Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin

img
AMED - Pêkhateyên Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê, bertek nîşanî gefên kuştinê yên li ser medyaya dîjîtal li Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî hatin xwarin dan û gotin: “Em di ferqa peyamê de ne, em ê bêdeng neminin. Em gefan şermezar dikin.”
 
Endamên Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê têkildarî gefên kuştinê yên li ser medyaya dîjîtal li Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî hatin xwarin li ber avahiya xizmetê ya baroyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê yê Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Odeya Bijîşkan a Amedê, KESK û sendîkayên girêdayî wê, parêzerên baroyê, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çep a Keskan û gelek kes amade bûn. 
 
‘HIN NIVÎSÊN ARMANCKIRÎ HENE’ 
 
Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya yê beriya daxuyaniyê axivî wiha got: “Wekî hûn jî dizanin di van salên dawî de di hin organên çapemeniyê û kanalên medyaya civakî de hin nivîsên armanckirî hene ku bi taybetî li Amedê rêxistinên me yên sivîl ên civakî armanc dikin. Em dixwazin diyar bikin ku ev ne tesaduf in û senaryoyeke demên borî ne. Di demên dawî de li ser medyaya civakî xebatek heye ku Serokê Baroya me û malbata wî dike hedef û her kes vê dibîne. Têkildarî vê me rojên derbasbûyî platformeke bajêr ku di nav de rêxistinên kedê û mafan jî hene ava kir. Me li ser van bûyerên dawî metneke hevpar nivîsand.”
 
‘EM DI FERQA PEYAMAN DE NE’
 
Piştre li ser navê platformê daxuyaniya hevpar a çapemeniyê ji aliyê Seroka Desteya Rêveberiya Komeleya Jinên Karsaz ên Rojhilat û BaşûrêRojhilat (DOGUNKAD) Rojda Yilmaz ve hat xwendin. Yilmaz, bal kişand ku weke welat dikevin pêvajoyeke hilbijartinê ya dîroka wê hatiye diyarkirin û wiha got: “Em di van rojan de dibin şahidên nîşaneyên tengezarî û hewldanên provokatîf ku berê gelek caran hatine ceribandin. Serokê hêja yê Baroya me ya Amedê ku di cıvata hiqûqa netewî û navnetewî xwedî cihekî rêzdar e û malbata wî bi parvekirina dane û wêneyên wan ên medyaya dîjîtal de gef li wan hatiye xwarin û ji aliyê hin derdorên diyar ve hedef hatine nîşandan. Di pêvajoyeke ewqas girîng de em di ferqa peyama ku hatiye dayîn de ne.”
 
‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN’
 
Yilmaz, destnîşan kir ku ew ê tu carî nehêlin bajarê Amedê ji bo provokasyon û zextan weke zemînekê bê bikaranîn û wiha berdewam kir: “Di demeke ku êrişa bombeyî ya di 5’ê hezîrana 2015’an de li Qada Îstasyonê pêk hat hêj di hişê mirovan de ye û birîna Serokê baroya me parêzer Tahîr Elçî yê ku di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çar Ling hatibû qetilkirin jî hêj baş nebûye de gef li Nahît Eren û malbata wî tên xwarin, helbet em ê li hember van gefên bêdeng nemînin.”
 
‘EM LI CEM SEROKÊ BAROYA XWE NE’
 
Yilmaz, axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Wekî her kes dizane, em qebûl nakin ku kesên li ser platformên medyaya civakî tehamulî rexneyeke herî biçûk jî nakin û ji bo tespîtkirina van kesan hemû derfetên teknolojîyê bi kar tînin, li hemberî van gefan bêdeng dimînin. Em vê bêdengiyê qebûl nakin. 
Em baş dizanin ku bêdengiya li pêşberî van gefan û pêkanîna bêcezahiştina dadgeriyê jî cesaretê dide van kesan. Em bi fikar in ku ev mirovên ku çavkanî û navnîşana wan ne diyar e, armanc dikin ku bi rêya bajar û gelê Amedê welêt û tevahiya civakê dîzayn bikin. Em gefên li ser serok û malbata wî ya baroya me ku yek ji pêkhateyên platforma parastina bajêr û hevgiriyê ye şermezar dikin û em dixwazin ku hemû bajar bizanibe ku li cem baroya me radiweste.” 
 
‘BILA KES DERKEVIN PÊŞBERÎ DARAZÊ’
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ê di dawiya axaftinê de spasiyên xwe pêşkeşî herkesên hevgiriyê nîşan dan kirin û wiha axivî: “Tişta ku em hemû dixwazin, di eslê xwe da hawireke aştîyê ye. Mixabin Baroya Amedê di demên berê de rastî van gefan hat û berdêlên mezin da. Me bi zanebûna her tiştên bi serê me ve hatin, ev berpirsyarî girtin ser xwe. Lê belê em ê li pêşberî vê feraseta ku gefê li ferdên malbata me dixwe, bêdeng nemînin. Ez weke Serokê Baroya Amedê daxwaz dikim ku di zûtirîn demê de ev hêzên tarî werin tespîtkirin û radestî dadgeriyê werin kirin. Di vî warî de serlêdanên me li Serdozgeriya Komarê ya Amedê kirine hene û ez dizanim ku di vî warî de li mirovên pêwîst digerin. Em dizanin ku dem bi dem li Amedê li dijî rêxistinên din ên sivîl gef tên xwarin. Bêcezahiştin hêzê dide wan. Em daxwaz dikin ku dadgerî di zûtirîn demê de hesasiyeta pêwîst nîşan bide. Em ji bo piştevaniya wan spasîya nûnerên alîyên siyasî dikin.”
 
 

Sernavên din

08/06/2023
09:03 Rojnamevan Gozelyuz: Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e
09:01 Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
09:01 Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:53 Ayhan û Gokalp hatin definkirin
08:52 Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin
07/06/2023
22:05 Meryem Yildirim hat berdan
21:37 Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin
19:52 Li Ispartayê mirineke biguman
19:43 Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê meclisê
19:39 Rojnamevan Arslan birin Kirşehîrê
19:18 Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan
18:52 Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket
18:34 Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da
18:20 Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
18:09 Doza Vartînîsê hat taloqkirin
17:33 Cenazeyên Gokalp û Ayhan radestî malbatên wan hatin kirin
16:07 Tanrikulu yê HDP’yî dîsa nehat berdan
15:43 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek çêbû
15:41 Girtiyê ji bo darizandina adilane dest bi rojiya mirinê kirî rakirin nexweşxaneyê
15:40 Rojnamevan Hafiz Akdemîr dê sibê li kuçeya lê hat kuştin were bibîranîn
15:37 Siyasetmedar Mehmet Çîçek jiyana xwe ji dest da
15:22 Ji bo malbat û cerdevanên xwestin tecawizê veşêrin daxwaza cezakirinê
14:46 Têkoşîna edaletê di roja 807’an de ye: Çavkaniya hemû pirsgirêkan bêedaletî ye
13:45 Ji bo şandeya Doza Kobanê: We pişta xwe spartiye cihekî saxlem
13:14 Sala par li Egeyê 724 binpêkirinên mafên zarokan qewimîne
13:06 Tûran ê HDP’î: Heta ku çavkanî ji bo şer bên veqatandin dê krîza aborî çareser nebe
13:05 Li Rihayê ji bo nan zem hate kirin
13:05 Mutehîdê duyemîn ê Sîteya Ebrar hat girtin
12:54 Parêzer Tûran a bikaranîna çekên kîmyewî anîbû rojevê beraet kir
12:39 Komên paramîlîter li Efrînê 4 kes revandin
12:24 Cenazeyê Akdogan li Wanê hate veşartin
12:17 Meclisa Jinan a HDP'ê û Partiya Çepên Kesk: Em ê têkoşîna xwe xurt bikin
11:31 Tedawiya zaroka 14 salî ku di pîrozbahiyên hilbijartinê de gule bi serê wê ketibû didome
11:00 Malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê hatin darizandin
10:45 Şaredariya AKP’yî nivîsand ku Goristana Ermenan çawa tune bûye
10:11 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
10:05 Lîreyê tirk li hemberî dolar her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
10:04 Kujer hat berdan lê pênûsa Hafiz Akdemîr li erdê nema
10:03 Ciwanê ku hate diyarkirin li Cizîrê întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:02 Cînayeta kar a li şaredariyê: Karkerê mirî bêsîgorta hatiye xebitandin
09:52 Jinan ji bo serdema nû banga têkoşînê kirin
09:21 Emniyeta Antalyayê nahêle xwendekarên kurd ji bo xwe malan kirê bikin
09:06 Rojnameger Firat Can Arslan hate binçavkirin
09:06 Ozcan: Em ê bi mekanîzmayeke rexneyê ber bi kongreyê ve biçin
09:05 Amedî: Divê di pêvajoya nû de guh li gel bê kirin
09:05 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Dibe ku hin qanûnên Iraqê biguherin
09:04 Banga ji bo danişîna Makbûle Sevînç
09:03 Hevserokê KCDK-E’yê Koç: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:01 16 rojnameger ev saleke girtî ne: Bi awayekî kêfî tên cezakirin
09:00 Rojnameger Şengalî: Şengal qels bibe dê Rojava jî qels bibe
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
06/06/2023
20:05 Komeleya Dema Jinê serdana MKGP'ê kir
19:50 Li Bedlîsê 8 kes hatin binçavkirin
18:24 Malbatê cenazeyê Akdogan wergirt
17:28 Li Gabarê qirkirina daran
15:57 CHP’ê biryara kongreyê da
15:23 Dewleta tirk êrişî Çiyayê Guherzê kir
15:04 Şenyaşar bang li wezîr Tunç kir: Ji Rihayê dest bi karê xwe bike
14:47 Tê payîn ku zem dê li motorînê bê kirin
14:47 Namzeta Serokatiya Meclisê ya Partiya Çepên Kesk bû Hatîmogûllari
14:22 Cezayê hefsê li rojnamevanê hatibû derbkirin birîn
13:30 Rûsya û Ûkraynayê ji ber êrişa li dijî bendavê hev tawanbar kirin
12:20 DMME’yê Yuksekdag û Demîrtaş mafdar dît
12:19 Şêniyên gund li dijî sepanên DEDAŞ'ê derketin, leşkeran bi bombeyên gazê êriş kirin
11:59 Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê
11:41 Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê
11:23 Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
11:12 Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye