Foza Yûsif: Sûriye di ferqa lîstika Tirkiyeyê de ye

img

RIHA - Endama Komîteya Serokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif ku hevdîtina Tirkiyeyê ya bi Sûriyeyê re weke "planeke taktîk" a nû penase kir, wiha got: "Sekna hikûmeta Sûriyeyê ya li dijî vê lîstika qirêjî girîng e. Em bawer dikin ku Şam di ferqa vê lîstikê de ye û wê vê lîstikê pûç bike."

 
Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û Serokê Rêxistina Îstîxbarata Mîllî (MÎT) Hakan Fîdan, piştî 11 salan li Moskovayê bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû û Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Mahmûd Abbas re hevdîtin kirin. Hate aşkerekirin ku di civînê de krîza Sûriyeyê, pirsgirêka penaberan û têkoşîna hevkar a li ser axa Sûriyeyê hatiye axaftin. Dîsa di civînê de hate gotin ku "Ji bo ku li Sûriye û herêmê aramî pêk were û were domandin, lihevkirin hate kirin ku civîn bi formata sêalî berdewam bikin."
 
Endama Komîteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif der barê yekemîn civîna fermî ya piştî 11 salan di navbera Tirkiye û dewleta Sûriyeyê pêk hat de pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin. 
 
 
Tirkiyeyê, di şerê li Sûriyeyê de bi awayekî eşkere teref girt. Bi çavê dijminatiyê li Esad nerî. Lê Tirkiyeyê piştî 11 salan cara ewil bi awayekî fermî hevdîtin bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Mahmûd Abbas re pêk anî. Gelo çi bû ku Tirkiye hat vê astê?
 Her roj delweta tirk li ser axa Sûriyeyê komkujiyan dike. Hikumeta dewleta tirk dest ji stratejiya xwe ya dagirkeriyê bernedaye, ew tenê taktîk dike, divê herkes vê bizane.
Dewleta Tirk heta niha xwest bi rêya DAIŞ û çeteyan aramiya Sûrî têkbibe, sînorê mîsaqî millî vegerîne. Her wiha xwest ku projeya demokratîk a rêveberiya xweser têkbibe û plana xwe ya qirkirinê bi cih bîne. Dema ku dît nikare vê yekê pêkbîne vêcarê serî 'li taktîkeke nû da, ew jî bi hikumeta Şamê re dixwaze vê planê pêk bîne. Ev planeke geleke xetere, armanca wê derxistina şerê navxweyî ya di nava Sûriyeyê de ye. Hikumeta nijadperest a tirk dixwaze kurd û ereb hev bikujin ew jî ji vê yekê sûd wergire û temenê desthilata xwe dirêj bike. Ev lîstikeke qirêj e, lewma helwesta hikumeta Şamê gelek girîng e. Em bawerin Şam di ferqa vê yekê de ye, ezmûna Şamê ya siyasî tê re heye ku vê lîstikê vala derxe. Garantiya aramiya Sûrî û çareseriya mayinde bi diyaloga di navbera rêvebiriya xweser û Şamê ve girêdayî ye. Dewleta tirk li herêmê rola bê istîqrariyê li herême dilîze, dewleta tirk axa Sûriyeyê dagirkirî ye, divê berî her tiştî ji deverên dagirkiriye hêzên xwe bikşîne. Her roj delweta tirk li ser axa Sûriyeyê komkujiyan dike. Hikumeta dewleta tirk dest ji stratejiya xwe ya dagirkeriyê bernedaye, ew tenê taktîk dike, divê herkes vê bizane.
 
Rejîma Sûriyeyê jî 11 salan bi tu awayî pêwendî bi Tirkiyeyê re nedanî û li dijî komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, şer kir. Lê niha hevdîtinê bi Sûriyeyê re dike. Ya ku Sûriyeyê anî vê astê çi bû?
 
Wisa diyare ku li ser Şamê zextek mezin heye, hinekî jî weke zewaceke bi zorê ye. Ji ber Sûriye baş dizane ku ev hikumeta heyî nabe dostê Esad. Erdogan di destpêka krîza Sûriyeyê de got, 'ez ê li Mizgefta Emewiyê nimêjê bikim. Ez bawer im Esad û Sûriyeyiyên xwedan hişmendiya netewî ev yek ji bîr nekirine. Lewma ev li hevhatin weke ku hin kes texmîndikin wê ne hesan be. Ji ber dewleta tirk li dijî Sûriyeyê gelek sûc kirin. Ew dewleteke dagiker e lewma ez bawer nakim ku Şam bi hesanî rewşa heyî piştguh bike. 
 
Tirkiyeyê gelek deverên Sûriyeyê yên wekî Efrîn û Girê Spî xistin bin banê xwe û li van deran saziyên xwe ava kirin. Gelo dê Sûriye vê yekê qebûl bike? Tirkiye dê di vî warî de gavên çawa biavêje? 
 
Raste dewleta tirk li Idlib, Serêkanî, Cerablûs, Girêspî û Babê politikaya qirkirinê pêk tîne, ew li wir siyaseta tirkkirinê pêş dixe guhertina demografîk dike, ev hemû sûc in, ez bawer nakim Şam vê yekê qebûl bike, Şam, dewleta tirk weke dewleteke dagirker bi nav dike, heta ku dewleta tirk xwe ji van deveran nekişîne, ez ne bawer im ku Şam qebûl bike.
 
Kurd, ji sala 2012'an ve bi tu awayî bi rejîma Sûriyeyê re şer nekirin û her tim îşaret bi lihevkirinê kirin. Kurd, çawa nêzî lihevkirina bi rejîm û Sûriyeyê re dibin? Kurd dê gavên çawa biavêjin? 
Me bi hêza xwe ya xweser ev projeya neteweya demokratîk pêş xist. Kurdan û piştre jî rêvebiriya xwerser herdem tekezî li ser yekîtiya axa Sûriyeyê kirin û tucar ji vê prensîbê tawîz nedan.
Kurdan siyasetek rast meşandin her roj ev yek isbat dibe, hûn dibînin opozosiyona Sûriyeyê ku xwe spart dewleta tirk di çi rewşê de ye, her roj tê kirîn û firotin, me ji dest pê kê got pirsgirêka Sûriyeyê divê di nava Sûriyeyiyande bê çareserkirin. Me bi hêza xwe ya xweser ev projeya neteweya demokratîk pêş xist. Kurdan û piştre jî rêvebiriya xwerser herdem tekezî li ser yekîtiya axa Sûriyeyê kirin û tucar ji vê prensîbê tawîz nedan. Kurd û pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûrî li dijî dagirkeriya dewleta tirk in, lihevatineke aramiya Sûrî têkbibe, dijbertiya rêvebiriya xweser bike, fitne û fesadiye di nava pêkhateyên Sûrî de çêbike, rê li pêşiya şereke navxweyî veke bi tu awayî napejirîne, her wiha li dijî hemû tifaqên bêpirensîb wê tebikoşin û li ber xwe bidin.
 
Kurdan hevdîtin bi rejîmê re kirin. Ev hevdîtin di kîjan astê de ne? 
 
Rast e tu car diyalog qut nebûne, herdem têkilî bi Şamê re hene, ji ber em bawer in ku bi rêya diyalog û mûzakereyan em dikarin çareseriyeke bingehîn pêşbixin. Derbarê vê yekê de em ê hewldanên xwe yên ji bo çareseriyeke aşîtiyane û demokratîk berdewam bikin. 
 
Gelo dibe ku di dawiya hevdîtina Tirkiye-Sûriyeyê de kurd bê statu bên hiştin û pêvajoya 2011'an cardin rû bide? Ger tiştekî wiha çêbibe, amadekariyên kurdan ên di vî warî de çi ne?
 
Di siyasetê de her ihtîmal heye. Di sala 2002'yan de Peymana Edeneyê çêbû û zirareke mezin da Sûriyeyê ev peyman Sûriye perçekir, lawazkir. Lê divê em bizanin ku rewş ne wek sala 2011'an e. Gelek tişt hatin guhertin, di van cihokade gelek av derbas bû. Weke pêkhateyên herêmê bi kurd, ereb û suriyeyiyan û tirkmenan, me bi hevre xwîn rijand û me bi hev re pergaleke demokratîk ava kir. Lewma li dijî siyasetên ku vîna me nasneke, me inkar bike, bê guman em ê xwe biparêzin. Lewma em bi hêvî ne ku tu kes hesabê şaş neke. Daxwaza me ewe ku em weke Sûriye pirsgirêkên xwe bi rêbazên çêker û demokratîk çareser bikin. Ji bo vê yekê jî em amade ne û wê hewldanên me jî li ser vê esasê be.
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

05/01/2023
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin