Qoser, li benda Meşa Gemlîkê ye

img

MÊRDÎN - Qoser li benda meşvanên xwe ye ku dê bi dirûşmeya "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin" ber bi Gemmlîkê ve bimeşin. Siyasetmedarên li bajêr gotin ku ew ê bi vê meşê tecrîdê bişikînin. 

 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) dê di 6'ê Sibatê de bi boneya salvegera Komploya Navdewletî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîda li Îmraliyê bi dirûşma "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin" ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Meş dê ji du milan pêk bê. Milek ji Gevera Colemêrgê û milek jî ji Qosera Mêrdînê dê pêk bê. 
 
Amadekariyên milê meşê ya li Qoserê temam bûn. Li Qoserê ku li benda meşvanên Gemlîkê ye, meşvan dê di têketina navçeyê de bên pêşwazîkirin. Paşê girse dê biçe Qada Azadiyê. Piştî daxuyaniya li vir, meşvan dê bi esnaf û welatiyan re kom bibin û bi dû re berê xwe bidin Nisêbîn û ji wir jî navçeya Cizîr a Şirnexê. Bi vî awayî dê roja ewil a meşê temam bibe. Piştî vê jî meşvan dê ber bi Sêrt û Êlihê û ji wir jî ber bi Amedê ve meşa xwe bidomînin û bi şandeya ku ji Geverê tê re bibin yek. 
 
AMADEKARÎ TEMAM IN
 
Hevserokê DBP'a Mêrdînê Şerafettîn Aslan da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan îro ro li tevahiya girtîgehan belav bûye û got ku dê ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve bimeşin. Aslan dîsa da zanîn ku li Mêrdînê amadekariyê meşê temam kirine û got: "Ji bo çareserkirina meseleya kurdî û bidawîkirina tecrîda li ser birêz Ocalan, çi dibe bila bibe, çi dikin bila bikin em ê vê meşa xwe bi awayekî serkeftî li dar bixin. Banga me ji bo gel me jî, tevlî vê meşê bibin. Me haziriyên xwe û hevdîtinên xwe kirine. Em li benda gelê xwe ne." 
 
ÇARE OCALAN E
 
Aslan bal kişand ser Komploya Navdewletî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Ocalan jî û got ku ev komplo li dijî gelê kurd e. Aslan bilêv kir ku çawa komplo hatiye pûçkirin, bi heman awayî ji bo pûçkirina tecrîdê jî têdikoşin û got ku vê meşê ji ber vê li dar dixin. Aslan destnîşan kir ku ji bo çareserkirina meseleya kurdî hevdîtina bi Ocalan re bivênevê ye û got: "Divê parêzerên û malbata wî hevdîtinê pê re bikin. Divê dengê wî bigihê gelê kurd. Ger dilê dewletê û çareserkirina vê pirsgirêkê hebe, rêbaza vê yekê birêz Ocalan e. Ger hevdîtin bi birêz Ocalan re neyên kirin û rê li ber birêz Ocalan neyê vekirin dê dawî li vê pirsgirêkê neyê. Ji lew re çareserkirina pirsgirêka kurdî bi Ocalan ve girêdayî ye. Divê dewlet baş bi vê yekê zanibe. Lewma em ê vê meşê li dar bixin. Em bawer dikin û hêvî dikin ku em ê bi vê meşê tecrîda li ser birêz Ocalan bişikînin." 
 
‘DIVÊ DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ'
 
Hevserokê HDP'a Qoserê Mehmet Fatîh Ozturk jî da zanîn ku amadekariyên meşê temam kirine û got: "Em dizanin ku pirsgirêk bi şer nayên çareserkirin. Rêya çareseriyê, rêya aştiyê ye. Navnîşan aştî û çareseriyê jî Îmralî ye. Heya ku tecrîda li ser birêz Ocalan neyê şikandin, ne pirsgirêka kurd ne jî krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê çareser dibe. Hem ji bo kurdan hem ji bo Tirkan û hem jî ji bo gelên din navnîşana çareserkirina pirsgirêkan diyar e. Lewma em berê xwe didin Îmraliyê û dixwazin tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Em bawer dikin ku dê vê meşa me tecrîdê bişikîne. Dewlet ji dêvla ku helw bide meşê asteng bike, divê fêm bike ku ev meş ji bo çi tê lidarxistin. Divê li gorî armanca vê meşê gavina bavêje û dawî li tecrîdê bîne. Me haziriyên xwe yên li Qoserê temam kirin û em ê tevî gelê xwe berê xwe bidin Îmraliyê." 
 
 
 

Sernavên din

10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn
12:39 ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e
12:05 Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir
12:03 Parêzer ji bo biçin cem Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:20 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn serdana rojnamegeran
10:51 Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin
10:26 Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
09:58 Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye
09:51 Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
09:45 Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
09:04 Bijîşkê girtîgehê girtiyê nexweş derman nekir
09:03 Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe