Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê

  • rojane
  • 09:17 25 Kanûn 2022
  • |
img
RIHA - Parlementerê HDP'ê Omer Ocalan, diyar kir ku ji 25'ê Adara 2021'ê ve xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û got: "Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê." 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan cara wil di 24'ê Nîsana 2020'î de bi rêya telefonê hevdîtin bi malbata xwe re kir. Abdullah Ocalan hevdîtina duduyan a bi rêya telefonê jî di 25'ê Adara 2021'ê de kir. Ji wê rojê heya niha xeber ji Ocalan nayê girtin. 
 
Hevdîtina duduyan a bi rêya telefonê piştî 4-5 deqeyan di nîvî de hatibû qutkirin. Ocalan gotibû: "Eger hevdîtin çêbibe, divê di çarçoveyeke hiqûqî de çêbibe. Ya ku hûn dikin pir şaş e. Dewlet jî şaşiyê dike. Ev ne hiqûqî ne jî rast e. Ev nayê qebûlkirin. Her wiha ev pir talûke ye jî. Ez dixwazim parêzer bên vir hevdîtinê bi min re bikin. Ev tiştekî hiqûqî ye." Di ser vê hevdîtinê re 21 meh derbas bûne, lê ne parêzer ne jî malbat tu xeberê ji Ocalan nagirin. 
 
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê da, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'21 MEH IN XEBER NAYÊ GIRTIN'
 
 
Omer Ocalan, bibîr xist ku 24 sal in tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û 21 meh in jî tu xeberê ji Ocalan nagirin. Omer Ocalan ragihand ku herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de Mehmet Ocalan li Edliyeya Rihayê bi telefonê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kiriye û got: "Di wê hevdîtinê de birêz Ocalan got, bila parêzerên wî bên Îmraliyê, li vir bêhiqûqîtî heye, bila parêzer bên hevdîtinê bikin." 
 
Omer Ocalan bibîr xist ku hevdîtina rûbirû ya herî dawî jî di 3'yê Adara 2020'î de hatiye kirin û got ku nêzî 3 sal in hevdîtina rûbirû nehatiye kirin. 
 
'LI ÎMRALIYÊ KONSEPTEKE CUDA TÊ PÊKANÎN'
 
Parlementerê HDP'î Omer Ocalan diyar kir ku hevdîtina dawî ya parêzeran jî di sala 2019'an de hatiye kirin û ji wê çaxê heya niha destûr nayê dayîn ku parêzer hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin. Omer Ocalan serdana Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ku di Îlona 2022'yan de çûye Îmraliyê bibîr xist û got ku lê CPT têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke zelal nedaye. Omer Ocalan, cardin bibîr xist ku buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyandiye ku "Ew wisa difikirin ku Abdullah Ocalan hevdîtina bi CPT'yê re qebûl nekiriye" û got ku piştî vê fikar zêde bûne. 
 
Ocalan wiha axivî: "Lewma em nizanin bê rewşa li Îmraliyê çi ye. Em nizanin bê tenduristiya Ocalan çawa ye. Ji ber ku hevdîtin nayê kirin fikarên me hene. 22 meh in bi telefonê jî hevdîtin nehatiye kirin. Li Îmraliyê konsepteke cuda û giran tê pêkanîn." 
 
ŞER Û TECRÎD
 
Ocalan bilêv kir ku di qanûnên Tirkiyeyê de jî hatiye diyarkirin ku li her girtîgehê parêzer dikarin hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin û ji bo vê ev tişt gotin: "Ev konsepta şer, çawa li Kurdistana Federe û Rojavayê zêde dibin û çawa li Tirkiyeyê operasyonên qirkirina siyasî tên kirin, li Îmraliyê jî wisa tecrîd tê girankirin." 
 
