Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome

  • rojane
  • 09:00 29 Kanûn 2022
  • |
img

DÎLOK - Hevserokê HDP'a DÎlokê Avnî Bînîcî destnîşan kir ku kesên xwe disipêrin şer di tecrîdê de israr dikin û got: "Heya tecrîd bidome, dê zext û zilm jî bidome." 

 
Zêdetirî 21 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de nayê girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bê bersiv tên hiştin. Her wiha daxuyaniyên piştî serdana Komîteya Pêşîgritina Li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî fikar zêde kirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyand ku hevdîtin bi muwekîlên wan re nehatiye kirin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Avnî Avci, tecrîda girankirî ya li Îmraliyê nirxand. 
 
'DITIRSIN ŞER BIQEDE'
 
Bînîcî destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê tenê ne li ser Abdullah Ocalan li ser hemû gelan tê pêkanîn. Bînîcî destnîşan kir ku AKP-MHP dixwaze bi tecrîdê "daxwazên gelê kurd û vîna gelê kurd teslîm bigire" û got ku desthilat dixwaze dengên li dijî vê dertên jî bitepisîne. Bînîcî wiha axivî: "Kengî dengê birêz Ocalan bigihêje gelan, daxwaza ji bo aştiyê bi dengekî bilind tê bilêvkirin. Gava gel dengê birêz Ocalan dibihîsin, xwe ewle hîs dikin. Lewma bi tecrîdê re dixwazin di şexsê birêz Ocalan de gelê kurd bifetisînin. Ji bo fikirên birêz Ocalan negihên civakê, tecrîd tê pêkanîn. Ji lew re gava dengê birêz Ocalan bigihê gelan, dê pêşî li ber vî şerî bê girtin. Kesên xwe disipêrin şer, ditirsin ku ev şer biqede. Lewma tecrîda heyî her roj kûrtir dikin." 
 
KRÎZ Û TECRÎD
 
Bînîcî axaftina xwe wiha domand: "AKP-MHP ji rastiyan ditirse. Ji lew re hebûna xwe bi şer didomînin. Dixwazin bi polîtîkayên şer ber bi hilbijartinê ve biçin. Li Tirkiyeyê tekane rêya aştî û aramiyê pêkanîna hevdîtina bi birêz Ocalan û şikandina vê tecrîdê ye." 
 
Bînîcî bilêv kir ku desthilat xwe bi zextan û zilmê li ser pêyan dihêle û got: "Di rojên pêş de dibe ku vê tecrîdê kûrtir bikin. Hêviya me ji vê dewletê nemaye. Em bawer nakin ku dê hevdîtinên ji bo aştiyê jî dest pê bikin û ji bo vekirina pêşiya siyaseta demokratîk gav bên avêtin. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye di warê siyasî û aborî û di hemû qadên jiyanê de bandorê li me dike. Sedema herî girîng a vê krîza aboriyê jî tecrîd e. Gelek kes têkiliya di navbera aborî û tecrîdê de nabînin. Têkiliya wan rasterast bi hev re heye. Ji lew re heya ku tecrîd bidome, dê şer jî bidome. Pereyê ku ji bo şer tê veqetandin dê têra hemû gel bike. Li cihê ku şer lê hebe aştî û aramî lê tune ye. Ger ev şer bisekine, pereyê ji bo şer tê xerckirin dê ji bo gel bê xerckirin. Ger şer bisekine, dê krîz jî nemîne û gel aram bibin." 
 
‘DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'
 
Bînîc destnîşan kir polîtîkayênn heyî yên dewletê talûkeyeke mezin di xwe de dihewîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li dijî vê divê em dewletê ber bi xeta siyaset demokratîk û xeta aştiyê ve bikişînin. Lewma kesên li dijî tecrîdê doza aştiyê dikin tên astengkirin. Ev tecrîd tenê ne li ser birêz Ocalan e. Ev divê rast bê fêmkirin. Heya tecrîd bidome, dê zext û zilm jî bidome. Ji bo bidawîbûna van êşan, ji bo civakeke azad û ji bo siyaseteke demokratîk û jiyaneke aştiyane demildest divê dawî li vê tecrîdê bê." 
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

02/01/2023
23:18 Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin
23:12 Li Amedê polîsan li welatiyekî xist
22:47 Cenazeyê Kûrt piştî 7 salan li Amedê hat veşartin
20:00 Li Girtîgeha Afyonê girtî dê dest bi greva birçîbûnê bikin
18:33 Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin
16:56 Malbata Kurt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt
16:42 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Meclisê de ye: 17 pirs ji Bozdag kirin
16:20 Karataş ê 30 sal in girtî ye xistin hucreya yek kesî
15:31 Kazan: Daxwaza ‘bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê’ skandala hiqûqî ye
15:27 HDP'ê li Amedê serdanên gel bi dawî kir
14:51 Febrîqeya Nan a Gel li Qereçobanê dest bi hilberînê kir
14:42 Planên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:20 Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû
13:36 Rojhilat û Îranê bi protestoyan dest bi sala 2023’yan kir
13:23 Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye
13:04 Li Qamişloyê 36 DAIŞ’î û hevkarên wan hatin girtin
12:48 KON-MED: Em bi girseyî cenazeyên xwe bişînin Kurdistanê
12:45 Li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi çekê birîndar kirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavê xwe ji bêdaletiyê re digrin wê têk biçin
12:30 NPG’ê bîlançoya şer a salekê parve kir
11:14 Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin
10:58 Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir
10:45 Cenazeyê welatiyê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin
10:28 Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
10:08 Li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser girtîgehê de girtin: 14 kes mirin
09:02 Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye
09:00 ‘Li girtîgehan ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye'
09:00 Parêzera Fîncanci: Dadgeh di bin zextan de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:30 Xebatkarê şaredariyê întîhar kir
08:21 Berdana wî bû mizgîniya sersalê
01/01/2023
21:04 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de wer bû
19:36 Balafirên şer Geliyê Bazêyanê bombeberan kirin
17:18 Nobeda li dijî tecrîdê didome
17:08 Li Kolombiyayê bi 5 hêzên çekdar re agirbest
16:03 Di Operasyona Birûska Cizîrê de 40 DAIŞ’î hatin girtin
14:34 Ji bo Kûrtayê di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn
14:13 Li ser sînor 30 kolber hatin qetilkirin
13:52 Di qezaya li Cizîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:42 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên oxirkirin
12:55 Rojhilat û Îranê sala xwe bi berxwedanê derbas kirin
12:52 Li Mûsilê hezar û 500 mayinên DAIŞ’ê hatin îmhakirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bila sala 2023’yan bibe sala azadiyê
11:18 Bîlançoya sûcên Tirkiyeyê yên li Girê Spî
11:12 Dozgerê Komarê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin
10:35 Endama Qebîleya Amazonê bû Wezîra Gelên Xwecihî
10:05 Sala nû bi zeman dest pê kir
10:04 Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kandal: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:36 Rêya M4'ê hat topbarankirin
09:17 Foza Yûsif: Sûriye di ferqa lîstika Tirkiyeyê de ye
09:12 Roja ewil a 2023’yan: Bi berxwedanê ketin sala nû
09:10 ‘Jin, jiyan, azadî ku keda jinên kurd e serdest hejandin’
09:00 Ataşê ÎHD’î: Divê cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2023'YAN
31/12/2022
22:40 Ciwanan tecrîda li Îmraliyê bi stîkiran şermezar kir
22:34 Demîrtaş ji bo sala nû peyamek parve kir: Bila bibe sala azadiyê
20:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê serdanên xwe yên gel domandin
20:34 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo sersalê peyamek weşand
18:16 Çavûşoglû têkildarî hevdîtina bi Sûriyeyê re daxuyanî da
17:02 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
16:20 Serdanên piştevaniya ji bo DBP’ê didomin
15:56 Ji ÎHD’ê banga dawî ya salê: Hemû girtiyên nexweş berdin
15:30 Girtiyê ku hat sirgûnkirin di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:15 Bayindir: Sala nû wê bibe sala azadiya gelê kurd
15:05 Operasyona 'Birûska Cizîrê' didome: 32 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
14:59 Bi bombeyên qedexekirî êrişî gundê Sîda hat kirin
14:20 Girtiyê nexweş Gurban di hucreya yek kesî de tê ragirtin
13:56 Dayikên Şemiyê: Em bi hesreta windayên xwe 2023'yan pêşwazî dikin
13:55 Çalakiya malbatên windayan: Bila kêlikek gora bapîrê min jî hebe
13:38 Pirtûka 'Henaseya Jiyanê' ya nivîskarê girtî Mahîr Bagok der çû
13:24 Li Silêmaniyê bi dehan zilam êrişî jinekê kirin
13:05 Peyama Malbata Şenyaşar a roja dawiya salê: Bila sala 2023’yan bibe sala edaletê
13:04 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê greva birçîbûnê bi dawî kirin
12:52 Li Girtîgeha Afyonê jimartina li ser pêya li girtiyan tê ferzkirin
11:22 Ji bo qurbaniyên Komkujiya Parîsê dê merasîm bê lidarxistin
11:03 Girtîgehê ji ber 14 dirûşman 14 meh cezayê ragihandinê li girtiyan birî
10:50 Berdana nivîskarê kurd hat taloqkirin
10:44 Bûldan û Sancar: Sala 2023 dê bibe sala bihara gelan
10:25 Bertek nîşanî biryara bo Fîncanci dan: Heke vegotina rastiyan sûc be em jî sûcdar in
10:11 Li her perçeyekî Kurdistanê Dilxwazek: Dê muhtacî kurdan bibin
09:52 Di Doza Kobanê de bêyî parastin biqedin biryara mutalayê hat dayîn
09:47 Parêzerê Abdullah Ocalan: Piştgirî berdewam bike dê tecrîd bê rakirin
09:04 Ji ber sondaja TPAO'yê gundek bê av maye
09:02 Dengê kolanên Wanê: Çare Tifaqa Ked û Azadiyê ye
09:01 ‘Em ê di 2023'yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin'
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/12/2022
22:22 Jinan ji Fransayê re got: We çima hişt ku ev komkujî çêbibe?
22:12 Li Reqayê 9 DAÎŞ’î hatin zevtkirin
22:02 Li Amedê civînên gel: Dê têkoşîna gelê kurd bi ser bikeve
19:59 Li Bernê mîtînga ‘Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin‘ hat lidarxistin
19:11 Li Bornovayê 5 karker jiyana xwe ji dest dan
18:41 Yildizê ku înfaza wî 2 caran hatîbû şewitandin hat berdan
16:58 Ayşe Gokkan ji bo çekên kîmyewî werin lêkolînkirin serlêdan kir
15:51 Rojnamevan Can Dundar li ‘lîsteya gewr’ hate zêdekirin
15:35 Başaran: Em ê desthilata ku dijminê jinane têk bibin
15:09 Demîrtaş: Tenê delîlek dosyeyê heye ew jî beyanên Erdogan in
15:09 Li Çemçoyê êrişa bi çekên kîmyewî
14:58 Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:45 ‘Dê tu partiyên kurd serî netewînin’
14:30 ÎHD'ê li ber girtîgehê daxuyanî da: Sedema girtinan daraza alîgir e