Panela binpêkirina mafan û tecrîdê: Îmrali destpêkkirina belavbûna tecrîdê ye

img
AMED - ESP’ê li ser mijara mafên girtîgehan û tecrîdê li Amedê panelek li dar xist. Di panelê de hat diyarkirin ku “Tecrîdê, bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye kirin, li Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kiriye.”
 
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), têkildarî binpêkirina mafên li girtîgehan pêk tên û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li avahiya Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a Amedê panelek li dar xist. Di panelê de moderator Hevşaredarê Bajarokê Perî ya Dêrsimê ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin Orhan Çelebî kir. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, Serokê Komeleya Mafên Mirovan ya Şaxa Stenbolê parêzer Gulseren Yolerî, Cigira Hevserokên Giştî yê ESP’ê Beycan Taşkiran û Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD)’ê şarêzer Yûsûf Çakas wek axivêr tev li panelê bûn. 
 
Li eywana ku panel lê hat lidarxistin pankarta “Li dijî polîtîkayên tecrîd û zextan yên di girtîgehan de tekoşîneke hevpar” hat daliqandin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)’ê Hayrettîn Altûn ku nû ji girtîgehê hat berdan, hevserokên HDP’ê yên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan, Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, malbatên girtiyan û gelek kes tev li panelê bûn. 
 
YOLERÎ: REWŞA GIRTIYAN Û GIRTÎGEHAN DIJWARTIR DIBE  
 
Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî ewilî axivî û da diyar kir ku li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara girtîgehan zêde dibe û desthilat plana sitratejîk ya 5 salan ji  bo çêkirina girtîgehan hatiye amadekirin xistiye meriyetê. Yolerî da zanîn ku bi çêkirina van girtîgehan jî tecrîd tê dijwarkirin. Yoleriyê wiha got: “Li Tirkiyeyê 341 hezar girtî hene. Em baş dizanin ku hejmara di malpera wezaretê de tê dayîn ji rastiyê dûr e. Em dibînin ku hejmara pêkanînên ceza înfazê jî zêde dibe. Pirsgirêkên wek taloqkirina girtiyan ango birîna cezayê înfazê, betalkirina destûra kontrolê jî di nava van pêkanînan de ye. Kapasîteya girtîgehan têra girtiyan nake. Her wiha xwarina ji bo 15 kesan didin 40 kesan. Tiştên ku di qantînan de jî tên firotin gelekî biha ne. Ji bo avê jî kota anîne. Di hefteyekê de tenê metereyek avê didin girtiyan. Binpêkirina mafên girtiyên siyasî pirtir in. Rewşa girtiyên nexweş xerabtir e û mafên wan tenduristiyê tê binpêkirin.”
 
‘ÎMRALI GIRTIGEHEKE BÊ STATÛ YE’
 
Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan ya OHD’ê Yûsûf Çakas jî da zanîn ku tecrîdê, bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye kirin, li Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kiriye û wiha got: "Polîtîkaya bingehîn ya li zindanan, tecrîda li Îmraliyê belavî her derê welat bikin. Îmrali, girtîgehekî bêstatû ye. Serlêdanên parêzeran tê redkirin û astengkirin. Birêz Ocalan, ji 1999’an heta niha tenê du caran bi telefonê hevdîtin kiriye. Ji birêz Ocalan agahî nayên girtin û ev yek tê protestokirin.”
 
‘PIRSGIRÊKA ZINDANAN, PIRSGIRÊKA DESTHILATAN E’
 
Piştre Cîgira Hevserokên Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran axivî û bal kişand ser pirsgirêkên bi destê desthilatê pêk tên û wiha got: “Komara burjuvayê, di 90 salan de jiyaneke çawa ji bo gelê kurd, kedkaran û jinan rewa dibîne, li ber çavan e. Pirsgirêka zindanan, pirsgirêka desthilatan e. Her wiha girtina ewqas girtiyan jî nakokiya civakî û aborî nîşan dide. Binpêkirina mafan di destpêkê de li Îmrali piştre jî li hemû girtîgehan belav bûye. Çareserî di tekoşîna me de ye.”
 
‘PÊWÎSTE EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN’
 
Herî dawî Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû bal kişand ser binpêkirina mafên li girtîgehan û wiha axivî: “Binpêkirina mafên li girtîgehan her roj zêdetir dibe. Mafê spor û sohbetê tê astengkirin. Mafê hevdîtinê jî tenê 45 deqîqe ye. Lê hewce ye saetek û nîv be. Fatûreyên ceryanê jî li girtiyan tê birîn. Di hevdîtinên girtî û vekirî de lêgerina tazî û qedexeya pirtûk, kovar û rojnameyan berdewam dike. Di girtîgehan de 850 zarokên temenê wan di navbera 0-6 temenan de ye hene û 470 dayikên bi zarok di girtîgehan de ne. 2500 zarok niha girtî ne. Pêwîste em hemû li dijî vê yekê têbikoşin û dengê xwe bilind bikin.”
 
 

Sernavên din

08/02/2023
13:30 Li Amedê hejmara kesên di bin kavilan de mane nayê zanîn
13:19 Medyaya hawîz jî nekarî AKP’ê ji bin kavilan rizgar bike!
13:16 Platforma Piştevaniyê ya Amedê ji bo Semsûr û Mereşê seferberî da destpêkirin
12:49 'Em kavilan bi destê xwe dikolin û alîkariyê dixwazin lê dibêjin bisekinin’
12:40 Li navçeyên Hatayê cenaze li kuçeyê ne
12:39 Hejmara miriyan derket 7 hezar û 108’an
12:30 Alîkarî digihîje Semsûrê
12:21 Platforma Mafê Hewayê Paqij ji bo ‘karesata duyemîn a erdhejê’ hişyarî da
12:07 Li Sûriyeyê 2 hezar û 500’an zêdetir kes mirine
12:07 WHO’yê ji ber erdhejê ‘Rewşa Lezgîn a Asta 3’yemîn’ ragihand
12:06 Li Islahiyeyê tîmên rizgarkirinê kêm in, welatî li ber kavilan sekinandî ne
12:01 Wezaretê wargeha ku zerar dîtî weke ‘Tesîsên di xizmeta gel de’ nîşan daye
11:56 Welatiya ji Elbistanê xwe gihandî MA’yê: Tevahiya bajar hilweşiya, alîkarî di roja sêyan de hat
11:44 Bacên erdhejê yên gel ku ve çûn?
11:31 AFAD: Hejmara miriyan gihîşt 6 hezar û 957'an
11:22 Li Bazarcixê dem dema piştevaniyê
11:14 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê meşiyan û walî protesto kirin
11:14 Serokê JMO’yê Onalan: Heke tevdîr bihatina girtin dê ewqas rûxîner nebûya
11:02 Ji bin kavilan peyama 'em sax in' hat şandin, lê tîmên rizgarkirinê tune ne!
10:42 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 6 hezar û 234 kesan
10:40 Ji DYA'yê tîmeke 161 kesî diçe herêma erdhejê
10:35 HDP’ê ji bo herêma erdhejê 30 TIR’ên alîkariya xurek şand
10:31 Islahiye ku nîviyê wê hilweşiyaye: Nan û av bi dest me nakeve!
10:12 Alîkariyên HDP’ê gihiştin Meletiyê
10:10 Li Rihayê mexdûrên erdhejê: Alîkarî nayê kirin, berpirs kî ne?
10:09 Li bendê ne ku xizmên wan ji bin kavilan bên derxistin: Kevir li ser kevirê nemaye
10:06 Mexdûra erdhejê yê Bazarcixî: Gelo dê ro kengî derkeve?
10:05 Li Botanê seferberiya alîkariyê
09:07 Roja sêyemîn a erdhejê: Hejmara miriyan zêde dibe
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
08:52 Li Rihayê hejmara qurbaniyan derket 95’an
02:23 Piştî saetan ji bin kavilan hatin derxistin
01:38 Biryara OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
01:29 Li Balafirgeha Edeneyê îzdîham çêbû
01:19 51 birîndar sewqî Stenbolê hatin kirin
01:13 2 jê zarok malbatek ji 5 kesan pêk tê di bin kavilan de ne
01:04 Kiliçdaroglû: Berpirsiyarê vê pêvajoyê Erdogan e
00:49 Li Semsûrê kesên jiyana xwe ji dest dane li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin
00:46 HDK ber bi Hatayê ve kete rê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
00:07 Meclis dê di 9’ê sibatê de bi rojeva OHAL’ê bicive
07/02/2023
23:52 Erdogan piştî ragihandina OHAL’ê diçe herêma erdhejê
23:41 Dayika Elîf a 90 salî ev 2 roj in di bin xerabeyan de ye
23:23 Li Rihayê zarokê 6 salî Mistefa benda rizgarkirinê ye
22:51 TGC: Di bin kavilan de rojnamevan jî hene
22:33 Dîwarên Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî derizîne lê dîsa jî nexweş lê tên neqlkirin
22:07 Bûldanê serdana Semsûrê kir
21:58 Baroya Amedê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
21:50 Ji gelê Colemêrgê ruhê piştevaniyê
21:45 HDP li herêmên Marmara û Egeyê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bû
21:35 Li Semsûrê ciwanek piştî 37 saetan ji bin kavilan bi saxî hat derxistin
21:06 Heyeta HDP’ê li Islahiyeyê ye: A di bin kavilan de maye AKP-MHP ye
21:05 Ji 5 partiyên siyasî bo erdhejê danezana hevpar
20:57 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:48 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:43 Girtiyên li Girtîgeha Mereşê xwestin bên neqilkirin
20:40 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:37 Jinên girtî piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
20:27 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:17 Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê banga seferberiyê li gel kir
20:13 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 5 hezar û 434’an
20:10 Doza Kobanê hat taloqkirin
20:04 Sancar li Hatayê ye: Dewlet tune, rûxandin heye
19:30 MED TUHAD-FED: Divê Wezareta Dadê bi berpirsiyariya xwe rabe
19:01 Alikariya HDP’ê hat astengkirin
17:05 Rojnamevanan asteng dikin û gefê li mexdûrên erdhejê dixwin
17:00 Daxuyaniya UNESCO'yê ya der barê berhemên dîrokî de yên bandor ji erdhejê girtine
16:55 Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin
16:47 Malbata Şenyaşarê ji ber erdhejê navber da çalakiya xwe
16:44 Tîm tune ne ji navçe û gundan agahî nayên girtin
16:43 Ji bo Şehbayê banga ‘ambargoyê rakin’ hate kirin!
16:35 Otêlan deriyên xwe bo mexdûrên erdhejê vekirin!
16:32 Parlementerê AKP'ê Taş ê di bin kavilan de ma jiyana xwe ji dest da
16:31 Birîndarên li Hatay, Osmaniye û Islahiyeyê sewqî Mêrsînê hatin kirin
16:29 Li Apartmana Işikê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên kar tên kirin
16:14 Li hinek avahiyên Sergolanê xebatên lêgerînê piştî 30 saetan dest pê kirin
16:02 Rojnamevan Volkan Pekal hat binçavkirin
16:01 Gelê Amedê bi xwe birînên xwe dipêçe
15:47 Semsûrî ber bi walîtiyê ve meşiyan: Qey hîç rehma we tune ye?
15:33 Şandeya DBP’ê û HDP’ê li Bazarcixê ye: Dewlet di bin kavilan de maye
15:32 Lîsteya kesên li Amedê birîndar bûne
15:23 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştevaniyê bang kir
15:22 Li Îzmîr û Wanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tê komkirin
15:13 Şandeya HDP’ê li ber avahiyên hilweşandî yên Amedê serdana gel kir
15:12 Li 10 bajarên erdhej lê çêbûye OHAL hate ragihandin
15:00 Li Îskenderûnê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 30 saetan dest pê kirin
14:54 Tîmên ku li Meletiyê kavilan rakin tune ne!
14:43 Li Şirnexê ciwanekî bavê xwe kuşt
14:29 Berteka Semsûrê: Du roj in kes nehatiye, bin kavilan tije cesed in
13:38 Dîrektorê Giştî yê DSO’yê: Em ji bo herêmên agahî jê nayên girtin bi fikarin
13:25 Li Amedê kesên jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
13:24 Partiyên siyasî li Wanê banga piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
13:08 Li Bazarcixê zêmar olan didin!
12:53 Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariyê dimirin
12:52 Berteka ji bo îdiaya Erdogan ku gotibû 'AFAD xwe gihandiye wan': Wêne girtin û çûn
12:24 AFAD piştî 17 saetan çû ser kavilan
12:17 Oktay: Di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:05 Li Çûkûrovayê rewşa erdhejê: Dewlet tune ye
11:46 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe
11:23 Ji HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê
11:21 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, gel li dijî desthilatdariyê bi hêrs e