Pênc sal in ji bo wergirtina cenazeyê kekê xwe têdikoşe

  • rojane
  • 09:46 18 Kanûn 2022
  • |
img
STENBOL – Rewşan Doner ku ji bo wergirtina cenazeyê kekê xwe Abdulhamît Doner ê li Goristana Kilyosê hatiye definkirin ev 5 sal in têdikoşe wiha got: “Divê em destûrê nedin ku cenazeyên wan egîdan di bin kevirên payarêyê de bimînin.” 
 
Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê girêdayî navenda Bedlîsê, di 8-17’ê kanûna 2017’an de hate rûxandin û zêdetirî 300 cenazeyên li goristanê hatin derxistin. Heta demekê dirêj nehat zanîn bê ka cenaze bi ku de hatine birin.  Walîtiya Bedlîsê di 2’yê  çileya 2018’an de bi daxuyaniyekê ragihand ku cenaze birina Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Cenazeyên ku heta demekî li ATK’ê hatin sekinandin, piştre jî li parselên rex payarêya ku ji bo bêkesan a li Goristana Kîlyosê hatin definkirin. Li ser vê yekê malbat ji bo wergirtina cenazeyan ketin nava liv û tevgerê û serlêdan kirin. Di nava pêvajoya 5 salan de hinek cenaze radestî malbatan hatin kirin. Tê gotin ku zêdetirî 20 cenaze hatine radestkirin lê hejmara wan baş nayê zanîn. Herî dawî cenazeyê endamê PKK’ê Nîzamettîn Gokalan ku di sala 1999’an di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, di 14’ê kanûnê de radestî malbata wî hat kirin. 
 
Gelek malbat hene ku hêjta ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe têdikoşin. Yek ji van malbatan jî malbata Abdulhamît Doner (Egît Xerzan) e. Xwişka Doner, Rewşan Doner da zanîn ku ev 5 sal in ji bo wergirtina cenazeyê birayê xwe têdikoşin lê hêj jî encamek bi dest nexistine. Doner, qala pêvajoya têkoşîna xwe kir. 
 
DI SALA 1995’AN DE JIYANA XWE JI DEST DA
 
Rewşan Doner, da zanîn ku kekê wê Abdulhamît Doner di sala 1993’yan de tev li refên PKK’ê bû û di sala 1995’an di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Doner, bi domdarî wiha got: “Me heta sala 2014’an jî nekarî cenazeyê birayê min bigirin. Piştî ku di sala 2013-2015’an di ‘pêvajoya çareseriyê’ dest pê kir, cenazeyên gerîlayan li Goristana Xerzanê hatin definkirin. Di 10’ê îlona 2014’an de birayê min jî di nav de cenazeyên 40 gerîlayan li Goristana Xerzanê ji hêla gelê me yê welatparêz ve hatin definkirin.” 
 
5 SAL IN TÊDIKOŞIN 
 
Bi domdarî Doner ev tişt anî ziman: “Di sala 2017’an de li ser televîzyonê em hîn bûn ku Geliyê Şêx Cûma hatiye qedexekirin. Em ji gundiyên herêmê hîn bûn ku Goristana Xerzanê hatiye rûxandin. Gundiyekî got; ‘goristan rûxandin û gor hilweşandine lê em nizanin bê ka cenaze bi ku de birine.’ Piştre ji me re gotin ku cenaze birine Stenbolê û piştî testa DNA’yê dê yek bi yek radest bikin. Dema me ev agahî bihîstî, me yekser serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û dadgehê da. Me xwest cenazeyên xwe wergirin lê ev 5 sal in li bendê ne.” 
 
APÊ WÊ LI MIZGEFTÊ HATE QETILKIRIN
 
Di berdewamê de Doner got ku kekê wê di zarokatiya xwe de her tim li dijî neheqiyê disekinî û wiha domand: “Hesta wî ya edaletê pir xurt bû. Di wî emrê xwe de jî dema neheqiyek didît, bi dilwêrekî li dij derdiket. Malbata me malbateke polîtîk bû ku ev jî bi saya têkoşîna mamê min a di dema darbeya leşkerî ya sala 1980’an û pêvajoya piştî wê bû. Ji ber sekna mamê min, leşkeran wan salan her tim bi ser mala me de digirtin. Leşkeran şênî li nava gund kom dikirin û îşkence lê dikir. Di îlona sala 1990’an di saetên nimêja xutbeyê de leşkeran mamê min li mizgeftê qetil kir. Ez û kekê xwe Abdulhamît di rewşeke wiha de mezin bûn.” 
 
ÎŞKENCE LÊ HAT KIRIN
 
Doner, diyar kir ku kekê wê hêj di zarokatiya xwe de zextên li ser nasnameya kurdî dipirsiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêj di wî emrê xwe yê biçûk de pirsên weke ‘Gelo me em jî gelekî di nava vê dewletê de dijîn nînin? Çima ewqas îşkence li me tê kirin?’ dikir. Di 12 saliya xwe de dema xwendekar bû, leşkeran ew binçav kirin û îşkenceyên giran lê kirin. Di çavê wan de em dijmin bûn lewma tehemûla zarok û kalên me jî nedikirin. Kekê min hefteyekê binçavkirî ma. Dema hatî berdan jî got; ‘li vî welatî derfeta me ya jiyanê nema ye, dema em dibistanê dixwînin û li mala xwe rûdinin jî tên girtin, tên kuştin.’ Di sala 1993’yan di 12 saliya xwe de tev li PKK’ê bû. 2 sal piştre jî me agahiya wî ya mirinê bo me hat.”
 
'TEHEMÛLA DEWLETÊ YA BO KURDAN NÎNE’ 
 
Di berdewamê de Doner destnîşan kir ku zextên dewletê yên li ser kurdan ji berê ve qet neguherîne û wiha axivî: “Kurd, ermen an jî kî dibe bila bibe, dema mirovekî jiyana xwe ji dest da divê rêz û hurmet ji cenazeyê wî re bê girtin. Lê ji ber ku tehemûla vê dewletê bo kurdan nîne, heta gorên wan jî dirûxîne. Ev pêvajo, ji bo malbatan pir giran derbas dibe. Di tu ol û baweriyan de rûxandina goran nîne. Gelek malbatan hêjta cenazeyên zarokên xwe wernegirtine. Dema di 14’ê kanûnê de cenazeyê Nîzamettîn Gokalan dayîn malbata wî, ez ji hêlekê ve pir keyfxweş bûm û li hêla din jî xemgîn bûm.” 
 
'DIVÊ EM WAN DI BIN PAYARÊ DE NEHÊLIN’ 
 
Doner, axaftina xwe wiha qedand: “Malbatên ku nizanin cenazeyên zarokên wan li ku ne, bila serî li dadgehan bidin û di vê mijarê de biisrar bin. Banga min ji bo wan malbatan tevan e; divê em destûrê nedin ku cenazeyên wan egîdan di bin wê payarêyê de bimînin. Werin em xwedî li cenazeyên zarok û xizmên xwe derkevin û wan li xaka canê xwe li ser dayîne veşêrin.” 
 

Sernavên din

24/04/2023
13:22 Namzetên jin ên Xarpêtê banga beşdariya mitîngê kirin
13:12 Ji Colemêrgê peyam: Bêguman rewşa me biqûdret e
12:48 Li Elkê bertek nîşanî pîrozbahiya 23’yê Nîsanê ya bi wesayîtên zirxî hate dayîn
12:48 Li Hezexê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn
12:29 AGÎT’ê ji bo hilbijartinê daxwaza çavdêran kir
12:28 Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îran dê sibê bicivin
12:17 Rojnamevan negirtin danişîna doza rojnamevan Şahînlî
12:00 Ji Hunergeha Welat stran û klîbek nû: Li Herî Jorê
11:38 Li Sûdanê di pevçûnan de 264 kesan jiyana xwe ji dest da
11:08 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Hevrûbûn gava ewil a avakirina aştiya civakî ye
10:40 Hasan Cemal: Heta Erdogan neçe wê rêya çareseriya pirsgirêka kurd jî venebe
10:16 'Karker û kedkar wê tesîrê li ser hilbijartinê bikin’
10:15 ‘Vaye hat, wê bê Partiya Çepên Kesk
09:08 Parêzer Donmez: Li Îzmîrê dê dengekî gelê me jî berhewa nebe
09:06 Bedlîsî: Em ê encameke baş bi dest bixin
09:05 Bû sedema mirina karkerekî, lê qeyûm nahêle der barê wî de doz bê vekirin
09:04 Rojnameger Koyluoglû: Suîqastên li Başûr ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve pêk tên
09:02 Li Meletiyê xetereya molozan a li ser tenduristî û xwezayê berdewam dike
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Osal: Gel xilasiyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2023'YAN
23/04/2023
18:18 Partiya Çepên Kesk çû şîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane
16:54 Buroyên hilbijartinê hatin vekirin û meşên girseyî hatin lidarxistin
16:15 ‘Em bi xwe bawer ber bi edaletê ve dimeşin’
15:53 Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin
15:08 Bûldan: Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e
14:14 Bi wesayîtên Şaredariya Rezanê alên AKP’ê tên daliqandin
14:13 Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin
11:25 Ji bo Şehba û Helebê bang li NY'yê hat kirin
11:23 Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin
11:22 Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
10:47 Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
10:15 AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike
10:04 Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist
10:03 Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin
09:06 Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin
09:05 Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin
09:04 Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
09:04 Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
09:02 Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN
08:45 Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn
22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze