Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye

img
WAN - Parêzer Sedat Duşunmez ê ku dema ji cenazeyê Mîr Perwer ê li Parîsê hat qetilkirin vedigeriya ji aliyê polîsan ve li noxteya kontrolê hat derbkirin û binçavkirin, diyar kir ku Perwer di belgeyên ku dixwestin ew îmze bike de wek “endamê rêxistina terorê” hatiye fîşkirin.
 
Cenazeyê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şirin Aydın) ku di 23'yê kanûna 2022'yan de li paytexta Fransa Parîsê di êrîşa çekdarî ya li hemberî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de li gel Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil hatibû qetilkirin, li bajarokê Ewran yê navenda Mûşê di bin dorpêça leşkeran de hatibû definkirin. Cenazeyê ku anîbûn Balafirgeha Mûşê, li vir ji aliyê polîsên li bendê diman ve hatibû revandin. Rêyên gund hatibûn girtin û tevlibûna girseyê ya ji bo merasîma cenaze hatibû astengkirin. 
 
Lê tevî hemû astengkirinan û êrişên leşker û polîsan girse beşdarî şînê bû. Endamê Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Rêveberê Rêxistina Bajêr a Wanê parêzer Sedat Duşunmez dema ji cenaze vedigeriya li noxteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin. Duşunmez, tiştên roja merasîma definkirina cenaze qewimîn, ji ajansa me re nirxandin. 
 
‘GELEK LEŞKER ŞANDIBÛN HERÊMÊ’
 
Duşunmez, diyar kir ku ji bo beşdarî merasîma cenazeyê Mîr Perwer ê li Parîsê hate qetilkirin bibin bi rê ketin û wiha got: “Hêj di derketina Wanê de lêpirsînên GBT’ê dest pê kirin. Di wesayîtên hatin sekinandin de sepana GBT’ê hate kirin û ev pêkanîn bi zanebûn heta 15-20 deqîqeyan hatin dirêjkirin. Di tevahiya rê de em li gelek noxteyan hatin sekinandin û di hemûyan de gelek caran GBT hate kirin. Dema em gihiştin Mûşê kontrola GBT’ê dîsa hate kirin. Min ji polîsên wê derê re bêhiqûqtiya rewşê vegot lê ji min re gotin pêkanîneke rutîn e. Ji bo ku em biçin gundê Mîr Perwer jê dayik bûyî dema em ji Mûşê derketin li rêya gund hatin rawestandin. Li wir hêzeke awarte ya leşkerî hebû. Qasî ku me dît hêzeke ewlehiyê ku bi temamî mudaxileyî girseyê bike hebû. Ji pirsên dihatin pirsîn tenê bersiva ‘biryara qedexeya walîtiyê heye’ dihat dayîn.”
 
‘BÊHIQÛQTÎ DI ASTA HERÎ JOR DE BÛ’
 
Duşunmez, destnîşan kir ku bi biryara Walîtiya Mûşê hemû hiqûq hate rawestandin û wiha berdewam kir: “Bi rawestandina makeqanûnê re em bi pêkanînên keyfî yên ‘nikarin bikevin û derkevin’ re rû bi rû man. Ez bawer nakim ku serpele bi me re diaxivî jî ev biryar xwendi be. Di nav kesên hatine wir de hevalên Perwer û kesên ji malbata wî jî hebûn lê bi tu awayî destûr nedan ku em bikevin gund. Li ser vê yekê me çalakiya rûniştinê kir. Di vê navberê de ji nişka ve gazeke ku bandora wê zêdê bû hate avêtin. Ez ji bo binpêkirinên mafan bikim rapor çûbûm wir. Min ji gazên hatin avêtin mînakek xwest lê nedan. Bi taybetî li cihê ku kesên pîr lê bûn re bi awayekî zêde gaz avêtin. An ku mirov rast e rast hedef hatin nîşandan û gaz hate avêtin.”
 
‘FÎŞEKÊN RAST BIKARANÎN’
 
Duşunmez, anî ziman ku pişt re gel li dijî êrişa cendermeyan li ber xwe da û wiha pê de çû: “Piştî ku gelek fîşekên gazê û plastîk bikaranîn, dest bi bikaranîna fîşekên rast kirin. Hin cureyên çekên giran hebûn ji dûr ve jî be min hewl da bişopînim lê derfet nebû. Leşkerên ku gule berdidan hebûn. Wê roja bêhiqûqtiya cendermeyan bi vê sînor nema. Pişt re tundî li mirovan kirin. Hin ji wesayîtan hatin peyakirin û qontaxa çekê hatin derbkirin. Pişt re mirovên ku derbkirin binçavkirin. Piştî ku bû êvar kesên ji bajarên cuda hatibûn vegeriyan. Wesayîta ku ez tê de bûm jî ji bo vegera Wanê bi rê ket.”
 
‘LI NOXTEYA KONTROLÊ TUNDÎ’
 
Duşunmez, ê li noxteya kontrolê ya polîsan tundî lê hate kirin, ev tişt gotin: “Ji ber cendermeyan mudaxileyî girseyê dikir, gelek polîs şandibûn noxteyên kontrolan. Ji her yekeye polîs şandibûn. Ji hemû şaxan nêzî hezar polîs hatibûn bicihkirin. Mirov li min digeriyan û digotin polîs destûr nadin ku derbas bibin. Dema em hatin noxteya kontrolê ji me re jî heman tişt gotin. Dema me îtîraz kir jî tundî li me kirin.”
 
Duşunmez, tundiya lê hate kirin wiha vegot: “Tevî ku min got ez parêzer im jî tundiyê berdewam kir. Destûr nedan jinên di wesayîtê de peya bibin. Ez ji qada ku kamerayên MOBESE’yê dibînin derxistim û tundî domandin. Pişt re dema ez birim wesayîta binçavkirinê serkomîser hat û kulm li çavê min xist. Ji ber li dijî kesên lingê parlamenter şikandin û polîsê li Stenbolê şimaqek li hevserokê me dan tiştek nehate kirin, asta tundiya li dijî me zêde bû.”
 
‘MIDURIYETA POLÎSAN MÎR PERWER FÎŞ KIRIBÛ’
 
Duşunmez, bi bîr xist ku wê rojê cenazeyê Mîr Perwer revandibû û got: “Ev nîşaneya aciziyeke mezin bû. Piştî ez hatim binçavkirim, ji bo ku ez îmze bikim girtekek anîn. Mink arî beşek ji wê girtekê bixwînim û di wir de wiha dinivîsî: ‘Alîgirên rêxistina terorîst ên ji rêxistina terorê ferman girtin ji bo cenazeyê kesê ji rêxistina terorê lêgerîna wî heye, endamê rêxistina terorê ye pêşwazî bikin…’ Nêzîkatiyeke wiha nîşan dan.”
 
Duşunmez, anî ziman ku tevî zextan wê mirov paşve gav neavêjin, bêdeng nabin û berxwedana xwe bidomînin.
 
MA / Berîvan Kûtlû 
 

Sernavên din

11/05/2023
09:04 'Partiya Çepên Kesk dê hesabê 301 madenvanan bipirse'
09:04 Ji bo dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk ji Almanyayê hat Semsûrê
09:03 ‘Ji bo wekhevî û azadiya jinê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’
09:00 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî li Stenbolê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2023'YAN
10/05/2023
22:35 Li ber NY’yê çalakiya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’
20:49 Velî Encu hat berdan
20:37 Li Botanê xemla Partiya Çepên Kesk
20:17 Li Xarpêt û Enqereyê mîtîngên Partiya Çepên Kesk: Dîwarên qesrê hildiweşin
19:43 Ji Manapa ku 30 sal in girtiye û berdana wê tê astengkirin valîzê wê yê di depoya girtîgehê de pirsîn
19:00 Partiya Çepên Kesk li Semsûr û Amedê serdana dikandaran kirin
17:06 Partiya Çepên Kesk ji bo hezazê daxuyanî da: Divê êdî bêjin bes e
16:59 ‘Em ê navê AKP’ê li Mûşê nehêlin’
16:49 Li Îzmîrê amadekariyên mitînga fînalê
16:47 YSK’ê daxwaza Wezareta Karên Hundir red kir
16:41 Partiya Çepên Kesk bi rojnameger û nivîskaran re civiya: Divê zîhniyeta yekperest bê hilweşandin
16:38 NÇM: Divê hunermendên kurd nebin maşikên polîtîkayên qirêj
16:37 Li Amedê karmendan kampanyaya ‘+1 didin xebitandin’ dan destpêkirin
16:37 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê dest pê kir
16:16 Yuksekdag: Piştî 14’ê Gulanê wê tiştên xweş çêbibin
15:22 Platforma Tenduristiyê ya Amedê ‘Belgeya Helwesta Hilbijartinê’ eşkere kir
15:22 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 779’emîn de berdewam dike
14:27 Li Rojava mitînga Abdullah Ocalan û Partiya Çepên Kesk
14:18 Doza Kobanê: Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne
14:17 Xalê Şêro behsa dê deng çawa werin bikaranîn kir
14:17 Banka Navendî ketiye çirava deynan
14:16 Beriya ku name bigihîjin destê wê ew jî hat girtin
13:52 Tevahiya kolan û cadeyên Êlihê ji bo Erdogan hatin girtin
13:15 Xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir li kêmiyê da
13:12 246 kesayet: Ji bo jiyanek bi rûmet em dengê xwe didin Çepên Kesk
13:00 CHP’î li Mereşê derewa ‘Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me’ belav dikin!
12:31 Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk rabû: Ev baweriya qedîm dê we bişîne
12:25 Lêgerîna edaletê ya di Komkujiya Garê de di meha 91’emîn de ye
11:41 Dovîz rabû, TL bêqîmet bû
10:58 Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 508 hezar kesan
10:50 Ji bo mitînga Mêrsînê bang kirin: Dê bibe wêneyê serkeftina hilbijartinê
10:50 ‘Mafê hemû hilbijêran heye ku sindoqan biparêzin’
10:36 Baroya Sêrtê ji bo ewlehiya hilbijartinê amadekariyên xwe temam kir
10:25 Cerdevanê ku dihat îdiakirin ji zinar ketiye xwarê mir
10:19 Namzetê AKP’ê yê ‘edalet’ ji bîr kirî
10:18 Çepên Kesk dê ji herêma Egeyê 4 hezar û 470 hilbijêran bibe Kurdistanê
09:57 Sirri Sakik: 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye
09:56 Saziyeke dezenformasyonê: Ajansa Anadoluyê
09:31 Li Îdirê bayê Partiya Çepên Kesk: 2-0
09:19 Li ber zextan serî rakir û niha jî namzet e
09:05 Eksîk: Dengek dikare pêşî li ber desthilatê bigire
09:04 4 roj man: AKP-MHP'a ku li qadê têk çûye, divê ji sindoqan derneyê
09:02 Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere
09:01 Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'YAN
09/05/2023
23:05 Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin
20:55 Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin
20:48 Li Sakaryayê êrişî wesayîta Kiliçdaroglû kirin
19:02 Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê
18:49 Ji 304 kesan banga hevpar a ji bo hilbijartinê
18:28 Piştî mîtînga Nisêbînê polîsan êriş bir ser ciwanan
17:28 Partiya Çepên Kesk mal bi mal digere
17:14 Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn