Di doza tecawizkirina zaroka 10 salî de zext li malbata zarok tê kirin

img
MÊRDÎN - Kesê bi navê Mehmet Şîrîn A. li Mêrdînê zarokeke keç a 10 salî tecawiz kiribû. Rapora DNA’yê îfadeyê tecawizkar A. derew derxist. Parêzer Leyla Sarohan da zanîn ku zext li malbatê tê kirin ku giliyê xwe paşve bikişîne. 
 
Kesê bi navê Mehmet Şîrîn A. (28) li Mêrdînê tecawizî zarokeke keç a 10 salî kiribû. Li ser giliyê malbatê, derheqê tecawizkar Mehmet Şîrîn A. de lêpirsîn hatibû destpêkirin û bi sedema “Îstîsmarkirina zarokê” îdianame hate amadekirin. Îdianame, ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ve hate qebûlkirin û darizandina Mehmet Şîrîn A. dest pê kir. 
 
Bûyer di 28’ê gulana 2022’yan de pêk hat. Dema zaroka 10 salî li gel kekê xwe pez diçêrand, Mehmet Şîrîn A. jî pezê xwe anîbû heman cihî. Tecawizkar Mehmet Şîrîn A. demek piştre kekê zarokê şand cihekî dûr û destdirêjî li zarokê kir. Zaroka keç dema vegeriyayî malê, di heman rojê de bûyer bi dapîra xwe re parve kir. Li ser vê yekê dapîra wê bûyer bi malbatê re parve kir. Malbatê jî giliyê Mehmet Şîrîn A. kir. 
 
RAPORA DNA’YÊ ÎDIAYÊN BERSÛC VALA DERXIST
 
Mehmet Şîrîn A. di çarçoveya dosyayê de hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Tecawizkar A. di îfadeya xwe de îdia kiribû ku di navbera malbata wan û ya zarokê de “neyartî heye” û di berdewama îdiaya xwe de gotibû malbata zarok “bêbextiyê” li wî kiriye.
 
Lê belê li ser cil û bergên zarokê lêkolîn hate kirin û mînakên DNA’yê dane ber hev. Di encama lêkolînê de derket holê ku mînakên DNA’yê yên li ser cilên zarokê û mînakên DNA’yê ên tecawizkar Mehmet Şîrîn A. hev digirin. 
 
PARÊZER SAROHAN: DIVÊ JI SÛCÊ DERBKIRINÊ JÎ CEZA WERE DAYÎN 
 
Ji parêzerên Baroya Mêrdînê Leyla Sarohan têkildarî bûyerê axivî û ev tişt anî ziman: “Delîlên derketine holê nîşan didin ku bersûc teqez sûc kiriye. Darizandin ev nêzî 5 meh in didome. Dema sûc dihat kirin, her wiha mexdûr hatiye derbkirin jî. Her çende ku sûcê îstîsmara zayendî ya biwesf hatibe kirin jî, divê ji sûcê derbkirinê jî were darizandin. Me bi israr ji dadgehê re got ku divê bersûc ji ber derbkirinê jî were darizandin. Dozger jî di mutalaaya xwe de heman tişt xwest. Banga min ji bo her kesî ew e ku tev li danişîna dozê ya di 2’yê sibatê de bibin. Pêdiviya malbatê bi piştevaniyê heye. Ji bo ku malbat giliyê xwe paşve bikişîne zextekî pir mezin lê tê kirin. Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Mêrdînê jî xwest mudaxilî dozê bibe lê dadgehê ev daxwaz red kir. Di dozên wiha de heke piştgirî nebe, malbat xwe bi tenê hîs dikin. Lewma dadgehê jî weke ku dosya bêxwedî be carnan biryarên xelet didin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

05/02/2023
22:28 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo piştgiriya HDP’ê derket ser dikê
22:19 Partiya Çep a Alman serdana Baroya Amedê û OHD’ê kir
21:30 Konferansa Komara Demokratîk bi dawî bû
19:18 Panela binpêkirina mafan û tecrîdê: Îmrali destpêkkirina belavbûna tecrîdê ye
18:55 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
18:50 Li Amed û Dersîmê ji ber berfê betlana dibistanan dirêj bû
16:55 Meşa ciwanan a li dijî komployê dest pê kir
16:45 HDP çû serdana malbata Ozdemîr ku li deriyê sînor rastî êrişê hatibû
14:44 Hevseroka Giştî ya Partiya Çep hat serdana DBP’ê
14:26 Li Serhedê bandora berfê: Rêya hezar û 385 gundan hate girtin
14:24 Leşkerên Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kirin
13:44 Doza Şîmonî Dîrîl: Apro Dîrîl dîsa hate girtin
13:30 Ozguneş: Tifaqa Ked û Azadiyê hêviya gelan e
13:14 Konferansa Komara Demokratîk: Lêgerînê têkoşînê hat nîqaşkirin
13:08 Malbata Şenyaşar: Di vê pêvajoyê de pêdiviya me tenê bi piştevaniyê heye
13:07 Bekir Agirdir: Hewcehî bi şoreşeke zihnî heye
12:32 Înfaza girtiyê ku rewşa wî giran bû hate taloqkirin
12:19 Seferên keştiyan ên Stenbolê hatin betalkirin
11:38 Riza Turmen: Tirkiyeyeke bêyî HDP’ê ne pêkan e
11:05 Di doza Kobanê de dozger dê mutalaayê bide
10:37 Konferansa Komara Demokratîk: Çareserî neteweya demokratîk e
10:15 Dosyayên ku AYM’ê gotibû ‘binpêkirin tune ye’ birin DMME’yê
10:14 Konca: Jin projeya Ocalan temam dikin
10:11 Otobusa ji Amedê diçû Bodrumê wergeriya: 8 kes mirin
09:12 Qoser, li benda Meşa Gemlîkê ye
09:05 Malbata Şenyaşar di doza xwe ya edaletê de 700 roj û 8 demsal li dû xwe hiştin
09:04 Şeker: Dê têkoşîna hevbeş a li dijî tecrîdê bidome
09:01 Doza malbata Şenyaşar dê ji nû ve dest pê bike: Divê Fadil Şenyaşar bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2023'YAN
04/02/2023
21:05 Li Amedê otobêsa rêwiyan qulibî: 4 jê giran 30 kes birîndar bûn
16:39 Ûca: Ji bo çareseriyê beşdariya Meşa Gemlîkê girîng e
16:31 ‘Ji bo tiştên me windakirî dîsa qezenc bikin divê tecrîd bê şikandin’
15:55 Amed bi berfê xemilî
15:49 ÎHD: Girtiyê nexweş Alan di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişîne
15:43 Bozarslan: Li Tirkiyeyê tirkbûn ne azad e
15:23 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat were berdan
15:15 Li Rihayê bi barîna berfê re dîmenên xweşik derketin holê
15:03 Dayikên Şemiyê xwestin aqûbeta Maksût Tepelî were hînbûn
15:00 ÎHD’ê xwest girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel were berdan
14:51 Şîna Encu bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Menzereya berfê ya qeyûm: Rê hatin girtin û xelk asê ma
14:40 Malbatên windakiriyan faîlên Cemal Geren pirsîn
14:31 Muhasebeya Sedsalê: Divê Meclisa duyemîn a ku unîteyên gel têde cih bigirin bê damezrandin
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê