Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê: Agahiyên girtîgehên li herêma erdhejê tên veşartin

  • rojane
  • 12:06 15 Sibat 2023
  • |
img
STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku li 31 girtîgehên li herêma erdhejê risk heye û wiha got: “Divê li dijî van îdiayên cidî wezaret daxuyaniyekê bide.”
 
Erdhejên ku di 6’ê sibatê de li navçeya Bazarcix a Mereşê çêbûn û bandor li 10 bajaran kir kete roja 10’an. Li gorî daneyên dawî hejmar ji 35 hezaran derbas bû û ji herêmên erdhejê 195 hezar û 962 hatin tehliyekirin. Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî ku ji roja ewil ve bi mexdûrên erdhejê ve di nav piştevaniyê de ne, têkildarî xebatên maseya krîzê ya avakirine de agahî dan. 
 
Yolerî, da zanîn ku ji bilî maseya krîzê ya avakirine hemû şaxên wan koma xebatê avakirine û wiha got: “Bi taybetî ji xizmên girtiyên ku li girtîgehên li herêma erdhejê ne gelek serlêdan çêbûn. Em agahiyên tên ji şaxên xwe yên li herêmê re dişinin û hewl didin ji fikarên wan re bibin bersiv. Malbat serlêdanan dikin ku tîmên xelaskirin û rizgarkirinê mudaxileyî enkazan nakin. Bi taybetî serlêdanên têkildarî xelaskirin û rizgarkirinê û alîkariyan em ji komisyona xwe ya navendî re dişînin.”
 
TESPÎT GIRÎNG IN 
 
Yolerî, anî ziman ku di avahiyên wan ên li heremên erdehejê de xesar çêbûne û hin rêveber di bin kavil de mane û anî ziman ku endamên wan ên herêmên din ji bo piştgiriyê çûne herêmê. Yolerî ya ku da zanîn ku bi nûnertiyên xwe yên li herêmê organîzasyonek pêk anîne, qala girîngiya tespîta pirsgirêkan kir.
 
REWŞA GIRTÎGEHAN VEDIŞÊRIN  
 
Yolerî, da zanîn ku dibe têkildarî 31 girtîgehên li herema erdhejê pirsgirêkên cidî hebin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkildarî agahî û dîmenên derbarê girtîgehên Meletî û Hatayê de bi Wezareta Dadê û Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan re hewldanên me yên hevdîtinê çêbûn. Tevî serlêdanên me em dibînin ku li girtîgehan rewşeke agahiyan û veşartinê heye. Divê li dijî van îdiayên cidî Wezaret daxuyaniyê bide. Agahiyên bi çekê kuştin û birîndarkirinê tên. Axaftinên derbarê vê mijarê de beriya niha hatine kirin kêm in.”
 
31 GIRTÎGEH DI BIN RÎSKÊ DE NE
 
Yolerî, anî ziman ku li girtîgehên herêmê kaoseke gelek mezin pêk hatiye û ev tişt gotin: “31 girtîgeh di bin rîskê de ne. Heke rewşeke xesarê hebe çend girtiyên di erdhejê de birîndar bûne hene? Li herêmê av û ceyran heye, belavkirina xwarinan di çi astê de ye? Rewşa gerimkirinê heye? Em têkildarî gerimkirinê gelek serlêdanan digirin. Li cihekî gerim nebe, xwarin û ava paqij tune be girtî çawa îdare dikin? Ji ber ku di nava dîwaran de glek nexweş, pîr û astengdar hene. Ji bo zarokan û jinên ku zarokên wan hene hewldanên çawa hene. Ne diyar e ka çi bergirî girtin e. Girtiyên nexweş tên dermankirin. Têkildarî vê valahiyeke cidî ya agahiyan heye. Di vê mijarê de ya ku agahiyên têrker bide Wezareta Dadê ye, lê belê di vê mijarê de heta niha tu daxuyanî nedane.”
 
RAPOR WÊ BÊN AMADEKIRIN
 
Yolerî, da zanîn ku weke şax wê biçin herêma erdhejê binpêkirinên mafan ên pêk hatine wê bikin rapor û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke welatekî li ser herêma erdheje pêdivî bi tedbîrên cidî heye. Pêdivî bi muxalefeta civakî heye. Li deh bajaran bi hezar avahî hilweşiyan û bi deh hezaran mirov di bin kavilan de ne. Ev hemû ji ber tu bergirî nehatin girtin çêbûn. Mirov bi sarma û birçîtiyê re rû bi rû hatin hiştin. An ku kesê xelas bû keyfxweş nebû. Ji ber vê yekê beriya ku em bi erdhejê re mijûl bibin divê em li ser mijara ‘dikarin çi bikin’ bisekinin. Ji bilî vê tu çareya me nîne.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

04/07/2023
13:21 Danişîna Beştaş hate taloqkirin
13:04 Olan: Bila li Bedlîsê qedexeya derketine derve were bidawîkirin
12:52 Akin: Dev ji polîtîkaya tecrîdê berdin
11:47 Tirkiye û Misir dê piştî 10 salan balyozan li welatên hev tayîn bikin
11:28 Çolterên gundên Bedlîsê tên bombebarankirin
11:27 Lîreyê tirk li hemberî dolar û euro her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
11:26 Malbatên Pirsûsê serdana Malbata Şenyaşar kirin: Em li edaletê digerin
11:26 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Çat wefat kir
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:35 Rojnamevan Kadîr Bayram hat binçavkirin
10:31 Li Fransayê bîlançoya 8 rojan hat eşkerekirin
09:36 'Heya ku aqilê dewletê neguhere, dê dosyeyên Vedat Aydinan neyên ronîkirin'
09:11 Ji bo benzînê dîsa zem hate kirin: Lîtreyê 26 TL derbas kir
09:03 Navenda Bîrê ya Madimakê tê çêkirin
09:02 Qeyûm di 3 salan de 450 milyon TL deyn xistiye stûyê şaredariyê
09:02 Heta niha 15 hezar malbat vegeriyane Şengalê: Hêza me ya ji nû ve avakirinê heye
09:01 Nivîskar Cewo: Hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû
09:00 ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
03/07/2023
23:15 Aktivîst Dundar jiyana xwe ji dest da
20:19 Banga ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Espiyeyê
18:54 Doza Kobanê: Ev mutalaaya beraetkirina DAIŞ'ê ye!
16:48 Qedexeyên derketina derve ji wezîr Yerlîkaya hat pirsîn
16:30 Rêxistinên Mafên Mirovan a Îranê: Di 6 mehan de 354 kes hatin bidarvekirin
16:14 MKGP: Di 3 mehan de 25 rojnamevanên jin hatin darizandin
16:11 HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo civînên bi gel re dicivin
15:33 Yaşar Aslan piştî 30 salan hat berdan: Divê em berxwedana xwe mezin bikin
15:33 Tirkiyeyê dema qedexeya geştên ji bo Balafirxaneya Silêmaniyeyê dirêj kir
14:57 Partiya Çepên Kesk xwest ku tecrîd li cihê wê bê lêkolînkirin
14:43 Piştî biryara qedexeyê li Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
14:37 Tuncel: Erdogan jî di nav de her kes bir rola Ocalan dizane
14:37 Girtî Duru: Di vê germê de em bêav tên hiştin
14:36 Malbata Şenyaşar: Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?
14:36 ‘Beriya bûyerê gef li Fîrdevs Babat hatin xwarin’
13:06 Buldan: Divê tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
13:05 Sancar: Doza Kobanê parçeyeke ‘Plana Têkbirinê’ ye
12:51 Dewleta tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir
12:39 Li Dîlokê şer derket: 3 kes mirin
12:34 Festîvala FilmAmed ji nû ve tê lidarxistin
12:12 Îsraîlê êrişî Şerîeya Rojava kir: 5 kes hatin kuştin
11:54 Daxwaza girtina polîsê ku parêzer bi giranî birîndar kiribû hat redkirin
11:53 Li pey ‘Cîlo Fest’ a qeyûman tenê gilêş û qirêjî ma
11:31 Bîlançoya 6 rojên protestoyên li Fransayê: Zêdetirî 5 hezar wesayît hatin şewitandin
10:47 'Bi girtina rojnamegeran gefan dixwin’
10:33 Raportora NY’ê Lawlor: Ez ê doza Aydin ji nêz ve bişopînim
10:19 Zarokê ketî ceyranê jiyana xwe ji dest da
10:18 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 108,5 e
09:24 Rapora 6 mehan a Efrînê: 12 kes hatin kuştin û 173 kes hatin revandin
09:03 Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Azadî parastinê dixwaze’ derket
09:03 'Desthilatê qadên daristanî veguherandin navenda rantê'
09:01 Her havînê ava Hespistê tê qutkirin: Di hefteyê de çar seatan av didin gundiyan
09:00 Cotkarên ku TMO randevûyê nade wan zadê wan li ser bênderan man
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
02/07/2023
23:59 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:07 Elaldi bû Serokê Amedsporê
16:11 Bûldan: Têkoşîna me ne têkoşîna hilbijartinê ye
16:02 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê destdirêjî li zarokeke 13 salî kirin
15:15 Xwepêşandan li Fransayê diqewimin, lêpirsîn li Tirkiyeyê tê destpêkirin
14:55 HDK: Agirê Madimak şewitandî hêj venemirî ye
13:58 Emîne Şenyaşar: Dixwazim kesên zarokên min qetil kirin bên cezakirin
13:33 Li Wanê qeza çêbû: Yek jê giran bi giştî 11 kes birîndar bûn
13:31 Li gundê Zîlanê agir bi genimê gundiyan ket
13:18 Bota penaberan noqî avê bû: 51 kes mirin
12:08 Li Fransayê herî kêm 719 kes hatin binçavkirin
11:22 Bîlançoya meha hezîranê hate eşkerekirin
10:48 Li Rihayê trambûs tebiqî
10:41 HDP’ê qurbaniyên Komkujiya Madimakê bi bîr anî
10:33 Qurbaniyên Komkujiya Madimakê hatin bibîranîn: Em ê vê komkujiyê nedin jibîrkirin
10:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di Konfederalîzma Demokratîk de jin, jiyan, azadî heye’ derket
09:38 Rewşa Dag û Er roj bi roj girantir dibe
09:03 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê destnimêjê dide girtin
09:01 ‘Îktidar ji cotkaran re dibêje yan dê muhtacî min bibin yan jî dê koç bikin'
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2023’YAN
01/07/2023
19:31 Peykerê Îştarê hat dîtin
15:39 ÎHD: Rewşa girtiyên nexweş girantir dibe, girtiyên nexweş berdin
14:44 Li aqûbeta Recaî Aydin û li kujerê Vedat Aydin hat pirsîn
14:02 KNK’ê xwest daxwaza Mazlûm Dag û Abdurahman Er were qebûlkirin
13:46 Malbata Şenyaşar: Yê bêedalet be, biehlaq jî nabe
12:46 Bûldan: Em ê li gorî daxwaza gelê xwe xeta têkoşînê ava bikin
12:20 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kir: 22 kes kirin binçavan
11:48 14 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:33 Girtiyê nexweş li benda neqla gurçikê ye
09:28 Jinan dest ji Peymana Stenbolê bernedaye
09:08 Midûrê girtîgehê binpêkirinên mafan parast: Ferman ji jorê tê
09:07 Bedewiya çiyayên Cîlo û Golên Satê
09:01 Boz: Divê hemû derdor ji bo betalkirina tecrîdê bibin aliyekî zorlêker
09:01 Li Şaredariya Colemêrgê peşkavêtina qeyûm: AKP'î hatin wergirtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/06/2023
21:19 Înîsîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê ji bo Dag û Er bang kir
20:02 Wesayîta bêrîvanan qulibî: 15 kes birîndar bûn
18:21 Li Bismilê hewldana ji bo lihevhatinê
18:03 Li Cizîrê du malbat bi hev ketin: Kesek mir
17:58 Emîne Şenyaşar: Bila kiryarên komkujiyê bên cezakirin
16:44 Şahidê Qetlîama Dêrsimê Hidir Guneş jiyana xwe ji dest da
14:45 Li navçeyên Wanê pîrozkirina cejnê berdewam dike
14:35 Ûçar: Tecrîda li ser Ocalan qetlîama hiqûqê ye
14:20 Serhildana li Fransayê belav dibe: 667 kes hatin binçavkirin
13:40 Navdarên cîhanê ji bo Nûdem Dûrak banga berdanê kirin
11:05 Hevseroka DBP'a Îzmîrê ya berê Akgul hat binçavkirin
09:04 Koçer gihiştin zozanên hênik
09:04 ‘Jin jiyan azadî ji gelên Îranê re bû ronahî’