PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin

  • rojane
  • 10:00 25 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - PENa Kurd êrişa li Parîsê şermezar kir û destnîşan kir ku divê rayedarên Fransayê qetlîamê ne wek “edlî” bibînin û divê rayedar demildest vê qetilxwînê ronî bikin. 
 
Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’yê kanûnê de êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûn. Nerazîbûna kurdan û dostên wan a li dijî qetlîamê didome. Duh di serî de li Parîsê li gelek bajarên Ewropayê gelê kurd û dostên xwe hêrsa xwe ya li dijî qetlîamê nîşan dan. Têkildarî bûyerê lêpirsîn jî hê didome. 
 
Komîteya Rêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd jî li dijî qetlîama Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand, qetlîamê şermezar kir û qurbaniyan bi bîr anî. 
 
Daxuyaniya PENa Kurd wiha ye: 
 
“Me bi xemgînî bihîst ku di 23.12.2022’yan de, li Parîsa Fransayê, li dijî Navenda Çanda Kurdan a Ahmet Kaya êrîşek hatiye kirin. Di encama vê êrîşê de 3 Kurdan jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn. Wek Navenda PENa Kurd, em vê êrîşa terorî bi tundî şermezar dikin. Di serî de ji malbat û hezkiriyên cangoriyan re, em ji tevahiya gelê Kurd re sebrê û sersaxiyê; ji bo kesên birîndar jî şîfaya xêrê dixwazin.
 
ÊRIŞ BI HIŞMENDIYA DIJMINATIYA KURDAN PÊK HATIYE
 
Ligel ku piştî vê êrîşa hovane bi demeke kin gelê kurd ê li çar aliyê cîhanê bertekeke xurt nîşan da û berpirsên esasî yên vê bûyerê bi yekdengî destnîşan kirin jî, rayedarên Fransayê bi israr dixwazin vê yekê wek bûyereke adlî ya takekesî destnîşan bikin. Ev yek û êrişên dijwar ên hêzên ewlehiyê yên Fransayê yên li ser kurdên ku nerazîbûna xwe li dijî vê yekê nîşan didin me dixin nava gumanan. Divê bê zanîn ku kiryarê vê bûyerê kî dibe bila bibe, hişmendiyeke nîjadperest a ku li çar aliyên cîhanê dijminatiya kurdan dike, wan wek hedef nîşan dide û polîtîkayên rayedaran ên ku li hemberî van kirinên aşkere bêdeng dimînin, dikin ku bûyerên bi vî rengî pêk bên.
 
HEKE QETLÎAMA 9’Ê ÇILE EŞKERE BÛBÛYA DÊ EV PÊK NEHATA
 
Fransaya ku xwe wek yek ji dayikên afrîner ên mafên mirovan, azadiya ramanê, demokrasî, hiqûq û siyasetê dibîne divê li xwe mikur were ku bi bêencamhiştina bûyera 9’ê Rêbendana 2013'an derî ji bûyerên bi vî rengî re vekirî hiştiye. Heke ku qetliyama 9’ê Rêbendana 2013'an bi awayekî berfireh bikola û berpirsên esasî destnîşan, deşîfre û ceza bikira, îro dê ev bûyera ku em wek qetilxwîneke parçeyek ji qirkirina Kurdan dibînin dê pêk nehata.
 
DIVÊ RAYEDARÊN FRANSAYÊ VÊ QETILXWÎNÊ EŞKERE BIKIN
 
Ji lewre, wek Navenda PENa Kurd, em daxwaz dikin ku rayedarên Fransayê vê qetilxwînê bi her awayî û demildest ronî bikin, raya giştî bi awayekî zelal agahdar bikin, berpirsên esasî destnîşan û ceza bikin da ku rê li tevahiya bûyerên bi vî rengî yên ku tê xwestin li tevahiya Ewropayê çêbibin, bê girtin. Wek Navenda PENa Kurd em ê li hemberî bûyerên bi vî rengî her û her di nava liv û tevgerê de bin û li ku derê dibe bila bibe, ji bo parastin û pêşvebirina mafên gelê Kurd di nava têkoşîn û xebatê de bin.” 
 

Sernavên din

28/12/2022
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin