Ji pisporên erdhejê hişyarî: Li Edene, Osmaniye û Hatayê hişyar bin!

img
ÎZMÎR - Pisporên erdhejê ku piştî erdheja navenda wê Mereş daxuyanî dan ev hişyarî kirin: “Bala erdhejên demên pêş ketiye başûr. Osmaniye, Edene û Hatay ketine ber qadên xetere.” 
 
Li Mereşê bi pileya 7,4, li Dîlokê jî bi pileya 6,4 erdhej çêbû. Erdhejê bandoreke mezin li ser Amed, Riha, Meletî, Osmaniye, Mêrdîn, Edene, Hatay û Semsûrê jî kir. Di encama erdhejê de bi hezaran avahî hilweşiyan. Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bîlançoya erdhejê parve kir û da zanîn ku heta niha 284 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 323 kes jî birîndar bûne. 
 
Pisporên erdhejê piştî erdhejê daxuyanî dan û hişyarî kirin. 
 
PISPORAN HIŞYARÎ DAN
 
Pisporê erdhejê Prof. Dr. Nacî Gorur li ser hesaba xwe ya medyaya civakî wiha got: “Hevalno, ez gelek xemgîn im lê li Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,5 erdhej çêbû. Erdhejeke pir mezin e. Hêvîdarim encamên giran jê dernekevin. Me erdnasan gelek caran hişyarî kirin ku ev erdhej tê. Lê belê tu kesî tiştek ji me nepirsî û bertekeke herî biçûk jî nîşan nedan.” 
 
LI BENDAVAN HIŞYAR BIN 
 
Bi domdarî Gorur got ku divê bendavên li herêmê bên kontrolkirin û wiha domand: “Piştî vê erdhejê, divê li Edene û Hatayê hişyar bin. Divê rêveberên herêmî hişyar bin. Derbasî be. Xwedê li rehma xwe li miriyan bike û şîfaya xêrê bo birîndaran dixwazim.” 
 
3 SAL BERÊ HIŞYAR KIR
 
Gorur, di sala 2019’an de beşdarî bernameyeke televîzyonê bûbû û ji ber erdhejeke li Mereşê hişyarî dabûn. Gorur, wiha gotibû: “Divê mirov li devera Mereşê hişyar be. Ev der li ber erdhejekê ye. Divê her ji niha ve tevdîrên ku rê li ber ziyanan digirin bên girtin.” 
 
LI EDENE Û HATAYÊ HIŞYAR BIN
 
Endezyarê Jeofîzîkê Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan jî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Baskê Turkgolû ya li ser Xeta Şikestî ya Rojhilatê Anatoliyayê şikest. Bala erdheja nû ketiye ser devera başûr. Osmaniye, Edene û Hatay ketine ber herêma xetereyê. Dibe ku li van herêman erdhejên ne zêde mezin çêbibin. Ji bo erdhejên mezin hêjta zû ye.” 
 
DI HÊZA BOMBEYA ATOMÊ DE YE
 
Ercan, di parvekirina xwe de ev tişt anî ziman: “Erdhej, di şertên herî xerab de çêbûye. 1. Di nîva zivistanê de ye û hewayeke pir sar heye. 2. Dema mirov li mala xwe radizan. 3. Dema civak pirsgirêka debarê dijîn. Karesateke mezin e û divê em bi destê hev bigirin. Bila kesek xwe ji kesekî aciz neke. Em bibin alîkar. Erdheja li ser xeta şikestî ya Hatay-Osmaniye-Mereşê ku sedsalan e li bendê ne, bi mezinahiya M7,4 e û bi qasî hêza 130 bombeyên atomê ye. 43 saniyeyan dom kir.” 
 

Sernavên din

08/02/2023
13:30 Li Amedê hejmara kesên di bin kavilan de mane nayê zanîn
13:19 Medyaya hawîz jî nekarî AKP’ê ji bin kavilan rizgar bike!
13:16 Platforma Piştevaniyê ya Amedê ji bo Semsûr û Mereşê seferberî da destpêkirin
12:49 'Em kavilan bi destê xwe dikolin û alîkariyê dixwazin lê dibêjin bisekinin’
12:40 Li navçeyên Hatayê cenaze li kuçeyê ne
12:39 Hejmara miriyan derket 7 hezar û 108’an
12:30 Alîkarî digihîje Semsûrê
12:21 Platforma Mafê Hewayê Paqij ji bo ‘karesata duyemîn a erdhejê’ hişyarî da
12:07 Li Sûriyeyê 2 hezar û 500’an zêdetir kes mirine
12:07 WHO’yê ji ber erdhejê ‘Rewşa Lezgîn a Asta 3’yemîn’ ragihand
12:06 Li Islahiyeyê tîmên rizgarkirinê kêm in, welatî li ber kavilan sekinandî ne
12:01 Wezaretê wargeha ku zerar dîtî weke ‘Tesîsên di xizmeta gel de’ nîşan daye
11:56 Welatiya ji Elbistanê xwe gihandî MA’yê: Tevahiya bajar hilweşiya, alîkarî di roja sêyan de hat
11:44 Bacên erdhejê yên gel ku ve çûn?
11:31 AFAD: Hejmara miriyan gihîşt 6 hezar û 957'an
11:22 Li Bazarcixê dem dema piştevaniyê
11:14 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê meşiyan û walî protesto kirin
11:14 Serokê JMO’yê Onalan: Heke tevdîr bihatina girtin dê ewqas rûxîner nebûya
11:02 Ji bin kavilan peyama 'em sax in' hat şandin, lê tîmên rizgarkirinê tune ne!
10:42 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 6 hezar û 234 kesan
10:40 Ji DYA'yê tîmeke 161 kesî diçe herêma erdhejê
10:35 HDP’ê ji bo herêma erdhejê 30 TIR’ên alîkariya xurek şand
10:31 Islahiye ku nîviyê wê hilweşiyaye: Nan û av bi dest me nakeve!
10:12 Alîkariyên HDP’ê gihiştin Meletiyê
10:10 Li Rihayê mexdûrên erdhejê: Alîkarî nayê kirin, berpirs kî ne?
10:09 Li bendê ne ku xizmên wan ji bin kavilan bên derxistin: Kevir li ser kevirê nemaye
10:06 Mexdûra erdhejê yê Bazarcixî: Gelo dê ro kengî derkeve?
10:05 Li Botanê seferberiya alîkariyê
09:07 Roja sêyemîn a erdhejê: Hejmara miriyan zêde dibe
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
08:52 Li Rihayê hejmara qurbaniyan derket 95’an
02:23 Piştî saetan ji bin kavilan hatin derxistin
01:38 Biryara OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
01:29 Li Balafirgeha Edeneyê îzdîham çêbû
01:19 51 birîndar sewqî Stenbolê hatin kirin
01:13 2 jê zarok malbatek ji 5 kesan pêk tê di bin kavilan de ne
01:04 Kiliçdaroglû: Berpirsiyarê vê pêvajoyê Erdogan e
00:49 Li Semsûrê kesên jiyana xwe ji dest dane li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin
00:46 HDK ber bi Hatayê ve kete rê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
00:07 Meclis dê di 9’ê sibatê de bi rojeva OHAL’ê bicive
07/02/2023
23:52 Erdogan piştî ragihandina OHAL’ê diçe herêma erdhejê
23:41 Dayika Elîf a 90 salî ev 2 roj in di bin xerabeyan de ye
23:23 Li Rihayê zarokê 6 salî Mistefa benda rizgarkirinê ye
22:51 TGC: Di bin kavilan de rojnamevan jî hene
22:33 Dîwarên Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî derizîne lê dîsa jî nexweş lê tên neqlkirin
22:07 Bûldanê serdana Semsûrê kir
21:58 Baroya Amedê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
21:50 Ji gelê Colemêrgê ruhê piştevaniyê
21:45 HDP li herêmên Marmara û Egeyê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bû
21:35 Li Semsûrê ciwanek piştî 37 saetan ji bin kavilan bi saxî hat derxistin
21:06 Heyeta HDP’ê li Islahiyeyê ye: A di bin kavilan de maye AKP-MHP ye
21:05 Ji 5 partiyên siyasî bo erdhejê danezana hevpar
20:57 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:48 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:43 Girtiyên li Girtîgeha Mereşê xwestin bên neqilkirin
20:40 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:37 Jinên girtî piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
20:27 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:17 Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê banga seferberiyê li gel kir
20:13 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 5 hezar û 434’an
20:10 Doza Kobanê hat taloqkirin
20:04 Sancar li Hatayê ye: Dewlet tune, rûxandin heye
19:30 MED TUHAD-FED: Divê Wezareta Dadê bi berpirsiyariya xwe rabe
19:01 Alikariya HDP’ê hat astengkirin
17:05 Rojnamevanan asteng dikin û gefê li mexdûrên erdhejê dixwin
17:00 Daxuyaniya UNESCO'yê ya der barê berhemên dîrokî de yên bandor ji erdhejê girtine
16:55 Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin
16:47 Malbata Şenyaşarê ji ber erdhejê navber da çalakiya xwe
16:44 Tîm tune ne ji navçe û gundan agahî nayên girtin
16:43 Ji bo Şehbayê banga ‘ambargoyê rakin’ hate kirin!
16:35 Otêlan deriyên xwe bo mexdûrên erdhejê vekirin!
16:32 Parlementerê AKP'ê Taş ê di bin kavilan de ma jiyana xwe ji dest da
16:31 Birîndarên li Hatay, Osmaniye û Islahiyeyê sewqî Mêrsînê hatin kirin
16:29 Li Apartmana Işikê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên kar tên kirin
16:14 Li hinek avahiyên Sergolanê xebatên lêgerînê piştî 30 saetan dest pê kirin
16:02 Rojnamevan Volkan Pekal hat binçavkirin
16:01 Gelê Amedê bi xwe birînên xwe dipêçe
15:47 Semsûrî ber bi walîtiyê ve meşiyan: Qey hîç rehma we tune ye?
15:33 Şandeya DBP’ê û HDP’ê li Bazarcixê ye: Dewlet di bin kavilan de maye
15:32 Lîsteya kesên li Amedê birîndar bûne
15:23 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştevaniyê bang kir
15:22 Li Îzmîr û Wanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tê komkirin
15:13 Şandeya HDP’ê li ber avahiyên hilweşandî yên Amedê serdana gel kir
15:12 Li 10 bajarên erdhej lê çêbûye OHAL hate ragihandin
15:00 Li Îskenderûnê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 30 saetan dest pê kirin
14:54 Tîmên ku li Meletiyê kavilan rakin tune ne!
14:43 Li Şirnexê ciwanekî bavê xwe kuşt
14:29 Berteka Semsûrê: Du roj in kes nehatiye, bin kavilan tije cesed in
13:38 Dîrektorê Giştî yê DSO’yê: Em ji bo herêmên agahî jê nayên girtin bi fikarin
13:25 Li Amedê kesên jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
13:24 Partiyên siyasî li Wanê banga piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
13:08 Li Bazarcixê zêmar olan didin!
12:53 Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariyê dimirin
12:52 Berteka ji bo îdiaya Erdogan ku gotibû 'AFAD xwe gihandiye wan': Wêne girtin û çûn
12:24 AFAD piştî 17 saetan çû ser kavilan
12:17 Oktay: Di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:05 Li Çûkûrovayê rewşa erdhejê: Dewlet tune ye
11:46 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe
11:23 Ji HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê
11:21 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, gel li dijî desthilatdariyê bi hêrs e