Ataşê ÎHD’î: Divê cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin

img
EDENE - Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Parêzer Yakûp Ataş, gav neavêtina dewletê ya têkildarî girtiyên nexweş rexne kir û wiha got: “Di vê di warê TMK’ê de cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin." 
 
Tevî ku rewşa girtiyên nexweş giran dibe jî saziyên têkildar hêj bêdeng in. Li aliyê din hem xizmên girtiyan, hem jî aktîvîstên mafên mirovan û parêzer balê dikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û rewşa girtiyên nexweş ên terkî mirinan tên kirin. Rewşa girtiyên nexweş hêj di rojevê de ye. Wezareta Dadê ya ji bo sererastkirina Qanûna Înfazê ya Ceza dest bi xebateke guhertinê kir ragihandibû ku ji bo girtî û hikûmxwarên nexweşên giran dê sererastkirina “berdana bi şert” çêbike û rayeya “muayeneya bi kelemçe ya bijîşkan” bê rakirin. Lê têkildarî sererastkirinê hêj tu geşedan nînin. Li aliyekî girtiyên nexweş hêj di girtîgehê de ne, li aliyê din şewitandina înfazan jî didome. 
 
BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ 
 
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Edeneyê Yakûp Ataş bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest sererastkirina Wezareta Dadê ya têkildarî girtiyên nexweş bikeve meriyetê. Ataş bal kişand ser gotinên Bozdag û got ku ew wek ÎHD bi salan e balê dikişînin ser vê pirsgirêkê û çareseriyê pêşkêş dikin lê di vê mijarê de tu gav nehatine avêtin. Ataş, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Di pêkanîna heyî de divê rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) û biryara Serdozgeriya Komarê ya ji bo serbestberdana girtiyên nexweş hebe. Tevî raporên bi temamî ji aliyê nexweşxaneyên zanîngehê ve ji bo girtiyan hatin weşandin jî, ATK bi weşandina raporên berevajî van raporan re dibe sedema binpêkirina mafên jiyanê yên gelek girtiyan. Divê pêkanîna wergirtina raporên ji ATK'ê bê rawestandin. Di rastiyê de bi raporên xwe yên bêalî û ne rasteqîn, bi weşandina raporên ku dibêjin dibe gelek girtiyên nexweş di girtîgehê de bimînin, mehkûmî mirinê dike.” 
 
Ataş, bi bîr xist ku li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê 651 jê giran herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş hene û da zanîn ku xala 16’emîn a Qanûna Înfazê nayê pêkanîn. Ataş, diyar kir ku li dijî krîtera “Bi tena serê xwe bijînê” ya di qanûnê de raporên ATK’ê tên dayîn e. 
 
REWŞA MEHMET EMÎN OZKAN
 
Ataş, bi bîr xist ku di daxuyaniyên Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag de hate diyarkirin ku wê sererastkirin ji girtiyên nexweş re be û wiha domand: "Her wiha di daxuyaniya xwe de gotibû ku wê nêzîkatiyeke ku pêşî li tedawiyê vedike esas bigirin û diyar kiribû ku sererastkirinên heyî yên têkildarî girtiyên nexweş de bi rengekî hîn bêhtir însanî bikin. Lê gelek nexweşiyên girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî û 25 sal in li girtîgehê tê ragirtin hene. Ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê rapora ku divê cezayê têkildarî Mehmet Emîn Ozkan bê taloqkirin heye. Tevî vê yekê ATK'ê bi yek dengî biryar da ku girtiyê nexweş ê giran Ozkan ‘dikare di girtîgehê de bimîne’. Weke ku di kesayeta Mehmet Emîn Ozkan de tê dîtin rewşa girtiyên nexweş qet ne baş e. Tu awayê mirovî yê vê biryarê nîne. Gelo biryareke hiqûqî ye? Elbet ne biryareke hiqûqî ye.”
 
NÊZÎKATIYA GIRTIYÊN DI ÇARÇOVEYA TMK’Ê DE 
 
Ataş, anî ziman ku ATK ji girtiyên di çarçoveya Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) nêzîkatiyeke cuda nîşan dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me ev yek di gelek girtiyên nexweş de dît. Li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê Sabrî Kaya tevî ewqas nexweşiyên xwe jî nehate berdan. Mixabin piştî jiyana xwe ji dest da biryara berdana wî hate dayîn. Ji ber vê yekê divê pêkanînên heyî yên têkildarî girtiyên nexweş de bi temamî bên guhertin. Madem dixwazin sererastkirineke bêhtir mirovî were çêkirin. Madem dixwazin pêkanîneke ku pêşiyê li dermankirinê veke pêk bînin. Divê sererastkirin di zûtirîn demê de bê dest pê kirin.”
 
‘DIVÊ RAPOR BÊN QEBÛLKIRIN’
 
Ataş, destnîşan kir ku divê beriya her tiştî hemû girtiyên nexweşên giran ên li girtîgehan li ser bingeha rapora nexweşxaneyeke bi têrkerî tavilê bên berdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê ATK di raporên taloqkirina înfazê ya ji ber tenduristiyê de ji merciya yek û dawîbûnê were derxistin û raporên nexweşxaneyên têrker û zanîngehan jî bên qebûlkirin. Divê darizandina dozgerên komarê ya di biryarên taloqkirina înfazên ji ber sedemên tenduristiyê de bên rakirin, înfaza cezayan li ser esasê raporên ku ji aliyê nexweşxaneyan ve hatine dayîn bên taloqkirin û krîtera 'ji bo ewlehiya cemaweriyê xetere' ya li pêşiya taloqkirina înfaza girtiyên nexweş ji hiqûqê bê derxistin. Dîsa divê di warê TMK’ê de dawî li cudakariya di îdamê de bê anîn.”
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

05/01/2023
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin