Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve

  • rojane
  • 12:31 27 Sibat 2023
  • |
img
MEREŞ - Haci Çoçelî yê di roja 5’emîn a erdhejê de ji Almanyayê hat bajaroka Narli ya navçeya Bazarcixê, bi koordînasyona KESK û HDP’ê tev geriya û bi wesayîta xwe malzemeyên pewîst gihand nêzî 100 gundan. 
 
Di erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 di 6’ê sibatê de li Mereşê çêbûn û bandor li 11 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayî gihişt 45 hezar kesan û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Yek ji cihên xesareke giran gihiştiyê jî bajaroka Narliyê û gundên girêdayî wê yên navçeya Bazarcixê ne. Li gundên ku rayedarên dewletê û destilatê neçûyî jî birîn bi piştevaniya dilxwazan tên dermankirin. 
 
Haci Çoçelî k udi roja erdhejê ya 5’emîn de ji Almanyayê hate navçeyê 15 rojan di nav tora piştevaniyê ya bi gundan re de cih girt. Çoçelî ku tev li xebatên konbajarê di koordinasyona rêxistinên girseyî yên demokratîk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) de hate avakirin bû, bi wesayîta xew her roj ji dehan gundan re malzemeyên xwarinê yên bingehîn, cil û paqijiyê birin. 
 
‘BAWERIYA MIN BI DEWLETÊ NÎNE’ 
 
Çoçelî, diyar kir ku dema hate Narliyê bi astengiyên mezin re rûbirû ma û wiha got: “Dewlet bi feraseta ‘ez heme, kes tune ye’ de bû. Em asteng dikirin, bi ser konên me de girtin, alîkariyên ku hatibûn desteserkirin û hewldan atmosfereke ku bêjin ‘me alîkarî kir’ biafirînin. Ne pêkane em vê rewşê qebûl bikin. Heke mirovek bixwaze alîkariyê bike hûn ê pêşiya wî vekin. Herî kêm ez li sed geriyam û hema bêje cihekî ku ez neçûmê nema. Lê min li wan deran tu rayedarên dewletê ne dîtin. Alîkariyên ji me re hatin jî dewletê desteserkirin. Konên ku hatin vir desteser kirin. Gotin ‘bihêlin em ê çêbikin.’ Heke alîkarî ji me re hatibe hûn ê çi bikin? Ez ji bo alîkariya gelê xwe bikim li vir im. Baweriya min bi dewletê nîne. Li cihên ku ez çûmê ji bilî leşkeran min kesek nedît. Min Kizilay û saziyên din nedîtin.”
 
Çoçelî anî ziman ku nêzî sed gundan ji bilî çend konên Kizilayê tu alîkarî nedîtiye û anî ziman ku konên dilxwazan û derveyî welat hatin şandin gihiştine van deran. Çoçelî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez çûm gundekî ku rayedaran alîkarî bire. Alîkariyên ku hatibûn bê serûber avêtibûn erdî. Gelek belav bûn. Bi rastî jî em di rewşeke xedar de ne. em hewl didin bêyî cihekariyê bikin bigihin hemû beşên civakê. Mînak jêr û jora gund hene lê ji malên jêra gund her cure alîkarî hatiye kirin lê kes neçûya malên jora gund. Li wir 14 malbat dijîn. Me alîkarî gihand hinekan, em ê bigihînin ên mayî jî.”
 
JI RAYEDARAN RE BANG 
 
Çoçelî anî ziman ku ji ber wijdana wî qebûl nekir hate Narliyê ev tişt gotin: “Qasî ku ji destê min hat bûm alîkar. Mezinên dewletê bi koordîne bixebitin bi hesaba dengan nexebitin. Ev felaketeke, sûdwergirtina ji felakete lanete. Ez kesên ku em asteng kirin şermezar dikim. Heke mirovek bixwaze alîkariyê bike wê bike. Ez bizanim wê dewlet alîkariyê bigihîne cih ez çima nedim. Lê li vir pirsgirêkek heye. An hûn nagihinê an jî li cihên ku hûn nikarin biçinê nahêlin kes biçe. Mînak li cihên ku em diçûnê mirovan digot ‘di mala me de xwarin nîne’. Ez bang li mezinên dewletê dikim; ji kerema xwe nebin asteng û ji mirovên kedê didin re rêzê bigirin.”
 
PIŞTEVANIYÊ BIDOMÎNIN
 
Çoçelî, herî dawî xwest ku herkes divê koordînasyonê de cih bigire û ev bang kir: “Divê herkes tiştekê bike. Qasî ku ji destê we bê bibin alîkar. Qasî hêza xwe werin konê koordînasyonê û piştevaniyê bikin.”
 
MA / Dilgeş Rûvanas
 

Sernavên din

25/07/2023
10:55 Li Edeneyê erd hejiya
10:55 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk a ji kar hatibû girtin, beraet kir
10:40 Parêzer 29 meh in ji bo biçin Îmraliyê serlêdan dikin
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin
24/07/2023
22:30 Li Çiyayê Sipêrêzê operasyona leşkerî
19:49 Di civînên gel de berteka ji bo etcrîdê: Divê bêtir bibe rojev
16:59 Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn
16:37 Li Şemzînanê teqîn: Cerdevanek mir
16:34 Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin
15:42 Li Hewagê civîna gel: Divê tecrîd bêtir bibe rojev
14:58 Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir
14:28 Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
14:23 Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin
13:47 Encamnameya 'Konferansa 100 Saliya Lozanê' hat eşkerekirin
12:51 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin
11:22 Hevserokê DFG’ê Altan: Em dikarin rûmeta rojnamevaniyê bi piştevaniyê biparêzin
11:20 Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…
11:07 Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne
11:00 Li Amedê daxuyaniya Lozanê: Hebûna gelê kurd û mafên wan nas bikin
10:59 Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin
09:48 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn
09:07 Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin
09:05 Şagirtên kursên MED-DER’ê: Divê em zimanê xwe ji asîmîlasyonê rizgar bikin
09:04 Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike
09:02 Êzidiyên gundê Zevrayê: Cerdevanan gundê me dagir kiriye
09:01 Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
23/07/2023
20:39 Konferansa 'Sed saliya Lozanê' bi dawî bû
20:22 Li Amed, Riha û Stnebolê civînên gel hatin lidarxistin
16:41 17 saziyên medyayê: Divê rojnamevan Şêrwanî bê azadkirin
16:39 Li Semsûrê ji ber bayê konên mexdûrên erdhejê hilweşiyan
16:00 Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
15:07 Mûradian: Di bingeha pirsgirêkan de Lozan heye
14:13 Konferansa Lozanê: Têkoşîna jina kurd hate asta pêşengtiyê
13:58 Kovara Jineolojiyê derket
13:36 Ji bo bîranîna Cemîle Çagirga pirtûka çîrokan hate çapkirin
12:46 Li Amedê dê li dijî Lozanê daxuyaniya hevpar bê dayîn
12:45 Li Rihayê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan: Dest ji vê zilmê berdin
12:08 Konferansa Lozanê di Roja 2'yemîn de berdewam dike
11:56 Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
11:13 Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin
10:50 Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî hate berdan çû serdana Bahçelî
10:49 Zem li dermanan jî hate kirin
09:32 Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
09:04 Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng
09:03 Li Amedê talankirina ekolojiyê
09:02 ‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’
09:01 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin