Şaredariya Silopiya: Em dixwazin bibin pira piştevaniya navbera Botan û herêmên erdhejê

  • rojane
  • 09:19 11 Sibat 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li Botanê yek ji şaredariyên ku qeyûm nehatiye tayinkirin Şaredariya Silopiya ye û ji her gund, tax, bajarok û navçeyan alîkariyên ku tên berhevkirin û radestî şaredariyê tên kirin û bo herêmên erdhejê tên şandin. Hevşaredar Adalet Fîdan got ew dixwazin bibin pira piştevaniyê ya navbera Botanê û herêmên erdhejê. 
 
Şaredariya Silopiyayê ya di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê hemû derfetên xwe seferber kiriye. Ji hemû gund, tax, bajarok, navçe û navenda Şirnexê alikariyên ku ji aliyê gel ve tên berhevkirin, li Şaredariya Silopiyayê tê komkirin. Gelê Botanê ku tenê baweriya xwe bi Şaredariya Silopiyayê tîne alikariyên xwe teslîmî şaredariyê dike. Şaredariya Silopiyayêji bo alîkariya ji mexdûrên erdhejê bi şev û roj seferberiyê daye destpêkirin. Şaredariyê heta niha 10 TIR, 4 makîneyên kar, aşxaneyek, 7 hostayê donerê, bi sedan dilxwaz şandiye herêmên erdhejê û 32 malbat jî li navçeyê bi cih kirin. Şaredarî her roj lîsteyên hewcedariyên ji bo mexdûrên erdhejê digire û li gorî wê alikariyê kom dike û dişîne.
 
Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan anî ziman ku neyiniya tayinkirina qeyûman di vê pêvajoyê de jî careke din xwe nîşan da û got ku li herêmê gel tenê baweriya xwe bi wan tine û ji bo vê jî barê wan gelek giran e.  
 
DIXWAZIN BI PIŞTIGIRIYÊ ÊŞA WAN SIVIK BIKIN 
 
Fîdan anî ziman ku ji roja ewil heta niha ew dixwazin ku xwe bigihînin her mexdûreke erdhêjê û wiha axivî: "Di serî de em ji miriyan re rehmet û birindaran re jî şifa dixwazin. Vê erdhêjê em gelek xemgîn kirin. Em xemgîn bûn, lê pêwîste gel bi piştgiriyê heye. Ji ber wê dema ku erdhêj çêbû, me weke Şaredariya Silopiya di wê rojê de me kampanyayek da destpêkirin. Kampanyaya me jî ji hêla gel ve rastî eleqeyeke mezin hat. Ji zarokan bigire heta kal û pîran bi hestiyarek xurt tev li kampanyayê dibin. Bi taybetî jî jin û dayikan pêşengiya vê kampanyaya me dikin. Gel dixwaze xwe bi xwe birîna mexdûran bipêçe û êşa wan parve dike. Bi piştgiriyê xwestin ku êşa wan sivik bikin. Me ewilî tiştên ku di destê me de hebûn ber bi herêma Islahiyê ve şandin. Niha jî ev takviye berdewam dike. Ji roja ewilî ve bi makineyên kar re 8 personelên şaredariyê çûne herêmê. Piştre alikariya gel dest pê kir." 
 
ŞAREDARÎ BI ŞEV Û ROJ DIXEBITE
 
  Fîdan da zanîn ku şaredariya wan bi şev û roj hewl dide ku pêdiviyê xelkê temîn bike û wiha domand: "Me heta niha 10 TIR şandine herêmên erdhejê. Li cihên ku erdhêj çêbû bi taybetî nan pêwîst bû. Me 5 TIR nan jî şandin. Her wiha me li Bazarcixê xwaringehek vekir û xwarinê li mexdûran belav dike. Her wiha me xwaringehek li Meletiyê vekir. Rojane xwarinê li hezar û 500 kesan belav dike. Tiştê ku me şandin bi taybetî erzaq, kincên zarok û jinan, kon, mamayên zarokan, alavên xwegermkirinê hebûn. Her wiha heta niha 32 malbat hatine vê derê û xwe gihandine me û me serdana malbatên xwe kir. Me hewcedariyên wan temîn kir. Em ê weke şaredarî ji bo alikariyê hemû derfetên xwe seferber bikin." 
 
XELK BAWERIYA XWE BI ŞAREDARIYA XWE TÎNE
 
 Fîdan di berdewama axiftina xwe de bal kişand ser şaredariyên ku ji aliyên qeyûman ve tên birêvebirin û destnîşan kir ku li herêmê gel tenê baweriya xwe dide şaredariyên HDP'ê û şaredariya wan û ji ber vê yekê spasiya gelê xwe dikin. 
 
BANGAWAZΠ
 
Fîdan ji gelê Botanê xwest ku bi her awayî piştevaniya xwe zêde bikin û ev bang kir: "Daxwaziya me ji gelê me ew e ku ji îro pê ve jî vê piştgiriya xwe bidomînin. Ji ber ku dibe ev bajarên ku erdhêj lê çêbû heta saleke din jî bi ser xwe ve neyên. Heta ku bi ser xwe ve tên divê ku piştgiriya me jî bidome. Em weke Şaredariya Silopiya dixwazin di navbera gelê Botanê û bajarên ku erdhêj lê çêbûne de bibin pira alîkarî û piştevaniyê.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût 

Sernavên din

20/06/2023
09:29 Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên
09:03 Dîroka Anzeleyê hat tunekirin
09:02 Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin
09:02 53 sal in kasetfiroşiyê dike
09:01 ‘Pêdiviya gelan bi dengê Abdullah Ocalan heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
19/06/2023
22:40 Li Dîlok û Colemêrgê qeza: 4 mirî û 5 birîndar
22:31 Li Mereşê erdhej çêbû
20:02 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
19:25 Ciwanekî din jî ji ber merasîma cenazeyê Mîr Perwer hat girtin
18:56 Der barê malbata Şenyaşar de lêpirsîn!
16:52 AYM, daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê red kir
16:44 Êrişa li dijî rojnamevan Aygul hate şermezarkirin
16:14 Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin
16:13 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir
15:35 DÎSK: Divê mûçeyê kêmtirîn li ser enflasyona rastî bê hesabkirin
15:07 Malbata Şenyaşar: Daraza ku ji bo îfadeyê bangî Yildiz nekir dê dayika li edaletê digere bidarizîne
14:46 Di doza Komeleya Jinan a Rosayê de Gultekînê jî beraet kir
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin
15:45 Ciwanan tecrîd protesto kirin
15:03 Di sarincê de 3 cenaze hatin dîtin
14:44 Hemşîreya ku kamyonê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:37 TEV-DEM: Dewleta tirk ji bo astengkirina darizandina DAIŞ’iyan êrişên xwe zêde kirin
13:55 Kesên êrişî rojnameger Aygul kirin hatin girtin
13:54 Li Dîlokê mirineke biguman
13:12 Cotkarê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
12:59 Li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin
12:59 Hat îdiakirin ku xwendekarekê li Mûglayê întîhar kiriye
12:58 Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin
12:13 Malbata Şenyaşar bangî wezîr Tûnç kir: Em li benda îcraetê ne
10:59 Nivîskar Çelîk: Hevhelalkirin bêyî axaftina tecrîda Îmraliyê nabe
10:25 Xelkê Bismilê dixwaze malbat sulha xwe bikin: Divê bûyerên wiha neqewimin
09:43 Înfaza girtiyê ku pirsa ‘stratejiya PKK’ê’ jê hatiye pirsîn şewitandin
09:08 Li Sûrê nerazîbûna ji bo îstimlaqkirinê: Em ê ji vir derneyên
09:07 Parêzer Demîr: Rewabûna CPT'yê hatiye asta lêpirsînê
09:05 Girtiyê nexweş Kuday li ber mirinê ye
09:03 Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê dersa kurdî da 71 xwendekaran
09:01 Sed carî avêtine ser mala wê, kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî girtî ne
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
08:55 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17/06/2023
22:11 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
21:59 NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Parazvanên Şaredarê AKP’î êrişî rojnamevan Aygul kirin
15:13 Hat xwestin girtiyên nexweş Kavak û Kuday bên berdan
14:59 ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn
14:48 Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin
14:21 Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn
13:54 Komxebata Lozanê: Lozanê kir ku yekitiya kurdan çênebe
13:14 Şivanan li ser zozanan li hev xist: Herî kêm 7 kes birîndar bûn
12:57 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe û Galatasarayê bernedin
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin
11:45 Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin
11:44 Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin
11:23 Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome
11:05 Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin
10:39 Li Elkê 7 kes hatin binçavkirin
09:54 Muslim: Tirkiye ji bo planên xwe cardin dest bi êrişan kir
09:41 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin li Rihayê mirineke biguman
09:41 Jinên mexdûrên erdhejê hêzê didin hev
09:40 Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek
09:12 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî îşkenceyê greva birçîbûnê
09:09 Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn
09:08 Kursên kurdî yên ARSÎSA'yê dest pê dikin
09:05 Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin