Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn

  • rojane
  • 16:52 28 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî di salvegera 7'emîn a qetilkirina xwe de bi girseyî li ser gora xwe hat bibîranîn.
 
Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî di 28’e Mijdarê 2015’an de dema li ber mînareya çarling daxuyanî dida hat qetilkirin. Tahîr Elçî di salvegera 7'emîna qetilkirina xwe de bi tevlibûna gelek parêzer û serokên baroyan li ser gora xwe ya Goristana Yenikoy a navçeya Yenişehir a Amedê  hate bibîranîn. Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî, Weqfa Mafê Mirovan a Tahîr Elçî, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê û gelek parêzer tev li bîr anîne bûn. Her wiha Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Zeyat Ceylan, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier di bîranîne de amade bûn.
 
Di destpêkê de girseyê bi rêzê qûrnefîl danîn ser gora Tahîr Elçî û pişt re jî Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Wekila Seroktiya HDP ya Komê Meral Daniş Beştaş û Serokê Baroya Şirnaxê Rojhat Dîlsîz li ber gora Tahîr Elçî axivîn.
 
‘EM DÊ PÊY ŞOPA TAHÎR ELÇÎ BIN’
 
Nahît Eren ê ewilî axivî, bi lêv kir ku di salvegera 7’emîn a qetilkirina Tahîr Elçî de carek din li ser gora wî ne û wiha got: “Ev xwedî derketin nîşandana xwesteka gel a dîtina kûjerên Tahîr Elçî ye.  Em dê li pey şopa dosyaya Tahîr Elçî bin. Ji bo nirxên ku wî avakirine bigihije nifşên nû em dê têbikoşin.”
 
‘TEVÎ 7 SALAN JÎ DARIZANDINEKE BIEDALET TUNE YE’
 
Dû re Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş, anî ziman ku tevî evqas sal derbas bûne jî di doza Tahîr Elçî de tu encam derneketiye û ev tişt gotin: “Ez dixwazim ji Tahîr Elçî re bi axivim. Birêz Tahîr, min dixwest ji te re bêjim, îşkence û polîtikayên bê cezakirine bi dawî bûn, êdî tu kes li kolanan nayê qetilkirin, edî di qutiyan de cenazeyê zarokan radestî dayikan nayên kirin û hwd. Min dixwast ji te re van bêjim lê mixabin ez nikarim van tiştan ji te re bêjim, tevî 7 sal piştî te jî hêj jî darizandineke bi edalet tune ye. Hêj jî îşkence û qetilkirin hene. Hêj jî mafê perwerdehiya zimanê kurdî qedexe ye. Te ji bo edaletê ew qas têkoşîn da lê mixabin ez ê agahiyeke xirab bidim te ceza nedan kujerê Apê Mûsa. Lê me soz dabû te teqêz rojeke em dê werin li ser gora te û bêjin, doza te îdaalên te gihişt armanca xwe. Em soz didin ku ji bo dosya te jî bi bêcezakirinê encam negire em dê têbikoşin.”         
 
‘JI BO KÛJER BÊN DARIZANDIN EM DÊ TÊBIKOŞIN’
 
Pişt re Rojhat Dîlsîz axivî. Dîlsîz, bi bîr xist ku Tahîr Elçî ji ber axaftina xwe rastî lîncê hatibû û wiha got: “Bi heman awayî em jî weke serokê baroyan ji ber axaftina xwe hatin lînckirin. Me jî weke Tahîr Elçî aştî xwest me got bila şer bi dawî bibe ji ber wê em hatin lînckirin. Lê ji ber ku pêşengê me Tahîr Elçî ye em natirsin. Tahîr Elçî li dijî bê cezakirinê têkoşiya lê mixabin niha jî dosyaya wî ber bi bê cezakirinê ve diçe. Lê em dê heta dawiyê bişopînin. Ji bo ku kûjer bên darizandin hêta dawiyê em dê têbikoşin.”
 
 

Sernavên din

03/04/2023
21:34 Piştî 30 salan li Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin
20:02 Aydenîz: Em ê we têk bibin!
18:25 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
16:51 Serokwezîrê Iraqê: Hewcehiya me bi hêzên biyanî nîne
16:48 Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî li dijî tecrîdê banga hestiyariyê kir
16:40 Li Samandagê li dijî kavilan nobeda ‘jiyanê’ hat destpêkirin
16:25 Di roja 57'emîn a erdhejê de li 6 bajaran ‘herêma afetê’ hat ragihandin
16:09 Ji PYD’ê peyama 4’ê Nîsanê: Divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê mezinkirin
16:00 Leşkeran êrişî çalakiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
15:54 Li Efrînê 4 kes hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan
15:45 Ji jinên Rojava û Herêma Kurdistanê banga têkoşîna hevpar
15:37 Nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:24 Tevî biryara bêçalakitiyê jî di du rojan de 21 car bombebaran hat kirin
15:19 Malbata Şenyaşar: Tişta pîroz ne cilnimêj lê edalet e
15:15 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin: Serkeftin ya me ye
15:12 Têkildarî 7 girtîgehan rapor: Tecrîd girantir dibe
14:37 KCDP: Di adarê de 23 jin hatin qetilkirin
14:20 Li Girtîgeha Islahiyeyê dermanan nadin girtiyên nexweş
14:19 MGKP’ê rapora binpêkirinan a 3 mehan eşkere kir: 18 rojnamegerên jin girtî ne
13:36 Mehmet Zengeralp piştî 30 salan hate berdan
13:19 Qeyûmê Şaredariya Amedê beriya hilbijartinê 97 donimên erd firotin
13:11 Parêzer Ektî: Gundiyên ku li ber GES’ê rabûne hatine îşkencekirin
11:54 Biryara ‘veşarî’ danîn ser lêpirsîna Harûn Elbak
11:53 Li Wanê şewat derket: Ziyan gihişte herî kêm 50 kargehan
11:48 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Werin em ji bo serkeftinê li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek
11:40 Ji ber ku kolanên teng nayên vekirin nikarin xwe bigihînin cenazeyan
10:03 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Ciwan hatin binçavkirin
09:41 Xwebûn bi manşeta “Çirûska Azadiyê” derçû
09:16 Li Ewropayê xebatên hilbijartinê: Dê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ biçin ser sindoqan
09:03 Omer Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê berê xwe bidin Amarayê
09:02 Serokê Weqfa Aştiyê: Li gorî me biryara bêçalakitiyê binirx e
09:02 Ajokarê TIR'ê welat bi welat çanda kurdî dide naskirin
09:01 Aktîvîstê Ekolojiyê Bîlgîç: Êrişa li ser Hewselê, êrişa li ser bîra civakê ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2023'YAN
02/04/2023
23:55 Li Şîroyê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
21:26 Ciwan di aktîvîteya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ de hatin bahev
20:29 Rojbûna Yilmaz Guney hate pîrozkirin: Dengê bilind ê doza gelê kurd bû
18:42 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê 2 buroyên hilbijartinê vekirin
17:39 Ji bo şînê serdana malbata Dakman kirin
16:42 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê sibe deklarasyona hilbijartinê ragihîne
16:20 Bexda û Hewlêrê li ser hinartina petrolê li hev kir
15:09 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:57 Li Stenbolê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
14:47 Partiya Çep a Kesk li 2 bajaran starta hilbijartinê da
14:36 Tevî biryara bêçalakitiyê jî artêşa tirk bênavber êriş dike
14:32 Banga ‘Îmraliyê bigirin’ li namzetên serokkomariyê kirin
14:07 Malbata Şenyaşar: Pêdiviya me bi azadî û edaletê heye
14:04 Li DYA’ê bablîsok rabûn: 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:49 Jinên filistînî ji bo Partiya Çep a Kesk peyama piştevaniyê şandin
12:43 Uçar: Em ê hesabê bipirsin û vê îktîdarê bi hev re biguherînin
12:19 Buldan: Di 14’ê gulanê de bersiva herî xurt dê jin bidin
12:03 Beyannameya Partiya Çep a Kesk: Ji berxwedanê ber bi serhildanê, ji serhildanê ber bi avakirinê ve
11:54 Strana Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk: Dîsa jin, dîsa jiyan
11:24 Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Beyannameya Hilbijartinê ragihand
10:49 Ji Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk starta hilbijartinê: Dîsa jin, dîsa jiyan
10:36 ‘Em dengê xwe nadin partiyên dijminatiyê li jinan dikin’
10:13 Baroya Amedê: Bikaranîna çekê ya bi keyfî nayê qebûlkirin
10:02 'Em ê li dijî tecrîdê li Amarayê bin'
09:21 Îspenax, roqe û bexdenûz di dest cotkarên Hatayê de man!
09:05 Esnafên mexdûrê erdhejê hewl didin di konteyniran de xwe li jiyanê bigirin
09:04 Ji 5 birayên girtî berdana 2'yan jê hat taloqkirin
09:03 Banga ji bo 4'ê Nîsanê: Em ji bo azadiyê bimeşin
09:01 Li dijî tecrîdê banga ji bo Meşa Amarayê
09:00 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2023’YAN
01/04/2023
23:58 Li Amedê leşkeran welatiyek qetil kir
21:37 ANYAKAY-DER'ê 4'ê Nîsanê pîroz kir
19:53 Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir
17:00 Partiya Çep a Kesk li Hatayê xebatên hilbijartinê didomîne
16:42 Cihên namzetên serokkomariyê yên di pisûlayê de diyar bûn
16:41 Karabûlût: Îstîhbaratê karsazê kurd Zekî Ogûz revandiye
16:06 Bi girseyî serdana şîna Nazlier kirin
15:55 ÎHD: Tevî îtîrafa endamê JÎTEM’ê aqûbeta 4 kesan nehate lêkolînkirin
15:38 Hat xwest ku girtiyê nexweş Îlhan Dîkmen ê rewşa wî giran e bê berdan
15:19 Komeleya Ekolojiyê: Em tev li kampanyaya çandina şitilan bibin
15:07 Ji bo girtiyên nexweş Emîn Çam banga berdanê hat kirin
14:53 ‘Heta ku hemû kedkarên cemaweriyê bên vegerandin dê têkoşîna me bidome’
14:08 Malbatên Windakiriyan xwestin faîlên Bûlmûş bên darizandin
13:45 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nezîr Acar pirsîn
13:16 TEV-DEM: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em têkoşînê mezin bikin
12:04 Li Qoserê mirina biguman a leşkerekî
11:38 Li Îzmîrê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:37 Malbata Şenyaşar: Tava ku vê pêvajoya tarî ronî bike wê ji Rihayê hilê
11:26 ‘Li Pirsûsê 23 kes beriya hilbijartinê bi sedemên siyasî hatin girtin’
11:15 Bîlançoya şer a meha adarê: 53 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:17 Haleta kêrhatî ya AKP'ê: HUDA PAR
09:56 HDP’ê li Ewropayê seferberî îlan kir: Armanc ew e ku 3 milyon hilbijêr biçin ser sindoqan
09:06 Rêxistinên jinan ên Kurdistanê: Em ê tecrîdê bişkinin û Ocalan azad bikin
09:02 Amara li benda mêvanên xwe ye
09:02 Ji malbata Karaoglan û Dag banga ji bo Amarayê
09:01 Dr. Doran: Ger kavil daxilî nava avê bibin em ê nikaribin pêşî li nexweşînan bigirin
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2023'YAN
31/03/2023
21:50 Ciwan bûn mêvanê sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşarê
17:46 Di 18 saliya xwe de hat girtin, di 48 saliya xwe de ji girtîgehê derket
16:35 Li girtîgehan di 3 mehan de 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
16:20 Rawestandina hilberîna petrole bandor li ceyranê jî kir
16:04 Li Êlihê qezaya trafîkê çêbû: Kesek mir û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn
15:57 Li Xarpêtê 6 kes di malekê de mirî hatin dîtin
15:47 Li Rihayê girtina 23 kesan hat protestokirin
15:44 Hîzbûllahiyê digot ‘em ê serê wan jê bikin’ hate berdan
15:33 Rojnameger Ziya Ataman: Em di bin tecrîdeke giran de ne