Rojnamevanan tiştên li Hatayê qewimîn vegotin: Cihên ku alîkarî negihiştinê hene

  • rojane
  • 10:37 13 Sibat 2023
  • |
STENBOL - Rojnamevanên ku bi armanca tiştên li herêma erdhejê li Hatayê qewimîne ragihînin çûne herêmê, bal kişandin astengkirinên bi OHAL’ê dest pê kirin û wiha gotin: “Çi dibe bila bibe em ê bibin dengê gel.”
 
Rojnamevanên li Hataya ku yek ji bajarên ji her du erdhejên li navçeya Bazarcixa Mereşê çêbûne, bandor bûye nûçeyan çêdikin ji aliyê medyaya sereke ve hedef tên nîşandan. Rojnamevanên ku ji aliyekî erdheja li bajêr dikişinin û mexdûriyeta gel radixînin ber çavan li aliyê din dibin hedefa êrişan. 
 
Rojnamevan Buşra Cebecî, Volkan Pekal û Pinar Gayip a di roja ewil a erdhejê de çûn Hatayê çavdêriyên xwe yên li bajêr vegotin. 
 
Rojnamevan Gayip a li gel erdhejê ji Stenbolê derket rê diyar kir ku bi sedan kes ji bo biçin herêma erdhejê derketin rê lê dîtine ku rayedarekî ku ji aliyê alîkariyê ve araste bike tune bûye. Gayip, da zanîn ku mexdûrên erdhejê yên navçeya Defneyê bi gotina “Em ê êdî çawa rabin ser piyan?” bal kişand ser mezinbûna mexdûriyetê. 
 
GAYIP: RAYEDAREKÎ KU JI BIN KAVILAN DERXÎNE TUNE BÛ
 
Rojnamevan Pinar Gayip
 
Gayip, got ku “Hatay êdî bajarekî xeyalet e” û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku mal bi temamî hilweşiyan e. Beşeke malên li ser piyan mane jî nîne. Hêj jî cenazeyên di bin kavilan de hene. Heta roja pêncan jî ji bin kavilan deng dihat lê rayedarekî ku derxîne kes tune bû.” Gayip, anî ziman ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), sazî û rêxistinên  şoreşger û sosyalist hatine bajêr û wiha berdewam kir: “Şoreşgeran bersiva banga gel dan. Tîmeke lêgerîn û rizgarkirinê hate avakirin. Ji ber ku ekîpmanên wan tune bûn gel bi destên xwe kavil dikolan. Hin mexdûrên erdhejê ji bin kavilan derxistin. Dîsa peyamên kesên ku di bin kavilan de dişandin hebûn. Digotin ‘me ji vir derxînin’. Lê piştî îlankirina OHAL’ê leşker hatin bajêr. Tîmên AFAD’ê hatin. Armanca OHAL’ê ew bû bikevin pêş rastiyên li vê derê, mirovan çavtirsandî bikin û mirovan tenê bihêlin. Gayip, anî ziman ku weke rojnamevan bi astengkirinan re rû bi rû man û wiha pê de çû: “Em hewl didin nûçeyan demildest ragihînin. Ji ber vê yekê malpera me ya ETHA’yê hate astengkirin. Nûçegihana me ya liv ir Elîf Baybûrt ji aliyê nûçegihanên medya sereke ve hedef hate nîşandan. Desthilat naxwaze rastiyên li vir qewimîne derkevin holê.”
 
PEKAL: GEL DIBÊJE ‘DEWLET TUNE YE’ 
 
Rojnamevan Volkan Pekal
 
Rojnamevan Pekal jî anî ziman ku xebatên li bajêr ji aliyê dilxwazan ve tên kirin. Pekal anî ziman ku piştî çend rojan leşker û polîs hatine herêmê û wiha got: “Diviyabû xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatibûna kirin lê dewlet di vê mijarê de gelek dereng ma. Me di roja erdhejê ya pêncemîn de li Defneyê Kizilay dît. Me cara ewil li qadê dît. Welatî li vir dibêjin ‘dewlet tune ye’.” Pekal got ku “berpirsyarê van tiştên qewimîne desthilat e û axaftina xwe wiha domand: “Mekanîzmayeke dewletê ya têkçûyî heye. Mirovan êdî hêviya xwe ji dewletê birî ye. Li cihên ku deng jê dernekeve xebatên lêgerîn û xelaskirinê nayên kirin.”
 
Pekal, diyar kir ku ligel OHAL’ê hewl hate dayîn rojnamevan bên astengkirin ev tişt gotin: “Çi dibe bila bibe em ê bibin dengê gel.”
 
CEBECÎ: TRAJEDIYEKE MIROVÎ TÊ JIYÎN
 
 
Rojnamevan Buşra Cebecî
 
Rojnamevan Cebecî jî wiha got: “Gotin di cih de be li vir tirajediyeke mirovî tê jiyîn.” Cebecî, da zanîn ku roja ewil xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nebûn û welatiyan bi destên xwe xizmên xwe ji bin kavilan derdixistin û wiha got: “Hatina mirovan a ji bo vir ya ji welatên biyanî bi rêya çapemenî û hêza medyaya dîjîtal çêbû. Bandora hikumetê jî heye ku erdhej bû sedemê evqas hilweşînê. Mînak avahiyeke ku breiya salek û nîvan hatiye çêkirin jî hilweşiya. Şûna ku bi hesînên 24’an were çêkirin bi hesinên 12’an hatiye çêkirin. Em qala avahiyeke ku ji 80 daîreyan pêk tê dikin. Em behsa apartmaneke ku ji bo 400 kesan dikin. Tê gotin ku ji vê avahiyê weke kesên mirî û sax 50 kes hene. Yên mayî li ku ne?”
 
Cebecî, bal kişand ku hem beriya erdhejê hem jî piştî erdhejê gelek kêmasî û xeletiyên mezin hene û wiha got: “Dewlet jî dereng hat. Kesên li Hatayê ji bin kavilan hatine xelaskirin perîşan in. Hêj jî cihên ku alîkarî negihiştinê hene.” 
 
 

Sernavên din

26/06/2023
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
23/06/2023
22:04 Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:58 Tirkiyeyê êrişî Eyn Îsayê kir: Agir bi zeviyan ket
18:30 108 şengalî vegeriyan warê xwe
17:46 Saziyên ziman êrişên li ser kurdî şermezar kirin
17:35 Der barê îdianameya rojnamevan Orûç de biryara bêrayetiyê
17:30 Îdianameya rojnamevan Gok hat qebûlkirin: Nûçeyên wî sûc hatine hesibandin
16:47 Li Şaredariya AKP’î çalakiya dest ji kar berdanê
16:12 HDP: Darazê ji polîsên îşkencekar re got ‘em li pişt we ne’
16:11 ‘Girtîgeh hişyariyê didin’
15:02 Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
14:28 Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar
14:06 Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin
13:31 Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir
13:11 Dozger îdianameya rojnamevan Gok û Orûç şand dadgehê
13:04 Îdianameya rojnameger Canozer: Nûçe weke sûc hatin dîtin
12:34 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:20 VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin
10:58 Rojnameger Bêrîtan Canozer hate berdan
09:54 Bi milyonan lîre hatin xerckirin lê balafir ji cihê xwe nalivin!
09:47 Li dijî êrişan banga yekitiyê: Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e
09:40 Li girtîgehê mirina biguman: Hate îdiakirin ku sewqî nexweşxaneyê nekirine
09:09 Dermanên girtiyê nexweş nadinê
09:07 Jin amadekariyên serdema nû dikin: Em ê rêxistinbûyînê xurt bikin
09:07 Erdogan roj diyar kiribû: Lê 3 hezar û 845 roj in av tune ye!
09:06 Bang li baroyan kir: Li dijî tecrîdê rabin
09:03 27 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin: Divê li dijî tecrîdê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin
09:00 Ji Kizilayê sosretî: Hûn xizmê şehîdan in?
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 3 polîsên li Licê îşkence li zarokekî kiribûn hatin berdan
08:52 Dolarî 25 lîre derbas kir!
08:34 Li Çorlûyê cînayeta kar
22/06/2023
23:46 Ciwanan tecrîda Îmraliyê protesto kir