Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin

img
WAN - Li Geliyê Zîlan li ser hestiyên bi hezaran qurbaniyên komkujiyê bendav hat çêkirin. Bi kêmbûna ava bendavê re hestiyên mirovan derketin holê. Parêzer Jiyan Ozkaplan got tevî serlêdana wan jî lêkolîn nehatiye destpêkirin. 
 
Li Geliyê Zîlan a bi ser navçeya Erdîşa Wanê ve di tîrmeha 19930’an de dewletê welatiyên kurd bi komî qetil kiribû û komkujiyek hovane pêk anîbû. Li Geliyê Zîlan ku bi hestiyê mirovan tije ye, Bendava Koçkopru li ser çem hat çêkirin. Bi kêmbûna ava bendavê re di meha kanûnê de gelek hestiyên mirovan derketin holê. Bi pêşengiya Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê, şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ên Wanê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê û Komeleya Pêşvebirina Lêkolîna Parastina Berhemên Dîrokî ya Wanê (Çev-Der) di 22’yê kanûnê de çûn herêmê û lêkolîn kiribûn. 
 
Parêzeran piştî lêkolîna li herêmê ji bo hestiyên derketine qeraxê avê bên berhevkirin û lêkolînkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê dabûn. 
 
BI SEDAN HESTÎ LI QADÊ NE 
 
Rêvebera ÎHD’a Wanê parêzer Jiyan Ozkaplan bi bîr xist ku ew bûyerê ji çapemeniyê hîn bûne û pişt re çûne herêmê lêkolînan pêk anîne û wiha got: “Li derûdora Geliyê Zîlan gelek gund û Bendava Koçkopru heye. Hestî li vê qadê derketine holê. Me wek şandeyek ji 6 kesan pêk dihat çûn qadê. Hestiyên ku derketine holê li ber çavan e. Gelek hestî hebûn. Bi sedan hestî hebûn. Me hin wêne û vîdeo kişandin.” 
 
HÊ JÎ LÊPIRSÎN HEHATIYE DESTPÊKIRIN 
 
Ozkaplan da zanîn ku hestiyên derketine holê yên mirovan bûn û wiha axivî: “Hestiyên derketine holê aydê serî, çene, pişta mirovan e. Piştî me hestiyan tomar kir, me serî li Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê da û daxwaznameya gilîkirinê pêşkêş kir. Me bi ozgeriyê re hevdîtinek jî pêk anî. Me di hevdîtinê de rewşê vegot û wêneyên me girtibûn nîşan da. Me got divê ku ev hestî hildin bin parastinê. Çimkî em nizanin ku hestî aydê kê ne. Me di 22’yê kanûnê de serî li dozgeriyê da lê me hê jî tu bersivek negirtiye. Hestî jî hê li qadê ne. Halbûkî beriya em serlêdanê bikin divê ku dozgeriyê lêpirsîna resen bida destpêkirin. Lê belê li şûna dozgeriyê em dikevin tevgerê. Tevî ku bi ser serlêdana me re du hefte derbas bûne jî li herêmê ne lêpirsîn an jî ne tevdîr nehatine girtin. Em her tim bi rewşên wiha re rûbirû dimînin. Ev rewş nîşan dide ku lêpirsînek bi bandor neyê destpêkirin û her ku ev wisa bidome dê rewşên kêfî jî zêdetir bibin.” 
 
'DIVÊ LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN’ 
 
Ozkaplan diyar kir ku dozgerî divê demildest biryara berhevkirinah estiyan bide û lêpirsînê bide destpêkirin û got: “Pêwîste lêpirsîn bê destpêkirin ku ka bê zanîn hestî aydê kî ne. Li wê herêmê îhtîmala ku hestî pirtir bin jî heye. Ev jî tê maneya ku ew der gora komî ye. Em texmîn dikin ku ew hestî yên qurbaniyên Komkujiya Geliyê Zîlan in.” 
 
HDP’Ê MIJARÊ BIRIBÛ ROJEVA MECLISÊ
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê û Parlamenterê HDP’ê Tayyîp Temel jî hestiyên hatibûn dîtin biribû rojeva Meclisê. Temel têkildarî hestiyan pêşniyazpirsa lêkolînê dabû Meclisê bi bîr xistibû ku li herêmê Komkujiya Geliyê Zîlan qewimî ye û hestiyên li herêmê derketine holê demildest bên lêkolînkirin. 
 

Sernavên din

04/01/2023
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin
02/01/2023
23:18 Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin
23:12 Li Amedê polîsan li welatiyekî xist
22:47 Cenazeyê Kûrt piştî 7 salan li Amedê hat veşartin
20:00 Li Girtîgeha Afyonê girtî dê dest bi greva birçîbûnê bikin
18:33 Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin
16:56 Malbata Kurt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt
16:42 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Meclisê de ye: 17 pirs ji Bozdag kirin
16:20 Karataş ê 30 sal in girtî ye xistin hucreya yek kesî
15:31 Kazan: Daxwaza ‘bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê’ skandala hiqûqî ye
15:27 HDP'ê li Amedê serdanên gel bi dawî kir
14:51 Febrîqeya Nan a Gel li Qereçobanê dest bi hilberînê kir
14:42 Planên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:20 Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû
13:36 Rojhilat û Îranê bi protestoyan dest bi sala 2023’yan kir
13:23 Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye
13:04 Li Qamişloyê 36 DAIŞ’î û hevkarên wan hatin girtin
12:48 KON-MED: Em bi girseyî cenazeyên xwe bişînin Kurdistanê
12:45 Li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi çekê birîndar kirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavê xwe ji bêdaletiyê re digrin wê têk biçin
12:30 NPG’ê bîlançoya şer a salekê parve kir
11:14 Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin
10:58 Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir
10:45 Cenazeyê welatiyê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin
10:28 Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
10:08 Li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser girtîgehê de girtin: 14 kes mirin
09:02 Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye
09:00 ‘Li girtîgehan ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye'
09:00 Parêzera Fîncanci: Dadgeh di bin zextan de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:30 Xebatkarê şaredariyê întîhar kir
08:21 Berdana wî bû mizgîniya sersalê
01/01/2023
21:04 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de wer bû
19:36 Balafirên şer Geliyê Bazêyanê bombeberan kirin
17:18 Nobeda li dijî tecrîdê didome
17:08 Li Kolombiyayê bi 5 hêzên çekdar re agirbest
16:03 Di Operasyona Birûska Cizîrê de 40 DAIŞ’î hatin girtin
14:34 Ji bo Kûrtayê di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn
14:13 Li ser sînor 30 kolber hatin qetilkirin
13:52 Di qezaya li Cizîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:42 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên oxirkirin
12:55 Rojhilat û Îranê sala xwe bi berxwedanê derbas kirin
12:52 Li Mûsilê hezar û 500 mayinên DAIŞ’ê hatin îmhakirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bila sala 2023’yan bibe sala azadiyê
11:18 Bîlançoya sûcên Tirkiyeyê yên li Girê Spî
11:12 Dozgerê Komarê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin
10:35 Endama Qebîleya Amazonê bû Wezîra Gelên Xwecihî
10:05 Sala nû bi zeman dest pê kir
10:04 Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kandal: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:36 Rêya M4'ê hat topbarankirin
09:17 Foza Yûsif: Sûriye di ferqa lîstika Tirkiyeyê de ye
09:12 Roja ewil a 2023’yan: Bi berxwedanê ketin sala nû
09:10 ‘Jin, jiyan, azadî ku keda jinên kurd e serdest hejandin’
09:00 Ataşê ÎHD’î: Divê cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2023'YAN
31/12/2022
22:40 Ciwanan tecrîda li Îmraliyê bi stîkiran şermezar kir
22:34 Demîrtaş ji bo sala nû peyamek parve kir: Bila bibe sala azadiyê
20:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê serdanên xwe yên gel domandin
20:34 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo sersalê peyamek weşand
18:16 Çavûşoglû têkildarî hevdîtina bi Sûriyeyê re daxuyanî da
17:02 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
16:20 Serdanên piştevaniya ji bo DBP’ê didomin
15:56 Ji ÎHD’ê banga dawî ya salê: Hemû girtiyên nexweş berdin
15:30 Girtiyê ku hat sirgûnkirin di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:15 Bayindir: Sala nû wê bibe sala azadiya gelê kurd