Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin

  • rojane
  • 17:46 28 Kanûn 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Li bajaroka Dêrahinê 2 cerdevanan destdirêjî S.A.'yê kiribû û dêmariya wê jî ew daxilî nava fuhûşê kiribû. Di danişîna dozê de, parêzerên bersûcan gotin zarok deng ji xwe neaniye û nekiriye hawar û gazî û bi vî awayî destdirêjiyê parastin. 
 
Li bajaroka Dêrahinê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê 2 cerdevanan destirêjî S.A.'ya 17 salî kiribûn û dêmariya wê jî ew daxilî nava fuhûşê kiribû. Danişîna 3'yan a dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Şirnexê hat lidarxistin. Ji bersûcan dêmarî Berîvan Aydemîr a girtî, bi rêya Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) tevlî danişînê bû û cerdevan Cengîz Aydemîr û cerdevanê teqawidbûyî Samî Yildiz ê destdirêjî S.A.'yê kiribûn jî tevlî danişînê bûn. Ji xeynî parêzerên bersûcan parêzerên Wezareta Xizmeta Malbat û Civakê jî tevlî danişînê bûn. Ji ber ku hêwana danişînê biçûk bû, gelek kes nikaribûn tevlî danişînê bibin. Rojnamevanan jî li ser pêyan danişînç şopandin. 
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştî tespîtkirina nasnameyan ewilî bersûc hatin guhdarkirin. Bersûcan beyanên xwe yên berê dubare kirin û doza berdanê kirin.
 
Ji kesênd estirêjiyê kirine cerdevan Cengîz Aydemîr ku parastvanê Şaredarê AKP'î yê Dêrahinê Cemîl Yildiz bû, di parastina xwe de diyar kir ku ew cerdevan e û îdia kir ku 10 meh in bi awayekî neheq tê mexdûrkirin û doza berdanê kir. Kiryar Samî Yildiz jî derpêş kir ku tiştên pê tê tawanbarkirin ne rast in û xwest bê berdan. 
 
Piştî parastina kiryaran meqama îdiayê mutalaaya xwe berpêş kir û xwest girtina bersûcan bidome. 
 
Paşê parêzerên bersûcan axivîn. Parêzerên bersûcan jî îdia kirin ku roja b»yer qewimiye temenê S.A.'yê di ser 18 salan re bûye û gotin: "Îfadeyên mexdûrê li hev dernayên. Mexdûr îdia dike ku dest dirêjî wê hatiye kirin. Madem wisa nexwe çima deng ji xwe neaniye yan jî nekiriye hawar û gazî. Mala wan li cihekî anvendî ye. Ger destdirêjî bûna, dê kesên li derdorê bibihîstana. S.A., keça Berîvan Aydemîrê ye. Gelo ma ne pêkan e ku ji ber hisûmeteke di navbera wan de S.A.'yê giliyê wê kiribe? Her du muwekîlên min jî cerdevan in û em doza berdana wan dikin."
 
Parêzeran derpêş kirin ku divê muwekîlênw an bi sûcê "destdirêjiya li zarok" neyên darizandin. 
 
Paşê parêzerên zarokê axivîn. Parêzeran diyar kir ku temenê zarokê di qeyda nifûsê de sabît e û xwestin girtina bersûcan bidome. 
 
Piştî parastinan heyeta dadgehê navber da danişînê. Piştî danişînê heyetê biryara domandina girtina bersûcan da û danişîna bê taloqî 13'ê Sibata 2023'yan kir. 
 
 
 

Sernavên din

31/12/2022
15:05 Operasyona 'Birûska Cizîrê' didome: 32 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
14:59 Bi bombeyên qedexekirî êrişî gundê Sîda hat kirin
14:20 Girtiyê nexweş Gurban di hucreya yek kesî de tê ragirtin
13:56 Dayikên Şemiyê: Em bi hesreta windayên xwe 2023'yan pêşwazî dikin
13:55 Çalakiya malbatên windayan: Bila kêlikek gora bapîrê min jî hebe
13:38 Pirtûka 'Henaseya Jiyanê' ya nivîskarê girtî Mahîr Bagok der çû
13:24 Li Silêmaniyê bi dehan zilam êrişî jinekê kirin
13:05 Peyama Malbata Şenyaşar a roja dawiya salê: Bila sala 2023’yan bibe sala edaletê
13:04 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê greva birçîbûnê bi dawî kirin
12:52 Li Girtîgeha Afyonê jimartina li ser pêya li girtiyan tê ferzkirin
11:22 Ji bo qurbaniyên Komkujiya Parîsê dê merasîm bê lidarxistin
11:03 Girtîgehê ji ber 14 dirûşman 14 meh cezayê ragihandinê li girtiyan birî
10:50 Berdana nivîskarê kurd hat taloqkirin
10:44 Bûldan û Sancar: Sala 2023 dê bibe sala bihara gelan
10:25 Bertek nîşanî biryara bo Fîncanci dan: Heke vegotina rastiyan sûc be em jî sûcdar in
10:11 Li her perçeyekî Kurdistanê Dilxwazek: Dê muhtacî kurdan bibin
09:52 Di Doza Kobanê de bêyî parastin biqedin biryara mutalayê hat dayîn
09:47 Parêzerê Abdullah Ocalan: Piştgirî berdewam bike dê tecrîd bê rakirin
09:04 Ji ber sondaja TPAO'yê gundek bê av maye
09:02 Dengê kolanên Wanê: Çare Tifaqa Ked û Azadiyê ye
09:01 ‘Em ê di 2023'yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin'
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/12/2022
22:22 Jinan ji Fransayê re got: We çima hişt ku ev komkujî çêbibe?
22:12 Li Reqayê 9 DAÎŞ’î hatin zevtkirin
22:02 Li Amedê civînên gel: Dê têkoşîna gelê kurd bi ser bikeve
19:59 Li Bernê mîtînga ‘Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin‘ hat lidarxistin
19:11 Li Bornovayê 5 karker jiyana xwe ji dest dan
18:41 Yildizê ku înfaza wî 2 caran hatîbû şewitandin hat berdan
16:58 Ayşe Gokkan ji bo çekên kîmyewî werin lêkolînkirin serlêdan kir
15:51 Rojnamevan Can Dundar li ‘lîsteya gewr’ hate zêdekirin
15:35 Başaran: Em ê desthilata ku dijminê jinane têk bibin
15:09 Demîrtaş: Tenê delîlek dosyeyê heye ew jî beyanên Erdogan in
15:09 Li Çemçoyê êrişa bi çekên kîmyewî
14:58 Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:45 ‘Dê tu partiyên kurd serî netewînin’
14:30 ÎHD'ê li ber girtîgehê daxuyanî da: Sedema girtinan daraza alîgir e
13:50 Girtî bang li Meclisê kir ku biçin li kamerayan binêrin
13:13 Cenazeyên qurbaniyên Komkujiya Parîsê bi hêceta sersalê tên sekinandin
13:06 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 Li Wanê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:27 Malbata Şenyaşar: Bendewariya me ya ji sala 2023’yan edalet e
12:13 Kesên li Îranê hatin qetilkirin bi girseyî hatin bibîranîn
11:46 Başaran: Sala 2023’yan dê bibe sala serkeftina kurdan
11:45 'Operasyona Birûska Cizîrê' didome: 52 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
11:30 Li Herêma Kurdistanê ku dane lê hatine qedexekirin herî kêm 54 jin hatin qetilkirin
11:15 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Vîtamîna B12 nadin me
10:59 AYM dê qutkirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP’ê nîqaş bike
10:42 Wezîrê Karên Derve Sefîrê Iraqê ku komkujî îtîraf kiribû parast
09:49 ‘Tirkiye bi Ewropayê re li hev kir, tecrîd girantir bû'
09:14 Di hefteyekê de 2 caran girtiyê nexweş Ozkan rakirine nexweşxaneyê
09:06 87 rojnameger dê sala nû li girtîgehê pêşwazî bikin!
09:03 Dayika wî li ber HDP'ê lê digere, ew li girtîgehê di rojiya mirinê de ye
09:03 Li dijî ambargoyê û êrişan li ber xwe didin
09:01 Sala tecrîd û şer a siyasetê: Sedsala duyemîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2022'YAN
29/12/2022
21:06 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Divê dawî li tecrîdê bê
20:10 Li Reqayê êrişa DAÎŞ'ê: Endamekî Hêza Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
19:20 Biryara der barê Fincanciyê de hat şermezarkirin
18:19 KCD, DBP û HDP serdana gel kirin
16:57 Bi sedan kes çûn serdana şîna Çelîk
16:41 Fîncanci dîsa nehat tehliyekirin
16:26 Komeleya Jinan a Rosayê: Em berxwedana jinên Kurdistanê û cîhanê silav dikin
16:13 Serokê EMEP’ê Akdenîz çû serdana DBP’ê
16:08 Hevdîtina li gel rojnamevanan tê astengkirin
15:57 Li kolanên Strasbourgê bertek nîşanî komkujiya Parîsê dan
15:30 Fîncanci: Dixwazin tola erzînka zarokekî ku min li Cizîrê dîtibû ji min hilînin
15:04 Mizrakli ji Soylu re got: Nebî ku tu navê min ji bîr bikî, em ê hesabê ji hev bipirsin
15:01 Sancar: Em ê êrişan bi têkoşîna rêxistinkirî rawestînin
14:43 Demîrtaş ji ber pankarta li Edeneyê hatibû daliqandin gilî kir
14:41 Beştaş: Em ê dest ji faîlên ku daraz wan diparêze bernedin
14:28 Biryara AYM’ê ya Kazanhan: Sûc giran e lê ceza kêm e
14:06 Ayla Akat: Ji çareserkirina pirsgirêka kurd ditirsin
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike
11:38 Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin
11:16 Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!
11:05 Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin
10:53 Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin
10:39 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe
10:30 Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe
09:01 Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome
09:01 Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?
09:01 Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’