Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene!

  • rojane
  • 16:56 25 Sibat 2023
  • |
img
MEREŞ - Li navçeyên Sergolan û Bazarcix ku gelek gundan xesareke mezin dît, li hin gundan jî bêje temamê xaniyan li ser piyan e. Hate diyarkirin ku li gundên Kizirli, Aptolar, Xalîkon û mezrayên wan û gundê Şalliûşagi hema bêje ji bo gelek kêm malan rapora xesarê hatiye dayîn. 
 
Li navçeya Bazarcix a Mereşê hilweşîna avahiyên bixeser didome. Xirbe Bazarcixa jorîn tên valakirin. Bazarcixî valakirina xaniyên ku rapora xesara giran danê û ji bo hilweşînê li benda dora xwe ne didomînin. Weke li Bazarcixê lig undan jî mirov ji ber erdhejokan hêj jî li der ve ne. Li gundê Kizirli yên girêdayî navçeyê tenê dîwarê çend avahiyên kevin hilweşiyaye û kes lê nemirî ye. Lê ji ber hin xanî bi xesareke giran in wê bên hilweşîn.
 
‘EM HÊJ DI KONAN DE DIMÎNIN’
 
Hatîce Karakaya ku ji bo xaniyê wan ê 30 salî û gova wan rapora bi xesara giran hatiye dayîn, diyar kir ku şerîda ewlehiyê hatiye kişandin û wiha got: “Beşa ku em weke depo bikartînin saxlem e lê xanî û gova ku em lê rûdinin xesareke zêde gihiştiyê. Belge bi me dan îmzekirin ‘heke tiştek bi me were berpirsyarî ya me ye’. Me jî ji wan re got em biçin ku derê. Mecbûr me şerîda ewlehiyê rakir û ji malê pêdiviyên xwe bi cih tînin. Em hêj di kon de dimînin lê em nizanin em ê çi li sewalên xwe bikin. Di vê pêvajoyê de zarokên me jî nexweş bûn.”
 
BI ÇAR ZAROKÊN XWE RE 19 ROJAN DI ROMORK DE JIYA 
 
Sîbel Okenek jî da zanîn ku bi çar zarokên xwe û hevjînê xwe ve 19 rojan di romorkê bi kon pêça bû de man û wiha got: “Em li Dîlokê dijiyan, ji ber me nekarî debara xwe bikin em hatin vir û weke kirêdar hatin vê malê; lê niha ew jî bi xesar e. Ax tebiqî ye. Ji bo mala xezûrê min jî biryara hilweşînê dan. Erdhejê em perîşan kirin. Di vî romorkî de 6 kes dijîn. Yek nexweşê dil e, yek nexweşê astimê ye çar zarok hene. Tevî ku me gelek caran serî lê dan duh ji me re konek hat û em ê îro vedin.” Pişt re em çûn mezraya Aptolar, em hîn bûn ku xaniyên hilweşiyane nînin lê xaniyên xesareke giran gihiştinê hene. 
 
LI XALIKON Û MEZRAYÊN WÊ GELEMPERIYA XANIYAN SAXLEM E
 
Ji wir em derbasî mezrayên Kirîkon û Sorkûn ên girêdayî gundê Xalîkon ê 100 xanî lê hene yê navçeya Sergolan a Semsûrê dibin. Li Xalîkonê xaniyên ku hilweşiyan e nînin, xaniyên ku rapora bi xesara giran danê jî gelek kêm in. Yek ji şêniyên gund Hasan Kaymaz wiha got: “Çar mezrayên gundê me Xalîkon hene. Sorkûn, Kirîkon, Gundê Cerrê û Kîlolar. Di nava Sergolan û Bazarcixê de ne. Ji navenda erdhejê 20 kîlometreyan dûr e. Gelek şukur li gundê me pirsgirêkeke mezin nîne. Li mixabin ji hin gundiyên me yên li Serêgolan û Bazarcixê dijiyan kesan jiyana xwe ji dest daye.” Kaymaz, anî ziman ku gelek kesên ji Dîlok, Sergolan û Bazarcixê hatine li gundê wan bi cih bûne hene û diyar dike gundî bi ewle dibînin. 
 
LI KRÎKONÊ 3 XANÎ HILWEŞIYAN KES NEMIR
 
Pişt re em derbasî mezraya Kirîkon a 3 xanî lê hilweşiyan bûn. Huseyîn Hazar ê got bi hevjîna xwe re tenê dijî, dema bihîst ku em ji Amedê hatine bi hestiyar bû û got ‘dibêjin li wir jî gelek kes mirine”. Hazar diyar kir ku derbarê mala wî biryara hilweşînê hatiye dayîn lê di derxistina tiştên xwe de zehmetiyê dikişîne û wiha got: “Kon dan me lê em nikarin vedin, pîr in. Min wesayîtek kirê kiriye her êvarî me dibe Çiyayê Kanî û serê sibê me tîne.” Hazar anî ziman ku li gund 3 mal hilweşiyan e le kes miriye. 
 
LI MEZRAYA SORKÛN BAWERIYA XWE BI XANIYÊN KÊM XESAR NAÎNIN!
 
Em dû re derbazî mezraya Sorkûnê dibin. Li mezaraya nêzî 40 xanî lê hene xaniyên hilweşiyayî tune ne lê xaniyên xesareke zêde gihiştiyê hene. Huseyîn Ekîncî da zanîn ku ji hin xaniyan re rapora kêm xesar gihiştiye wan dane lê ne di rewşeke ku lê rûnin de ne. Ekîncî, anî ziman ku dema li Hatayê li cem keça xwe bû erdhej çêbûye û başke ku tiştek nebûye. Haci Kûp diyar kir ku ew ji bo îtiraza biryarên der barê malên xwe de çûne navenda krîzê ya li Qeymeqamtiya Bazarcixê û piştre ji wan re hat ragihandin ku ew dikarin bi rêya e-dewletê îtirazê bikin û got: “Lê hêj beşa îtirazê nehatiye vekirin. Em li bendê ne.”
 
LI GUNDÊ ŞALLIÛŞAGIYÊ AVAHIYÊN HILWEŞIYAYÎ NÎNIN
 
Pişt re em derbasî gundê Şalliûşagi yê navçeya Bazarcixê ku 400 xanî lê ne bûn. Li gund temamê xaniyan li ser piyan e. Gundiyan diyar kirin ku hema hema temamiya gund ji avahiyên nû pêk tê û windahiya can nîne. Li gundê ku ciwan li meydanê rûdinin û zarok li qada parkê dilîzin, xebatên ji bo hîmê xaniyên nû dewam dikin. 
 
MA / Abdûrrahman Gok - Rûkiye Adiguzel
 

Sernavên din

25/07/2023
10:55 Li Edeneyê erd hejiya
10:55 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk a ji kar hatibû girtin, beraet kir
10:40 Parêzer 29 meh in ji bo biçin Îmraliyê serlêdan dikin
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin
24/07/2023
22:30 Li Çiyayê Sipêrêzê operasyona leşkerî
19:49 Di civînên gel de berteka ji bo etcrîdê: Divê bêtir bibe rojev
16:59 Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn
16:37 Li Şemzînanê teqîn: Cerdevanek mir
16:34 Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin
15:42 Li Hewagê civîna gel: Divê tecrîd bêtir bibe rojev
14:58 Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir
14:28 Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
14:23 Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin
13:47 Encamnameya 'Konferansa 100 Saliya Lozanê' hat eşkerekirin
12:51 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin
11:22 Hevserokê DFG’ê Altan: Em dikarin rûmeta rojnamevaniyê bi piştevaniyê biparêzin
11:20 Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…
11:07 Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne
11:00 Li Amedê daxuyaniya Lozanê: Hebûna gelê kurd û mafên wan nas bikin
10:59 Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin
09:48 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn
09:07 Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin
09:05 Şagirtên kursên MED-DER’ê: Divê em zimanê xwe ji asîmîlasyonê rizgar bikin
09:04 Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike
09:02 Êzidiyên gundê Zevrayê: Cerdevanan gundê me dagir kiriye
09:01 Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
23/07/2023
20:39 Konferansa 'Sed saliya Lozanê' bi dawî bû
20:22 Li Amed, Riha û Stnebolê civînên gel hatin lidarxistin
16:41 17 saziyên medyayê: Divê rojnamevan Şêrwanî bê azadkirin
16:39 Li Semsûrê ji ber bayê konên mexdûrên erdhejê hilweşiyan
16:00 Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
15:07 Mûradian: Di bingeha pirsgirêkan de Lozan heye
14:13 Konferansa Lozanê: Têkoşîna jina kurd hate asta pêşengtiyê
13:58 Kovara Jineolojiyê derket
13:36 Ji bo bîranîna Cemîle Çagirga pirtûka çîrokan hate çapkirin
12:46 Li Amedê dê li dijî Lozanê daxuyaniya hevpar bê dayîn
12:45 Li Rihayê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan: Dest ji vê zilmê berdin
12:08 Konferansa Lozanê di Roja 2'yemîn de berdewam dike
11:56 Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
11:13 Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin
10:50 Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî hate berdan çû serdana Bahçelî
10:49 Zem li dermanan jî hate kirin
09:32 Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
09:04 Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng
09:03 Li Amedê talankirina ekolojiyê
09:02 ‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’
09:01 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin