Cezayê miftiyê bûye sedema mirina 6 zarokan bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistin

img
AMED - Di encama şewata li Qursa Qur’anê ya li Pasûrê de 6 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn û 6 zarok jî birîndar bûbûn. Bi vê sedemê 14 sal cezayê hefsê dan Miftiyê Pasûrê yê wê demê Selahattîn Ozçelîk. Dadgehê bi hinceta “Rewşa baş” cezayê Ozçelîk ji 14 salan daxist 11 sal û 8 mehan. 
 
Di 1’ê kanûna sala 2015’an de li Qursa Qur’anê ya gundê Karaagaç a Pasûr a Amedê şewat derket. Di şewatê de 6 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 6 zarok jî birîndar bûn. Têkildarî bûyerê bi sedema “Ji ber qisûriya xwe bûye sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan” li Miftiyê Pasûrê yê wê demê Selahattîn Ozçelîk doz hatibû vekirin. Dadgehê 14 sal cezayê hefsê da Ozçelîk. Dadgehê diyar kir ku miftî Ozçelîk bi sedema “ji ber qisûra xwe bûye sedema mirina” Nûr Muhammed Bayka, Mehmet Bîngol, Sûat Çankaya, Serhat Sancar, Şahîn Kahraman û Sabahattîn Altun û bi sedema “ji ber qisûra xwe bûye sedema birîndarbûna”  Cîhan Işik, Zekî Işik, Abdullah Tekîn, Mahsun Bayka, Abdullah Taş û Mehmet Mensur Bayka û 14 sal cezayê hefsê da. Lê heman dadgehê bi hinceta “Rewşa baş”,  salek û 4 meh cezayê hefsê ji cezayê Ozçelîk daxist û cezayê wî kir 11 sal û 8 meh. 
 
'JI BER KU TEVDÎR NEHATINE GIRTIN BERPIRSYAR E’
 
Danişîna dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Ozçelîk tev li danişînê nebû û dozger mutalaaya xwe ya têkildarî esasê pêşkeş kir. Di mutalaayê de hat gotin ku qursa Qur’anê cihê qursê yê fermî bû lê tevî ku qursa Qur’anê ya xwendekar lê radizên nebû jî xwendekar bi şev li wir hatine hiştin. Bi domdarî dozger diyar kir ku xwendekaran ji ber sermayê xwestine bi rêya sobeya ceyranê xwe germ bikin û di rapora kesê pispor de jî tespît bûye ku tesîseta ceyranê bi awayekî rêk û pêk nehatiye kontrolkirin û dema xwendekaran sobeya ceyranê vêxistin jî şewat derketiye. Dozger, da zanîn ku di rapora kesê pispor de tespît bûye ku li qursa Qur’anê jimêreke ceyranê tune bû, ceyran qaçax hatiye bikaranîn û prîzên ku herikîna ceyranê kontrol dikin tune bû. Dozger, diyar kir ku li gorî rapora kesê pispor, kursa Qur’anê 3 sal berê hatiye vekirin, ji bo şewatê tu tevdîr nehatine girtin, tesîsatên bînayê qet nehatiye çêkirin û ji vê yekê jî Miftîtiya Pasûrê berpirsyar e. 
 
'LI DIJÎ BERPIRSYARTIYAN TEVGERIYA’
 
Dozger, bal kişand ser rapora kesê pispor ku dibêje miftî Ozçelîk li gorî tevdîrên di rêziknameya ewlehiya cihê kar de tevnegeriyaye, li gorî vê alav û amûr li wargehê bicih nekirine, xebatkarê berpirsyar Farûk Işik di mijara tenduristiya kar û ewlehiyê de perwerde nekiriye û bi vê sedemê jî Ozçelîk kesê biqisûr ê sereke ye û wiha got: “Bersûc, têkildarî bûyerê bi baldar tevnegeriyaye û li dijî berpirsyariyên xwe tevgeriya ye. Di encama qisûrên Ozçelîk de, Nûr Muhammed Bayka, Mehmet Bîngol, Sûat Çankaya, Serhat Sancar, Şahîn Kahraman û Sabahattîn Altun jiyana xwe ji dest dan û Cîhan Işik, Zekî Işik, Abdullah Tekîn, Mahsun Bayka, Abdullah Taş û Mehmet Mensur Bayka jî birîndar bûn. Divê Ozçelîk ji sûcê ‘ji ber qisûra xwe bûye sedema mirin û birîndarbûnan’ bê cezakirin.” 
 
'DAWÎ LI JIYANA WAN ANÎ’
 
Parêzerê mexdûran Yûnûs Mûratakan jî da zanîn ku daxwazeke wan a ji bo îfadeyê nîne û wiha got: “Ji ber ku li qursa Qur’anê tevdîrên pêwîst nehatin girtin, miwekîlên me hatine qetilkirin. Zarokên ku nikarin xwe biparêzin li wir hatine hiştin, ev zarok şewitandin û dawî li jiyana wan anîn. Divê ev bersûc bê cezakirin.” 
 
Ji parêzerên bersûc Eyyûp Bulut û Vahît Dursun îdia kirin ku di bûyerê de tu qisûrên miwekîlê wan nîne û xwestin bê beraetkirin. 
 
BI HINCETA ‘REWŞA BAŞ’ CEZAYÊ WÎ DAXISTIN
 
Dadgehê biryar da ku Ozçelîk “Bi qisûra xwe bûye sedema mirin û birîndarbûnan” û 14 sal cezayê hefsê da. Piştre jî bi hinceta ‘liv û tevgera baş a bersûc a li dadgehê’, salek û 4 meh ji cezayê Ozçelîk daxist û 11 sal û 8 meh cezayê hefsê da. 
 
Dadgehê biryara qedexeya derketina derve ji bo bersûc da. 
 

Sernavên din

05/02/2023
12:32 Înfaza girtiyê ku rewşa wî giran bû hate taloqkirin
12:19 Seferên keştiyan ên Stenbolê hatin betalkirin
11:38 Riza Turmen: Tirkiyeyeke bêyî HDP’ê ne pêkan e
11:05 Di doza Kobanê de dozger dê mutalaayê bide
10:37 Konferansa Komara Demokratîk: Çareserî neteweya demokratîk e
10:15 Dosyayên ku AYM’ê gotibû ‘binpêkirin tune ye’ birin DMME’yê
10:14 Konca: Jin projeya Ocalan temam dikin
10:11 Otobusa ji Amedê diçû Bodrumê wergeriya: 8 kes mirin
09:12 Qoser, li benda Meşa Gemlîkê ye
09:05 Malbata Şenyaşar di doza xwe ya edaletê de 700 roj û 8 demsal li dû xwe hiştin
09:04 Şeker: Dê têkoşîna hevbeş a li dijî tecrîdê bidome
09:01 Doza malbata Şenyaşar dê ji nû ve dest pê bike: Divê Fadil Şenyaşar bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2023'YAN
04/02/2023
21:05 Li Amedê otobêsa rêwiyan qulibî: 4 jê giran 30 kes birîndar bûn
16:39 Ûca: Ji bo çareseriyê beşdariya Meşa Gemlîkê girîng e
16:31 ‘Ji bo tiştên me windakirî dîsa qezenc bikin divê tecrîd bê şikandin’
15:55 Amed bi berfê xemilî
15:49 ÎHD: Girtiyê nexweş Alan di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişîne
15:43 Bozarslan: Li Tirkiyeyê tirkbûn ne azad e
15:23 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat were berdan
15:15 Li Rihayê bi barîna berfê re dîmenên xweşik derketin holê
15:03 Dayikên Şemiyê xwestin aqûbeta Maksût Tepelî were hînbûn
15:00 ÎHD’ê xwest girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel were berdan
14:51 Şîna Encu bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Menzereya berfê ya qeyûm: Rê hatin girtin û xelk asê ma
14:40 Malbatên windakiriyan faîlên Cemal Geren pirsîn
14:31 Muhasebeya Sedsalê: Divê Meclisa duyemîn a ku unîteyên gel têde cih bigirin bê damezrandin
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin