji redkirina hemû daxwazên me fêm dikin.” 
 
GUMANA REVÎNA BERSÛCAN 
 
Akkaya, diyar kir ku ji bo şandeya dadgehê di danişîna 17’ê mijdarê de biryara dawî nede, dê daxwazên xwe yên berê dîsa dubare bikin û wiha bi dawî kir: “Em jê bixwazin ku lêkolîn bên kirin, delîl bên komkirin û biryar wisa bê dayîn. Ji bilî Mehmet Altûn tu kes girtî nîne. Anku ji bo reva bersûcan û reşkirina delîlan tu astengî nemane. Em dixwazin darizandin li gorî rastiya şênber bê kirin û teqîbat bê berfirehkirin. Divê biryar li gorî vê bê dayîn. Heta ev pêvajo temam dibe jî em ê daxwaza girtina bersûcan bikin. Heke dadgeh biryareke ku rastiya şênber dernaxîne holê bide, em ê serî li hemû rêyên hiqûqî yên navxweyî û serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.  Gelek baro û rêxistinên hiqûqê dixwazin tev li dosyayê bibin lê beşekê ji van hatin redkirin. Banga me ew e ku hemû kes beşdarî danişîna 17’ê mijdarê bibe. Ev danişîn, pir girîng e. Li gel ku di dosyayê de gelek kêmanî hene jî dadgeh dixwaze biryarê bide û xwe ji dosyayê xelas bike. Banga me ji bo hemû rêxistinên hiqûqê, partiyên siyasî û raya giştî ew e ku danişînê bişopînin û venihêrtina dosyayê bikin.” 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

22/03/2023
21:01 Li Qoserê du malbatên xeydan li hev hatin
19:48 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir ji girtîgehê derket
19:28 Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:42 Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan
17:45 Bernamzatê HDP'ê Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiye hatine
16:59 MSD: Berpirsyarê komkujiya li Efrînê dewleta tirk û amûrên wê ne
16:48 Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin
16:40 Baroya Amedê polîsên îşkence li zarok kirine gilî kir
16:30 Sancar û Klingbeil daxuyaniya hevpar da: Zextên siyasî nayên qebûlkirin
16:22 Ferît Şenyaşar ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kir
16:07 Li dijî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya HDP’ê êriş hate kirin
15:58 Mazlum Ebdî: Em ê heta dawiyê Şoreşa Rojava biparêzin
15:15 10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatin girtin
15:13 Zarok îşkence kirin, gef li bavê wî xwarin: Hûn Torosên Spî dixwazin!
14:39 Danişîna peywirdarê cemaweriyê ku zarokek tacîz kiribû hate taloqkirin
14:18 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê vê pergalê biguherînin
14:17 Ji bo dosyaya jinên binçavkirî biryara bisînorkirinê hate dayîn
14:03 6 kesên beriya Newrozê li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:56 Malbata Şenyaşar: Yildiz di bin parastina parlamenterê AKP’î de emeliyat bûye
13:51 ‘Di dîrokê de cara ewile Gola Wanê ewqas vedikişe’
13:08 Li Hezexê du malbat bi şer çûn: 10 kes birîndar bûn
12:43 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir hate tehliyekirin
12:25 Ji bo rojnamegerên girtî Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe
12:20 Kesên di Newroza Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin
11:38 Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin
11:24 Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê
11:15 Nûçeya giliya derbarê cîgirê serbijîşk de hate astengkirin
10:56 AYM’ê serlêdana HDP’ê qebûl nekir
10:56 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:44 Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye
10:28 Polîsan destên zarokê ku bi lêdanê anîn ber mirinê girêdan û avêtin çem!
09:47 Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin
09:01 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN
21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!
10:32 Xelkê Amedê pêl bi pêl diherike qada Newrozê
10:23 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:15 Li Qendîlê Newroz bi coş hate pîrozkirin
09:11 Li Swîsreyê pîrozbahiyên Newrozê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2023'YAN
20/03/2023
23:58 Ciwanan li Pirsûsê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kir
22:35 Li Efrînê 4 kurd hatin qetilkirin
21:18 Navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn
20:58 Rojnamevan Hamdûllah Bayram hate girtin
20:06 2 kesên di Newroza Gebzeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:55 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga edaletê kir
19:28 Li Qoserê bi çekê êrişî wesayîtekê hate kirin: 2 kes mirin
18:26 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
18:13 Ciwanan li Cizîrê agirê Newrozê vêxist
17:37 Rojnamevan Bayram mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî
17:25 Li Nisêbînê qurbaniyên Newroza 1992’yan hatin bibîranîn
17:11 Amedsporê li deplasmanê 3 pûan wergirtin
16:28 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 96’an
16:20 Cizîr ji bo Newrozê amade ye
16:12 Cem Yagci ku li Sîncanê tê ragirtin: Ewlehiya canê me nîne
15:55 TJA’yê ji bo Gokkan daxuyanî da: Em derhiqûqiyên li dijî berxwedêran qebûl nakin
15:40 Newroza Agirî: Çareserî Rêya Seyêmîn e
14:41 'Gel wê di hilbijartinê de hesabê Kemal Kûrkût ji we bixwaze’
14:34 Newroza Qereyaziyê bi coş hate pîrozkirin
13:50 Li Qoserê 35 kes hatin berdan
13:49 Xelkê Colemêrgê navnîşana çareseriyê nîşan da: Îmrali