Li Mereşê û Dîlokê erdhejên dijwar: Hejmara miriyan zêde dibe, bi hezaran kes di bin xerabeyan de ne

img
NAVENDA NÛÇEYA - Li Mereşê bi pileya 7.4 û li Dîlokê jî bi pileya 6.5 û 6.4 li ser hev du erdhej çêbûn. Erdhej bandor li gelek deveran kir. Ji ber erdhejê gelek avahî hilweşiyan. Mirî û birîndar hene. 
 
Li Mereşê bi pileya 7.4 û li Dîlokê jî bi pileya 6.5 û 6.4 li ser hev du erdhej çêbûn. Erdhej bandor li gelek deveran kir. Ji ber erdhejê gelek avahî hilweşiyan. Mirî û birîndar hene. 
 
OKTAY: HEJMARA MIRIYAN BÛ HEZAR Û 541
 
Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn derket hezar û 541 kesan. 

AFAD: HEZAR Û 14 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket hezar û 14 kesan. Serokê AFAD’ê Yûnûs Sezer wiha got: “Heta niha 105 erdhejên biçûk pêk hatin. Heta niha îxbara hilweşîna 2 hezar û 824 avahiyan hatiye kirin. Hem ji hêla hewayî û hem jî ji hêla bejahî ve ber bi herêmên erdhejê ve sewqiyat tê kirin. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket hezar û 14 kesan.”

Li gorî bîlançoya AFAD’ê; li Mereşê 191, li Dîlokê 200, li Rihayê 27, li Amedê 41, li Edeneyê 43, li Semsûrê 20, li Osmaniyeyê 131, li Hatayê 250, li Kîlîsê 13 û li Meletiyê jî 98 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî li 10 bajaran 7 hezar û 3 kes jî birîndar bûne.

LI MEREŞÊ ERDHEJEKE DIN ÇÊBÛ
 
Di serî de li Mereşê û li gelek bajarên din rûdana erdhejê didome. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Lezgîn (AFAD) ragihand ku erdhejek din saet li 13.24’an bi pileya7.5 pêk hat. Navenda erdhejê wek navçeya Gozpinar a Mereşê hat diyarkirin û 16.4 di bin erdê de pêk hatiye. Erdhej li Enqereyê, Riha, Amed, Meletiyê û Edeneyê jî hat hîskirin û gelek avahî hilweşiyan û xesar gihîşt avahiyan. 

ERDOGAN: 912 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî erdheja bi pileya wê 7,7 ku navenda wê Mereş bû û bandor li 10 bajaran kir, li Serokatiya AFAD’ê daxuyanî da. Erdogan, got ku piştî erdheja Erzînganê ya di sala 1939’an, mezintirîn karesatê dijîn û wiha got: “Ji bo alîkariyê, li rex waliyên 10 bajaran her wiha 10 waliyên din jî hatine peywirdarkirin. Di halê hazir de 9 hezar xebatkar tev li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûne. Heta niha 912 hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan û 5 hezar û 385 hemwelatî jî birîndar bûne.” 

 
LI EDENEYÊ 6 AVAHÎ HILWEŞIYAN
 
Li taxên Guzelyali, Yûrt û Hûzûrevleriyê yên navçeya Çûkorva ya Edeneyê 6 avahî hilweşiyan. Hat ragihandin ku gelek eks di bin kavilên avahiyan de mane. 
 
AFAD: SMS'YAN BI KAR BÎNIN
 
AFAD'ê jî bang li welatiyan kir: "Pêwendiya xwe bi serwîsa peyaman SMS' û sepanên înternetê yên peyaman deynin. Ji xeynî rewşên jiyanî telefonê bi kar neynin." 
 
LI RIHAYÊ 10 MIRÎ
 
Li gor agahiyên destpêkê li Rihayê 16 avahî hilweşiyan. 10 kesên di bin kavilên avahiyan de man jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 110 kes jî bi birîndar ji bin avahiyan hatin derxistin. Hat diyarkirin ku gelek hê jî gelek kes di bin kavilan de ne. 
 
SED KES DI BIN KAVILAN DE NE
 
Li Kolana Barişê ya Taxa Şeyh Şamîlê ya Amedê jî navçeya Rezanê ya Amedê avahiyek hilweşiya. Hat diyarkirin ku di bin kavilên avahiyê de herî kêm 100 kes hene. 
 
LI OSMANIYEYÊ 34 AVAHÎ HILWEŞIYAN
 
Li gor agahiyên destpêkê li Osmaniyeyê 34 avahî hilweşiyan û 5 kesên di bin kavilan de mane jiyana xwe ji dest dane. 
 
LI TESÎSELERA AVAHIYEKE 7-8 QATÎ HILWEŞIYA
 
Li Amedê jî gelek avahî hilweşiyan. Li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê yên Amedê gelek avahî hilweşiyan. Li semta TEsîslera ya Rezanê avahiyek 7-8 qatî hilweşiya. Gelek kes di bin kavilên avahiyê de man. 4 kes birîndar bûn. Xebatên rizgarkirinê didomin. 
 
LI QOSERÊ 2 AVAHIYÊN MUSTAQIL XERA BÛN
 
Li Mêrdînê ji ber erdheja Bazarcix a Mereşê, gelek avahî texrîb bûn û 2 avahiyên mustaqil hilweşiyan. Li gor agahiyên bi dest ketin li gundê Dihêe yê qoserê du avahiyên mustaqil xera bûne. 
 
LI RIHAYÊ AVAHÎ HILWEŞIYA
 
Li navenda Rihayê û navçeyên wê gelek avahî hilweşiyan. Li Taxa Bahçelîevlerê ya navçeya Halîliye ya Rihayê avahiyek 6 qatî hilweşiya. Gelek kes di bin kavilên avahiyê de mane. 
 
LI DU BAJARAN ERDHEJ
 
Li Mereş û Dîlokê li ser hev du erdhejên dijwar çêbûn. AFAD'ê ragihand ku li navçeya Bazarcix a Mereşê saet li dor 04.17'an erdhejeke bi pileya 7.4'an çêbûye. 
 
Her wiha AFAD'ê ragihand ku saet li dor 04.26'an jî li navçeya Nûrdaxiyê ya Dîlokê bi pileya 6.4'an û li navçeya Îslehiyeyê jî bi pileya 6.5'an erdhej çêbûne. 
 
Erdhejên li Mereş û Dîlokê bandor li Amed, Semsûr, Meletî, Riha, Êlih, Çewlig, Elezîz, Kilîs, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Edene, Osmaniye, Hatay û gelek bajarên din kir. 

Sernavên din

08/02/2023
13:30 Li Amedê hejmara kesên di bin kavilan de mane nayê zanîn
13:19 Medyaya hawîz jî nekarî AKP’ê ji bin kavilan rizgar bike!
13:16 Platforma Piştevaniyê ya Amedê ji bo Semsûr û Mereşê seferberî da destpêkirin
12:49 'Em kavilan bi destê xwe dikolin û alîkariyê dixwazin lê dibêjin bisekinin’
12:40 Li navçeyên Hatayê cenaze li kuçeyê ne
12:39 Hejmara miriyan derket 7 hezar û 108’an
12:30 Alîkarî digihîje Semsûrê
12:21 Platforma Mafê Hewayê Paqij ji bo ‘karesata duyemîn a erdhejê’ hişyarî da
12:07 Li Sûriyeyê 2 hezar û 500’an zêdetir kes mirine
12:07 WHO’yê ji ber erdhejê ‘Rewşa Lezgîn a Asta 3’yemîn’ ragihand
12:06 Li Islahiyeyê tîmên rizgarkirinê kêm in, welatî li ber kavilan sekinandî ne
12:01 Wezaretê wargeha ku zerar dîtî weke ‘Tesîsên di xizmeta gel de’ nîşan daye
11:56 Welatiya ji Elbistanê xwe gihandî MA’yê: Tevahiya bajar hilweşiya, alîkarî di roja sêyan de hat
11:44 Bacên erdhejê yên gel ku ve çûn?
11:31 AFAD: Hejmara miriyan gihîşt 6 hezar û 957'an
11:22 Li Bazarcixê dem dema piştevaniyê
11:14 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê meşiyan û walî protesto kirin
11:14 Serokê JMO’yê Onalan: Heke tevdîr bihatina girtin dê ewqas rûxîner nebûya
11:02 Ji bin kavilan peyama 'em sax in' hat şandin, lê tîmên rizgarkirinê tune ne!
10:42 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 6 hezar û 234 kesan
10:40 Ji DYA'yê tîmeke 161 kesî diçe herêma erdhejê
10:35 HDP’ê ji bo herêma erdhejê 30 TIR’ên alîkariya xurek şand
10:31 Islahiye ku nîviyê wê hilweşiyaye: Nan û av bi dest me nakeve!
10:12 Alîkariyên HDP’ê gihiştin Meletiyê
10:10 Li Rihayê mexdûrên erdhejê: Alîkarî nayê kirin, berpirs kî ne?
10:09 Li bendê ne ku xizmên wan ji bin kavilan bên derxistin: Kevir li ser kevirê nemaye
10:06 Mexdûra erdhejê yê Bazarcixî: Gelo dê ro kengî derkeve?
10:05 Li Botanê seferberiya alîkariyê
09:07 Roja sêyemîn a erdhejê: Hejmara miriyan zêde dibe
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
08:52 Li Rihayê hejmara qurbaniyan derket 95’an
02:23 Piştî saetan ji bin kavilan hatin derxistin
01:38 Biryara OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
01:29 Li Balafirgeha Edeneyê îzdîham çêbû
01:19 51 birîndar sewqî Stenbolê hatin kirin
01:13 2 jê zarok malbatek ji 5 kesan pêk tê di bin kavilan de ne
01:04 Kiliçdaroglû: Berpirsiyarê vê pêvajoyê Erdogan e
00:49 Li Semsûrê kesên jiyana xwe ji dest dane li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin
00:46 HDK ber bi Hatayê ve kete rê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
00:07 Meclis dê di 9’ê sibatê de bi rojeva OHAL’ê bicive
07/02/2023
23:52 Erdogan piştî ragihandina OHAL’ê diçe herêma erdhejê
23:41 Dayika Elîf a 90 salî ev 2 roj in di bin xerabeyan de ye
23:23 Li Rihayê zarokê 6 salî Mistefa benda rizgarkirinê ye
22:51 TGC: Di bin kavilan de rojnamevan jî hene
22:33 Dîwarên Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî derizîne lê dîsa jî nexweş lê tên neqlkirin
22:07 Bûldanê serdana Semsûrê kir
21:58 Baroya Amedê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
21:50 Ji gelê Colemêrgê ruhê piştevaniyê
21:45 HDP li herêmên Marmara û Egeyê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bû
21:35 Li Semsûrê ciwanek piştî 37 saetan ji bin kavilan bi saxî hat derxistin
21:06 Heyeta HDP’ê li Islahiyeyê ye: A di bin kavilan de maye AKP-MHP ye
21:05 Ji 5 partiyên siyasî bo erdhejê danezana hevpar
20:57 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:48 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:43 Girtiyên li Girtîgeha Mereşê xwestin bên neqilkirin
20:40 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:37 Jinên girtî piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
20:27 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:17 Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê banga seferberiyê li gel kir
20:13 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 5 hezar û 434’an
20:10 Doza Kobanê hat taloqkirin
20:04 Sancar li Hatayê ye: Dewlet tune, rûxandin heye
19:30 MED TUHAD-FED: Divê Wezareta Dadê bi berpirsiyariya xwe rabe
19:01 Alikariya HDP’ê hat astengkirin
17:05 Rojnamevanan asteng dikin û gefê li mexdûrên erdhejê dixwin
17:00 Daxuyaniya UNESCO'yê ya der barê berhemên dîrokî de yên bandor ji erdhejê girtine
16:55 Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin
16:47 Malbata Şenyaşarê ji ber erdhejê navber da çalakiya xwe
16:44 Tîm tune ne ji navçe û gundan agahî nayên girtin
16:43 Ji bo Şehbayê banga ‘ambargoyê rakin’ hate kirin!
16:35 Otêlan deriyên xwe bo mexdûrên erdhejê vekirin!
16:32 Parlementerê AKP'ê Taş ê di bin kavilan de ma jiyana xwe ji dest da
16:31 Birîndarên li Hatay, Osmaniye û Islahiyeyê sewqî Mêrsînê hatin kirin
16:29 Li Apartmana Işikê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên kar tên kirin
16:14 Li hinek avahiyên Sergolanê xebatên lêgerînê piştî 30 saetan dest pê kirin
16:02 Rojnamevan Volkan Pekal hat binçavkirin
16:01 Gelê Amedê bi xwe birînên xwe dipêçe
15:47 Semsûrî ber bi walîtiyê ve meşiyan: Qey hîç rehma we tune ye?
15:33 Şandeya DBP’ê û HDP’ê li Bazarcixê ye: Dewlet di bin kavilan de maye
15:32 Lîsteya kesên li Amedê birîndar bûne
15:23 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştevaniyê bang kir
15:22 Li Îzmîr û Wanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tê komkirin
15:13 Şandeya HDP’ê li ber avahiyên hilweşandî yên Amedê serdana gel kir
15:12 Li 10 bajarên erdhej lê çêbûye OHAL hate ragihandin
15:00 Li Îskenderûnê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 30 saetan dest pê kirin
14:54 Tîmên ku li Meletiyê kavilan rakin tune ne!
14:43 Li Şirnexê ciwanekî bavê xwe kuşt
14:29 Berteka Semsûrê: Du roj in kes nehatiye, bin kavilan tije cesed in
13:38 Dîrektorê Giştî yê DSO’yê: Em ji bo herêmên agahî jê nayên girtin bi fikarin
13:25 Li Amedê kesên jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
13:24 Partiyên siyasî li Wanê banga piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
13:08 Li Bazarcixê zêmar olan didin!
12:53 Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariyê dimirin
12:52 Berteka ji bo îdiaya Erdogan ku gotibû 'AFAD xwe gihandiye wan': Wêne girtin û çûn
12:24 AFAD piştî 17 saetan çû ser kavilan
12:17 Oktay: Di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:05 Li Çûkûrovayê rewşa erdhejê: Dewlet tune ye
11:46 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe
11:23 Ji HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê
11:21 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, gel li dijî desthilatdariyê bi hêrs e