'DIXWAZIN PÊWENDIYA OCALAN A BI GEL RE QUT BIKIN'
 
Ocalan diyar kir ku bi girankirina tecrîdê re şer gur bûye û gurbûna şer jî bandoreke neyînî li siyasetê dike û got ku ev jî veguheriye konsepteke AKP-MHP'ê. Ocalan destnîşan kir ku armanca vê konseptê jî di sala 100'î ya komarê de fetisandina gelê kurd e. Ocalan wiha axivî: "Dixwazin kurd dest ji doza xwe berdin. Kurd li seranserê cîhamê û Kurdistanê ji bo azadiya xwe bênavber têdikoşin. Desthilata AKP-MHP'ê êdî nikare pêşî li ber vê bigire. Ji ber vê dixwaze pêwendiya birêz Ocalan û gelê kurd qut bike. Lewma me HDP jî li gelek bajaran çalakî li dar xistin." 
 
'DIVÊ HER KES BIXEBITE JI BO BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ'
 
Ocalan destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê divê her kes bixebite û got ku di hevdîtinên li meclîsê de Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag rexneyên di war tecrîdê de nebersivandine. Omer Ocalan wiha domand: "Ev daxwaza me qanûnî ye. Bi pêşengiya parlementerên HDP'ê, ji bo rakirina tecrîdê li ber Wezareta Dadê Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Heya encamek bi dest nekeve ev Nobeda Edaletê dê bidome." 
 
'FIKAR ZÊDE BÛNE'
 
Omer Ocalan destnîşan kir ku serdana CPT'yê û astengkirina hevdîtina bi parêzeran û malbatê re bûne cihê fikaran û vê pirsê kir: "Desthilata AKP-MHP'ê qey li Girava Îmraliyê tiştina vedişêre?" Omer Ocalan got: "Meseleya Îmraliyê êdî hatiye asteke din. Êdî fikar zêde dibin." 
 
'JI BO PÊŞEROJÊ DIVÊ HER KES LI DIJÎ TECRÎDÊ RABE'
 
Omer Ocalan anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo vî welatî şensek e û wiha axivî: "Paradîgmaya birêz Ocalan, felsefeya wî jiyanê berpêşî mirovan dike. Çi bîr û bawerî û cudahî dibin bila bibin, dikarin di paradîgmaya birêz Ocalan de bijîn. Ev paradîgma ji bo pergaleke nû zemînekê diafirîne li Rojhilata Navîn. Navenda şerê sêyan ê cîhanê Rojhilata Navîn e, navenda wê jî Kurdistan e. Paradîgmaya birêz Ocalan jiyaneke nû berpêş dike. Lê Tirkiye, hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê êrişî vê jiyanê dike. Lewma heya tecrîd ranebe, dê ev şer zirarê bide her kesî." 
 
TÊKOŞÎN
 
Ocalan destnîşan kir ku di sala nû de ji bo rakirina tecrîdê divê her kes bixebite û biêtkoşe û got ku tenê ne birêz Ocalan, Tirkiye jî bi awayekî derûnî tê tecrîdkirin. Omer Ocalan wiha axivî: "Lewma sala 2023'yan divê bibe sala têkoşînê. Ji bo şikandina vê tecrîdê tenê ne li Bakur û Tirkiyeyê divê li tevahiya parçeyên Kurdistanê xebat çêbibin. Gelê kurd divê di vê sedsalê de bibe xwedî statu. Ev qas êş û azar, ev qas bedêl ji bo vê ne. Lewma Tirkiye bênavber êrişî Rojavayê dike. Ji ber vê li Bakur operasyonên qirkirina siyasî dike. Divê em di sala 2023'yan de têkoşînê bilindtir bikin." 
 
'SALA 2023'YAN DIVÊ BIBE SALA ŞIKANDINA TECRÎDÊ'
 
Ocalan destnîşan kir ku sala 2023'yan ji bo Tirkiyeyê û gelê kurd saleke girîng e û herî dawî ev tişt gotin: "Tirkiye dibêje dê têkeve sedsala duduyan a komarê. Heya ev komar nebe komareke demokratîk, heya nasnameya kurdan û elewiyan neyê naskirin, ev êş dê bidomin. Lewma Tirkiye divê di vê sedsalê de xwe di ber çavan re derbas bike. Êdî divê înkar, qirkirin û asîmlasyon tune bin. Divê tecrîda li ser Serok Apo bê rakirin. Ji bo vê jî têkoşîn, berxwedan û xebat divê. Em ê jî bixebitin. Em hêvî dikin ku sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê." 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

28/12/2022
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin