Li Botanê kampanya piştevaniya jinan mal bi mal belav dibe

  • rojane
  • 09:42 23 Sibat 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Piştevaniya jinên Botanê ya bi jinên mexdûrên erdhejê re didome. Jin di çarçoveya kampanyaya "Jin piştevaniya bi jinan re dikin” mal bi mal digerin û alîkariyê kom dikin. 
 
Di 6'ê Sibatê de Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 erdhêj çêbûn û ji vê erdhêjê 10 bajar jî bandor bûbûn. Piştî erdhêjê li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi peşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û piştevaniya rêxistinên civaka sivîl kampanya hatin destpêkirin. Li Botanê di çarçoveya vê kampanyayê de Şaredariya Silopiya ya HDP'ê seferberî ragihand. Piştî alikariya giştî vê carê jî bi pêşengiya Midûriyeta Polîtîkaya Jinan a Şaredariya Silopiyayê kampanyaya "Jin piştevaniya bi jinan re dikin” hat destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de TJA, Meclisa HDP'ê ya Jinan, Meclisa Dayikên Aştiyê li gund, bajar û navçeyan seferberî ragihand û mal bi mal alîkarî kom dikin. Heta niha di çarçoveya vê kampanyayê de TIR’a alîkariyê ya Mor gihîştiye navçeya Nûrdaghiya Dîlokê û alîkarî li jin û zarokan hatiye belavkirin.  
 
'HERÎ ZÊDE JIN Û ZAROK MEXDÛR BÛN'
 
Aktîvîsta TJA'yê Guler Tunç diyar kir ku li herêmên erdhêjê yê ku herî zêde mexdûr bûne zarok û jin in û wiha axivî: "Li 10 bajarên me erdhêj çêbû û di van erdhêjan de bi hezaran welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji van gelek kes ji di bin kavilan de man. Di herêmên erdhêjê de yê ku herî zêde mexdûr bûne jî jin û zarok bûn. Îro jî em dibînin ku pêdiviyên jin û zarokan pêk nayinin. Weke her carê kesên ku dixwazin alîkarî û piştevaniya xwe nişan bidin jî tên astengkirin. Astengiyeke gelek mezin heye. Lêbelê li tevî van astengiyan jî hevalên me yên jin li qadan de piştvaniya xwe nîşan dan û heta niha xwe gihandine bi hezaran jinan û pêdiviyên wan pêk tînin. Di heman demê de di herêma me de koordînasyonên krîzê yê ku hatine avakirin 10 roj in ku xebatên xwe yên alîkariyê didomîne. Li tevî vê koordînasyonê me ji bo jinan jî koordînasyoneke jinan ava kir.” 
 
'XEBATÊN BERFIREHTIR LI PÊŞIYA ME NE'
 
Tunç da zanîn ku kampanyaya wan bi qasî ku pêwîstî hebin dê bidome û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku me got ê ku herî mexdûr û êşa herî zêde kişandibûn jin bûn. Ji ber wê jî weke TJA koordînasyona me ya ku ji bo jinan hatiye avakirin jî li gelek deran li ser navê hin sazî û şaredariyan kampanya dan destpêkirin. Li vir jî me weke jinên herêma Botanê li ser navê Midûriyeta Politikayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê kampanyaya 'Jin piştevaniya jinan dikin’ da destpêkirin. Ji bo ku jin û zarok ji vê derûniya xerab derbikevin piştevaniyeke bi vî rengî pêwîst bû. Ji ber ku di vê erdhêjê de jinan ne tenê êş kişandin, di  heman demê de di aliyê tendûristî de jî mexdûr bûn. Ji jinên depremzede re me lîsteya pêwîst derxist. Ev çend rojin ku em li Botanê bênavber dixebitin. Di çend rojan de me ji TIR bêtir tişt komkirin. Ev kampanyaya me berdewam bike. Her wiha di 8'ê Adar nêzik dibe û kampanyayên me yên hê berfirehtir  yên ji bo jinan hebin. Em ê ji bo jinên depremzede xebatên xwe yên cûr bi cûr pêk bînin." 
 
'PÊWISTIYA ME BI PIŞTVANIYA JINAN HEYE'
 
Ji koordînasyona kampanyayê Garîbe Bilir jî bal kişand li ser girîngiya piştevaniya bi jinan re û ev tişt anî ziman: "Ev kampanya kampanyayeke ku tevahiya Botanê tê meşandine. Ji roja ewil a ku me dest bi vê kampanyayê kir jinan eleqeyeke mezin nişandin. Alîkariyên ku pêdiviyên jinan û zarokan pêk bên hatin komkirin.  Armanca kampanyayê ew e ku bi jin û zarokên li herêmên erdhejê re hevgirtinek zêdetir bê kirin û pêdiviyên wan bên bicihkirin. Ev kampanya ne tenê li Silopiya û Şaredariya Silopiyayê re sînordar e. Li hemû bajarok, gund û taxên Botanê ev kampanyaye tê meşandi. Ew kampanyayek berfireh e. Hevalên me yên jin ên ciwan li gund û taxan ji bo komkirina pêdiviyên jin û zarokan dixebitin. Ev kampanya heta demekî dê berdewam bike. Weke jinên Botanê em ji jinan zêdetir piştgirî û hevgirtinê dixwazin.Ev kampanya dê demdirêj be û pêwîstiya me bi xurtkirina tifaqiya jinan heye. Jinên Botanê yên ku dixwazin bi me re hevkariyê bikin, dikarin tev li xebatên me bibin û ji bo pêdiviyên herî bingehîn bi cih bînin, alîkariyê bikin.” 
 

Sernavên din

21/07/2023
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne
11:54 Li gorî daneyên TOBB’ê di 6 mehan de nêzî 10 hezar şirket hatine girtin
11:21 Qeyûmê Bajarê Nû taxê firot!
10:49 Bi hezaran karkerên DEDAŞ’ê dest ji kar berdan: Em mafên xwe dixwazin
10:42 Soylû gotibû ‘dê çalakiyê bikin’: Biryara neşopandinê hate dayîn
10:36 Yuksel Mutlu: Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye
09:29 Mazot dîsa hat bihakirin
09:08 Ji girtiyan re şertê pirtûkxaneya gel: Ên agahiyan nede nikare pirtûk bigire
09:06 Ji ber ku nelirêtiyan eşkere kirin der barê 26 endamên HABER-SEN'ê de lêpirsîn
09:05 Qanûna înfazê ya nû: Dewlet bi hesta heyfhilanînê tevdigere
09:03 Kê polîsên li Serêkaniyê kuşt in?
09:01 Hunermend Alî Baran: Divê her kes li ber qedexekirina kurdî rabe
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:48 Li Îzmîrê 13 kesên binçavkirî hatin berdan
08:25 Dag û Er çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
20/07/2023
23:00 Sosyalîstên li Pirsûsê hatin qetilkirin li Ûlm û Dûîsbûrgê hatin bibîranîn
22:43 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî
22:39 Ciwan bi dirûşmeya ‘Edalet ji bo Pirsûsê‘ meşiyan
20:48 Welatiyan di civînên gel de bal kişand ser tecrîdê
19:27 Li bajaran bîranîna Komkujiya Pirsûsê
16:47 Berdana Sutpak ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
15:56 Cenazeyê Sîbel Çelîk li Xarpêtê hat veşartin
15:40 Ji bo girtiyan kampanya nameyan hat destpêkirin
15:04 OHD: Jiyana girtiyê nexweş Kuday di xeterê de ye
14:35 Ciwanên di mitînga hilbijartinê de hatibûn girtibûn, hatin berdan
14:33 Bîranîna 33 qurbaniyên Pirsûsê: Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin
14:11 Lozana ku Kurdistan kiriye çar perçe ket 100 saliya xwe
13:08 Ji bo Abdullah Ocalan dê li PE'yê daxuyaniya 'awarte' bê dayîn
12:40 TJA’yê encamnameya komxebata Lozanê eşkere kir
11:43 Perwerdekara ku piştgiriya berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ kir hate girtin
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdana ji bo hevdîtinê kir
10:28 EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 64'emîn de ye
09:28 Li Şirnexê mal bi mal, tax bi tax civînên gel berdewam dikin
09:09 Komkujiya Pirsûsê: Divê yên alîkarî kirin û rê li ber wan vekirin bên darizandin
09:08 ‘Şerê li Kurdistanê şideta li dijî jinan zêde dike'
09:06 'Ên eziyetê dikişînin xizan in, ên kêfê dikin jî zengîn in'
09:04 'Em ê ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê bi gel re birêxistin bikin'
09:01 Ji Îmraliyê agahî nayên girtin: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
19/07/2023
23:51 Li ber NY'yê banga ji bo çalakiya Lozanê
23:03 Efrîniyan salvegera Şoreşa Rojavayê pîroz kir
22:23 Li Rihayê civîna gel: Divê em Rêya Sêyem rast bimeşînin
21:41 Cenazeyê Çelîkê birin Xarpêtê
19:29 Li Hezro, Farqîn û Erxeniyê civînên gel
16:54 Ji qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê Cebraîl Gunebakan hat bibîranîn
16:34 ‘Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan destkeftiyeke girîng e’
15:42 HDP: Şoreşa Rojava rûmeta mirovahiyê ye em xwedî lê derkevin
15:33 Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies koça dawî kir
15:16 Li dijî avahiya HDP’a Altindagê êrişa çekdarî pêk hat
15:14 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hate berdan
14:46 13 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên xwecihî tifaqa xwe ragihandin
14:29 Li Amedê 5 mamoste li wezîfeya xwe hatin vegerandin
14:28 Rapora girtîgehên Çûkûrovayê: Legerîna tazî tê kirin
14:21 Li Êlihê ji sedî sed heqê rê hat bihakirin
13:51 Amadekariyên meş û konferansa Lozanê bi dawî bûn
13:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 63'yemîn de ye
12:45 KCD û DBP’ê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
11:53 Parêzerên malbata Jîna Emînî dê bên dadgehkirin
11:35 Li Amedê ji 3 hezar û 252 avahiyan heta niha tenê 50 avahî hatine hilweşandin
11:31 Rojnivîska zaroka ku xwe kuşt: Ez nizanim ez ê çi bikim
10:31 Abdullah Ocalan: Divê kurd xwe ji Lozana Civakî re amade bikin
10:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Bila faîlên esas bên darizandin
09:19 Welatiyên li Êlihê: Divê meclisên gel ji nû ve bên birêxistinkirin
09:18 Girtiya siyasî Dîlan Karakoç di nava girtiyên edlî de tê ragirtin
09:17 Gundên Xîzanê di bin bombebaranê de ne
09:01 'Dewletê zarokên me kuşt in'
09:00 'Em ê bi pêkanîna edaletê bîranîna rêwiyên xeyalan bidin jiyîn'
09:00 Esnafên Cizîrê: Çareseriya krîza aborî bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkane
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
18/07/2023
23:08 Ji kesên ji bo 20'ê Tîrmehê bang kirin 6 kes hatin girtin
19:15 Xwişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan hat binçavkirin
18:42 MSD: Şoreşa Rojava azadiyê temsîl dike
16:52 Li ber mala Ozkan bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
15:55 Rapora Girtîgehên Behrareş û Serhedê: Di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin
15:43 Serdana Şadiye Menap ku piştî 30 salan ji hepsê derket hat kirin
15:33 Heqê rêya Wan-Colemêrgê dîsa hat zêdekirin
14:58 Li Licê şewat: Qadek berfireh xesar dît
14:52 Ferît Şenyaşar: Em ji îro pê ve li Enqereyê ne
14:45 Fadil Şenyaşar nehat berdan, Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê dibe Enqereyê
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'