Bersiva ‘paramotorê’ da Soylu: Xwezî hûn jî hinek hêdî bifiriyan

  • rojane
  • 14:02 18 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu yên têkildarî çalakiya li Mêrsînê bi bîr xist û wiha got: “Xwezî hûn jî hinek hêdî bifiriyan.” 
 
Hevdîtinên bûçeya sala 2023’yan ên Wezareta Karên Hundir ku li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê tên kirin, didome. Di komîsyonê de li ser navê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ewil parlamenter Fîlîz Kerestecîoglû axivî. Kerestecîoglû gotinên Wezîrê Karên Hundir  Suleyman Soylu ku digot; “Min di jiyana xwe de yek gotareke ewlehiyê nexwendiye. Heke bibêjim ez derheqê wezareta karên hundir de tiştekî dizanim, dê bibe derew.” bi bîr xist û wiha got: “Tu rast dibêjî. Heke kesekî pispor li ser kar bûya, ev welat venediguheriya cihê mafyayê, nedibû navenda bazirganiya tiryakê, Gulistan Doku û Hurmuz Dîrîl dê bihatina dîtin, êrişî Dayikên Şemiyê nedihat kirin, mîna Malbata Şenyaşar dê ne mexdûr lê faîlên komkujiyan bihatina darizandin.” 
 
Bi domdarî Kerestecîoglû bal kişand ser gotina Soylu ku digot; “Em heta hejmarên pêlavên terorîstan jî dizanin” û wiha domand: “We digot; ’50 kes man e, 300 kes man e’ û herî dawî jî got ‘120 terorîst man e.’ Lê belê hûn nnikarin pêşî li ber êrişeke bombeyî ya li navenda Stenbolê bigirin. Roja ku teqîna li Taksîmê çêbûy, hûn li Idlibê bûn. Gelo hûn wezîrê kîjan welatî ne? Çi karê we li qada serweriya welatekê din heye? Idlib û Efrîn hatin îlhaqkirin lê haya me jê nîne? Hem hiqûqa neteweyî û hem jî ya navneteweyî tê binpêkirin.  We ji bo teqîna Stenbolê ji ewil got ‘PKK/YPG’î dê bikuştina’ û piştre we got; ‘Dê birevandina Yewnanistanê.’ Hûn dibêjin ‘em sersaxiya DYA’yê qebûl nakin’ lê di hêman kêliyan de Erdogan bi Serokê DYA’yê re diciviya. Hûn ji bo kesa hatiye girtin dibêjin, endama îstîxbaratê ye û ji Efrînê ye. Lê Efrîn ji sala 2018’an ve di bin kontrola OSO û TSK’ê de ye. Idlib jî di bin kontrola HTŞ’ê de. Ev her du hêz jî li dijî kurdan şer dikin. Gelo pêkane ku ev kes li ser Kobanê derbasî Efrînê, Idlibê bibe?” 
 
GELO HÛN NIKARIN HINEK HÊDÎ BIFIRIN!
 
Kerestecîoglû axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yek ji nîşaneyên ku we tu gotarên ewlehiyê nexwendine jî êrişa li Mêrsînê bû. We îdia kir ku êrişkar ji Minbicê bi paraşûta bimotor di 12-13 saetan de firiyan e Tarsûsê. Xweziya hûn jî hinek hêdî bifiriyan! Ji ber ku ev paramotor herî zêde dikarin 2-3’ê saetan li hewa bimînin. We nasnameya êrişkaran jî xelet eşkere kir û we got; ‘ajokarê texsiyê agahî da min.’ Hûn dizanin ku piştî teqîna li Cadeya Îstîklalê mirovan digot; ‘dest bi xebatên hilbijartinê kirin’, ‘hemû kes heman tiştî difikire lê kesek nikare binivîse’ û hwd. dinivîsandin? Kesek bawerî bi daxuyaniyên we yê piştî bûyeran nayîne.”
 

Sernavên din

22/03/2023
21:01 Li Qoserê du malbatên xeydan li hev hatin
19:48 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir ji girtîgehê derket
19:28 Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:42 Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan
17:45 Bernamzatê HDP'ê Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiye hatine
16:59 MSD: Berpirsyarê komkujiya li Efrînê dewleta tirk û amûrên wê ne
16:48 Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin
16:40 Baroya Amedê polîsên îşkence li zarok kirine gilî kir
16:30 Sancar û Klingbeil daxuyaniya hevpar da: Zextên siyasî nayên qebûlkirin
16:22 Ferît Şenyaşar ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kir
16:07 Li dijî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya HDP’ê êriş hate kirin
15:58 Mazlum Ebdî: Em ê heta dawiyê Şoreşa Rojava biparêzin
15:15 10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatin girtin
15:13 Zarok îşkence kirin, gef li bavê wî xwarin: Hûn Torosên Spî dixwazin!
14:39 Danişîna peywirdarê cemaweriyê ku zarokek tacîz kiribû hate taloqkirin
14:18 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê vê pergalê biguherînin
14:17 Ji bo dosyaya jinên binçavkirî biryara bisînorkirinê hate dayîn
14:03 6 kesên beriya Newrozê li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:56 Malbata Şenyaşar: Yildiz di bin parastina parlamenterê AKP’î de emeliyat bûye
13:51 ‘Di dîrokê de cara ewile Gola Wanê ewqas vedikişe’
13:08 Li Hezexê du malbat bi şer çûn: 10 kes birîndar bûn
12:43 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir hate tehliyekirin
12:25 Ji bo rojnamegerên girtî Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe
12:20 Kesên di Newroza Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin
11:38 Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin
11:24 Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê
11:15 Nûçeya giliya derbarê cîgirê serbijîşk de hate astengkirin
10:56 AYM’ê serlêdana HDP’ê qebûl nekir
10:56 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:44 Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye
10:28 Polîsan destên zarokê ku bi lêdanê anîn ber mirinê girêdan û avêtin çem!
09:47 Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin
09:01 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN
21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!
10:32 Xelkê Amedê pêl bi pêl diherike qada Newrozê
10:23 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:15 Li Qendîlê Newroz bi coş hate pîrozkirin
09:11 Li Swîsreyê pîrozbahiyên Newrozê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2023'YAN
20/03/2023
23:58 Ciwanan li Pirsûsê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kir
22:35 Li Efrînê 4 kurd hatin qetilkirin
21:18 Navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn
20:58 Rojnamevan Hamdûllah Bayram hate girtin
20:06 2 kesên di Newroza Gebzeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:55 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga edaletê kir
19:28 Li Qoserê bi çekê êrişî wesayîtekê hate kirin: 2 kes mirin
18:26 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
18:13 Ciwanan li Cizîrê agirê Newrozê vêxist
17:37 Rojnamevan Bayram mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî
17:25 Li Nisêbînê qurbaniyên Newroza 1992’yan hatin bibîranîn
17:11 Amedsporê li deplasmanê 3 pûan wergirtin
16:28 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 96’an
16:20 Cizîr ji bo Newrozê amade ye
16:12 Cem Yagci ku li Sîncanê tê ragirtin: Ewlehiya canê me nîne
15:55 TJA’yê ji bo Gokkan daxuyanî da: Em derhiqûqiyên li dijî berxwedêran qebûl nakin
15:40 Newroza Agirî: Çareserî Rêya Seyêmîn e
14:41 'Gel wê di hilbijartinê de hesabê Kemal Kûrkût ji we bixwaze’
14:34 Newroza Qereyaziyê bi coş hate pîrozkirin
13:50 Li Qoserê 35 kes hatin berdan
13:49 Xelkê Colemêrgê navnîşana çareseriyê nîşan da: Îmrali