Kenanoglû: Qeder e, qismet e bila kes çîrokan nevebêje

  • rojane
  • 12:28 10 Sibat 2023
  • |
img
MEREŞ - Endamê Komîsyona Lêkolîn û Erdhejê yê Meclisê Alî Kenanoglû yê HDP’î ku li Elbistanê tev li lêkolînan bû wiha got: “Me mehek berê ji 6 wezîran re 200 pirs pirsîn. Me ji wan re got ‘We çi li pêşniyarên ku pisporan dayîn kirin?’ Lê tenê yek du wezaretan bersiv da.”
 
Parlamenterên HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî û Alî Kenanoglû ku bi rojan e li navçeya Elbistan a Mereşê ku navenda erdheja duyemîn e lêkolîn kirin û li ser xebatên lêgerîn-rizgarkirinê, pirsgirêkên ku gel dijî û rewşa giştî axivîn.
 
‘BI SEDAN MIROVÊN KU DIKARÎBÛN BÊN XELASKIRIN JIYANA XWE JI DEST DAN’
 
Tiryakî yê HDP’î diyar kir ku li navçeyê xebatên xelaskirin û rizgarkirinê tune ne û anî ziman ku ji 10 avahiyên hilweşiyayî tenê mudaxileyî yekê hatiye kirin. Tîryakî diyar kir ku tîm çûne ser kavilan û 10 deqeyan guhdarî kirine, heke deng neyê çûne cihekî din û got: “Dewletê di mijara rizgarkirina mirovan de erka xwe pêk neanî û ev yek jî bû sedemê mirina gelek mirovan rizgar bike. Bi sedan mirovên ku dikarîbûn bên xelaskirin jiyana xwe ji dest dan. Niha pêdivîya me bi xwarin, kinc û madeyên paqijîyê tune ye. Bi sedan, bi hezaran TIR hatin vê derê. Piştî ku ev mijara alîkariyê hinekî kêm bû, divê em di nava 15 rojan de ji nû ve bidin destpêkirin.”
 
‘DEWLET TÊK ÇÛ’
 
Tîryakî diyar kir ku ji bo mirov jiyana xwe ya rojane bidomînin pêwîstî bi lezgînî bi konan heye û got: “Ev ne cara yekem e ku li vî welatî karesatek pêk tê, lê ev cara yekem e ku ev qas rêxistin û rêveberiyeke nebaş heye. Hêvîdarim ev pirsgirêk di demeke kin de çareser bibin, lê eger çareser nebin, divê em bangeke navneteweyî bikin û pirsgirêka kon çareser bikin. Em bi zêdeyî 2 hezar dilxwazan re dixebitin. Dîsa bi dehan sazî û rêxistinên sivîl ên civakî hewl didin tevkariyê bikin. Divê dersek ji vir bê derxistin. Li her derê parlamenterên me hene û em di her merheleyê de tevlî xebatan dibin. Me dît ku; yên hilweşiyan ne bajar in siyaset û dewlet bi xwe ne.”
 
‘LI VIR DEWLET NÎNE’
 
Endamê Komîsyona Lêkolîn û Erdhejê yê Meclisê Alî Kenanoglû yê HDP’î jî diyar kir ku 2 roj in li Elbistanê ne, li her derê geriyan e lê dewlet nedîtine. Kenanoglû bi lêv kir ku kes ji derewên televizyonan bawer nakin her kes baş dizane ku dewlet tune ye û wiha got: “Duh cara ewil alîkarî gihişt vê derê lê ne dewletê gel kir. Malzemeyên cil û paqijiyê temam bûn lê ava vexwarinê û tuwalet nînin. Liv ir pirsgirêkên tenduristiyê dest pê kirin. Mirov di bin sifirê de 15 dereceyan li derve dimînin, derfet nîne ku demekî dirêj li vir bimînin. Pirsgirêka cihên lê mayînê heye ev yek wê rê li ber nexweşiyan veke. Ji sedî 70 Elbistanê tune bû û pirsgirêka cihê lê mayînê yê mirovan gelek zêde ye. Em îro çûn AFAD'ê, lê me dît ku rêxistinbûyîna dewletê ji rêxistinbûyîna dilxwazan ne cudatir e. Heta me xwest hinek kamyonên ku ji me re hatin bidin wan, lê qebûl nekirin.”
 
‘MIROV NIKARIN CENAZEYÊN XWE VEŞÊRIN’
 
Kenanoglû da zanîn ku li Elbistanê çend kes di binê kavilan de mane û çend kes mirine agahî nîne û wiha berdewam kir: “Li her derê cenaze hene, lê nikarin bên veşartin. Dozger wê bê û otopsiyê bike, lê kes nizane dozger wê kengî were û otopsiyê bike. Pirsgirêka gel a definkirina xizmên xwe yên jiyana xwe ji dest dane heye. Bêyî ku dozger wan bibîne destûr nayê dayin ku bên veşartin. Em di nava bêrûmetiyeke bi vî rengî de têdikoşin. Li vê derê karesateke mezin rû da. Kes nikare bêje li vir dewletek heye. Li Mereşê mirov derdikevin pêşiya me û serî radikin; ji ber ku zarokên wan di binê kavilan de mirin e û gel jî bi tundî bertekê nîşanî dewletê didin. Dibêjin dewleta mezin, derfetên dewletê mezin in, lê van derfetan ji bo gel bi kar naînin.”
 
‘BERSIVA PIRSÊN ME NEDAN’
 
Kenanoglû, yê têkildarî Komîsyona Lêkolîn û Erdhejê ya Meclisê axivî, ev tişt gotin: “Di komîsyonê de pisporê ku me guhdar kir nema. Me mehek berê ji 6 wezîran re 200 pirs pirsîn. Me ji wan re got ‘We çi li pêşniyarên ku pisporan dayîn kirin?’ Lê tenê yek du wezaretan bersiv da. Em niha qala vê nakin, dema ku wext hat em ê hemûyan vebêjin. Qeder e, qismet e bila kes çîrokan venebêje.”
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

20/06/2023
09:29 Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên
09:03 Dîroka Anzeleyê hat tunekirin
09:02 Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin
09:02 53 sal in kasetfiroşiyê dike
09:01 ‘Pêdiviya gelan bi dengê Abdullah Ocalan heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
19/06/2023
22:40 Li Dîlok û Colemêrgê qeza: 4 mirî û 5 birîndar
22:31 Li Mereşê erdhej çêbû
20:02 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
19:25 Ciwanekî din jî ji ber merasîma cenazeyê Mîr Perwer hat girtin
18:56 Der barê malbata Şenyaşar de lêpirsîn!
16:52 AYM, daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê red kir
16:44 Êrişa li dijî rojnamevan Aygul hate şermezarkirin
16:14 Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin
16:13 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir
15:35 DÎSK: Divê mûçeyê kêmtirîn li ser enflasyona rastî bê hesabkirin
15:07 Malbata Şenyaşar: Daraza ku ji bo îfadeyê bangî Yildiz nekir dê dayika li edaletê digere bidarizîne
14:46 Di doza Komeleya Jinan a Rosayê de Gultekînê jî beraet kir
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin
15:45 Ciwanan tecrîd protesto kirin
15:03 Di sarincê de 3 cenaze hatin dîtin
14:44 Hemşîreya ku kamyonê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:37 TEV-DEM: Dewleta tirk ji bo astengkirina darizandina DAIŞ’iyan êrişên xwe zêde kirin
13:55 Kesên êrişî rojnameger Aygul kirin hatin girtin
13:54 Li Dîlokê mirineke biguman
13:12 Cotkarê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
12:59 Li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin
12:59 Hat îdiakirin ku xwendekarekê li Mûglayê întîhar kiriye
12:58 Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin
12:13 Malbata Şenyaşar bangî wezîr Tûnç kir: Em li benda îcraetê ne
10:59 Nivîskar Çelîk: Hevhelalkirin bêyî axaftina tecrîda Îmraliyê nabe
10:25 Xelkê Bismilê dixwaze malbat sulha xwe bikin: Divê bûyerên wiha neqewimin
09:43 Înfaza girtiyê ku pirsa ‘stratejiya PKK’ê’ jê hatiye pirsîn şewitandin
09:08 Li Sûrê nerazîbûna ji bo îstimlaqkirinê: Em ê ji vir derneyên
09:07 Parêzer Demîr: Rewabûna CPT'yê hatiye asta lêpirsînê
09:05 Girtiyê nexweş Kuday li ber mirinê ye
09:03 Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê dersa kurdî da 71 xwendekaran
09:01 Sed carî avêtine ser mala wê, kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî girtî ne
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
08:55 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17/06/2023
22:11 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
21:59 NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Parazvanên Şaredarê AKP’î êrişî rojnamevan Aygul kirin
15:13 Hat xwestin girtiyên nexweş Kavak û Kuday bên berdan
14:59 ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn
14:48 Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin
14:21 Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn
13:54 Komxebata Lozanê: Lozanê kir ku yekitiya kurdan çênebe
13:14 Şivanan li ser zozanan li hev xist: Herî kêm 7 kes birîndar bûn
12:57 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe û Galatasarayê bernedin
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin
11:45 Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin
11:44 Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin
11:23 Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome
11:05 Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin
10:39 Li Elkê 7 kes hatin binçavkirin
09:54 Muslim: Tirkiye ji bo planên xwe cardin dest bi êrişan kir
09:41 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin li Rihayê mirineke biguman
09:41 Jinên mexdûrên erdhejê hêzê didin hev
09:40 Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek
09:12 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî îşkenceyê greva birçîbûnê
09:09 Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn
09:08 Kursên kurdî yên ARSÎSA'yê dest pê dikin
09:05 Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin