'Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinan'

  • rojane
  • 09:26 19 Çile 2023
  • |
img
WAN - Hevberdevkê ÎHM’ê ya Baroya Wanê Savaş Avci diyar kir ku girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinan û wiha got: “Li cihekî ku mafê jiyanê lê tê binpêkirin, em neçar dimînin ku ji mafê nameyê zêdetir li ser mafê jiyanê bisekinîn.” 
 
Binpêkirinên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Bi taybet jî mafê herî bingehîn anku mafê jiyanê tê binpêkirin. Lewma jî di nava salekê de herî kêm 75 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Hevberdevkê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê parêzer Savaş Avci da zanîn ku binpêkirina mafê jiyanê zêde dibe lewma ew hewl didin ji ewil çareseriyekê bo vê binpêkirinê peyda bikin. 
 
Avci, da zanîn ku bi awayekî rêk û pêk diçin serdana girtîgehên li herêma Serhed û Behra Reş û bi girtiyan re hevdîtinan dikin. Avci, got ku di encama van hevdîtinan de raporan amade dikin û piştre bi raya giştî re parve dikin. 
 
'ARMANCA ESASÎ BÛYE CEZAKIRIN’ 
 
Parêzer Avci diyar kir ku li gorî mewzûata girtîgehan, armanca girtîgehan ji cezakirinê zêdetir divê bibin cihê jinûveqezenckirina girtiyan û wiha got: “Lê mixabin girtîgehên ku em diçin serdanê bi vê armancê nînin. Veguherîne navendên binpêkirinên mafên mirovan. Di her qadê de armanca esasî, cezakirina girtiyan e. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an,  zext û binpêkirinên li girtîgehan jî 3 qet zêdetir bûn. Di sala 2020'yan bi destpêkirina pandemiyê re mafên civakî jî hatin rakirin. Li gel ku tevdîrên pandemiyê bi dawî bûne jî rê nadin peywendiyên di navbera qawîşan û aktîvîteyên civakî. Li pêşiya hevdîtinê vekirî û yên li ser telefonê jî astengiyên mezin hene. Li hinek girtîgehan xebatkar û rêveber ji bo dilê xwe hênik bikin êrişên fîzîkî dikin. Li hemû girtîgehan ji bo pirtûkan sînorek heye. Ev jî herî zêde yan 5 an jî 8 pirtûk in. Tenê rojnameyên ku rêveberiya girtîgehê dixwazin didin girtiyan. Her wiha ji bilî qenalên ku rêveberiya girtîgehê diyar kirine, girtî nikarin qenalên din temaşe bikin.” 
 
DI QANÛNÊ DE NÎNE LÊ DI MERIYETÊ DE HEYE!
 
Bi domdarî Avci destnîşan kir ku girtîgeh bi qanûnan nakin û wiha pê de çû: “Qanûnên înfazê li girtîgehan cuda dikevin meriyetê. Mafê agahîgirtinê yê girtî heye lê ev maf bi awayekî keyfî tê binpêkirin. Yek ji mînaka vê jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Bersiva sedema qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re nîne. Di qanûnê de astengkirineke wiha nîne. Ji ber ku girtî li dijî hejmartina ser pêyan derdikevin, li wan cezayên disiplînê tên birîn. Li gorî qanûnê; xebatkarê girtîgehê dikeve hundir û girtiyan dihejmêre û derdikeve. Lê hejmartina li ser pêyan weke rêbazekî hûnkirina dilê xwe û lîstina bi rûmeta girtiyan bi kar tînin. Di halê hazir de sedema bingehîn a van binpêkirinan, polîtîkayên heyî û nekontrolkirina girtîgehan e. Girtî ji bo baro, Wezareta Dadê, dozgerî û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê nameyan dinivîsin. Lê belê gelemperiya daxwazname û nameyên wan tên astengkirin û nayên şandin.” 
 
MAFÊ TENDURISTIYÊ 
 
Di berdewamê de Avci got ku girtî di mijara tenduristiyê pirsgirêkan dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke mînak; dema diranê girtiyekî diêşe ku her kes bi êşa diran dizane, ji nişkan ve dibe û lezgîn e, divê were tedawîkirin. Girtî vê daxwaz dike lê revîra girtîgehê tenê dermanên êşbirê dide û sewqa girtî dide 6 meh piştre. Lewma girtî neçar dimîne ku 6 mehan wê êşê bikşîne. Li vir jî mirov nikare qala mafê tedawiyê û tenduristiyê bike." 
 
LI GIRTÎGEHA DUMLUYÊ SEPANÊN TAYBET
 
Avci, bi lêv kir ku li tevahiya girtîgehan binpêkirinên zêde hene û ev tişt anî ziman: “Lê belê li Girtîgeha Hejmar 1 û Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê ku 2 sal in hatiye avakirin pir zêdetir in. Tevahiya qawîşan ji hucreyên yekkesî pêk tên. Girtiyên ku cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Lê li Dumluyê beriya ku ferq û cudahiyê têxin navberê, girtiyên cezayê muebbetê lê hatiye birîn û yên ne hikûmxwar jî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Gelo em ê vê di nava kîjan binpêkirinê de binirxînin? Di qanûnê de tiştekî wiha nîne. Me ji bo vê serî li Wezareta Dadê da lê li me venagerin. Em ji Wezareta Dadê dipirsin; gelo armanca vê sepanê çi ye? Divê sedema vê bo me were vegotin. Her wiha ev 5 sal in li Girtîgeha Panosê pirsgirêka avê heye. Ji ber vê pirsgirêkê nexweşiyên çerm di girtiyan de çêbûne.” 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN VEGUHERÎN ‘BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ’ 
 
Parêzer Avci daxuyand ku ew hewl didin li dijî binpêkirinan çareseriyan peyda bikin û wiha derbirî: “Di demên berê de televîzyon an jî pirtûk, kovar û hwd. nedidan girtiyan û nîqaşên me jî li ser vê mijarê bûn. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî me serlêdan dikirin. Em niha jî di raporên xwe de cih didin van binpêkirinan lê êdî bûn pirsgirêkên jirêzê. Ji ber ku êdî li pêşiya me binpêkirinên pir mezintir hene. Mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Êdî mafê jiyanê pir zêde tê binpêkirin. Di mijara Garîbe Gezer de hat xwestin ku derheqê personelê li wê derê de lêpirsîn were destpêkirin. Lêpirsîn hate vekirin lê bi neşopandinê bi dawî bû. Gotin; ‘sûcek nehatiye tespîtkirin.’ Gelo Garîbe Gezer çawa jiyana xwe ji dest da? Li wir binpêkirin hebû û dîmen jî delîl bûn. Derket holê ku lê hatiye xistin. Em di serdemekî wisa de ne ku mafê jiyanê pir erzan tê dîtin. Mixabin ku li cihekî ku mafê jiyanê ewqas tê binpêkirin êdî mirov nikare qala binpêkirinên nameyan jî bike. Lewma em neçar dimînin ku ji ewil mafê jiyanê bigirin rojeva xwe.” 
 
BANG LI SAZIYÊN PEYWENDÎDAR KIR
 
Avci, têkildarî binpêkirinên li girtîgehan wiha bang li Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê kir: “Lêkolîna li girtîgehên Behra Reş û Girtîgeha Dumluyê pir jiyanî ye. Her wiha em dixwazin ku Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan li berpirsyariyên xwe rabe. Em li bendê ne ku ji bo dawî li van binpêkirinan bên, berpirsyariyên xwe bînin cih û kontrolan zêde bikin.” 
 
MA / Cengîz Basar 
 

Sernavên din

19/05/2023
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim
11:58 Gergerlîoglû: AKP dixwaze parlamenteriyê ji min bistîne
11:53 Tundiya polîsan a li Bismilê di MOBESE’yê de ye: Lêpirsîn hate destpêkirin
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:15 Li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan hat kirin: Bi hezaran ray ji AKP-MHP'ê re hatine nivîsandin
10:40 8 roj in Deriyê Sêmalka girtî ye
10:00 Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
09:55 Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê
09:54 ‘Wê rayek me jiyanê diyar bike’
09:03 Jinên Koçer amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Ji Behrareş şoreşgerekî nemir: Hakî Karer
09:01 Girtiyê nexweş li ser kursiya biteker dijî
09:00 18'Ê GULANA 2023'YAN
17/05/2023
23:59 Polîsan êrişî Orakê HDP'î kir: Gaza îsotan reşandin çavê wî
19:59 Qeyûm bi kuştinê gef li rojnamevan Kanbal xwar
19:02 Li Îtalyayê lehî rabû: 8 kes mirin
18:58 Li ber NY’yê çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan'hat lidarxistin
17:29 Li Sîlopiyayê kesek hat kuştin
17:09 Li Wanê daxuyaniya ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî
16:54 Li Manîsayê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin nivîsandin
16:34 Tifaqa Milet civiya
16:09 ÎHD û Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye demildest peymana NY’ê îmze bike
15:37 ‘Em bi xurtî tev li hilbijartina 28’ê Gulanê bibin’
15:12 Polîsan avêt ser ofîsa rojnameya Sabahê ya Almanyayê
14:46 Piştî hilbijartin bo tûra duyemîn ma, dest bi belavkirina komirê kirin
14:42 YSK'ê ji bo hîleyên di hilbijartinê de got 'îdiayên bêbingeh'
14:31 HPG’ê têkildarî Bestayê daxuyanî da
13:38 Li Mêrdînê çinîna ceh dest pê kir
13:01 Di topbarana li Eyn Îsayê de 3 welatî birîndar bûn
13:00 Li Mûşê 92 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin
12:51 ÎHD: Bila komîsyona hevrûbûna bi raboriyê re bê avakirin
12:33 Li Silopiyayê wesayîta zirxî li zarokekî da
12:29 HDP û Partiya Çepên Kesk: Me faşîzm da sekinandin, dikarin dawî lê bînin
11:52 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 10’emîn diyar bû
11:42 CHP: Me tespît kir ku daneyên 7 hezar û 94 girtekên sindoqan hev nagirin
11:28 Li Mêrdînê ray ji AKP-MHP’ê re zêde ji Çepên Kesk re kêm hatine nivîsandin
11:23 Bajar û navçeyên ku Partiya Çepên Kesk herî zêde deng lê girtî
11:17 Lîstika ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû’ diçe Stenbol û Kocaeliyê
11:03 Li Aydinê encamên girtekan û encamên YSK’ê hev nagirtin
10:57 Ji bo îtîrazên li YSK’ê îro roja dawî ye
10:55 Ji Çepên Kesk re sifir hat nivîsandin, hemû ray ji AKP’ê re hatine nivîsandin
09:33 Ozturk: Çirûska demokratîkbûnê hate vêxistin
09:24 Li Şirnexê 14 herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
09:01 Li Îranê pêlên serhildaneke nû xuya dikin
09:00 9 meh derbas bûn hê jî îdianameya kujerê 3 zarok û dayika wan nehatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2023'YAN
08:32 Kesên li ber YSK’ê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:31 74 dengên ji MHP’ê re hatibûn nivîsîn hatin îadekirin
16/05/2023
23:59 Rojnamevan ji girtîgehê derketin: Em ê her binivîsin
23:04 Girtiyê nexweş Behçet Kaplan jiyana xwe ji dest da
20:40 Partiya Çepên Kesk li Mêrdînê 225 dengên xwe yên hatibûn dizîn wergirtin
20:20 Rojeva Twîtterê:#YeşilSolPartininOylarıNerede
20:14 Raportorê Tirkiye yê PE’yê: Şertên hilbijartinê ne bi wekhevî bûn
19:48 Der barê 9 rojnamevanan de biryara berdanê
19:34 Partiya Çepên Kesk li Êlihê 230 rayên xwe yên hatibûn dizîn wergirtin
19:15 Colemêrg di berxwedana xwe ye li dijî nelirêtiyên AKP'ê de bi ser ket
17:57 Li Şirnexê operasyon: Hejmara leşkerên birîndar zêde dibe
17:47 Li Semsûrê jî dengên Partiya Çepên Kesk li ber navê MHP'ê hatine nivîsandin
16:59 Nazlim: Polîsan ji min re got ‘tu navan bide em ê te berdin’
Altan: Hûn min biqewirînin jî ez ji vî welatî naçim
16:38 Li Mêrdînê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin qeydkirin