Îmzeyên ji bo PKK'ê radestî KE'yê hatin kirin

  • cîhan
  • 18:24 31 Çile 2023
  • |
img
BRUKSEL - Ji bo PKK ji lîsteya "rêxistinên terorê" bê derxistin 3 mîlyon îmzeyên hatin berhevkirin radestî KE’yê hatin kirin.
 
Ji bo PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorê” a Yekîtiya Ewropayê bê derxistin, 3 milyon îmze hatin berhevkirin û radestî Komîsyona Ewropayê (KE) hat kirin. Îmze li ser banga Înîsiyatîfa Edaletê ya Navneteweyî ya ji bo Kurdan hatin berhevkirin. Li ser navê Înîsiyatîfê Tevgera Aştiyê ya Belçîka (Vrede), Enternasyonalê pêşverû (Progressîve Înternatîonal) û rêxistina hunerê Zîrveya Cîhana Nû (New World Sûmmît) a ku navenda wê li Hollanda ye, îmze radestî Komîsyona Ewropayê kirin.
 
Beriya ku îmze bên radestkirin li Qada Schûmanê daxuyanî hat dayîn. Di dema daxuyaniyê de bênavber dirûşmeyên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî û berxwedanê silav dikin, hatin berzkirin. Ji rêvebirên çalak ên kampanyayê Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç û Berdevka Komîteya Têkîliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç û Serokê Partiya Çep a Ewropayê Walter Baîer tev li daxuyaniyê bûn.
 
‘PKK ÎRADEYA GELÊ KURD E’
 
Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û xwest ku PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” bê derxistin. Koç diyar kir ku dewleta Tirk êrîşên qirkirinê li ser Kurdistanê pêk tîne û wiha got: “Dewleta tirk hêza xwe ji lîsteyê digire. PKK îradeya gelê Kurd e. PKK îradeya azadî û demokrasiyê ye.”
 
‘DIVÊ PKK JI LÎSTEYÊ BÊ DERXISTIN, JI BER NE TERORÎST E’
 
Serokê Partiya Çep a Ewropayê Dr. Walter Baîer peyama piştevaniya bi gelê Kurd re da û destnîşan kir ku 3 milyon îmze hatine berhevkirin û PKK divê ji lîsteyê bê derxistin û wiha got: “Sedemê derxistina PKK’ê ya ji lîsteyê hêsan e, ji ber ku PKK ne rêxistinek a terorê ye, partiya gelê kurd e.”
 
‘PKK’Ê ÊZÎDÎ RIZGAR KIRIN’
 
Ji Enternasyonalê Pêşverû Danîel Koop jî bi bîr xist ku berî çend rojan Parlamentoya Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir û anî ziman ku lê hat jibîrkirin ku PKK’ê Êzidî ji qirkirinê rizgar kir. Koop destnîşan kir ku muzakereya aştiyê jî encex bi PKK’ê mimkun e.
 
Ji Vredeyê Lûdo de Brabander wiha got: “Tevgera Aştiyê bi awayek eşkere piştgirî dide ku PKK ji lîsteyê bê derxistin.”
 
Piştî axaftinan şandeyekê belgeyek a ku nîşa dide 3 milyon îmze bi tasdîka bi noter in, radestî Komîsyona Ewropayê kir.
 
KESÊN LI SERANSERÎ CÎHANÊ TÊN NASKIRIN JÎ TEV LI KAMPANYAYÊ BÛN
 
Ji bo PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” bê derxistin, 13’ê Kanûna 2021’an bi pêşengiya “Înîsiyatîfa Edalet Ji Bo Kurdan a Navneteweyî” li seranserî cîhanî kampanyaya îmzeyan hatibû destpêkirin.
 
Roja kampanya hat îlankirin, ji 30 welatên li parzemîna Ewropa, Asya, Awûstralya û Efrîqayê hezar kesan bang kiribû.
 
Ji Derhêneriya Sînemayaê Ken Loach, Profesorê Fîzîka Nukleer û analîstê parastina siyasî yê Pakistnî Prof. Pervez Hoodbhoy, Nivîskara DYE’yî Lûcîna Kathmann, Fîlozofê Maracistanî G.M Tamas û namzetê berê yê serokkomariya Fransayê Jean-Lûc Melenchon jî di nav van kesên bang kiribûn, de bûn.
 
Heman kampany 29’ê Çileya 2022’an li Başûrê Kurdistanê jî bi tevlêbûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar, aktîvîst û hunermendan hatibû destpêkirin.

Sernavên din

05/06/2023
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in
11:25 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
11:05 Berxwedana Mexmûrê di roja 14’an de didome
10:43 ‘Li dijî êrişên pergalê divê bi kurdan re bibin yek’
10:24 Di meha gulanê de 8 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
09:54 Bersûc parastina ‘tehrîkê’ nekir lê bi hinceta ‘tehrîkê’ cezayê wî hate daxistin
09:07 'Dê pêngavên bi 'aqilê dewletê' yên ji bo qelskirina siyaseta kurd bi ser nekevin'
09:06 Egîtîm Sen: Hêj wext heye bila YOK ji biryara xwe ya xelet vegere
09:04 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Berxwedana Mexmûrê kir ku Iraq bi paş ve gavê biavêje
09:03 Rêxistinên mafan: Em ê dest ji têkoşînê bernedin
09:02 Bi gurçikekê dijî, destê wî felc bûye û di pişta wî de platîn heye
09:01 Eren Keskîn: Zimanê netewperest bi desthilatê da windakirin
09:01 Nexşandina keviran ya bi hezaran sal e berdewam dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
01/06/2023
21:58 Li Lûzernê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin
21:20 Ethem Sarisuluk hat bibîranîn
19:58 Kadîr Şeker hat girtin
17:30 Girtî Şahîn piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:44 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk civiyan
16:38 ‘Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bû’
15:22 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
15:21 ‘Pîrozbahiya’ serkeftina Erdogan bû sedema kuştina zarokekî
15:17 Li dijî navenda Şengalê êriş hate kirin
15:00 Malbata Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:50 Eren Keskîn beraet bû
14:36 Meclis dê sibe bi torena sondxwarinê dest pê bike
14:01 Li Îranê di mehekê de 142 kes hatin bidarvekirin
13:52 Civîna MYK’a CHP’ê dest pê kir
13:48 Berxwedana gelê Mexmûrê di roja 13’an de didome
13:33 Dolar her ku diçe radibe!