‘Divê her kes destê piştgiriya edaletê dirêjî Malbata Şenyaşar bike’

img
RIHA- Sekreterê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê parêzer Ahmet Taş anî ziman ku çalakiya edaletê ya Malbata Şenyaşar 700 roj li pey xwe hişt û got: “Ji bo daxwaza malbatê bi cih were divê hemû kes destê xwe yê piştgiriyê dirêj bike.” 
 
Xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz beriya Hilbijartina Giştî di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li dijî dikana Malbata Şenyaşar êriş pêk anîn. Êrişê ji dikanê heta ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê berdewam kiribû. Di êrişa li ser dikanê û ber nexweşxaneyê de Hecî Esvet Şenyaşar û lawên xwe Celal û Adil Şenyaşar bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du lawên wê hatine qetilkiirn bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirine. 
 
Çalakiya malbatê 700 roj li pey xwe dihêle û li gel ewqas dem bi ser re derbas dibe jî lê heta niha jî daxwaza edaletê ya malbatê nehatiye qebûlkirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ku derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin û dosyeyê dozê weke, “dikanê” û “nexweşxanê” ji hev cuda kiribû. Tevî ku parêzerên malbatê gelek caran li dijî vê biryarê rabûn jî ew biryar heta 9’ê kanûna 2022’yan nehat xirakirin. Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê ew biryar xera kir û biryar da ku her du dosye bibin yek. 
 
‘DELÎLÊN GIRÎNG DI ÎDIANAMEYÊ DE NEHATINE NIVISANDIN’ 
 
 Sekreterê Navenda Mafê Mirovan a Baroya Rihayê parêzer Ahmet Taş ku yek jî parêzerê malbata Şenyaşar e derbarê dozê û çalakiya malbatê de axivî û anî ziman ku îdianame gelek dereng hatiye amadekirin û got: “Îdanameya ku hatiye amedkirin jî yek alî ye û ji bo parastina malbata Yildiz hatiye amadekirin. Di îdianameyê de daxwaza malbatê hatiye paşguhkirin. Îdianame alîgiriya malbata Yildiz dike. Gelek delîlên girîng di vê îdianameyê de cih negirtin. Weke mînak derbarê dimenên kameraya nexweşxaneyê de tiştek nehatiye nivisîn. Dîsa şahidên bûyera nexweşxanê, polîs, bijîşk û girtekên polîsan di îdanameyê de nehatine nivîsandin.”
 
‘GEF LI MALBATA ŞENYAŞAR TÊN XWARIN’
 
Taş destpêka çalakiya malbata Şenyaşar bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: “Darizandinên ku di dadgehê de pêk hatin hemû ji bo parastina parlamenterê desthilatê bû. Piştî van darizandinan malbata Şenyaşar ji bo edalet pêk were dest bi çalakiya nobeda edaletê kir. Çalakiya malbatê 700 roj li pey xwe hişt lê tevî van 700 rojan jî ji bo edalet pêk were bi qasî serê derziyê daxwazek nehatiye qebûlkirin. Saziyên dewletê li şûna ku li daxwazên malbatê guhdar bikin, lê bi cezakirinê gef li malbatê dixwin. Di vê pevajoya 700 rojên çalakiyê de nêzî 30 lêpirsînan li dijî malbatê hatine destpêkirin û hin ji wan veguherîne dozan. Gelek caran polîs gefan li malbatê dixwe. Xwestin bi malbatê paşve gavan bidin avêtin lê malbat bi biryardarî û bi hêztir çalakiya xwe ya edaletê domand.”
 
‘DIVÊ KER KES PIŞTGIRIYA MALBATA ŞENYAŞAR BIKE’ 
 
Taş destnîşan kir ku ji bo daxwazên malbatê bi cih werin divê hemû sazî, rêxistinên sivîl û aktîvîstên mafên mirovan bêhtir xwedî li çalakiya malbatê derkevin û ev bang kir: “Ji bo daxwazên malbatê bi cih werin divê hemû kes destê xwe yê piştgiriyê dirêj bike. Me jî weke Baroya Rihayê daxwaz kir ku em jî tev li doza malbatê bibin lê dadgehê ew daxwaza me nepejirand. Lê em dê weke çavdêrî dozê bişopînin û daxwazên malbatê bînin ziman. Weke her tim em dê her roj serdana çalakiya malbatê ya li ber edliyeyê bikin. Em dê bi piştgiriya xwe nîşan bidin ku Malbata Şenyaşar ne bi tenê ye.”
 
MA / Mahmût Altintaş - Omer Akin 
 

Sernavên din

10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn
12:39 ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e
12:05 Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir
12:03 Parêzer ji bo biçin cem Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:20 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn serdana rojnamegeran
10:51 Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin
10:26 Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
09:58 Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye
09:51 Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
09:45 Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
09:04 Bijîşkê girtîgehê girtiyê nexweş derman nekir
09:03 Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe